Eva çend salin pirsa rewşenbîr, rewşenbîrî timê li nav civaka Kurdî da tê nîqaşkirin. Cîkî baş, cîkî xirab. Cîkî ji rewşenbîra razî ne, cîkî na…
Çi hewale?
Kê rewşenbîra razî ne û kê na?
Rewşenbîrê kurd pirin, kêmin?
Pîvanên rewşenbîryê çine?
Min nedixwest bikevim li nav wî babetî, lê ji bo pirs ji min hatye kirin, ji pirsê revandin nabe û gerekê anegorî têgîhîştina xwe cawê bidim…
Her dereceke pêşdaçûyîna vî yan wî gelî ji halê gel, weletê wî, rêya dîrokê, ku têra derbaz bûye va girêdaye..Halê gelê me li ber çevan e.
Gerekê bi rastî em xumukur bên, ku halê rewşenbîrya me ya miletyê, ji halê gel û welatê me çêtir û cudatir nîne.
Welet çar perçene. Dagerkir welet û gelên cînarên men e, bi helaqetyên xweye cîvakî, qirar-qanûn, hiqûq, sîyaset, ziman, kûltûr, perwerde, rê û rism û rêjîmên xweye cuda. Kurdistan bi hidûdên wan hatye perçekirin…
Tek xeysetekî dagerkiran yeke û ew xeyset him wan, him jî halê gelê kurd tîne digihîne hev. Ew berbirbûna wan ya weke heve: sîyasya eşkere ya asîmlasyonê, bi her cûreyî înkarkirin, qedexekirina nav – nasneme, ziman, çand, dîrok bi gilîkî çi kurdî ye, çi bi kurdewarî ye. Yanê kurdistanê da meşandina gênosîda kurdaye reş û sipî: li nav xwe da tunekirina gelê kurd.
Kurd çend zaravên dûrî hev daxivin. Çend ol û meshebên wê, yên dijî hev hene.
Halê fêodalyê: eşîretyê Kurdistanê da deshilatdar e, oldarî xurte. Serekeşîr û oldar emrê civakê da roleke mezin dilîzin. Bi zimanê dê perwerde tune. Ol-bawarya Kurda û dagerkiran yeke,
Zimanê olê jî yê dagerkirane. Mixabin, bi êş gerekê bê gotin oldar û serokeşîran jî ji bo berjewandyên xwe payê pirê tagerya dagerkiran kirne û niha jî dikin.
Dagerkiran, timê pirsgirêkên li nav gel da ji bo kara xwe dane kêranîn, nehîştine tifaq û yekîtîya Kurda çêbe û ji xwera him li nav gel, ûsa jî di nav merivên xwendî û pêşketî da alîgir dîtine.
Destpêka sedsala borî da, ji welêt der penaber- dîaspora Kurdan jî gelek heremên cihanê çê bûn. (Sala 1920 da merkezên kûltûrî yên Kurdên sovyêtê, salên 1965-70 da jî li welatên Ewropayê). Wan dîaspora bi sazî, weşen û komelên xwe, di bin hukumê perwerde, zanistî û rewşenbîrya wan weletên pêşketî da, rola xwe pozîtîv bi erênî, di pêşxistina rewşembîrya Kurdî da lîstin…
Raste, li Başûrê welêt, vê dewyê, bi xûna seda hezar şihîdan çira gumana vê ketye, lê der dorê wê nexwez û neyar wek gura sekinîne û neyartya heremê dikin. Azadî pir dijwer tê destanîn. Hinek qewatên navxweyî hê jî ji bo berjewandyan bandora ruhê koletya dagerkiran, qeyd û bendên eşîretyê, fêodalyê, oldarya hişk rizgar nebûne hê jî durûtyê dikin…
Gerekê usa jî bê destnîşankirin ku gelê Kurd tu dema halê gel û weletê xweyî bindest, dagerkir qebûl nekirye, şîasya wane tunekirinê ra nehatye rayê, û tim li nav serhildan, şerkarya azadyê da bûye.
