SAL / YIL          : 8
HEJMAR / SAYI : 264
TARÎX / TARiH  : 24.07.2008
 
KAZIM ÖZDEMİR
Serpêhatîyên min-VII


Şemsoyê Nisêrbînî
Şemso ji Nisêrbînê hatibû Elmanya iltica kiribû. Dema nû hat min gelek alîkarîya wî kir. Pirsgirêkên Kurdan gelek hene. Meriv li bîyanîyê be ev pirsgirek zêdetir jî dibin û mecbûr meriv bi şev û roj nesekinî alîkarîya wan bike.
Şemso di destpêka hatina xwe û ilticakirina xwe da gelek ziman hilû bû xwe gelek nêzîk nîşan dida. Belê min gelek kes wek Şemso dîtibû û qenc dizanibû dema lingên wî erd bigrin wê refsek li min bide. Heta dema Şemso hat, min gelek refsan ji Kurdên cahil xwaribû û ji Şemso jî refs bixwara qet xema min nebû. Mihtacê alîkarîyê, şiyarîyê û zanebûnê bû. Pêwist bû min jî bi dil û can alîkarî û zanyarîyê bida Şemso wî şîyar bikir.
Kesên dî jî hebûn ku ji Nisêbînê hatibûn, Şemso û malbata wî nasdikirin. Ji min ra digotin ku ez şîyar bim û bizanibim Şemso kî ye. Digotin ku babê Şemso qorîcî ye ji dijmin ra xizmetkar e û Şemso jî di eynî rê da ye. Belê prensîbek min heye ki mihtaç be pêwiste ez jê ra bibim alîkar. Hela kesê Mihtac Kurdek ku tucar nebûye xwedanê azadîyê be, ez pêtir dibim alîkar.
Min di gelek rê û waran da alîkarîya Şemso kir û Şemso cî girt, çavên xwe vekir, ket nava xebatan, hawîdorê xwe naskir. Şemso mêze kir kîjan partîya Kurd xurt e û li ser gelê Kurd bi tirs e. Ji bo mafên xwe Şemso gihîşte partîya xurt û piştî demek bû berpirsîyarê partîyê û ewî bixwe û bi heval û hogirên xwe zor û zordestî da hin Kurdên belengaz.
Dema dersa zimanê Kurdî destpêkir Şemso di nav Kurdan da alozîyên mezin kir ku Kurd zarokên xwe neşînin dersa zimanê Kurdî. Zarokên Şemso jî hebûn û zarokên xwe neşand dersa zimanê Kurdî.
Li ser destpêka zimanê Kurdî 2 sal derbaz bû. Rojek ez çom dersê ku keça Şemso jî bi zarokên dî va li dersê rûniştî ye. Min ji keçikê ra got ku ji niha û şûnda tê ew jî were dersê. Keçikê bersiv da:
- Ez gelek dixwazim werim dersê mamoste, belê babê min nahêle û nizane ku ez niha li dersa Kurdî me. Ez tiştek fam nakim. Babê min li malên Kurdan digere, civînan çêdike, diçe xwepêşnişandanan, dibêje ku ji bo azadîya Kurdan û Kurdistan, ji bo zimanê Kurdî xebat dike. Belê dema dibe behsa dersa te, dibêje ku tu dersa zimanê Kurdî nadî û ne qence ez werim dersa te. Ez jî dixwazim çend car bêm dersa te ka ev dersa zimanê Kurdî ye an na?
Ders xilaz bû keçikê got ku ji babê xwe ra bêje bila wê qeyda dersa zimanê Kurdî bike. Dora rojê keçik hat cem min û got:
- Mamoste, min ji babê xwe ra got, belê babê min gelek qehirî û got nabe ku ez carek dî bêm dersa te. Ji alîyek va dibêjê emê Kurdistan avabikin, ji alîyê dî va dersa zimanê Kurdî qebûl nake. Gelo tê Kurdistanek bê ziman avabikin. Li qisûra min nenêre mamoste, ez nikarim werim dersa zimanê Kurdî. Ez bawerim babê min dixwaze ez bibim Elman. Ez bi Kurdî qenc nizanim û bi Elmanî bi xwuşk û birayên xwe ra mijûl dibim. Ya qenc ev e ez bibim Elman û li Kurdistana babê min ava dike bi Kurdî nizanibim.
Tiştên ku pêwistbûn keçikê ji min ra got. Min nikaribû tiştek dî ji keçikê ra bigota.
                                                                         
