|
Ger, gerînek, girdav an jî farisî dibêjin girdab, Tirkan jê hildane kirine “gîrdap”
Di çemên mezin an jî robaran da carna av gol dibe herikandina avê kêm dibe. Hin cîyan av wek sofîyên berê dor hev dizvire. Av mîna ku kevirek avêtî çember çember dorhev dizvire ta tê nîveka gerê, av noq dibe. Gel xwe qirş qal, pîne, paçik çi hebe tev noqî avê dibin, nema derdikevine ser rûyê avê. Gerînekên usa henin ku li ser rûye avê kêm xûya dikin lê di bin da gelek zû dor hev dizvirin û pirtir xeternak in. Yên jî henin gelek ber bi çav xurt û tirsdar in. Yên jî henin di çemê piçûk da qasê bihûstek avê da peyda dibin. Ewana jî nimûnên yê mezin in û bo mîrovan dersdar in.
Loma dema diçine ber çem û robaran, kal û pîrên me dibejin: “Xwe ji gerê, an jî gerînekê dûrbixinin. Na, hûne bixeniqin!”
Evqas agahdarî êdî bes e. Em werine ser gerînekên ku Tirk ketinê. Helbet derdê me ew nine ku rê nîşanê wana bidin, çika wê çawa jê xwe xilas bikin. Pirs ew e ku di vê dewr û dewranê da em ketine bin destê kîjan dirinde û xelkekî ku ne ji nijadek pêkhatîye. Bi xwe ra yar nîne, ma der û dorên xwe ra bibe yar…
Sê heb bingehên welatan heye. Yek dad e yek yasaçêkir ango meclîs, yek jî Hikumet e. Divê ewana bi hevra baş rêvabiçin, hidût û erkên xwe baş bizanibin, hevaheng bin. Neku bi darê zorê gotin û kirinên xwe ser yekî din ferz bikin. Ew erkana divê li ser rê û rêbazên parastina demokrasî û mafên hevwelatîyan kar bikin. Ev jî di cîvatek, miletek an jî dewleteke kamil da pêktê. Gelek welatên pêşta çûyi wana usa cî bi ci kirine ku kêmasîyên wana roj bi roj kêmtir dibe. Serda jî di vê zemanê da yasayên nav welatek radibe, yasa û hiqûqên dinya pejirandî û pêşketî dewsa wê digre. Wek Tirkîyeyê, welatek dadê bêdad li cîhana pêşketî da nîne.
Tirkîye ku dewletek ne sirûştîye, pir gel anîye ba hev û kirîye Tirk. Ewê xwe tirk dihesibînin heta nuha bi zora lula tivingan li ser pîya maye, bo wê yekê ew nikare yekser bighîje vê dewra me. Bi zanetî çendîn sal e bo parastina mistek nijadperest her plan daniye. Bi sedan rêxistinên eşkere û dizî avakirine. Di wan sazîyan da her bo xwe robotan ji heftê heft milletan kadro gihandine. Wana jî çiqas cî û postên girîng henin cî bi cî kirîye. Nuha naxwazin Kurdistana dewlemend û desketîyên din ji bin destê wana derkeve.
Di civatê da dijî xwe ku pirtînek livandin jî ditine, bi çek û sîlahên xwe, bi sofîyên ku gihandine û her derê cîvate da gor plana xwe ci kirine va, pêşîya gelan girtine. Bi tirs û xofa ji gelek xelkên sade Kurd jî nav da xapandine.
Lê di bin robara ku bo wana diherikî da her tim gerîneyek hebû. Li ser rûyê avê ji zûva ye hêdî hêdi derdikete ser rûye avê. Her usa ew ava ku bo wana paqij û temiz dihate xûyanê, edî bi qirş qalê genî va di cî da dor hev dizvire. Nuha jî bi tundî derketîye holê, dijberên wana kulmek rewşenbîr û hin grubên piçûk jî bi saya globalîzm, teknîka ragihandinê û piştgirîya welatên Ewrûpayê di nav bizavan da ne. Ango şer e, şerê veqetandinê ye, şerê mêjîgenî û yên piçek ji wana dûr ketinê ye.
Ev şer, şerê me ye jî.
Lê divê em nekevine bin poçika Kemalîstan, parastina yekparetîya axê ne wazîfa me Kurdan e. Bi navê pêşverûtî, hemçaxîya derew, erkê me nîne ku dijî dîn û îmanê, himber laçika serê jinan, gel mêjîxwara şûr bikşînin.
Partîya dad û geşedanê-AKP jî paşda dikole, nikare pêşîya wana xwe rabigire. Li padika stûyê wê siwar bûne dîsa jî dengek bilind dernaxe. Ji alîyê din şiva ku Yekitîya Ewrûpa û Emerîkayê dirêjî wana kirîye ku pêbigrin û ji gerînekê dekevin, herdu alî jî pê nagirin. Bi xwe bi serê xwe jî bi vê timtêle va nikarin jê derkevin. Xwe bidine rex welatên demokrat û hemçax. Zêde bibe wê emrê xwe çend salan dirêj bikin. Lê ji wê gerînekê nikarin derkevin…
Lê cara pêşîn e ku ev pevçûnan roja damezrandina Komara Tirkîyeyê heta îro dajo, li ber çavê me hemûyan eşkere tê kirinê.
Em Kurd jî qasê wana nebe jî, di nav gerînekî da ne.
Ne yekîtîyek xurt ku hêza me bike hezaran,
Ne biratîyek rasteqîn ku me bighîne azadîyê,
Ne diplomasî û lobîyeke rêk û pêk ku mafên me bigihîne seranserê cîhanê,
Ne ilmdar, ne ronakbîr, ne nivîskar û siyasetmedarên ku berjewendîye gel li pêşîya her tiştî bigrin ku bibine nimûne, pirr in.
Belê, rast e, li bakûrê welat kar û xebat tê kirinê, hewldanek berbiçav heye.
Û desketîyên Başûrê welat piçek bêna me fireh kir. Lê hin jî em piştrast nîn in ku bo me bibine nimûneyek dayîmî, bo hemû Kurdên dinyayê ra bêtirs bibine pal û pişt…
Lê, şansê me ji yên neyran pirtir in ku rojek berê vê gerînekê sivik derkevin.
Heke em vê şansê di wextê da û rast bikarbînin, em Kurd dikarin Kurdistana azad û demokrat ku di nav dilê dinyayê da cîh girtîye, nîşanê cîhana pêşketî bikin.
|