Di 3-4 mehê dawî da tiştên ku li ser sînorê Başurê Kurdîstanê bûn û ev bombeya dawî ku li Amedê teqîya û bû sebebê gelek mirî û birîndaran, gelek balkêş in.
Berê di 29’ê İlonê da li gundekî Şirnaxê, Hemkanê 12 gundî hatîn kuştin. Dewletê ew avêtin ser PKKê. Lê PKKê jî got me ne kirîye û piştra eşkere bû ku di pişt vê bûyera xwînxwar da hêzên dewletê hene.
Piştî wê dîsa li hêla Şirnaxê, li çîyayê Gabar 13 esker hatine kuştin. Li ser vê bûyerê jî gelek şik hebûn. Ewana komando bûn, beşek ji hêzeke mezîn bûn û ji operasyonê vedigerîyan. Lê tiştê xerîb, di dema şer da ji wan ra tu alîkarî ne hat.. Piranîya wan eskeran Kurd bûn û çawa hatibûne kuştin, zelal ne bû. PKKê got me kirîye.
Piştî vê bûyerê jî li hêla Hekkarî bûyera Daxlica rû da. PKK di ser qereqolekê da girt û di vê bûyerê da jî 12 esker hatin kuştin û 8 heb jî hatin revandin. Gor gotina fermandarên Tirk şer 36 saetan, ango du rojan ajotibû. Lê tiştê xerîb ji qereqol ra tu alîkarî ne hat...
Dewleta Tirk ew bûyerên ser sînor kirin mane û hewl da ku êrîşeke mezin bibe ser Kurdistana başûr, temamîya wê, yan jî beşekî mezin dagre. Amêrîkayê, Yekitîya Ewrûpê û dewletên mezin yên dinê, wek Ûris û Çîn, heya wê rojê razî nedibûn ku Tirkîye ji bo şerê PKK sînor derbaz bike, operasyonekê bibe ser Kurdistana Başur. Lê bi van bûyerên ser sînor rewş guharî. Amêrîkê, ji bo ku pêşî li êrîşeke mezin bigre, Tirk qane kirin ku bi hevra dijî PKK operasyonan pêk bînin; ew hedefan nîşan din û hêzên ezmanî yên Tirkan lêxin. YE û dewletên dinê jî êdî bêdeng man û pişt dane Tirkîyê.
Wekî PKK, bi van êrîşan bihane û sebep çêkirin ji bo dewleta Tirk, ku êrîş bibe ser Başur.
PKK ev tişt bi zanetî kir, yan bi nezanî?
Bi raya min bi zanetî kir. Ew planeke dewleta kûr bû ku bi rîya Avdila Ocalan û bi rîya merivên xwe yên dinê yên li nav PKK bi rêva dibir.
Ango ev bûyerên ser sînor bi tevayî gor dilê dewleta Tirk bûn. PKK jî ger di vê lîstikê da beşdar bû –çi bi zanetî çi bi nezanî- xizmeta plana dewleta Tirk kir. Erîşî ser qereqolên sînor kir, hinek esker kuştin û hinek jî revandin, eskerên hêsîr birin Başur û li wir li ber çavê dinya alemê, bi destê wezîrekî Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê û alîkarîya Amêrîkîyan ji Tirkan ra şandin. Ango gotin: “Va ye em li vira ne, li Kurdîstana Başûr... Me ev der ji xwe ra kirîye wek wargehekî eskerî... Em ji vir êrîş dibin ser sînorê Tirkîyê û lêdixin!..”
Ev bû bihaneyeke mezin di destê Tirkan da ku êrîş bibin ser Kurdîstana Başur...
Dawî çi bû malûm e. Amêrîkayê rê da ji bo operasyonên Tirkîyê, YE bê deng ma û Tirkîye gelek waxt e ku gor dilê xwe Başur bombebaran dike. Her usa jî zor da operasyonên hundir welat, zulma xwe zêde kir.
Di demeke han da PKK çi dike. We êrîşeke teze yê PKK dijî hêzên dewleta Tirk li ser sînor yan jî li Kurdistana Bakur bihîst? Ne êrîşa ser qereqolan, ne jî çalakîyeke din... Gelo, ev PKK’ya ku 3-4 meh berê ewqas çalak bû û ewqas êrîşên mezin bir ser leşkerê Tirkan û zirar zîyaneke mezin dayê, pê çi bû? Nişkava hêza xwe winda kir, yan dewleta Tirk derîyên xwe wê demê vekirî hiştibûn û nuha girtin?..
Belê, PKK di van sê mehên dawî da tu çalakîyeke eskerî ne kir, ji bombeya dawî pê ve, ku li Amedê hat teqandin û zarok jin ên Kurd kuştin, gelek jî birîndar kirin û gelek cî û warên Amedîyan xirab bûn.
Bi rastî bo vê bombeyê jî di destpêkê da me got, ev karê dewleta kûr e. Heya ne tenê me, DTPyîyên hevalbendê PKKê jî bawer ne kirin ku ew bi destê PKKê hatîye kirin û ev kiryar rûreş kirin... Ji ber ku ev bûyer tenê bi kêrî vê dewleta zalim hat.
Lê pir ne borî PKK bi xwe jî ji vê bûyerê ra xwedî derket. Her usa jî, yek ji kiryaran hate girtin, dibêjin yekî PKK’yî ye... Hingê jê ra çi gotin dimîne?!
Ez bawer im, generalên Tirkan jî, sîyasetmedar û medyaya wan jî, bi vê bûyerê cejn kirin, bi vî awayî him PKK rûreş kirin û him jî careke din bi navê PKKê tevgera Kurd wek terorîst nîşan dan. Bi yek dengî gotin: “De kerem kin, ew rêxistina ku goya Kurdan xilas bike, ka çi zalim e, çi xwînxwar e! Zarok û jinên Kurdan dikuje û bajarên wan wêran dike...”
Usa gotin û berekî va general, berekî va Erdoxan û merivên xwe, berekî va jî Baykal seferber bûn, di ser Dîyarbekrê da girtin. Wekî dostên gelê Kurd, wekî piştgir û alîgir...
Ev bûyer her usa jî, berî serdana Washingtonê ya Serokkomarê Tirk Avdilla Gul çê bû û destê wan careke din xurt kir li cem Amêrîkîyan.
Ango him ew êrîşên ser sînor yön 3-4 meh berê, him jî ev teqîna dawî li Amedê xizmeteke mezin kirin ji bo gerandina plan û dezgeyên dewleta Tirk, firsendên zêrîn dane destê vê dewleta zalim.
Bona vê yekê, berî herkesî divê em Kurd ji PKK bipirsin: Ger tu bi rastî şer dikî, ev şerê te ji bo kê ye? Çima tu tiştên hanê dikî ku tenê bi kêrî dewleta Tirk tê?..
Ger tu bi rastî şer dikî, ev şer ji bo çi ye? Bo Kemalîzmê, bo dewleta ûnîter a Tirk, bo ala Tirk, bo zmanê Tirkî?.. Gelek waxt e ku serokê te jî, tu jî van tiştan diparêzî...
Ev şerê te bi rastî şer e, yan provokasyoneke bê ser û bê dawî ye?