A, li vê meydanê, li ser vî hîmî û bingehê gerekê em rewşenbîrya gelê xwe binirxînin, rewşa rastya wê binhêrin…
Her dewranek anegorî rewşa welêt û gel rewşembîrya xwe derdixe pêş…
Niha em bi kurtayî rewşembîrya gelê Kurd ya despêka sedsala borî heta salên 50-60 bîr bînin: Di şerê cihanêyî yekemîn da împêratorya Osmanyê pelîşî, hedimî. Kurda ra jî rêyên azadyê vebûn… Lê gelê Kurd sûd ji wî şansî negirt? Halê gel ji berê xirabtir bû, Kurdistan bû çar parçe… Tirkên kemalîst eşkere kurd xapandin. Komeke rewşenbîrî, ya têgihîştî li nav Kurda da tunebû ku armanc-qelpya tirka tê derxista, çevê gel vekira, rêya rast nîşanî gel bikira û peymana LOZANÊ xweyî derketa…
Raste paşê gelê xapyayî şaşya xwe hisya, halê çêbûyî ra qayîl nebû, rabû…Serhildan ji pey serhildanê pêk hatin. Lê dereng bû… Serhildan gişk jî têk çûn. Çima? Gelo gone yê gelê sade bû, na!
Ji bo pêşengya gel, rewşembîrya miletîye dûrdîtî sist bû, yanê tunebû…Weletparêz, mêrxwesê gelêrî pir bûn. Lê rêberîya têgihîştî tune bû. Welêt da nexwendîtî, nezanî, halê aborî û sîyasîyî giran bû. Teka-tuka xwendevanê ku hebûn, wan jî bêtir bi berçevkê oldaryê azadya welet û gelê xwe dinhêrin, ji malbetê serokeşîr û oldara bûn. Gelek şerekeşîr û oldar ku ji bo kara tirkan kar kiribûn tê nedigihîştin, çima ji pey demezirandina cimuryetê ra wan sirgûn dikin, dikine hebsa, îdam dikin…
Demezirandina XOYBÛNÊ rûpelekî nû û rêyeke ronayî rewşenbîrya Kurdaye miletyê ra vekir. Raste endemê XOYBÛNÊ ji hîmlî lawên serokeşîr û oldarên payabilind bûn, lê wan neheqya dagerkiran tê gihîştibûn, sirgûnî, xerîbî dîtibûn, ketibûn hebsan. Ji wan payê pirê xwendî, çend ziman zanibûn û li nav gelê Kurdda naskirî û hiskirî bûn…
Di nav endemê Xoybûnê, nivîskarê HEWAR ê, serokatya serhildana ARARAT ê, serhildanên din rewşenbîrê esil pêşda hatin…
Derfetên gotarê mecalê nadin û ne jî hewceye li ser bûyarên wê demê bi kûrayî bê rewastendin, derheqa kar û barên rewşenbîryê da zêde bê axaftin, ji bo wê derheqê da pir hatye nivîsar û her tişt eşkere û li ber çavan e.
Wê demê, gelek ewledên gelê Kurd, bi jîyana xweye rewşenbîrî, navê xwe bi herfên zêrîn dîroka gelê xwe da nivîsîn. Ez çend nava bînim: Celalêt û Kamîran Bedirxan, Îhsan Nûrî Paşa, Alî Şêr, Cegerxwîn, Qadrîcan, Osman Sebrî, Nûrî Dêrsimî, Nûredîn Zaza, Pîremerd, Erebê Şemo…
Navên hêja pirin û ji bo wan hineka, wek Celalêt Bedirxan, Cegerxwîn peyva rewşenbîryê jî kême, têrê nake, kurmancî da peyvek heye ku timê tenişta peyva rewşenbîrî tê danîn û carna nezanî bi şaşî dewsa wê tê kêranîn, ew peyva ronakbir e… Ronakbir, yan ewê rêke ronayê ya nu vedikin. Gelê xwe ra dibin rêber, çira pêşdaçûyînê û xwenaskirinê.
Fikira me wê nîvcî bimîne, ku em mezinekî Kurdî wek Qazi Mehmed, serokê Komara Kurdistana Îranê û koma dora wî ya rewşenbîrî, Dr Qasimlo: zanyar, şoreşger, rewşenbîrê gelê xweyî şihîd bîr neynin…
Rewşenbîrên kurd, niha, gerekê kar û barê wê nivşê ji xwera bikin rênîş, mînak û bi mesela wan nivşê nû perwerdekin.
***
Rewşenbîr para civakê ya here serwext, zane, xwende, pêşketî, aktîv û bi vîjdan in. Lê ew hindike, rewşembîrê esil gerekê miletçîtya şovûn (ew çi rengî jî hebe), qelpyê, nerastyê, zulmê, zordarya evdekî / cvakekî / gelekî li ser ya/yê din qebûl nake.
Halê gelê Kurd jî li cihanê da usane, ku rewşenbîr, îlahî rewşenbîrê Kurd nikare xwe ji tebyên azadya welat û gelê xwe yê bindest û zêrandî dur bigre.
