SAL / YIL          : 8
HEJMAR / SAYI : 253
TARÎX / TARiH  : 08.05.2008
 
ŞAKİR EPÖZDEMİR
115 saliya mîrê rewşenbîran: Mîr Celadet  Bedirxan -II


Piştî ku otorîteyên Kurdan felişîn zemanê eşiran dest pê kir. Anarşî û zordestîya axalerên ku weke mafyayê destpêsîrê gundîyên binecî, gundîyên zemanê Mîran û bajarîyên qedîm bi File û Misilmanan va bûn. Di vî nîrî da Tarîqeta Neqşebendîyan ji bona Kurdên belengaz û perîşan bû derîyê xêrê, bû fereca xêrê û xilaskarê herdû dinyayan. Gava ku Celaded hawar dike rewşa Kurdan eve..
Tev mirîdin, sofîne, Şêx û Sêyîdin. Kurdîtî belengazîye û sefalete bo herkesî. Serekên hereketan giş vindakirine. Hatine kuştin û sirgunkirin. Revîne û ji welat derketin e. Çone Sûrî, binxet bûne, xwe avêtine xeta Fransawî. Ketine bextê Fransizan. Heta niha Osmanî û Îranîyan wana mexlûb dikirin. Lê niha? Niha Înglîz û Fransiz jî hatine arîkarîya Tirk û Faris û Ereban. Wêranê Kurdistan. Xopanê Kurdistan. Bê kesê welatê Kurdan. Te Mîrên xwe bi derda, te pişt ra axa û şêxên xwe yên bi xîret û bi şeref jî bi der da. Te niha xwendevanên xwe bi derî û poxana xistîye. Ka bêje çi gunahê me hene Dayîka Niştiman ?... Ku meriv bala xwe dide “Sîya Evînê” xwezîya xwe  bi MEM Û ZÎNa narîn û zêrîn tînê…
Di nava vê rewşa dijwar û xedar da Celadet Bedirxan weka bijîjkêk jîr û zana, an wek mîmarêkê xweş hosta û nawdar li Kurd û Kurdistanê zivirî, dest bi saxkirin û avakirinê kir. Ew bijîjkê jîyana netewayê Kurd û mîmarê avakirina xîmên mîllîyê.
Celadet di jimara 20 a Kowara Hawarê da pirsa Kurdan waha teşxîs kirîye û gotî ye: “Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi dû tiştan, bi dû qewetan, dû çekan diparêzin. OL yek, ZİMAN dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek be, hingî çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman e.”
***
Mîrê Botan armanc tesbît kirîye û yek alternatîf kifşkirîye kû ewjî ziman e. Ji ber vê yekê giranîya xebata xwe daye ferheng, rêziman, elfabe, stran, çîrok, metelok, folklor û edebîyatê.
Kadroyêk xwe yê xwurt heye. Hewalên wîyên ji dil û can giş welatparêz û hûnermendin. Rewşan Bedirxan, Kamîran Bedirxan, Osman Sebrî, Cigerxwîn, Qedircan, Ekrem û Qedrî Cemîl Paşa, Hesen Hişyar, Hemzayê Miksî, Nureddîn Zaza, Dr. Nafîz, Goran, Şakîr Fettah, Tewfîk Wehbî, Mistefa A. BOTÎ û gelêk welatparêz û xwendewan li dor Hawarê û Xwedîyê HÛWARê kom bûne. Divê kû em xebata Şêx Ebdirehmanê Garisî hîç jibîr nekin.
Celadet Bedirxan bi gelêk navan bang li xwe dike û defa hawarê dikûte. Bi Mîranra Mîr, bi wezîranra wezîr e. Bi şivanra şivan, bi gavananra gavan û bi dengbêjan ra Staranvan e. Gava kû dîroka Kudistanê dinivîsînê navê xwe datînê Herekol Azîzan, navê malbata xweya ezîz û çîyayê Kurdistanê tînê cem hev. Lewra mala Azîzan jî perçeyêk jî dîroka Kurd û Kurdistanê ne. Stranvan e. Stranvanê Hawarê ye. Babê Cemşîd e. Babê Cemşîd û Sînem Xan e. Xweyîyê Hawarê û HAWAR e... Celadet Bedirxan di jimara 17 ya Hawarê da waha dibêje me Kurdên kerikmejî :
“Xorto!... Armanca te rizgarîye. Rizgarîya welat û miletîkî ye. Navê armanca te Kurd e. Kurdanî ye. Tu lê dinhêrî, ecêbmayî dimînî. Herê tu dibînî, dest, ling, mil, pol, parsû, parxan, her tiştên wî hene. Lingê wî yê rastî berepêş. Yê çepê berepaş diçît. Laş di cîyî xwe de ye. Xwe ne dide pêş, ne jî paş. Ji ber kû ji alîkî ve pêş ve, ji alîyê din paşva tête kişandin. Tu zanî çira xorto..? Lewra ku her dû ling ne yekin. Navbera wanda yekîtî nîne. Divê tû bixebitî van herdû lingan bi alîkî ve bilivînî.”
