SAL / YIL          : 8
HEJMAR / SAYI : 260
TARÎX / TARiH  : 26.06.2008
 

Sabahadîn Korkmaz; “Em banga ihtîyat, hevkarî û berpirsîyarîya yekîtîyê li herkesî dikin”


Her cara ku di navbera hêz, rêxistin û partiyên Kurdan-bi taybet jî Kurdên Bakur- de pêngavên yekîtiyê an jî bihevre karkirinê hatine avêtin, ev pêngav di nav derûdorên siyasî de rê li ber gengeşiyan vekiriye û bûye hedefa rexneyên dijwar. Dema em dizivirin li pey xwe dinêrin; bi dehan nimûneyên vê yekê hene.
Yek ji van nimûneyan jî, di van demên dawî de rû da; wek tê zanîn, bi qasî sê meh berê bi hewldana Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û hin derûdorên siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd kampanyayek (kampanyeya 1000 îmzeyan) hat despêkirin û ev kampanya bû sedemê gengeşî û rexnelêgirtina li hin kes û saziyên îmzekirox. Yek ji van saziyan jî, Tevgera Yekîtîya Neteweyî ya Kurd TEVKURD bû.


TEVKURDê, herçendî bi ‘şerh’ îmze kiribû û navê wê di metna îlanê de nehatibû belavkirin jî, lê xwe ji tîrên rexnegêran xilas nekir.
Me jî vê pêvajoyê ji Endamê Komîta Rêvebir ya TEVKURDê birêz Sabahadîn Korkmaz pirisî.
                                                                                             
-Piştî kampanyeya “1000 îmzeyan” di nav derdorên siyasî de pêvajoyeke gengeşiyan û rexneyan jî dest pê kir. Hun dikarin bi kurtî vê pêvajoyê binirxînin?
Sabahadîn Korkmaz; Wek ku tê zanîn, sê sal berê (8.12.2004) beriya mizakereyên Tirkîyeyê û Yekîtîya Ewrûpayê- YE, bi navê “Belavoka Parîsê”, daxuyanîyeke bi 200 îmzayan di rojnamên Ewrûpayê de hate weşandin. Belavokê tesîreke mezin li rojeva Tirkîyê, Kurdan û derdorên YE kir. Nîqaşên kûr li serê çêbûn. Dozgerên Komarê bi lezûbez lêpirsîn dan destpê kirin. Qismek ji rayedarên dewletê û “aqilmendên” medya “mehmetcîk” nerazîbûnên tund nîşan dan. Hin ji îmzakirên belavokê paşde gav avêtin û bi sedem ku daxuyanî “federasyonê îşaret dike” îmza xwe ji belavokê vekişandin.
 Sê heyv berî nuha carek din bi heman navî behsa belavokekî bi hezar îmzeyî hate rojevê. Metnê belavokê li ser înternetê belavbû. Di heman demê de nîqaşan jî li serê destpê kir. 

Gelo ev bang li TEVKURDê hat kirin?
Sabahadîn Korkmaz; Belê, yek ji bangdêrên daxuyanîyê û Serokê Şaredarîya Sûrê yê berê hêja Abdulah Demirbaş, wek rêxistin teklîfa piştgirîyê li TEVKURDê kir.

Birêvebirên TEVKURDê vê bangê çawa nirixandin?
Sabahadîn Korkmaz; Li ser vê yekê me Komîta Rêvebir a TEVKURDê civand û teklîfa bangdêr û mahîyeta daxuyanîyê dûrûdirêj nirxand.
 Herçiqas daxwazên wek “di hemû qadan de perwerda bi zimanê Kurdî, di destûra esasî de pejirandina nasnama Kurd, bi nasnama Kurdî mafê siyasetê, ji holê rakirina sîstema korûcîtîyê, avadankirina herêmê û wd” îhtîyacên civata kurd yên gîştî û daxwazên siyaseta Kurd yên acîl û mînîmal bin jî; ev daxwaz ji ber ku di çerçova konsepta mafên kolektîfî de nehatine sîstematîzekirin û tu statuyek sîyasî bo çareserîya meselê pêşnîyar nakin; ji alîyê Rêveberîya TEVKURDê ve bi kêmanî, qels û nezelal hate nirxandin.
 
