SAL / YIL          : 8
HEJMAR / SAYI : 259
TARÎX / TARiH  : 19.05.2008
 
SALIHÊ OMERÎ
Hemû kes dibêje, teror…


Bi qedrê xwedê di vê cihanê de, yê ku terorê dikin kîne? Weha xuyanî dike ku tu kes ji terorê heznake. Lê hemû kes jî dibêjin, teror kareke xerab û ne nebaş e. Erê ma ev navê han “teror” ji asîmana ji ba xwedê daket erdan. Bavo ma heta ana tu kesî gotîye, dewê min tirşe, na herkes dibêje, dewê me şêrîn e, êh de bila weha be, meriv wê çi bêje, xwedê herkesî hidayet bike.
Erê ma kê terora meydana Teqsîmê ku di ser sîh kesî de hatin kuştin û bi dehan kes hatin birîndarkirin, li Mereşê bi sedan kes hatin kuştin û ewqas jî hatin birîndarkirin, li Çorimê dîsa weha, li Sêwasê di ser sîhî re rewşenbîr û hinermend û gelek bûyerên ku hîn xerabtir hatine kirin li tirkî. Ma ne yên ku komara kemalîst îdare dikin, vê terorê û planên terorê pêk tînin û amade dikin? MIT, Daira Cengê ya Taybet (OHD), JİTEM, JİT, TİT, TMT, Ergenekon û baskên MHP Bozkurt û mîlîtanên faşîst, teror pêktanên û yên ku ev hêz îdare dikirin jî, di serî de ordî û kevnegeneral, MHP, kesên brokrat, beşek sîyasetmedar û bi taybet jî sermîyandarên ku ev heyştê salê li ser pişta van hêzên tarî bûne xwedî sermîyan, piştgirîya terorê dikir in.
Herî desthiledarîya bilind ya komara tirkî, serokkomar bigre heta serokwezîr, serokleşker û ji biçûkên komarê bigre heta yên mezin hemû dibêjin, ev teror li serê me bûye bela û divê em vê terorê ji holê rakin. Gelî desthiledarîyên komara tirkan, heta ku li tirkî Kurd negên heqê xweyî rewa û azadîya xwe, wê herdem li tirkî ser êşandin û tevlihevî hebe û wê berdewam bike ev ser êşandina ku li tirkî heye.
Lê vana rast nabêjin, ji ber ku yên ku terorê dixuliqînin ew bixwen e. Feyda wan di terorê de heye, heger bixwazin teror ji holê rabe, ji destlihedarîya komara tirîkî re rehete, dikarin terorê ji tirkî rakin. Desthiledarîya tirkan dibêje, PKK terorê dike, terorîst e. Başe heger PKK terorîst be, yên PKKê ava kir, kî ne? desthiledarîya tirkî bixwe ye. Evdila ku ana jî li Îmralyê ye, çend sala dewletê maaş da me, çek dan me, lê me wan xapand û me li himberî wan dest bi şer kir, ma ji vêre gotin pêwîste, desthiledarên komara tirkî ku îdare dikin. Êdî şûjîn di çewala de nayê nuxumandin, hemû tişt eşkereye desthiledarîya komara tîrikî.
Dewletê bixwe apocitî xuliqand û li himberî rêxistinên Kurdên bakur bi kar anîn û şerê hemû partî û rêxistinan kir, şerê  Rîya Azadî (PSK), Rizgarvanê Neteweyê Kurdistan (KUK),  Demokratên Şoreşger (DDKD) û hwd kir…Ê başe ma ne vê dewleta dagirker ev bela hana anîye serê gelê Kurd û gelê xwe, şerê navbêna PKK û  KUKê nêzî sed welatparêz û şoreşger hatin qetilkirin. Hemû kes dibêje teror, kareke xerabe, erê em hemû dibêjin, teror kareke pir xerabe. Yên ku teror xuliqandîye, ew guhnekar û sûcdarin, ne gelê Kurd, gelê Kurd dew û doza welatê bav û kalên xwe dike, çevê wî ne li malê bavê tu kesîye.
Li welatên pêşketî ku heqê mirovatîyê lê hene çima teror li  wan çêna be?. Lê wexta ku li wan welatên pêşketî teror çêdibin ew jî di hinik waran de sûcên wan weletan e, ji ber ku ew welatên hana û bi teybetî jî desthiledarîya wan welatan, alîkarîya welatên ku heq û hiqûqê mirovatî li wan tune çek û çekên jehrî difroşin wan weletan.
Yê terorê dike û terorê dixuliqîne, vana kîne? Di raya min de yê vê terorê dike û dixuliqîne, dewletên desthiledar bixwe nin. Dewleta tirkan û bi teybetî jî dewleta kûr, yên weke Hizbila, PKK xuliqand û ana jî dibêjin, ma ev teror li serê me bû bela, emê çawa xwe jê xelaskin. Raya min ew e, tucarî dewleta kûr ya tirkan naxwazin teror ji holê rabe, ji ber ku feyda dewleta kûr û serleşkerên tirkan têde heye.
