SAL / YIL          : 8
HEJMAR / SAYI : 260
TARÎX / TARiH  : 26.06.2008
 

Mehmûd Osman: “Ger Tirkiye li ser ya xwe be tu guhertin çênabin”


Navenda Nûçeyan

Parlamenterê Kurd yê li Parlamentoya Iraqê Mehmûd Osman, eşkere kir ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dê ji bo rojekê tenê bêt Bexdayê û got ger ew Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî nebîne û Tirkiye jî siyaseta xwe neguhurîne, tu xêr di wê serdanê de nîne.


Mehmûd Osman, bi berdewamî diyar kir ku Tirkiye bi vê serdana Serokwezîrê xwe dixwaze têkiliyên di nêvbera Iraqê û Tirkiyeyê de xweş bike. Osman, herweha destnîşan kir ku herdu welat dixwazin komîsyoneka bilind di asta Serokwezîran de ava bikin da koordînasyona di nêvbera herdu welatan de xurttir bibe.
Mehmûd Osman, di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand li ser armanca vê serdanê û weha got; “Heger di vê serdanê de Erdogan Serokê herêma Kurdistanê jî bibîne û bixwaze bi Kurdan re guft û goyan bike û di heman demê de jî dest ji siyaseta xwe ya kevn bedre, ez çaverêyî encamek baş dikim. Lê belê heger Tirkiye siyaseta xwe ya kevn berdewam bike, tehdîdan bike û Herêma Kurdistanê topbaran bike, ez pêşbînîya ti guhortinên baş nakim.”

 
    Yönetim Yeri ve Yazışma Adresi : Kurt İsmail Paşa 5. Sok. Fırat 5 Apt Kat:1 No: 2 Ofis/DİYARBAKIR   Tel: 0.412 223 89 23
    Yurtdışı Temsilciliği : Postfach: 131931, 42045 - Wuppertal/Almanya  Tel: 00 49 202 283 23 39 - Fax: 00 49 202 758 34 79