Tirsa lê guhdarî kirinê bûye karesatekî rojane lî Tirkîyê. Bê guman ev bûyarê li Tirkîyê ne bi tenê îro serî hildaye û ne jî wusa bi yêk carê binbir dibe.
Heta ku bûyera Osman Paksüt Cihgirê Serokê Zagona Bingehîn û her wusa Önder Sav Sekreterê Gistîyê partîya Ataturk CHP, ne kete nava rojêvê, behsê xeberî ew dêwê ku bi salan e berdayine canê rikeberên xwe, ji nava qefesa xwe da derneket, ne berbû canê wana, qet dengek nebû.
Niha ew kesana û ew deste û komikên tarî û dehmên pîs bûyine mafparêz û berevanîya azadîyên kesatîyê dikin, dibine “demokratên xalis û muxlis.”
Bi salan e vê dewletê, her di destpêka xwe da li ser vê sistemê desthelatîya xwe ya destpotiztî meşandîye û her dimeşîne. Li binçav girtina bizava her kes û sazî û partî û rikeberên rejîmê kire erkekî bingehî yê parastina netewî ya Tirk.
Dewletek ku li ser vî bingehî bi tirs û gefa, xwe bijînît, bê guman wê di aqibetê da gelek kiryarên ne meşrû û ne dadî tev xwe bînîtin.
Li pêyhev hatina darbên leşkerî bigire heta fetisandina deng û rengên ji hev cuda yê rikeber ligel vê rejîmê û îdolojîya fermîya dewletê Kemalîzmê, bûye dîroka vê dewletê.
Bi gotineke zelaltir, ne dewleteke huquqî belkû dewleteke mafyayî hatîye perwerde kirin.
Di aqibetê da pêpest kirina mafê mirov, wekû karekî suruştî lê hatîye.
Dema sosyalîst û demokratên rasteqîn bal dikişandine ser van kiryarên polîsî û ne huquqîyên dewletê, medya û roşenbîrên îro wî demî xwe mat û bêdeng dikirin.
Bê guman ev guhdarî kirin û binçav da girtina kes û hizrên li dijî wana û rejîma wana, di salên1960’an da, serdemê Hukumeta Demirel da, Wezîrê Kar û Barê Navxweyî Faruk Sükan bi serbilindî radigihand, “Em dengê dilkutika çepan jî dibihîsin.”
Bi gotineke zelaltir dewlet haj her bizaveke rikeber heye.
Dewlet her tiştî dizane û dibîne.
Duhunê û îro ev rewş nehate guhartin û di ser da jî ev kiryarên dewletê, bi teknolojî û sermayeyeke baştir pêşdatir çûye.
Li DYE de di sala 1972’an da serdemê serok Nixon de bûyereke bi vî avayî bi navê “Sikandala Watergatê”, guhdarî kirina dengên nava ofîsa Partîya Demokrat kete rojêvê.
Medya û huquqa wî welatî dest da ser wê buuyerê û heta di aqibetê da, di 1974’an da bû sedemê vê ku serokê DYE Nixon îstifa xwe bide û xwe jî desthelatîyê dur bêxe.
Her van du heftîyên bihorî da, lî welatê Almanyê da, bûyereke bi vî avayî rûda.
Li gora deng û bahsên ku di medyayê da hatine belavkirin, Telekomê (PTT Almanya) da guhdarîya dengê hindek rojnamevan û rêveberên hindek şirketan hatîye kirin.
Bilez huquqa welat kete bizavê, savcî Friedrich Apostel bi xwe tev hêzên parastinê dibe û di ser navenda Telekomê li bajêrê Bonnê digire. Dest dide ser hemû belge û dosyayên pêvendîdar û buuyer kevte destê pirsa huquqî û yasayên wî welatî.
Ev her du welatana bê guman qela kapitalîzmê ne û hebûna wana parastina sermayê û çewsandina ked e.
Lê disan jî bi camêrê diçine ser van bûyerên ku wana di welatê xwe da wekû tawan danîne.
Ji ber ku sermayêdarîya welat li xwe bawer e û ji xwe ra huquqek û dewleteke huquqî damezrandine.
Parastina mafên kesatî û bi gora lîberalan û demokrasîya birjuvayê bi huquqê xwe diparêzîn.
Lê belê dewleteke wekî dewleta Tirkan da, ji aliyê civakî û siyasî û çandî da, ne huquq huquq e, ne jî sermayedarîya wana li xwe bawer û serrast e.
Loma çetevanî û teror û inkar û pêlên jenosîdî bingehê felsefa kemalîzmê ne.
Rcecep Tayip Erdoxan û partîya wî jî li ser van buuyerana nikare bizavekê bike û her naxwaze û nake.
Me di qada Taqsîmê di roja Yêk Gulanê da, di roja Newrozê da ew dîtin.
Pêda çona rêxisitina nav dewletî Ergenekon jî belga wana ye.
Belê RTE ne xireta Nixon heye û ne jî di vî welatî da dewlet rêdide ku sawcî û huquqparêzên bi wujdan destbavêjine bizavên, ku ruudiden.
Ji ber ku vira Tirkîye ye.
Ev buuyerana dîsa me li ser vê xetê sax dike, hita ku eniyê berfirehe kedê li seranserî Tirkîyê pêkneyê û bi bazinekê berfireh ji hêzên rikeber ji hemû çîn û tojên civakê nede nava xwe, ne li Tirkîyê demokrasî cihgîr dibe û ne jî Azadîya Kurdistanê desteber dibe.