Kadrî Yildirim; “Xanî ‘sîfetên Xwedê’ bi Kurdî nivîsandiye”
Dema Nû/Amed
Li Komeleya Çandî û Hunerê ya ÇIRA ya Amedê ji aliyê akedemîsyenê Kurd Kadrî Yildirim ve bi navê “Nirxandinek li ser Ehmedê Xanî û berhemên wî” semînerek hat lidarxistin. Yildirim da zanîn ku bûyer û mijarên herî giring ku li ser hest û ramanên Kurdperweriya Xanî bandor daniye û wî di vî warî de xistiye nav xebat û hewldanê; axa Kurdistanê ku bûye meydana şerê navbera Osmaniyan û Safeviyan, bûyera Kela Dimdim û ji holê rakirina ‘Mîrekên Kurdan’ e.

Semînera bi navê “Nirxandinek li ser Ehmedê Xanî û berhemên wî” di 22ê Hezîranê de li avahiya Komeleya ÇIRAyê bi beşdarbûna ligel birêvebir û endamên komeleyê, şaîr û nivîskarên Kurd yên wek Arjen Arî, Saîd Veroj, Edîp Polat, Jan Geşo, Mele Mehfûs Kaşim, Girênendeyê Giştî yê Rojnameya Dema Nû Arif Sevinç û hwd. ji aliyê Akedemîsyenê Kurd Kadrî Yildirim ku li beşa Îlahiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê dersdariyê dike, ve hat pêşkêşkirin. Kadrî Yildirim, di despêka axaftina xwe de li ser agahiyên malbatî, şexsî û tarîxî yên Ehmedê Xanî rawestiya. Yildirim, da zanîn ku Xanî, piştî mirina bavê xwe li ber destê birayê xwe yê mezin Mele Qasim dest bi xwendinê kiriye û herweha, pişt re jî li medreseyên wek Gulgûnê (Muradiyê), Axlat, Riha, Bedlîsê, Bazîdê û Cizîra Botan û hwd. xwendina xwe domandiye.
“Di Kurdperweriya Xanî de roleke giring ya sê bûyer û mijaran hebûye”
Kadrî Yildirim, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser bûyer û mijarên ku li ser hest û ramanên Kurdperweriya feylezofê Kurd Ehmedê Xanî bandor danîne û di vî derbarî de wî xistiye nav xebat û hewldanê. Yildirim, van bûyer û mijaran weha anî ziman; “Bi taybet-çi beriya serdema Xanî û çi jî serdema ku Xanî têde jiyaye- sê bûyer û mijar hene ku li ser hest û ramanên Xanî tesîr û bandorek giring danîne. Yek jê, şerê navbera Osmaniyan û Safeviyan ku di despêka sedsala 15an de dest pêdike û axa Kurdistanê dibe meydana şerê navbera van herdu dewletan û di v îşerî de zerara herî mezin dighe Kurdên herêmên li ser sînor yê herdû aliyan jî. Ev şer, problem û nakokiyên navbera Osmaniyan û Safeviyan heta serdema Xanî û piştê wî jî didome. Lewra, Xanî di berhema xwe ya ‘Mem û Zîn’ê de bi şêweyek vekirî bal kişandiye li ser vê yekê ku miletê Kurd bi çi awahî ji vê şerî zerar dîtiye. Çi di dîrokê de û çi jî niha, Kurd hertim li herêma xwe, li sînoran ji bo welatên serdest yên cîran bûne wek kilît.

Ya duduyan ku tesîr li ser hestên Xanî daniye, bûyer û berxwedana Kela Dimdim bûye ku di sala 1608an de pêk hatiye. Berxwedana Celaliyan û Bradostiyan ku li Kela Dimdimê li dijî dewleta Sefaviyan bi qehremanî nîşan dane, di dîroka Gelê Kurd de ciheke gelek giring digire. Vê berxwedan û qehremaniya hanî li ser hestên Kurdperweriya Xanî jî tesîrek berbiçav daniye.
Ya sisêyan jî ku tesîr li ser hestên Xanî daniye, ji holê rakirina ‘Mîrekên Bedlîs, Hekarî û Amediyê’ ye. Xanî hê 9-10 salî buye van mîrekên Kurdan desthilatdariya xwe ya herêmî jidest dane û ketine bin desthilatdariya Osmaniyan. Bi kurtî, buyer û mijarên leşkerî û siyasî yên beriya serdema Xanî û serdema Xanî, li ser şekilgirtina ramanên wî yên neteweyî roleke giring leyistine.”
“Xanî armanca yên beriya xwe derxistiye taxa herî bilind”
Kadrî Yildirim, herweha bal kişand li ser ziman û naveroka berhemên Xanî û weha got; “Wek tê zanîn, di serdema Xanî de li vê herêmê çar zimanên giring hebûne; yek jî Erbî ku zimanê olî bûye, yê duduyan Farisî ku zimanê wêjeyî bûye, yê sisêyan zimanê Trikiya Osmanî ku zimanê fermî bûye û yê çaran jî zimanê Kurdî ku zimanê xelqê bûye. Xanî, herçendî bi şêweyek têgihîştî hersê zimanên din zanibûye jî, lê wî tercîha xwe li ber zimanê xwe yê zikmakî ango Kurdî daniye û berhemên xwe bi Kurdî nivîsandiye.
Xanî jî wek yên beriya xwe-Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran giringî daye zimanê Kurdî û berhemên xwe bi Kurdî nivîsandiye û pêvajoya ku wan despêkiriye, gihandiye taxa herî bilind. Lê, Xanî herçendî giringî dabuye zimanê Kurdî jî, wî tucar nijadperestiya ziman nekiriye û ev yek di berhemên wî de jî tê xuyakirin ku dibêje “mîn di berhemên xwe de cî daye zimanê welatên cîran jî.
