Behseke ne bi xêr xerîbiyê da, li welatekî dûrî-deraz gihîşte min, behsa mirina Çerkezê Reş li Ermenîstanê. Xên ji wê yekê, ku Çerkezê Reş ronakbîrekî Kurd yê bin av û deng bû, kêrhatîkî edebiyat û çanda Kurdî, ji bona şexsê min yê ronakbîrekî Kurd mirina wê ji boyê wê yekê jî xemgînîke pir giran bû, çimkî min û wî hogirtî û bi pê re jî hevkarike zemandirêj ya xweş û helatî jî kir, hez çiqasî jî cudatiya navbera emir, temenê me herduyan da ne hindik bû.
Mirinê Çerkezê Reş ango di ciwaniya wî de ji vê cihana ronik bir û bi ser da jî temenekî ji bona bi cîanîna kar û barê afirandinê yê herî xweş û baş da. Ber van sebeban jî mirina gorbuhuşt ji bona me hemû ronakbîr û gelê Kurd dubare kedere.
Doktorê zanînên fîlolojî, Şayîr, Pûblîsîst-roj-, namevan, pêdagoj, mamostê zanîngehan yê pir salan, xebatçiyê civakî yê êgin û jêhatî, awa ew warên edebiyat û çandê, perwerdê, di kîjanan da keda Çerkezê Reş ya mezinê: bi sedan gotar, mijarên rojnaman û kovaran, bi dehan Komêtar-Şîroveyên radîyoyê, pîrtûkeke zaniyariyê ya giranbiha (“Veçêkirina Zargotina Kurda di nava edebiyata ezmaniya ya Sovyêtiyê da” Yêrevan 1980), pîrtûkeke helbestan (“Şorişa Xebera” Yêrevan 1986). Bi ser da ji helbest û destanên wî yên ku bawer bikî di hejmarên berevoka afirandinên Şayîr û pîrosayisê Kurd da hatine weşandinê, ku bi sernavê “Bahara Teze” û pişt ra jî “Bahar” di salên sedsala bihûrî yên 90î hetanî destpêka sedsala duhezarê salê carekê li Yêrevanê dihatin weşandinê. Lê viya pêwîsta em kifş bikin, ku Çerkezê Reş amadekar û redaktorekî piraniya hejmarên vê berevokê bû jî. Eva jî di şûna xwe da. Gorbuhuşt di salên 90î da û hetanî mirina xwe berpirsiyarekî çend rojnamên Kurdî bûye, yên weke “Kurdistan Raport”, “Axîna Welat”, ku li Moskovayê dihatin weşandinê û yên “Botan”, “Welatê Roje” (pişt re eynî rojname bi navê “Mezopotamiya”), ku li Yêrevanê çapdibûn. Di van rojnaman de bi dehan gotarên Çerkezê Reş yên berfireh yê xwerû zaniyarî hatine weşandinê, ser pirsgirêkên ziman, edebiyat û bi giştî çanda Kurdî yên muhîm û aktuelî. Her yek di mana weke lêkolîneke zaniyariyê ya kûr tê dîtinê û di nava wan da lêkolîna ser du kîtêbên dinê Êzdîtiyê yê pîroz yên bi sernavên “Meshefî Reş” û “Kîtabî Cîlwa”, ku wergera wan ya cara yekemîn ji orîjînalê ser Rûsî dîsa zehmetî bi cîh anîbû.