Boykota Tirkan û Aslasnê Tirk
Em mamosteyên Kurdistan di bin rêvebira KOM-MAK (Komela Mamosteyên Kurdistan li Zaxsena Jêrîn hazirîya dersên zimanê kurdî dikir û li malbatên Kurd digerîyan, zarokan ji bo dersa zimanê Kurdî qeyd dikir. Ev kar û barên min di nav Tirkên de di hêla min da eşkere bû û Tirkên bajara Leerê yek bi yek, hêdî hêdî zarokên xwe neşandin dersa Tirkî. Belê ev boyqota wan ne bicarek pêkhat, heta dawî li hatina şandina dersa zarokan hat 2 sal di navberê da derbaz bûn.
Mamostêyê Tirk ê ku li bajara Papenburgê dersa Zimanê Tirkî dida, mecbûr eskerîya xwe li Tirkiyayê biqedan. Mamoste ço Esker. Walî û berpirsîyarên Perwerdîya Zaxsena Jêrîn li bajara Osnabrückê wezife dan min ku heta mamosteyê Tirk ji eskerîyê were ez li bajara Papenburgê dersa zimanê Tirkî bidim zarokên Tirk.
Ez roja ewil çom bajara Papenburgê dibistana ku dersa Tirkî tê da dihat amadekirin. Midûrê Dibistanê çewa min dît got: “Wezîyet gelek xirab e.”
Min pirsî gelo ji bo çî wezîyet xirab e? Midûr ji min ra got:
- Zarokên Tirk hatin cem min û gotin ku dê û babê wan nahêlin ew herin cem te dersa Tirkî.
Ez texmin kirim çima zarokên xwe naşînin cem min dersa Tirkî. Min ji Midûr ra got:
- Ez tiştek gelek xirab di vî hereketê Tirkan da nabînim ji bo ez wan qenc nasdikim. Hingî ez famdarê xwe bûme û heta îro Tirk hebûna me Kurdan, hebûna min inkar dikin û dibêjin Kurd tunin. Ez ji wan ra dibêjim “Va ez li virim heme û Kurd im.”. Belê Tirk qebûl nakin û dibêjin ku ez ne Kurd im Tirk im û Kurd tunin. Tirk zimanê min înkar dikin. Welatê min înkar dikin. Li gorîya Tirkan welatek bi navê Kurdistan tune û miletek bi navê Kurd tune. Di jîyana xwe da min bi hezaran înkirayan, neheqîyan, zor û zordestîyan ji destê dewleta Tirk û Tirkan dîtîye.
Midûrê dibistanê şaş bû û nizanibû çî bêje. Me bi hev ra telefon da walîyê Osnabrückê û midûr meseleyê ji walî ra ra qisekir. Walî jî şaş bû û ji min ra got:
-Te hê dersa zarokan neda ye, ti qebehet û kêmasîyên te tune. Gelo Tirk ji bo çi naxwazin zarokên  xwe bişînin cem te?
Min ji walî ra got; Çewa qebehetê min û kêmasîya min tune? Qebehetê min gelek e. Ez Kurd im û ev li ba Tirkan qebehetek gelek mezin e…
Walî ji min ra got, dema ku dersa min hebe ez werim dibistanê. Başqe tiştek nekim. Ew jî tê nameyek ji dê û bavê zarokan ra bişîne ku qeyda zarokên xwe xira bikin. Ez derketim derva. Midûr dersxana ku tê da ders bidim nîşanî min da. Zarok li derê dersxanê sekinî bûn. Hatin cem min û du keçik ji ber zarokan va bi min ra peyîvîn. Her du keçik xuşkên hev bûn û gotin:
- Mamoste, em zaf dixwazin werin cem te dersa Tirkî. Navê babê me Aslan e  û ji Kurdan nefret dike. Dema di televizyonê da xeber li ser Kurdan tê gotin, babê me dijûna dike û ji Kurdan ra tiştek nahêle. Babê me li nav Tirkan gerîya û got ku boyqot bikin, zarokên xwe neşînin cem te. Heker Tirk zarokên xwe neşînin cem te, tê te ji wezîfê bavêjin. Dê û babê hemîyan qebûl kirin û em nikarin bên dersa te…
Piştî 4 mehan erzuhalê qeydxirakirina temamîya dê û babên zarokan gihîştin walîyê Osnabrückê. Walî jî, dersa zimanê Tirki li bajara Papenburgê rakir…
Du sal zeman di navê da borî. Keçeke Aslan bi xortek Kurd ra revîya. Aslan xwe li erdê da, gilî kir belê nikaribû tiştek bike. Keçik 18 salî bû û got ku bi eşqa dilê xwe bi xortê Kurd ra dizewice. Aslan li ser dûvê xwe sekinî.
Rojek ji dadgeha bajara Papenburgê bangî min kirin ku ez di dadgehê da tercumanî bikim. Min nihêrt ku ez ji bo Aslan û jina wî tercûman hatime bangkirin. Dewa Aslan bi yek Elman ra hebû. Min tercûmanîya Aslan kir û ewî mehkemê qezenckir. Em derketin derva. Min ji Aslan ra got: Keçek te bi xortek Kurd ra revîya û zevici?
Aslan got: Belê xwedê belayê wê bide.
Min got: Tu çima dijminîya Kurdan dikî? 2 keçên te ji min ra gotin ku tu gelek dijminê Kurda yî. Belê ez gelek kêfxweşbûm ku keçek te bi Kurdan ra zevicî.
Aslan got ku keçên wî derewkirine û keçek ji wan herdû keçên derewîn bi zilamek Kurd ra zewicî…