Halê rewşenbîr ji halê gel û welêt jî zemettir e. Welêt da, xêncî Başûr perwerda bi ziman û kûltûra miletyê tune. Nasneme, ziman, kûltûra kurdîtî, jîyana kurdewarî qedexeye. Evdê rewşenbûr tevî ziman, kûltûr û perwerda dagerkiran, ya gelê xwe jî bi xwe gerekê hînbe û pêşîkêşya wê di nav gelda bike.
Usane çawa welet, gel bindeste usa ji rewşenbîr e bindest… Li ber rewşenbîrê serdestan derge- dîwanên xebatê, serketinê, pêşdaçûnê, gulvedanê, naskirin û bilindbûnê vekirîne. Li ber rewşenbîrên kurd jî dergê ji welêt revê, hebs û zindanan, xerîbyê, penaberyê, halê aboryêyî giran, undabûnê ne.
Helê sîyasî, bindestî, aborî, tunebûna îmkanan mecalê nadin rewşenbîrên kurd bivine hêzeke xurt, gelê xwe ra bibin pêşeng û rênîş.
Dagerkiryê ne tenê weletê Kurdan lê rewşenbîrya wî jê parçe-perçe kirine. Heta li Ewropayê jî, kurdên ji perça penaberbûyî, xerîbyê da jî tê bêjî ji hevra xerîbin…
Niha him welêt, him jî welêt der rewşenbîrên pir hêja li nav Kurda da pêşda hatine.
Meydan ji bo karkirna wan tenge… Hin dagerkir, hin jî carna hêzên sîyasî meydanê li wan teng dikin.
Yekîtî û tifaq li nav hêzên sîyasî da jî tune. Ew yek nahêle tifaqa rewşenbira jî çêbe.
Niha xweyî-xudanên TV, radyo, înstîrût, weşen, organîzatorên konfêrans, fêstîval y hvd hêzên sîyasîne. Aborî, mecal û mikan tev destê wandanin. Eger rewşenbîr zilamê wan nînî, çiqas jî jêhatî û bi şuret be, nakeve bîra kesî.
Ew fikir, ku dibêjin filan kes xwe dûrî siyasetê, têkoşîna gel digre, mala xwe da rûniştye, filan-bêvan, şaş e, derew e… Rewşenbîr, ku bi rastî rewşenbîr be, nikare vî halê gel û weletê xwe bivîne û bêteref bisene, bê helwest bimîne. Rastî ewe, rewşenbîrên usan, ne ku ji şerkarya seva azadya gelê xwe lê ji sîyasya hinek hêz û serok û rêvabirên hêzaye şaş, dutîretî û dijminatya li nav wan direvin… Rewşenbîrê esil nikare ji ber şaşî û çewtyên wan xwe kerke. Pesnê wan û sîyasya wan bide, helbest û kilaman bavêje ser wan… Rewşenbîrya Kurdaye tifaq û bi hêz jî tune ku xwe bispêrê, rastya xwe bêje, derkeve dijî nerastyan, çewtyan…eger karibe malperek-duda da rastya xwe dîhar ke, ew jî di nav behra gotaran da, kesek fikira wî nahise, hemin gelê jî naxweîne… De werê rastya xwe bêje… Û xwe ji zilamên hêzan, mirîdên Şêxan biparêze.
Rewşenbîrî xeysetê evd e, wek tebyetmendya benda ye. Perwerda malê û der doran jî, rola xwe ya erênî xeysetê evdî rewşenbîryê da dilîze. Rewşenbîrê esil anegorî rastya xwe, nikare bikeve nava delk û dolaban, ji bo kar û berjewandyên rojane nikare pirînsîpên xwe pêpezke, nimzbe, xwe birfoşe: Ji bo wê çendê jî him pirsgirêk û dijweryên jîyanê dora wî bêtir pirin, him jî wa gotî „Serok“ û „rêvaber“ wek axa-begê bere wan hiz nakin.
Rewşenbîr ew nîne ku bi bilindaya kursyê xwe, hesabê nivîsara pirtûkên xwe, bi mal û milkê xwe, bi qulixa xwe, li nav cîvakê da girtina cîyê xwe eyane, lê ewe yê bi çûyîn-hatina xweye rojane, bi xeysetê xwe, kûltûra xwe, bi heqî û rastya xwe li nav civakê da ne û carna qet nayê jî xanê. Neanherî wê civakê da wê demê ew heqî û rastî tê qebûl kirin yanê na…
Carna rewşenbîrî û nivîskarî ji hev tên şaşkirin. Her rewşenbîr ne eseye nivîskar be, lê her nivîskar ku hewl bide bigihîje pîvanên rewşenbîryê wê çêtir be…Çawa her mamosta, mehegîz, bijîşk, datwer, werzîç, hunermend, bi gilîkî vê dewrê da her evdekî Kurd eger bi dil bixebite bibe pêşewitî û rewşenbîre gelê xwe êdî kas nikare derheqa helandin û tunekirna Kurda da bifikire… Lîstik û armancên dijminaye asîmlasyonê wê vala derên. Azaya welêt jî wê li ber dêrî be.
