Navenda Nûçeyan
Çend Parlemanterên Brîtanî, 8 pêşniyar pêşkeşî Brîtaniyayê kirin û daxwaz ji hikûmeta xwe kirin ku piştevaniya tecrubeya hikûmeta Herêma Kurdistanê bike û di heman demê de herêma Kurdistanê bike mînakek ji bo hemû Iraqê.
Li gor ku ji aliyê rojnameya Al-Şerqlawsat ve hatiye belavkirin, piştî ku şandeyeke Parlamentoya Brîtaniyayê ku ji perlemanterên ser bi hemû partiyên Brîtanî pêkhatbû, serdana herêma Kurdistanê kir û ji Kurdistanê vegeriya, ji bo Brîtaniyayê raporeke bi navê “Herêma Kurdistanê; projeyên pêşerojê” di civîna Perlemantoya Brîtaniyayê de weşand.

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê hêjayî wê yekê ye ku giringiyeke navdewletî pê bê dayin, heta ku gelê Kurdistanê bikarbe paşerojeke bi îstîqrar, demokratîk û sekuler ava bike. Herweha, di raporê de tê gotin ku serkeftina Herêma Kurdistanê di berjewendiya wan hemû kesan de ye yên ku dixwazin Rojhilata Navîn bibe devereke aram û biîstîqrar.
Li gor ku hatiye belavkirin, ew 8 pêşniyarên ku di rapora navborî de pêşkeşî Hikumeta Brîtaniyayê hatine kirin, ev in;
-Piştevanîkirina sîstema federal û nemerkezî ji bo Iraqê.
-Alîkarîkirina bicihkirina madeya 140-ê ya destûra Îraqê.
-Fişarê li ser dewleta Tikiyeyê bikin da danûstandinan bi Herêma Kurdistanê re bike. Û daxwaz ji hikûmeta Iraqê û Emerîkayê bê kirin da hemû alî çareseryeke aştiyane bo pirsa PKK-ê bibînin.
-Li dor jênosîda li dijî Gelê Kurd kirî zaniyariyên zêdetir bihên weşandin.
-Teşwîqkirina şirketên Brîtanî da di hemû waran de li Herêma Kurdistanê kar bikin.
-Piştevaniya xebata ku ji bo parastina mafê jinan tê kirin û alîkarîkirina medîya azad û pîşeyî.
-Pêşvebirina xwendina bi zimanê Îngilîzî.
-Çêkirina têkiliyan di navbera Herêma Kurdistanê û saziyên akademiyên Brîtanî de.
Hêjayê gotinê ye ku Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê Beyan Samî Abdulrehman jî, di vê civîna Parlemantoya Brîtaniyayê de amade bûn.
|