Komîteya gotûbêjkirina rapora nunerê taybet ê NY yê Iraqê Steffan de Misturayî bi serokatiya Wezîrê Karûbarên Navçeyên Derveyî Herêma Kurdistanê û Nunerê Hikumeta Kurdistanê li Komîteya Bilind a Bicihanîna Madeya 140-ê Mihemed Îhsan, li Bexdayê li gel tîma Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Alîkarîdayîna Iraqê (UNAMI) civiya.

Naveroka civînê taybet bû bi gotûbêjkirina beşa yekem a rapora nunerê taybet ê NY yê Iraqê Steffan de Misturayî ku di derbarê navçeyên ji herêma Kurdistanê veqetandî, pêşkeş kiribû.
Piştî bilindnirxandina hewlên de Mistura û NY-ê ji bo hevkarîkirina Iraqê, Komîteyê nêrîn û têbiniyên Herêma Kurdistanê ji UNAMI-yê re ragihand.
Li gor ku hatiye bidesxistin, Nêrînên Komîteyê ev in:
- Ya ku di raporê de hatiye berovajiya wê rêketinê ye ya ku di Berfanbara sala 2007an de di navbera hemû aliyan û NY-de hatibû pêkanîn û bûbû sedema peydabûna nakokiyê.
-Rapor dûr ketiye ji rastiya pirsgirêkan û rêçareyên li gor madeya 140-ê a destûrê li serê lihevkirî, tu pêşniyareke minasib nehatiye danîn ji bo çareseriya wan pirsgirêkan.
-Di raporê de behsa hinek tiştan hatiye kirin, ku di bingeh de ne karê NY ye û qala hinek mijaran hatiye kirin ku di destûrê de pirsgirêk li ser nebûye. Herwekî ya ku li ser qezaya Akrê hatiye gotin, pêştir hatiye çarserkirin; li gor yasaya îdareyî ya dewleta Iraqê Akre bi Herêma Kurdistanê ve hatiye girêdan û berî 19. 3. 2003-an sînorê Herêma Kurdistanê hatiye qebûlkirin
-Raporê xwastiye civaka Kurd wek êzdî, şebek û kakayî parçe bike ku di bingehê de hemû Kurd in, dîrok, ziman û çanda wan bi hev ve girêdayî ye.
-Dûrketina raporê ji pirsgirêkên bingehîn yên navçeyên ji herêma Kurdistanê qetandî ku di encama siyaseta erebkirin, raguhastin, maliştina etnîkî, jenosîd, guhartina netewiyetê bo armanca guhartina demografyaya navçeyê peyda bûye û tu pêşbîniyekê jî bo jêbirina wan nehatiye dayîn.
-Tevî ku NY serpereştiya hilbijartinên sala 2005an kiriye, di raporê de guman li encamên hilbijartinê hatiye kirin ku parlamento û hikûmeta Iraqê li ser van encaman hatine damezrandin û pêwendiyên navdewletî li ser wê hatine danîn.
-Di wan pîvanan de ku bûne bingeha raporê dualîtî pê ve diyar e.
-Di raporê de behsa mijareke din hatiye kirin ku Hikumeta Herêma Kurdistanê wek sedema alozî û pirsgirêkan dizane. Ne mimkîn e ku ev yek bê qebûlkirin, di demekê de ku Herêma Kurdistanê ji bo çêkirina Iraqeke demokrat û federal a cihgir hewlên cidî dide. |