Gelo di nav we de ji ber van kêmasî û qelsiyan mixalefet  derket?
Sabahadîn Korkmaz; Di civînê de hin endamên Komîta me hinek jî bi “xeterên reel polîtîk” dijî îmzakirina TEVKURDê derketin. Belê bi gîştî bi sedem ku “TEVKURD bi xwe proja yekîtîyê ye û piştî ku bi ekserîyetî hemû alîyên Kurda hatine cem hev û bi hêvîya ku ev gav bibe wesîla siberojê ku Kurd karibin bi hevre hin gavên pêşdatir bavêjin”, me teklîfa îmzakirina bi şerhnameyê ji îmzenekirinê çêtir pejirandin.
Di encama civînê de me bi konsensûs biryara îmzekirinê da û sedemên piştgrîya TEVKURDê; rexne, temenî û hêvîyên xwe, bi “şerhnameyekî” ji bangdêran re şîyand û ji raya giştî re jî deklare kir.
Piştî biryara me endamekî Meclîsa TEVKURDê bêyî ku di organên rêxistina me de û li gor huqûqa navxweyî prosedûr were meşandin, li ser înternetê polemîkek dijî huqûqa rêhevaltîyê û dîsîplîna rêxistinê da meşandin.
 
Bi qasî ku em pê hesiyan, ji derve ve jî nerazîbûn ji helwesta we re hat nîşandan û rexne li we girtin?
Sabahadîn Korkmaz; Rast e. Ji gelek dostan jî, di derheq îmza TEVKURDê de rexne û nerazîbûn hatin nîşandan.
Paşê ku daxuyanî hate belavkirin (20.05.2008) hate dîtin ku navê TEVKURDê di lîsta navan de cîh negirtîye. 

Piştî necîgirtina navê TEVKURDê ya di lîsteyê de we helwestek çawa nîşan da?
Sabahadîn Korkmaz; Li ser vê yekê me bi bangdêrê muxatabê xwe re pêwendî danî û sedemê cîhnedana navê TEVKURDê jê pirsî.
Bersîva ku dane me evbû; “Her çiqas berhevkirina 1000 îmzayî hatibe gotin jî 1200 serîlêdan çêbûne, ji vana 835 nav hatine weşandin, ji bangdêran navê Osman Baydemîr û Abdulah Demirbaş jî di belavokê de derneketîye, helwesteke menfî û ‘taybet’ li hamberê TEVKURDê çênebûye, problem ji kêmahîya organîzasyonê tê, em ê li serê rawestin û vê xeletîyê telafî bikin.”

Hun bi vê bersivê qanih bûn?
Sabahadîn Korkmaz; Belê rast e, kêmanîya organîzasyonê xwanê dike, lê di mesela navlênekirina TEVKURDê de qenaeta me ewe ku navê TEVKURDê “qesten” nehatîye lêkirin. Ji ber ku navê TEVKURDê bi xwe li dijî konsêpta daxuyanîyê ye û ev yek di “Şerhnameyê” de bi zelalî hatîye destnîşankirin. 
Îmza me derket yan derneket, ji bo me ne pirsgrêkeke ku emê li serê polemîkê bikin û bikin problêm. Bêşik mafê bangdêran heye ku bêjin “em îmzeya xwedîyê vê ‘şerhnameyê’ ligel navê xwe naxwazin.” Lê ji bo me mesele, mesela sîyaseteke bi prensîb, exlaqî û huqûqanasî ye. Em serwerîya huqûqîyetê, krîterên demokratîyê û prensîbên exlaqî/wijdanî di ser hemû tiştî de digrin û lêdixebitin ku ev prensîb bibin serwer û samanên siyaseta Kurd.

Derbarê yekîtiyê de TEVKURD xwe çawa tarîf dike?
Sabahadîn Korkmaz; Wek rêxistinek sîyasî yan jî wek proja yekîtîyê, TEVKURD çiqas serketî, hêvîdar û mayîndeye, helbet tê nîqaşkirin. Belê bi helwesta xwe ya bêîtaetkar û de factoyî, bi karekterê xwe yê Kurdîstanî û bi şerîyeta xwe ya meşrû û tabiî; TEVKURD, di doza azadîya Kurdîstan de modelek nûh, orîjînal û xusûsmend e; ku ji nuha de tesîreke pozîtîf li karekterê bizava Kurd kiriye û standarteke bilind hanîye holê!
Belê rast e TEVKURD proja yekîtîyê ye. Armanc û hedefa TEVKURDê wek ku di destûr û bernama xwe de jî tarîf kirye; bi rîya organek neteweyî, -ku ev organ weke kongra neteweyî hatîye binavkirin- pêkanîna temsîla yekîtîya neteweyî ye. Belê di heman wextî de TEVKURD, tevgereke tabiî, sivîl û demokratîk e ku; hemû civîn, konferans, kongre û fealîyetên wê li ber çavan vekirî, plural  û ji çavdêrîya civatê re vekirî ye. 
 