Xanî, herweha heman hesasiyetê ji bo devok û zaravayên zimanê Kurdî jî nîşan daye û di berhemên xwe de cîh daye van devokan jî. Xanî, li ser vê mijarê di beytek xwe de weha dibêje;
Bohtî û Mehmedî û Silîvî
Hin le’l û hinek ji zêr û zîvî
“Xanî, giringiyek mezin daye perwerdehiya bi zimanê Kurdî”
Xanî, herweha giringiyek mezin daye perwerdehiya bi zimanê Kurdî jî. Bi taybet berhema xwe ya “Nûbehar Biçûkan” di vê çarçoveyê de amade kiriye. Xanî, bi kedeke bêhempa vê berhemê amade kiriye û bi qasî çar salan li medreseyên seranserê Kurdistanê geriyaye û bi wan daye qebûlkirin ku ev berhema bi Kurdî, li medreseyan bi zarokên Kurdan bidin xwendin. Xanî, piştî ku vê berhema xwe bi medreseyan daye qebûlkirin, dest bi nivîsandina “Eqîdeya Îmanê” kiriye.”
Yildirim, di berdewamiya axfatina xwe de bal kişand li ser mijar û naveroka berhema Xanî ya “Eqîdeya Îmanê” û destnîşan kir ku ev berhema Xanî jî, wek “Nûbeharê” di hemu medreseyên Kurdistanê de piştî Kuraanê ji aliyê zarokên Kurdan ve bi zimanê Kurdî hatiye xwendin û weha dom kir; “Wek tê zanîn, ne beriya Xanî û ne jî piştî Xanî heta niha çi Faris, çi Tirk û çi yên din tu kesek derbarê bikaranîna ‘sîfetên Xwedê’ de derneketine derveyê Erebî û di zimanê xwe de ji bo ‘sîfetên Xwedê’ orîjînala wê ango Erebî bikar anîne. Lê, Xanî derketiye derveyê vê kevneşopiyê û di “Eqîdeya Îmanê” de ‘sîfetên Xwedê’ bi Kurdî nivîsandiye. Xanî, ji bo ‘sîfetên Xwedê’ di şuna ‘Heyat’ê de‘Xweşî’, di şuna ‘Îrade’yê de ‘Vîn’, di şuna ‘Îlm’ de ‘Zanîn’, di şuna ‘Sena’yê de ‘Bihîstin’ û di şuna ‘Qudret’ê de jî ‘Şîn’ bikar aniye.”
Piştî axaftina akedemîsyenê Kurd Kadrî Yildirim, semîner bi pirs û ramanên beşdaran yê derbarê mijarê de hat domkirin.
“Divê herkes û her saziyên Kurd destê xwe bixe binê kevir”
Yildirim, li ser pirseke “Wek hun jî dizanin, gelek miletên dinyayê bi navê navdarên xwe tên nasîn û herweha sazî û dezgehên wan miletan navdarên xwe didin danasîndin. Li gor we miletê Kurd heta çi raderê Ehmedê Xanî bi dinyayê daye danasîndin?” weha bersiv da; “Ji bo danasîndina Xanî û berhemên wî, divê herkes û her saziyên Kurd li gor zanîn û hêza xwe destê xwe bixe binê kevir. Min wek akademîsyenekî Kurd, bi tevahî nebe jî, li gor derfet û zanîna xwe tiliyên xwe xistiye bin barî û heta ku ji destê min bê, ezê viya bidomînim. Ferqa me û xelqên dinê ev e ku ew dikaribûne bi azadî û bê tu pirsgirêk û asteng navdarên xwe bidin nasîn. Lê, yê me heta niha jî ne usa bûye û hertim em ji aliyê welatên serdest ve bi bend û çeperan hatine astengkirin û derfeteke berfireh ku em karibin navdarên xwe bi dinyayê bidin nasîn, di destê me de tunebuye. Lê, viya nayê wê wateyê ku em hewl nedin û li ser nexebitin. Bi taybet di van salên dawî de pêşkeftineke baş beyda bûye. Lê, ev têr nake û ji bo pêşeroja zarokên xwe divê hê zêdetir em hewl bidin û li ser bixebitin.”
“Ezê têza xwe ya Profesoriyê li ser medrese û alimên Kurdan amade bikim”
Yildirim, herweha destnîşan kir ku ji bo karibe bibe Profesor, bi qasî salek wexta wî maye û weha got; “Ezê xebat-têza xwe ya Profesoriyê, li ser medreseyên Kurdan û alimên Kurdan ku li van medreseyan perwerde bûne, amade bikim ku wê ji du cildên mezin pêk bê. Wek tê zanîn, di vî derbarî de heta niha xebateke zanyarî û akademîk nehatiye kirin. Ger ev têza min were qebûlkirin, baş dibe. Lê, ger neyê qebûlkirin ez ê bi riya huqûq û dadgehê tekoşîna xwe bidomînim. Sirf ji bo herkes pê bihese ku li ser çand, huner û zimanê Kurdî xebatek hatiye kirin û ji aliyê desthilatdaran ve hatiye astengkirin Ji bo pêşvebirin û kemilandina çand, ziman, bermahî û nirxên neteweyî yê Gelê Kurd, divê her yek ji me di hendava xwe de li gor zanîn û derfetên xwe bi cesareteke bizanîn helw bide û bikeve nav xebatek berfireh.”
|