 ***
Gelo ev gotina Celadet wê kingê ji me Kurdan re bibî ders.? Hêja jî herdû lingên me bi hevra naçın. Ez li dermannamaya (reçete) Celadet Bedirxan tû tişt îlawe nakim. Lewra ku tû bîjîjk û pispor vê reçetê nikarin bidin. Teşxîs bi xwe rast e. Belê çi fêde, nexweş guh nadin hekîm.
Cigerxwînê nemir ji bo Mîrê Botan di Dîwana xwe ya Sewra AZADΠ de waha dibê: “Begê min Serwerê min ey Celadet, Şahê min rêberê min pir edalet. Tu binvîse li hawarê selaman, ji ber min ve li Kurmanca temaman.
“Çi Kurmancê Enadol û çi Sûrî, çi Goran û çi Loran û çi Sorî, Çi gavan û çi sapan û çi mîr e. Gelêk bêtir li Kurmancê Cizîrê.”
Ev selavên Cigerxwîn bi saya Hawara Celadet li seranserê welat belav bûye û ketîye guhê hemî Kurdan.
 ***
Celadet Beg ji bo Hawarê waha dibêje: “-Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rîya felat û xweşîyê vedike. Kesê ku xwe nasdike, dikarê xwe bide naskirin.”
Ji bo ku Mîrê Zirav xwenasbî û xwe û gelê xwe bi hemî kesî bide naskirin. Emîn Elî Bedirxan ji Cizîra Botan dengbêj, çîrokbêj û mitirban bir li mala xwe bi cî kir. Ronekbîr û hemî welatparêz û xwendevanên Kurd bila ji vê yekê dersê bigrin. Bila qe nebî salê carek di şûna ku diçin li qerexên Behra Sipî bi mehan dimînin û milyaran li wê herêmê dihêlin, herin gund û bajar û bajarokên xwe daku qe nebî zarokên wan welatê xwe nas bikin.
Celadet Bedirxan kurê Emîn Elî Bedir – xan e ku cîgirê serokê “Kürt Teali Cemiyeti” yê ye. Mala babê wî çawa ku min li jor qal kir; mala şalûl û bilbilê Kurdistanê, mala zana û zanyaran, edîb û rewşenbîran, dengbêj û çîrokvanan û bi carêk mala urf û adetên Kurdîtîyê, kurdanîyetîyê bû.
“Xwenasin” bi serê xwe nayê cî. Şertê berê û herê giring ewe ku netewayêk, gel û komelêk, ji bo ku xwe nas bike, bi kêrî xwe û miletê xwe bê û dereca çand û zanîna wî (qewmî) bilind bibe; divê bi zimanê xwe, li gor çand û zanîna dor û berê xwe bixwînê û li ser vê xwendinê çanda xwe bixemlînê.
Gelo ji bil feqîyên medresan, çend xwendevanên ku bi dorûberên xwe va girêdayî nebin, çend ji van rind zimanê xwe dizanin. Wextêk ku me di salên 1960/65’a vê pirsê dikira, hevalên meyin di dilê meda qedirbilind û ji me zanatir di gotin ku: “- Xem nîne. Bomîdyen, Ferhet Ebbas û Ehmed Bînbela jî bi Erebî nizanîyan, lê miletê xwe xilas kirin.” Me jî saf saf bawer dikir. Niha ew nivşên ku vana ji me ra digotin ya mirine ango bûkên wan yên bîyanî malbata wan û bi cenabê wan va bi carek pişaftine.                                                                    
***
Gelo çewa mirov, zimanê miletê xwe heya roja îro hîn nebî? Bo çî evçend fedekarî û zehmet dixwîn, ji bo gotarêk bêjin ji vê metropolê diçin yadî û ilm û irfan ji devê wan dirijê, lê gava ku mesela ziman tê homê “-Kürtçe bilmirem, öğreneceğim.” Dibêjin.??? Gelo ez xeletim, an kevneperestim, ilkelim, çî me?
Kû ne dewlê serê Mîrek û malbatên mezin yê Kurdistanê bûya, îro belkû yek weka Xanî, Batî, Koyî û Cizîrî tinebûn... Wexta ku ev kes û kesên ku dane ser çexera wan, dîsa di medresan da û xebatên xwomal da nebûwan gelo wê ji halê me çewa bibû wa.?
Helbestvan, nivîskar, fîlozof û zanayên Kurd hemî ji xwendegahên bin fermanrewayîyên Mîrekên Kurdistanê, wek Bedlîs, Hekarî, Cizîr, Amed, Rewandiz û Silêymanî yê derketine. Zanîna wê çaxê a hemdemî li van bajaran û di bin hikmê Mîrên Kurdan da bi rêka medresan û perwerdeya xwemal da ava buye. Belê mixabin ku Mîrekên Kurdistanê wey Ewropayîyan ku wê demê her prensêkê Ewropî dibîstanên xwe yên bilind û aqademîk vekirin, van prensên Kurd vê firsatê revandin û wê gava pewîst û hemdemî navêtin.