Em car din vegerin li ser mijara “1000 îmzeyan”, helwesta Tevkurdê ya derheqê wan polemîkan de çi ye?
Sabahadîn Korkmaz; Em dixwazin bi vê wesîlê raya giştî agahdar bikin û li ser polemîkên di derbarê “Belavoka bi hezar îmzeyî” de çend tiştan bibêjin.
 1-Bi qenaeta me tawrê TEVKURDê rastbû. Me xwest em bi “Şerhnameyê” bala birayên xwe bikşînin ser konsepta neteweyî û tevî rexneyên xwe bi hestên yekîtîya hêzên neteweyî li gel terefên Kurd cîh bigrin. Herweha em polemîkên di vê derbarê de zêde reaksîyoner dinirxîn in. Lê, dibe ku em jî xeletbin, perspektîfa me şaşbe û me tarîfa pêvajoyê objektîf nekiribe. Ev jî mumkûne û em vê îhtîmalê li ber çav digrin. Belê wisa be jî, sîyaset rîsk e û divê “opsîyona” xeletîyan her hebe. Ji ber ku di siyasetê de ne sedîsed garantî û ne jî sedîsed rastî mumkûn e. Welew ku reaksîyonên di vê mijarê de rastbin jî, ûslûba reaksîyoner perspektîfa biratî û yekîtîyê diêşî ne!
2-Tu tişt li serhev, sedîsed rast û sedîsed çewt/xwar tune. Rastî û xwarî, çêyî û xerabî, bedewî û gendelî li gel heve û di navhev de ye. Helbet mirovê ji bo xwe stratejîya herî rast û taktîkên herî rasyonel û efektîf bikarbîne. Belê ne di destê mirov de; îmkanên heyî, şertên konjoktûrî, dengeyên sîyasî dikarin bibin tayînker û carna rê li ber mirov bigrin. Ji wê bonê îhtîyat, bi îhtîyat tevgerandin belkî tawrê herî rast û rasteqîne be.
3-Wek prensîbekî exlaqî, divê mirov ne bi siûzen, belê husnûnîyet tevbigere. Nîyetpaqijî û optîmîstî wexta ji dest here, wê çaxê xeta eqil û aqliselîmîyê wenda dibe.
 4-Em weke TEVKURDê tu carî neketin û nakevin nav polemîkên spakulatîf û sansasyonêl. Weke prensîp me awira rexnegêrî pejirand û hemêza xwe ji rexneyan re vekirîye. Heta me civîn, kongre û konferansên TEVKURDê kirine qadên rexnegêrîyê.
 5-Rexne, analîz, şîrove, antîtêz, muxalefet serçava. Ronesans, ronakbîrî, şoreşên îlmî ancax bi pirdengî, pirrengî û pluralîzasyonê pêktê. Belê bi navê rexnê an fikra cuda heqê tu kesî nîn e ku bi heqaret û çêran kesayeta şexsa û rêxistinan rencîde bike.
 6-Kesê ku hay ji şexsîyeta xwe hebe, divê îhtîramê li hevalê xwe jî bigre. Fikir, bawerî, îdeolojî çiqas cuda dibin bila bibin, belê divê derîyê dîyalogê, rîya ku mirovê sîbê careke din were kêleka hev û bêşerm li rîyê hev binihêre vekirî bê hêştin.
 7- Em hêvîdar in ku dostûhevalên ku rexne li helwesta me digrin, şerhnameya me û sedemên teklîfa îmzakirina TEVKURDê paşçav nekin. Em ne bangdêrên vê kampanyayê bûn û di encamê de me nebûn îmzekerê vê kampanyayê jî. Rexneyên erênî ji bo me gelek pîroz in. Em ji wan destkeftî dibin û dersan werdigrin. Ji xwedîyê wan rexneyan re jî spasdar in.
 Bi van hest û fikran em dubare banga ihtîyat, hevkarî û berpirsîyarîya yekîtîyê li herkesî dikin.
Gelek spas
Sabahadîn Korkmaz; Spasxweş.