Pêşgotinê pîrtûkên çend nivîskar û zaniyarên Kurd jî bi destî Çerkezê Reş hatine nivîsandinê û weşandinê: (“Maşogê Lêgênda Pamp-Sîpanê” Wezîrê Eşo, Pamp-Sîpan, Yêrevan, 1986); “Bavê zargotina Cimetê Kurd” (Heciyê Cindî, Bahar, Yêrevan, 1988); “Derheqa Romana Kurdiye Sovyêtiyê da” (Eliyê Evdilrehman, Şer Çiya da, Yêrevan, 1989); “Fêrîkê Ûsiv” (Fêrîkê Ûsiv, Ber Cenika Çiya, Yêrevan, 2004)
Hê nivîsandina çiqas gotarên wek lêkolînên zaniyariyê yên temam Çerkezê Reş ser ronakbîrên ezmanî û pirsgirêkên tarîx û çanda Kurdî bi cî anine; dijwarê hemûşka bin av bikin. Hê emê ji her muhîmbûnê her bi tenê sernavên çend heba ji wana bînin navê: “Av. Îsahakiyan û Edebiyata Kurdî”, “K. Abovyan û Jiyana Kurdî”, “Di tarixa Kurdên yekitiya Sovyêtiyê ya berê”, “Nivîskar li Kurdistanê”. Evana ji şûna xwe da. Çend lêkolînên Çerkezê reş yên monogirafîk û giranbiha, sed heyif, hê bi destnivîsar, di arşîva wî da mane: “Poyetîka û estetîka Kurda ya sedsalên navîn”, “Çevkaniyên Ermenîya yê kevnar derheqa Kurda û Kurdistanê da”, “Janra çarînê di Edebiyata Ermenî da”. Xasma ev gotara gorbuhuşt ya dawî me her bi fikir, nêrîneke hejayî guhdariya mezin didefîne. Her çiqasî ji miletê Ermenî cihanê da deng daye weke miletekî xweyê Kemal, talanta mezin û ji nava wî edebiyatzanên mezin çê bûne, lê Çerkezê Kurd bêminet destê xwe davît nava bicîanîna lêkolînên zanyariyê di warê edebiyat û çanda Ermenî da jî. Eva yeka zelaltir kifş dike nava karê wî yê mamostatiyê da, ku ewî di înstitût û zanîngehên Ermenî da bicîdanî. Ewê fêrên (dersên) pirêdmêt, zanînên cuda cuda didan, wek: dîroka edebiyata Ermeniya, zimanê Ermenî, dîroka pêdagojiyê, perwerda êstêtikayê, edebiyata gelên Sovyeta berê. Her bi tenê xudanê zanînên unîversal û kûr dikaribû dersdana hagas pirêdmêt, babetên cihê cihê bicîbîne.
Çerkezê Reş welatparêzekî mezin û xebatçiyê civakî yê êgin bû. Çava li Ermenîstanê ji destpêka salên 90î dûtîrekî xistin navbera Kurdên vê komarê yên musulman û êzîdî- ewê sîngê xwe da her felaketa ji bona şexsê xwe ji bi tehlîke û wek ronakbîr, zemanekî jî wek cîgirê Serdê Şêwira ronakbîrên Ermenîstanê yên Kurd bi her awayî tevî heval û hogirên xwe navê Kurd û Kurdî yê ser gelê me, ser ziman, edebiyat û çanda wî parast.
Çava zarokeke pir asîl û zîrek dimre gelê me yê usa re dibêje; “Kullê ra mezin bû”. Her çiqasî Çerkez zaroktiya xwe da nemiribe jî, lê em vê gotinê hetanî warekî himberî wî jî dikarin bêjin. Ev gotin tê wê manê, wê watê, ku Şexsekî pir asîl û zîrek ji zeman zûtir dimre. Belkî qedera yê weke Çerkez -xudanê zên û sirafetê mezin usane: ji zeman zûtir di vê dinya ronik koç û bar dikin. Bi rastî ji, Çerkez weke ronakbîr yekî îstîsna û dagme bû. Bese em bêjin, ku ewê hê di 13 saliya xwe de li temamiya Ermenîstanê deng da, gava helbestên wî rojnamên Ermenî û rojnama Kurdî ya Riya Teze da hatin weşandinê. Ewê bi qîmetên herê bilinddihistana navîn temam kir, lê înstîtuta pêdagojiyê ya Yêrevanê ya bi navê K Abovyan- bi dîploma dereca yekemîn, ku jê ra dibêjin ya Sor a ji boyî vê hemûşkî em dikarin bêjin, ku bi mirina Çerkezê Reş edebiyat û çanda Kurdî ziyaneke mezin ketin. Lê dîsa jî hezbin, sebiya me ewe, ku çi wê gorbuhuştî pê ra gîhand bi cî bîne – maf û milkê edebiyat û çanda Kurdî û her wa ye Kurdzanînê yê nemir û navê xudanê wî mal û milkî ji wê hez wa nemir bimîne. Her bi tenê dimîne, ku em ronakbîrên Kurd, rêxistin û dezgehên Kurdî li rê mîrata giranbiha xwedî derkevin.
02.04.2008 Bruksel
|