Serkomarê Iraqê Celal Talebanî diyar kir ku pêwendiyên Iraq û Tirkiyeyê pir baş in û li ser damezrandina pêwendiyeke stratejîk rêketine. Talebanî, herweha eşkere jî kir ku di navbera YNK û PDKê de tu nakokiyek tune ye.

Di hevdîtineke de ji kenala esmanî ya El Fiha ya Iraqê re Serkomar Celal Talebanî diyar kir ku tu nakokiyek di navbera YNK û PDKê de tune ye û weha got: “Di navbera her du aliyan de rêketineke stratejîk heye. Ew xewn tu car nabe rast û nakokî venagere.”
Talebanî, derbarê pêwendiyên Iraqê yên li gel welatên cîran de amaje bi wê yekê kir ku tevî welatên cîran, pêwendiyên wan bi gelek welatên cîhanê re jî baş in û got: “Pêwendiyên me li gel Tirkiyeyê pir baş in û li ser damezrandina pêwendiyeke stratejîk rê ketin. Di van demên zû de jî Serokwezîrê Tirkiyeyê dê serdana Iraqê bike û bo çêkirina desteyekê bi serokatiya Serokwezîrên herdu welatan ku ji desteyên ewlekarî, aborî û bazirganî pêk tê, li Bexdayê îmza li ser rêketinameyêkê dikin.”
Talebanî, derbarê pêwendiyên Iraqê yên li gel welatên din de axaftina xwe weha domand: “Pêwendiyên me li gel Îranê jî pêş ketine, bi taybet jî piştî serdana vê dawiyê ya Malikî bo Tehranê. Bi heman şêwe li gel Urdunê jî pêwendiyên me pir baş bûne û li gel Misirê jî pêwendiyên me yên stratejîk hene. Biryar e, bo çêkirina destekeye bilind a bo pêwendiyên her du welatan, van nêzikane şandeyeke Iraqê serdana Qahireyê bike.”
Di derbarê wan rexneyên ku ji aliyê hinek berpirsên welatên cîran yên li ser rêketina stratejîk ya Iraq û Emerîkayê tên girtin, Serkomar weha got: “Ewên ku rexne li rêketinê digirin, heta niha naveroka rêketinê nedîtine û heta niha jî rêketin nehatiye dariştin. Çawa rexne lê digirin? Ew eger dostên me bin, mafê wan nîne ku dest bixine karûbarên me. Lê mafê wan jî heye têbîniyên xwe eşkere bikin.”
(pukmedia)
|