Navenda Nûçeyan
Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Ednan Muftî diyar kir ku giliyên ku li ser yasaya karê rojnamevaniyê hene, rast in. Muftî, herweha destnîşan kir ku ji bo nehîştina diyardeya gendeliyê ya li Iraq û Herêma Kurdistanê, divê hemû aliyek hewleke cidî bidin.
Li gor ku ji aliyê jêderên herêmê ve hatiye belavkirin, Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Ednan Muftî derbarê hewlên parlamentoyê yên bo nehiştîna gendeliyê û cudakirina desthilatan li Herêma Kurdistanê û proseya dariştina Destûra Herêma Kurdistanê, yasaya rojnamevaniyê agahiyek da û weha got: “Parlamento di dariştina yasa û biryaran de berjiwendiya giştî û pêwera(qiyas) yeksanî û dadperwerî berçav digire.”

Muftî da zanîn ku ev sal û nîveke Destûra Kurdistanê tê gotûbêjkirin û di medyayê de jî hatiye belavkirin. Muftî weha got; “Di vê derbarê de sedan rexne û pêşniyar li ser hatine wergirtin. Piştî bidawîhatina karên lîjneya nivîsê ve, dê di destpêka meha Îlonê de, li gel destpêkirina dema nû ya parlamentoyê, gotûbêjê li ser bê kirin û biryar li ser bê dayîn.
Giliyên li ser yasayê rast bûn. Çimkî lezgînî hate kirin. Lewre di vê demê de parlamentoyê bo pêdaçûn û dariştina yasayeke pêşketî ya rojnemavaniyê li Kurdistanê pêwendî bi çendîn şareza û navendên zanistî yên biyanî kiriye û sûd ji rexne û pêşniyaran wergirtiye.”
Ednan Muftî piştgirî li cîgirkirina mafên netew û pêkhatên cuda di Destûra Kurdistanê de kir û weha got: “Divê nehêlin ew zilm û sîtema di sîstema serdema rejîma berê ya Iraqê de li ser neteweyên Kurdistanê hebûn, bimîne. Lewre di projeya Destûra Kurdistanê de giringiyeke taybet bi selmandina mafên wan hatiye dayîn.”
Di derbarê diyardeya gendeliyê li Iraq û Kurdistanê de Muftî weha axivî: “Gendelî li hemû Iraq û Herêma Kurdistanê de heye û nayê veşartin. Lê astengkirina wê bi aliyekê ve nayê kirin. Divê bi Parlamento, Hikûmet, Diwana Çavderiya Darayî, medya desthilata dadweriyê ve bi şêweyeke cidî kar bo nehiştina wê bê kirin. Eger desthilata yasayî negihîje hemû kesekî, civaka yeksan, dadperwerî çê nebe. Gendelî jî bi dawî nabe.”
|