Dema Nû/Amed
Cenazeyê du birêvebirên Partiya Civaka Demokratîk- DTPê ku di qezayeke Trafîkê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî li Amedê hatin binaxkirin. Bi deh hezaran beşdarên merasîmê ji ber avahiya DTPê ya Amedê heta Goristana Asriyê meşiyan û cenaze li vir hatin binaxkirin.

Li ser goristanê, kar û tekoşîna bê hempa ya du rêvebiran ku ji bo gelê xwe bê rawestan bi cîh anîne, hat bilêvkirin. Herdu rêvebirên DTP-ê Cihan Denîz û Hunsu Ablay ku di 23ê Hezîranê de li ser rêya bajarê Entab û Rihayê di encama qezayeke Trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyê wan bi merasîmek li Goristana Asriyê ya Amedê hat binaxkirin.
Merasîma ku bi dehanhezar Gelê Amedê û yên derdor, serok û nûnerên DTPê û HAK-PARê, serokên şaredariyên Amedê û yên herêmê, parlementerên DTP-ê û hêjmareke mezin nûnerên saziyên sivîl beşdar bûn, girseya xelqê, ligel cenazeyan di rêyeke dirêj de ji ber DTPê heta goristanê meşiyan. Beşdaran, hertim “şehîdên Kurdistanê namirin’ rêya we rêya me ye’ dê tekoşîna we riya me ronî bike” bilêvkirin û wefadariya xwe bo wan eşkere kirin.

Di merasîmê de parlementer û hevseroka DTPê Emîne Ayna û Parlementerê DTPê Ehmed Tirk û parlementer Sirri Sakik, her yek ji wan axaftinên cihê cihê kirin.
Parlementeran di axaftinên xwe de behsa dilsozî û bîr û baweriya xurt ya du rêvebiran ku ji 10 salan zêdetir di zindanên Tirkiyeyê de li dijî zilm û zordestiyê berxwe dane, bilêvkirin.
Di merasîmê de Mihemed Denîz, serbilindiya xwe ji bo kurê xwe Cihan Denîz ku bêrawestan di tekoşîna azadiya gelê Kurd de xebitiye, eşkere kir.
|