SAL / YIL          : 8
HEJMAR / SAYI : 260
TARÎX / TARiH  : 26.06.2008
 

Muhterem Biçimli hat bibîranîn


Dema Nû/Amed

Welatparêz û tekoşerê Kurd Muhterem Biçimli ku 30 sal berê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû, li goristan navçeya Farqînê ya Amedê hat bibîranîn.


Merasima bibîranîna welatparêz û tekoşerê Kurd Muhterem Biçimli di 21ê Hezîranê de li goristan navçeya Farqînê ya Amedê hat lidarxistin. Di merasimê de bi qasî 150 hevalên wî, nas û dostên wî û nunerên partî û hêzên siyasî yên Kurdistanî yên wek Ji HAK PAR-ê  Vahit Aba û Halis Nezan, ji KADEP-ê Rociwan Ceyhan,  ji TEVKURD-ê İbrahim Guçlu, Fuat Onen, Sabahattin Korkmaz, Girênendeyê Giştî yê Rojnameya Dema Nû Arif Seviç, ji Demokratên Soreşger Vildan Tanrikulu, İmam Taşçier, Metin Toprak, Ahmet Nergiz, Faiz Eşin, Necat Ozbey, Suleyman Aliş, Ramazan Gulerce herweha kesên malbata wî amade bûn.
Li goristanê ji bo bibîranîna Muterem Biçimli û şehidên azadiyê rêz hat girtin û  A. Helim Îpek  li ser navê komîteya amadekar             axaftinek kir. Piştî axaftina Îpek, keça Muterem Biçimli Laleş Biçimliyê jî li ser jiyana bavê xwe, pêwendiyên xwe û wî, tesîra wî li ser xwe û malbatê axaftinek kir û weha got; “Armanc û daxwaza bavê min Kurdistanek azad bû, niha ez dixwazim li huzura we vê mizginiyê bidim bavê xwe ku niha perçeyeke Kurdistanê azad e û equbet li hersê peçeyên din.”


Herweha, li ser navê Demokratên Soşreşger jî Osman Karavîl axaftinek kir. Karavîl, di axaftina xwe de bal kişand li ser şexsiyet û Kurdperweriya Muterem Biçimli û weha got; “Muterem Biçimli Kurdperwerek kêrhatî û payebilind bû. Qedrê neteweyî li cem wî ji her tiştî mezintir bû. Di her xebat û çalekiyên ku ji bo Kurdan pêk bihat, de li safên pêş cî digirt û wek milîtanek dixebitiyan. Em hevalên wî Demokratên Soşreşger, wek cenabê wî her avahiyên Kurd wek tevkar û îtîfakarên xwe dibînin û dipejirînin.”
Herweha, ji aliyê berdevkê Tevkurdê Îbrahîm Guçlu û dostê Biçimli Mehmud Yeşil ve jî axaftin hat kirin. Wan herduyan jî di axaftinên xwe de bal kişandin li ser şexsiyet û Kurdperweriya Muterem Biçimli. Mehmud Yeşil diyar kir ku Biçimli tu car nedigot vî karî bikin, ewil wî hewl didan û dest pê dikir.
Muterem Biçimli li Stockholmê jî hat bibîranîn
 Herweha, li gor ku ji aliyê malpera netkurdê ve hatiye belavkirin, ji bo bibîranîna tekoşerê Kurd Muhterem Biçimli li Stockholmê jî di heman rojê de merasîmek hat lidarxistin.
Ji bal hevalê wî yê nêzîk ê şexsî û siyasî  şair Rojen Barnas axaftinek li ser jiyana Muhterem Biçimlî û hevaltiya herduyan hat kirin. Pişt re Salim Çeliker, Medeni Marşil, Eyyup Alacabey, Mûrad Ciwan, Sait Aydogmuş, Nazmi Öçer û Malmisanij li ser bîranînên xwe yên bi Muhterem Biçimli re peyivîn.

 
    Yönetim Yeri ve Yazışma Adresi : Kurt İsmail Paşa 5. Sok. Fırat 5 Apt Kat:1 No: 2 Ofis/DİYARBAKIR   Tel: 0.412 223 89 23
    Yurtdışı Temsilciliği : Postfach: 131931, 42045 - Wuppertal/Almanya  Tel: 00 49 202 283 23 39 - Fax: 00 49 202 758 34 79