Mamosteyên Tirk ên Kominîst
Di sala 1979 an da 2 mamosteyên Tirk hatin bajara Leerê û îltica kirin. Bi Elmanî nizanibûn û heta ji min hat ez bûm alîkarên wan. Piştî salan îltica wan hat qebûlkirin.
Ev her du mamoste, li Tirkîyeyê di sazûmana Halkın Kurtuluşu da kar kiribûn, berpirsîyarîya teşkîlata xwe kiribûn û gelek car hatibûn girtin, hatibûn cezakirin. Her du mamoste kominist bûn û min gelek bawerî bi wan dikir.
Dema piştî salan li Zaxsena Jêrîn di dibistanan da dersa zimanê Kurdî destpêkir û ez bûm mamosteyê dersa zimanê Kurdî, di destpêkê da 35 zarokên Kurd ji bo dersa zimanê Kurdî hatin qeydkirin û min di heftîyê da 15 siet dersa zimanê Kurdî dida û di heftîyê da 13 siet jî dersa zimanê Tirkî dida.  Li eyaleta Zaxsena Jêrîn mecbûr mamosteyek di heftîyê da 28 siet ders bide. Berî dersa zimanê Kurdî destpêkir, min di heftîyê da 28 siet dersa zimanê Tirkî dida zarokên Tirk.
Dersa zimanê Kurdî destpêkir, gelek Tirk aciz bûn. Mamosteyên me ên komunîstên Tirk jî, di vî warî da nerazîbûna xwe nikaribûn biveşêrin û pêşengîya dê û babê Tirk kirin ku zarokên xwe neşînin cem min dersa Tirkî. Roj biroj hatina zarokên Tirk kêm bûn. Dê û babên zarokên Tirk yek bi yek xapandin û qeyda zarokan dan xirakirin. Temamîya dê û babên Tirk di nav salek da bi temamî boyqot kirin, zarokên xwe ji dersa zimanê Tirkî li cem min qutkirin.
Armanca mamosteyên me yên Tirkên kominîst ev bû ku ew bibin mamosteyê dersa zimanê Tirkî. Pêşkêşî ji Tirkan ra kirin û erzûhalek ji walîyê Osnabrückê ra û yek jî, ji Wezareta Perwerdeyî ya Zaxsena Jerîn ra şandin, mamosteyê Tirk xwest in û di erzûhal da eşkere kirin ku mamosteyên Tirk ên bê kar li bajara Leerê hene û ji dersdarîyâ dersê Tirkî ra amade ne. Walîyê Osnabrücke xeber da min got:
- Tirkan ji bo em mamosteyek Tirk tayîn bikin bi erzûhalek serdanî li  me dan e. Belê heta tu  li wê bajarê bî, em mamosteyên Tirk tayîn nakin. Ez bersiva erzûhalê wan didim û dinivisînim ku zarokên xwe bişînin cem te.
Hêjmara zarokên Kurd ku dihatin dersa zimanê Kurdî, gîştibû sed zarokan. Min di heftîyê da 28 siet dersa zimanê Kurdî dida van 100 zarokan. Belê min ji walî re got ku ez ji bo dersa zimanê Tirkî jî amade me. Walî ji dê û babê zarokên Tirk ra nivisand, got ku mamosteyê dersa Tirkî li bajara Leerê amade ye û ev mamoste bi salan dersa zimanê Tirkî daye zarokên wan. Heker dixwazin bila zarokên xwe bişînin cem vî mamosteyî û heker naxwazin, mamosteyek nû ji bo dersa zimanê Tirkî nayê tayînkirin.
Helbet Tirkan zarokên xwe neşandin cem min dersa zimanê Tirkî. Dersa zimanê Tirkî bi vî awayî li bajarê Leerê ne jî seba miliyetçîyên Tirk bi tenê, ji seba komunîstên Tirk ku hem mamoste bûn û him jî komunîst bûn, hat rakirin.
Ew roj, ev roj li bajarê Leerê bi alîkarîya van her du mamosteyên komûnîst û dê û babên miliyetçî dersa zimanê Tirkî tune. Van miliyetçî û van komûnîstan destên xwe dan destên hev û dersa zimanê Tirkî rakirin, ez nizanim gelo, vanan  ji xwe û miletê xwe ra qencî kirin an xirabî?..

NIVÎSÊN KAZIM ÖZDEMİR YÊN BERÊ
 
KAZIM ÖZDEMİR'IN ESKİ YAZILARI
 
    Yönetim Yeri ve Yazışma Adresi : Kurt İsmail Paşa 5. Sok. Fırat 5 Apt Kat:1 No: 2 Ofis/DİYARBAKIR   Tel: 0.412 223 89 23
    Yurtdışı Temsilciliği : Postfach: 131931, 42045 - Wuppertal/Almanya  Tel: 00 49 202 283 23 39 - Fax: 00 49 202 758 34 79