Yekîtiya Ewrûpayê xebatên mezintirîn ya bankeya Îranê, Bank Mellî cemidand û wextê qedexekirina ji bo seyahata rayadarên Îranî jî dirêj kir.

Yekîtiya Ewrûpayê ragihand ku çima ku Îran meyandina ûranyûmê ranawestîne, ew ê jî astengiyan ji bo gelek saziyên Îranî ku têde Bank Mellî jî heye derxin.
Piştî civîna li Luksembûrgê biryar hat girtin ku gelek kes jî dê bibin hedefa vê biryarê û ew ê nikaribin têkevin nav axa Yekîtiya Ewrûpayê.
Şaxên Bank Mellî li Parîs, London û Hamburgê hene. Yek ji ew bankeyan e ku di bazariya navbera Yekîtiya Ewrûpayê û Îranê de cî girtiye.
Ji alîyê din ve Yekîtiya Ewrûpayê ragihand ku ew ê lîsteya reş ya kesayetî û şîrketên Îranî diyar bike.
|