Welatê me Kurdan, li Kurdistana Bakur da sazûmana Tirk berdewam e. Welatparêz û rewşembîrên Kurd dixwazin ku Kurd bibin gelekî azad û medenî. Boy vê sedemê bi rêya legal û îlegal partîyan damezirînin ku gelê Kurd bi hevra dijê sazûmana Tirk derkeve. Sazûmana Tirk gotina “Kurdistan û Gelê Kurd” daye qedexe kirin. Niştîmanperwer û rewşenbîrên Kurd nikarin ku bi rêya legal partîkî bi navê Kurd û Kurdistan ava bikin.
Boy têkoşîna miletê Kurd gelek welatparêzên Kurd hatine kuştin, ketine zindanan, bi divêtî (zorê) ji Kurdistanê hatine derxistin. Disa jî serbilindîye ku tekoşîna Gelê Kurd, berdewam e.
Ez xemgîn im ku di navbera miletê Kurd da şaşîyek mezin heye. Jiber ku bi sed hezaran Kurd heya ku polîsin. Ew boy sazûmana Tirk welatparêzên Kurd dikujin û tên kuştin. Di welatê xwe de ji gelê xwe ra dujmatîyê dikin.
Bi sed hezaran Kurd heye ku mamoste ne û welatê xwe de zimanê Tirkan pêşda dibin. Zarokê Kurdan bi navê Tirkan di elimînin û wana dikin Tirk. Piranîya wana jî bi daxwazîya xwe vî karî dikin û welatparêzin. Boy aborîya xwe bi zaneyî mamostetîyê dikin. Daxawezîya mamosteyê welatparêz ewe ku ew welatê xwe de jîyana xwe de bidomînin.
Bi sed hezaran Kurd heye ku parêzer in(ebûqat) û bi qanûnên sazûmana Tirk kar dikin. Ji wana gelek mirov jî welatparêzin. Parêzerên welatparêz jî dixawezin ku welatê xwe de jîyana xwe bidomînin.
Şêşt hezar Kurd, parêzgarê gund e. Dûjmin ewana girtine cem xwe û welatê xwe de dijê tekoşîna miletê Kurd şer dikin. Parêzgerên gund, ne welatparêzgerin. Çek li ser milê wana ne û li dijê miletê Kurdin. Daxawezîya parêzgerên gund jî ewe ku li gundê xwe de jîyana xwe bidomînin. Boy aborîya xwe gelê xwe dikûjin.
Li mizgeftan de meleyê Kurd,bi rêya olê waaz didin û sazûmana Tirk diparêzin. Ol li Kurdistanê gelekî girîng e. Jiber ku,gelek mirovên Kurd neçûne dibîstanê û yekû çûne jî bi zimanê tirkî kemalîzm nas kirine. Ewana jî bi aborîya tirkan va giridayî ne.
Bi sed hezaran, ji miletê Kurd leşker heye û bi divêtî çûne leşkerîyê. Qumandarên wana,ji wana çi bixawezin bi serseran tînin şindê.
Bi dîtina min,boy hemû miletan aborî gelekî girîng e. Boy me Kurdan jî girîng e. Derdikeve holê ku sazûmana Tirk bi aborîyê va miletê Kurd bi xava girêday e. Rewşa me Kurdan heta bê xireb e.
Pêwîste ku em Kurd li ser girêdayîya aborîya Tirk qise bikin û mirovên ku, Kurden (polîs, mamoste, ebûqat, parêzgerê gund, mele û leşkeran)wakû neyar nîşan nedin. Em hemû welatparêz bi nasu, dostu û xizmê xwe ra tikilîyê xwe qut nekin û wana bi zimanekî nermik rexne bikin. Em Kurd bi rind û xirabên xwe va yek miletin.
|