Ê başe ma gelê Kurd teror xuliqandîye, yan jî desthiledarîya tirkan? Ez dibêjin, ku desthiledarîya tirkî gelek rêxistinên tarî û xerab ava kir û teror berî herkesî wan pêk anîn. Hinik ji grûbên terorê ev in; MIT, Daira Cengê ya Taybet (OHD), JİTEM, JİT, TİT, TMT, Ergenekon û baskên MHP yên weke, Bozkurt û Ülkü Ocakları  terorê pêk tînin. 
Erê xwedîyê vê terorê kîne û feyda kê di vê terorê de hey? Di raya min de, yê fêda wan di karê terorê de heye komarên desthiledar bixwe ye. Feyda gelê bindest di karê terorê û terorkirinê de tune, ji xeyinî fêda sermayadaran û grûbên kûr û faşîstan.
Ma yê ku Kurdistan dagir kirine, ne komara tirkî ye? Na, ji ber ku tirkî di navnetewî de komara xwe heye, nabe ku meriv ji vê komara ku Kurdistan dagirkirîye bêje terorê dike. Lê di ray min de herî terora mezin ya dagirkerîya komara tirkane bi xwe ye. Û vê komarê gelek grûbên terorê amade kirine û li jorê navên wan hinikan hatine nivîsandin û dibe ku hinin dinê jî hebin, em niza nin.
De bila dinya alem bizanibe, ku terora ku li ser xaka vê cîhanê dibe û hatîye xuliqandin, ne sûcên gelê bin deste, sûcên serdestan e, sûcên dagirkeran e, sûcên zordestan e. We ev terora hana xuliqandîye û hûn bixwe jî gazinan jî dikin, weke ku bav kalên me gotine, ”şûjina çavê xwe nabînî, lê derzîya çavê kesê himberî xwe dibinî”, wilo nabe dagirkerno! Û bi teybetî jî tirkno, hûn ji ku hatine û hûn hatin li serme Kurdan bûn bele û ana jî, ji mer Kurdan re dibêjin, Kurd terorê dikin û terorîstin, eyîbe û fedîye barbano, desthiledarên komara roma reş. 
Rayederên komara tirkan, ji serokkomar bigre, heta serokwezîr, ji serokê leşkerî bigre heta serokên polîsan, heta sermayedarên tirkan hemû dizanin û hemû dibêjin, serokê terorê li girava Îmralyê ye, hûn hemû dibêjin. Ê başe tirkno! Hûn li serê kanîyê ne û hûn li avê digerin. We teror xuliqandîye û gazinan dikin.
Yanî ana yên ku vê terorê dike û terorê bi kar tîne kîne? Li tirkî ji wextê Îtihat Teraqî û bi virde, çete û grûbên ku xelkê teror dikin û dikkujin bi teybetî jî ev fêla xerab ji bav û kalên we derketîye, ji wê demê bigre û bi virde, li tirkî her diçe grûbên teror zêde dibin û kêm nabe.
Zêde yê ku qala trorê dikin, desthiledarîya tirkan e. Bavo! bi navê xwedayê şêrîn ku bê şirîk û bê hevale, terora ku li tirkî dibe destê dewletê bi xwe têde hey, dinya alem hemû dizan e. Lê heta ana kesên dewên wan tirş jî be, nabêje dewê min tirş e.
Ma ev ne teror ku hûn bi leşkerên xwe, tanq û topên xwe û frokên şerî hicûmî nava xaka welatikî dinê dikin (Kurdistana Iraqê), desthiledarîya tirkan. Bes e, dev ji vî tebîetên xwe biqerin nevîyên Etatirkê bê bav û bê esl û fesl. Hûnê heta kengî bi vî mejîyê zingar girtî û şoven berdewam bikin û bi meşin.
Hemû welatên ku li ser xaka vê cîhanê sîstemên xwe pir hindik guhertin têde kirine. Lê tirkno! hûn hîna jî weke bav û kalên xwe osmanyan û etatirkê ku dijminê  mirovatîyê û beşerîyetê berdewam dikin. Lê dinya alem hemû qala terorê bikin, lê hûn tirkno, bixwe nebêjin, ji ber ku bavê terorê hûn bi xwe nin. Bimre teror û yên ku terorê dixulqî nin…

NIVÎSÊN SALIHÊ OMERÎ YÊN BERÊ
SALIHÊ OMERÎ'NİN ESKİ YAZILARI
 
    Yönetim Yeri ve Yazışma Adresi : Kurt İsmail Paşa 5. Sok. Fırat 5 Apt Kat:1 No: 2 Ofis/DİYARBAKIR   Tel: 0.412 223 89 23
    Yurtdışı Temsilciliği : Postfach: 131931, 42045 - Wuppertal/Almanya  Tel: 00 49 202 283 23 39 - Fax: 00 49 202 758 34 79