Têbinî; Şerhnameya TEVKURDê ku ji şandeya bangdêr ya ‘kampanyaya 1000 îmzeyan’ re şandibû, di rûpela 12an de ye

Hêjayan,
Li ser teklîfa we ya piştgirîyê, em weke Komîta Rêvebir ya TEVKURDê civîyan. Me naveroka daxwaznama we dûrûdirêj munaqeşe kir. Hin rêvebirên TEVKURDê, bi tundî li dijî piştgirîya “vê daxwaznama” ku amade bûye derketin. Belê di encamê de bi konsensus biryar hate girtin ku; ji bo xatirê yekîtî, hevkarî û îtîfaqa navbera Kurdan piştgirî lê were kirin. Herweha me biryarî û pêwîstî pê dît ku; em van fikr û ramanên xwe yên di derheq daxwaznameyê de bi şanda we û raya giştî re jî parve bikin.
Berî her tiştî, ji bo banga ku we li me kirîye em ji cenabê Abdulah Demirbaş û şanda bangawaz re spasîyên xwe pêşkêş dikin.
Herweha;
1- Berî her tiştî divîya berî ku daxwazname were amade kirin, li ser çarçove, naverok û peyama daxwaznamê konseptek hevmuşterek bihata pêkanîn. Ji ber vê yekê; heta ku mumkun bibûya divîya bîr û rayên hemû alîyên Kurda, bi hindikayî yên temsîlî bihata girtin. Evê yekê dê naveroka daxwaznamê dewlemendtir û karekterê wê jî pluraltir û demokratîktir bikira.
2- Daxwazên ku hatine îfadekirin (weke perwerda bi zimanê kurdî, pejirandina nasnama kurd, efûke giştî, avadankirina herêmê ûwd.) şaş nebin jî, daxwazname bi giştî qels e, muxlaq e û tu statuyekî siyasî bo kurdan pêşnîyar nake.
3- Îfada ku dibê “ev daxwaz sînorên heyî nîqaş nakin”, her çiqas bi çarçova vê daxwiyanîyê re li hevkirî be jî, di alîyê wijdanî û exlaqî de bi ‘êşan’ e û siyaseten jî ne pêwîst û ne rast e jî. Heke siyasetmedarên Kurd întiba ya ku weke “bekçi”yên sînorên Tirkîye nin bidin, ev bêtalihî ye û şexsîyeta Kurdîtîyê diêşîne, dişkêne!
4- Em weke TEVKURD (Tevgera Yektîya Neteweyî ya Kurd) “pirsa kurd” pirsa Kurd û Kurdîstan dibînin û çareserîyê li ser axa xwe weke her miletekî medenî xwe bi xwe îdarekirinê dipejirînin. Helbet pirsa Kurdîstan pirseke komplîke ye û gelek varyantên wê hene. Belê esasê meselê pirsa miletekî bindest û welatekî dagirkirî ye. Çareserkirin jî divê li gorî prensîba “mafê çarenûsî” be. Em dixwazin li welatê xwe, em xwe idare bikin û desthilatdarîyeke demokratîk, pluralîst, sekuler, sosyal û adîlane damezrînin. Ev daxwaz, mafê miletê Kurd yê herî rewa, tabiî û însanî ye ku, li ser wê nîqaş û bazarî exlaqen ne caîz e. Divê em Kurd xwe weha tarîf bikin û dinya jî me weha nas û qebûl bike.
5- Her weha divê zimanê daxwazname yê resen, kurdî bûya. Lewra zimanê kurdî hebûn û nasnama me ya miletî ye. Regezekî dîplomasîyê jî ew e ku herkes xwe bi zimanê xwe îfade dike.
6- Lîteratur, format û zimanê daxwıyanîyê jî, gelek qels bûye. Daxwiyanîyek ewçend balkêş û di qada navneteweyî de divîya di alî lîteratur û formata nivîsê de tekûztir bûya.
Bi hêvîya dîalog, hevkarî û biratîya navbera hemû reng, bawerî û alîyên kurdan û bi hêvîya welateke azad, aram, serbixwe û demokratîk…em weke TEVKURD û birek ji rayedarên TEVKURDê navê xwe li kêleka navê birayên xwe rêz dikin.
Li gel rêz û slavan…
Li ser navê TEVKURDê Parêzer Sabahadîn KORKMAZ (Berdevk)
Îbrahîm Guçlu, Sekreterê TEVKURDê (Huqûqnas, nivîskar û Sîyasetmedar)
Bayram Bozyel, Endamê Komîta Rêvebir ya TEVKURDê (Nivîskar û Siyasetmedar)
Arîf Sevinç, Endamê Meclîsa TEVKURDê (Edîtorê Rojnameya Dema Nû)
Şêxmûs Ulek, Endamê Komîta Rêvebir ya TEVKURDê (huqûqnas, nivîskar û sîyasetmedar)

 
    Yönetim Yeri ve Yazışma Adresi : Kurt İsmail Paşa 5. Sok. Fırat 5 Apt Kat:1 No: 2 Ofis/DİYARBAKIR   Tel: 0.412 223 89 23
    Yurtdışı Temsilciliği : Postfach: 131931, 42045 - Wuppertal/Almanya  Tel: 00 49 202 283 23 39 - Fax: 00 49 202 758 34 79