
Cîgirê Serokerkanê orduya Îranê tuxgeneral Mesûd Cezayîrî îdîa kir ku her êrîşeka ku bê ser Îranê dê bibe destpêka şerê cîhanê.
Li gor ragihandina serokerkaniya Îranê, cîgirê serokerkan wiha got; “Nirxên ku Îran li serê hatine avakirin, biratî, adalet û wekhavî ne. Amerîka û siyonîzma navneteweyî ya ku di îstîqameta vacayî Îranê de cih girtine li ser bingehên şer û tehdîdan hatine avakirin. Di êrîşeka ser îranê de berî her tiştî ê rejimên lihemana û sexte ji navê rabin.
Cezayîrî îdîa kir ku “nazariyên Îranê di gilê gelan de cih girtine loma bi tehdîd û şeran ji nav ranabin. Êrîşa ser îranê ê şerê cîhanê bide destpêkirin. Siyaseta Emerîka û Îsraîlê a bêhedûhesab û û çavbirçî dinya aniye rex kendalekî. Ew welatên ku îddîa dikin ê demokrasiyê bînin dinyayê bi sernişîvî ber bi têkçûnê ve diçin. Ev ê rê veke ku dinya bibe şahidê mewqif û dîtinên nuh.” |