SAL / YIL          : 8
HEJMAR / SAYI : 260
TARÎX / TARiH  : 26.06.2008
 

Ji bo Koordînatoriya TRTê yek ji MITê hat tayînkirin


Navenda Nûçeyan

Saziya ‘Radyo û Televîzyonên Tirkiyeyê-TRT’ê ji bo kanala ku dê bi Kurdî weşanê bike, Sînan Îlhan kir koordînator û rewşenbîrê Kurd Umît Firat jî dibe şewirmendê wî.
Li gor ku ji aliyê çapemeniya Tirkiyeyê ve hatiye belavkirin, piştî guhertina qanûna ‘Radyo û Televîzyonan’ birêvebiriya TRTê ket nav hewldanê û ji bo kanala ku dê bi Kurdî weşanê bike, Sînan Îlhan wek koordînator tayîn kir û rewşenbîrê Kurd Umît Firat jî dibe şewirmendê wî.
Sînan Îlhan bi eslê xwe Kurd e, ji Rihayê ye û di sala 1961-ê de hatiye dinê. Ew wexta 26 salî bû di Wezareta Derve de dest bi kar kir. Li Unîversîteya Ataturk ziman û edebiyata erebî xwend. Têza xwe li ser dîroka huner û îslamê kir. Herweha, tê îdîakirin ku Sînan Îlhan, di wezareta derve de di daîra îstixbaratê de kar kir. Sala 1989-ê li Erebîstanê, Sala 1996-ê li Tel Avîvê bû. Di sala 2002-ê de jî li Emîratan û beriya ku bibe koordînatorê TRT-ê jî li Iraqê di masa îstixbarata berpirsê taybet yê Tirkiyê de kar dikir. Sînan Îlhan baş kurmancî, erebî, farisî, îngîlîzî û îbranî dizane.


Ji aliyê heman jêderan ve hatiye eşkerekirin ku Sînan Îlhan piştî ku dest bi vê erkê kiriye, bi siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên naskirî yên Kurdan re civîn pêk aniye û ji van kesan yek jê jî Umit Firat e û Firat dibe şewirmendê Sînan Îlhan.
Umît Firat jî vê yekê piştrast kir û derheqê vê mijarê de ji rojnameya Hurriyetê re weha got; “Dê kanalek nû li kanalên TRT-ê zêde bibe. Îhtîmalek mezin dê nav jî bibe TRT-5 an 6. Li gor ku ji me re hatiye gotin dê di destpêkê de weşan 10 saet be. Zimanê weşanê dê Kurmancî, Zazakî, Erebî û Farisî be. Ev kanal ne tenê ji Kurdên Tirkiyeyê, dê ji bo hemû Kurdên li cîhanê  vekirî be. Kesên ku dê di kanalê de kar bikin divê pirr baş Kurdî û gramera ziman zanibin.”
Umît Firat, di berdewamiya daxuyaniya xwe de weha dibêje; “TRTê heta niha navê kesên ku dê di kanalê de kar bikin, eşkere nekiriye. Lê, tê gotin ku kesên ku hatine hilbijartin, ji der û dorên cuda yên siyasî û çepgirên Kurdan e. Nabe ku TRT weşanê wergerîne Kurdî. Divê rihek din yê taybetî hebe. Divê Kurd bêjin ev kanal ya me ye. Ne ku ji Tirkî nûçe bo Kurdî werin wergerandin. Divê bi nêrîn û mantiqa Kurdî nûçe bêne amedekirin. Di kanalên modern de çi hene dê di vê kanalê de jî hebe. Ev kanal dê pûanê AKP ji alî Kurdan zêde bike. Zimanên bernameyan, dê bi  kurmancî, zazakî, erebî û farisî bin. Reklam dê bi kurdî bin. Reklamên kurdî girîng in. Kurdî ji bo spotên reklaman maqûl e. Nûçe jî dê ne tenê li ser buyerên kurdan bin.”

 
    Yönetim Yeri ve Yazışma Adresi : Kurt İsmail Paşa 5. Sok. Fırat 5 Apt Kat:1 No: 2 Ofis/DİYARBAKIR   Tel: 0.412 223 89 23
    Yurtdışı Temsilciliği : Postfach: 131931, 42045 - Wuppertal/Almanya  Tel: 00 49 202 283 23 39 - Fax: 00 49 202 758 34 79