Ne evd, ne ji jîyan yekrû, yekreng, yekdeng, yek armanc û zelal nîne, anegorî xwesteka û pilanan nameşe..
Dijmin ji razayî nîne. Bi her cûreyî xwestye û dixweze bi destê gel, ruşetkirin, xapandina şexsa, kêranîna pirsgirêkên navxweyî rewşenbîrya gel jî wêranke…alîgirên xwe li nav xwende û zaneyan da jî peydake, wan dijî gel ji bo sîyasya xwe bide kêranîn.
Gelo ew Kurdên , ku niha li nav hêzên dagerkira da, li parlamênt û hukumatên wan da dijî doza azaya gelê xwe, dijmin ra dimeşin xwe rewşembîr dibînin?
Ew Kurdên kilam û stiranê me, folkilora me weldigerînin bi zimanê dagerkiran, dikin malê wan, ji dika û êkranên TV neyaran nayên xar, şev-roj nava kêf û şayê danin, ew xwe rewşembîr dibînin?
Ew nivîskar û rojnemevanên xwe nagrin zimanê dayka xwe binivîsin, biaxivin, xizmeta ziman û çanda dagerkiran dikin, ew xwe rewşenbîr dibînin?
Ew sîyasetmedarên seva xweyîkirina zimanê kurdî derva devê xwe diqelêşin, lê mala xwe da, civaka xwe da, zarokê xwe ra bi zimanê dagerkiran diaxivin, bi zimanê dagerkira dinivîsin, bi çanda dagerkira dimeşin, ew xwe rewşenbîr dibînin?
Gelo ew oldarên Kurd, yên li nav gelê xwe da, wezîfa xweye olî bi zimanê kurdî pêk naynin, ew xwe rewşenbîr dibînin?
Gelo paşwextyê, dema welêt azat be, welêt da qedrê wan ê mezin be yan…rewşenbîrekî jîyana xwe li ser kurdîtyê pûçkirî…
**
Pîvanên rewşenbîryê.
Niha jîyana gelê meye çandî, hunemendî, rewşenbîrî da tê bêjî tu pîvan nemaye…
Gêncekî, ku du-sê cimle li hev anîye û malpera da nivîsarek, „nûçek“ yan „helbestek“ weşandye êdî helbestvan e, nivîskar e, rojnemevan e. ( Malperê me jî xwedê bereketê bidê, sehet-sehet pir dibin, başî-xirabya nivîsara nanhêrin, carna qet naxûnin jî û her tiştî diweşînin).
Yekî zurrnek xwera kirr be, puf dikê êdî hunermend e, dengbêje, kilama çê dike…Eger perê wî jî hebin êdî kasêt û kilîpê wî pey hev dertên…U gava derheqa hêz û seroka da jî kilamek li hev bîne, derê têlêvîzyona jî ber vedibe…
Sed mixabin ev war bûne mode…Her kes xwe davêjê… tû pîvan nemaye…
Bê xûdan û ked, her kes dixweze navê xwe derxe.
Navê arzan…Tê dernaxin , çi rehet meriv dest tîne, rehet jî unda dike…Dewyê sal û wedê bade undabûyî dibe keser.
Ewropayê da, dibînî, gêncên Kurd dest ji xwendina xwe berdan radihîjtin tembûrê… Xêrxwezek tune, destê wan bigre bêje: „ erê pismamno, eger hûn mûzîkayê hiz dikin, li van weletê pêşketî da, her mecal hene, herrne xwendina mûzîkayê, bibne mûzîkandê zane, mûzîkandê rewşenbîr…“
Wek avê û nên niha gelê me ra pêwîstya rewşenbîrên welatparêze werê fîzikayê, kîmyayê, bîologyayê, êlêktronîkayê, hiqûqnasyê, mûzîkayê, tundiristyê, siportê, zaneyên werên ulm-têxnîkayêye cuda-cuda heye… Berê gênca gerekê bidine wan dereca…
Bi wan û wî cûreyî rewşenbîrya Kurda wê bi hêz be…
Dewî:
Bi heqî gerekê bê gotin rewşenbîrya gelê me, nenhêrî kêmanya mecalan, astengyên mezin , keleman bi gavê mezin berbi rastî û bilindaya xwe diçe…