SAL / YIL          : 8
HEJMAR / SAYI : 260
TARÎX / TARiH  : 26.06.2008
 

Civînên Hewlêr û Baxdayê dest pê kirin


Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî li Bexdayê pêşwazî li Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re kir. Di hevdîtinê de qanûna petrol û gazê, pirsa budçeya pêşmerge, dabeşkirina dahatê niftê, hilbijartinên wîlayetan û hin pirsên din yên aktuel hatin guftugokirin.


Li gor ku ji aliyê jêderên herêmê ve hatiye belavkirin, piştî civînê, Barzanî û Malikî derketin pêşberî rojnamevanan û encamên civîna xwe eşkere kirin. Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku wan di civîna xwe de çend mijar gotûbêj kirin ku ciyê giringiya hemû aliyan e û weha got: “Ev civîn, ji bona guhertina nerîn û dîtinan bû. Atmosferê minaqeşê baş bû û me biriyar da ku em bo qanûna meha Sibatê vegerin (reşnivîsa qanûna petrol û gazê ki di meha sibatê de hat bû amadekirin) û deriyê danûstandina bo baştirkirina wê qanûnê dê yê vekirîbe.”
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ragihand ku di vê civînê de çend pirsên hevbeş yên wek qanûna nift û gazê, meseleya pêşmerge û qanûna hilbijartina hatin behis kirin. Barzanî, herweha diyar kir ku armanca van civînan, di çarçoveya  berjewendiya hemû gelê Iraqê de ye û dê heta dawî berdewam bin.
Herweha, di vê civînê de behsa rapora de Mistura jî hat kirin û li dor vê pirsê Malikî ragihand ku ew, wê raportê red dikin û de Mistura lez li weşandina rapora xwe kir.
Li ser operasiyonên leşkerên Iraqê yên li dijî çekdarên neqanûnî û şaspandina qanûnê li sertaserî Iraqê, Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku ew, bi hemû îmkanên xwe di vî warî de piştevaniya hikûmeta Nurî Malkî dikin.
_Herweha, li ser vê civînê ofîsa ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê daxuaniyek da çapemeniyê ku tê de dibêje: “Gotûbêj erênî bûn û hemu meseleyên têkildar yên di navbera Hikûmeta Merkezî û ya Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêjkirin ji wana jî meseleya pêşmerge, damezrandina 2 firqeyên leşkerî û meseleyên darayî.
Herweha, di daxuyaniyê de hatiye destnîşan kirin ku Serokwezîrê herêma Kurdistanê di civînê de weha gotiye: “Em bi temamî piştevaniya hikûmeta Malikî dikin û hewlên ku hikûmeta Malikî di çespandina qanûnê li parêzgeha Mîsanê û pêştir jî li parêzgehên Bexda, Besre û Musilê de daye, bilind dinirxînin.”

 
    Yönetim Yeri ve Yazışma Adresi : Kurt İsmail Paşa 5. Sok. Fırat 5 Apt Kat:1 No: 2 Ofis/DİYARBAKIR   Tel: 0.412 223 89 23
    Yurtdışı Temsilciliği : Postfach: 131931, 42045 - Wuppertal/Almanya  Tel: 00 49 202 283 23 39 - Fax: 00 49 202 758 34 79