Bi ya min ji serê sedsala 19. yê va Osmanîyan bi tehrîka dewletên mezin yên Asya û Ewropa wek İngilîz, Elman, Firansa, Uris û wanên din fersendê nedane Kurdan ku Kurd li gor wî dem û zemanî xwe bighêjînin karwanê medenîyet û pêşvaçonê. Di ha da fesadî û bêbextîya Ermen û Asûrîyan bê qame. Ewan mala xwe û ya Kurdan bi destên xwe wêran kirin. Hîvîdarim ku niha bi aqil bûne.
 Belê Mîr Celadet, rûwê wan û yê me sipî kirîye. Celadet, bi qadroya xwe ya nemîr va wek aqademîyêk qirase xebitîye û rewşa ziman, elfabe, gramêr û edebîyata Kurd xweş kirîye. Wek rewşenbîrên Kurd dibêjin “hîmê elfabe û gramêrê danîye.” Bo ziman, wêje û hunerê, mala Bedirxanîyan û nemaze Celadet, bi Rojnama Kurdistan û Roja Nû, bi Kovara Ronahî û Hawarê, gelêk xebat kirine. Bi saya serê Celadet, îro jî gelêk rewşenbîr, hunermend, ronakbîr û xwendevan dighêjin.                                                                    
***
Tiştê bala merivan dikişînê ewe ku Mîrê Rewşenbîran qala bapîrê Xwe Mîr Bedirxan hîç nekirî ye. Gelo hikmeta vê yekê çîye? Di dervayê vêda jî li ser dîroka zemanê mîrekan hiç kûr nebuye.
Ne Celaded Beg û ne Kamîran Beg, qala bapîrê xwe nakin. Li Stenbolê Herbîye xwendine, li Qafqasan Şerê Uris kirine, Li Ewropa hiqûq kuta kirine, li Şam û Helebê, li nava hemî bijareyên rewşenbîran şev û rojên xwe borandine, belê qala wê Kurdistana ku bapîrê wan ava û aram kiribû hiç nekirine.
Di nava Kurên Bedirxan paşa da, ku 7 kurên Mîr Bedirxan ji Osmanîyan di sirgûnê da ritbeyê Paşayîtîyê heq kirine, yekê ku ji Emîn Elî Bedirxanê Babê Celaded zanatirbî û di mesela mîllî da hesastır bî nîne. Kesek wekî wî zarokên xwe perwerde û terbîye nekirîye. Celaded û Kamuran weke Botîyan gihandî ye. Ne mimkine ku mesela bapîrê xwe ji wanra ders nekiribî. Gelo ev çîrokên ku Kurd behsa Mîr Bedirxan û dewleta wî dikin, hemî xeyalî ne.? Ew kesên ku vê pirsê mereq bikin bila pirtûka ( Sinan Hakan- Weşanxana DOZ- Osmanlı Arşiv Belgelerinde Kürtler ve Kürt Direnişleri- 1817/1867 ) ji kerema xwe ra bixwînin.                                                     
***
Bîranîna 115 salîye Mîr Celadet, bîranîna Kurdayetîyê ye. Bîrhatina welatparêzî û netewa- evîniyê ye. Bîranîna çand, ziman, dîrok, edebîyat, folklor û “xwenasîyê” ye. Bîranîna canfida- yî , ezim û îradeyê ye. Bîranîna camêrî û kamîranîyê ye.. Bîranîna xerîbî, belengazî, neçarî û hesretê ye. Bi gotina Cigerxwînê navdar: “Bîranîna Mîrê zirav, Mîrê giran û serfiraz û hûnermend Mîr Celadet Alî Bedir-Xan” e..(x)
(X) Çavkanîyên vê nivîsarê evin:
1-) Hevî, Kovara Çanda Giştî J.8 havîn 1992 Enstîtu Kurdî-Parês/Fransa. 2-) Hawar Cild 1 J 1-9 werger Mehemed Bekîr Weşananxana Hawar 1987 Sweden.. 3-) Destpêka Edebîyata Kurdî – Mehmed Uzun – weşenanê Beybûnê Enqerê 1992.  4) Malmîsanîj- Cizîra Botanlı Bedirxanîler- awesta. 5) Sinan Hakan Osmanlı Arşiv Belgelerinde Kürtler ve Kürt Direnirişleri- DOZ ayınları- İstanbul.

NIVÎSÊN ŞAKİR EPOZDEMİR YÊN BERÊ
ŞAKİR EPÖZDEMİR'İN ESKİ YAZILARI
 
    Yönetim Yeri ve Yazışma Adresi : Kurt İsmail Paşa 5. Sok. Fırat 5 Apt Kat:1 No: 2 Ofis/DİYARBAKIR   Tel: 0.412 223 89 23
    Yurtdışı Temsilciliği : Postfach: 131931, 42045 - Wuppertal/Almanya  Tel: 00 49 202 283 23 39 - Fax: 00 49 202 758 34 79