SAL / YIL          : 8
HEJMAR / SAYI : 260
TARÎX / TARiH  : 26.06.2008
 
CASIM RÊNAS
Îtîrafa Serokerkaniya Dewleta Tirkiyê


Rojnameya Tirkî ya bi navê ‘Taraf’ belgeyeka gelek giring belav kir.
Navê belgeyê, “Plana  Piştgiriya Zanyarî û Çalakî” ye.
Plana Piştgiriya Zanyarî û Çalakî, di meha Îlonê ya sala 2007’an da, ji aliyê Fermandariya Serokerkaniya Dewleta Tirk ve hatiye amade kirin.
Herwekî tê zanin, Partiya Dadî û Pêşveçûnê (AKP) di hilbijartina pêşwext, ku di 22’ê Temmuza sala 2007’an da hatibû çêkirinê de, serketi bû.
Ango plana hanê, paş serketina hilbijartinê ya AKP hatiye amade kirin.
Yek ji armanca Planê, hikumeta AKPê ye.
Ku, di plana hanê da AKP wekî berpirsê tevgera îrtîcaî (dijî laîkî) tê destnişan kirin.
Armanceka din ya Plana hanê, pêşî lê girtina “destura nû û sîvîl” e.
Ku, her wekî tê zanîn, AKP, di hilbijartina pêşwextî da qewlê destura nû û sîvîl dabû; paş hilbijartinê jî, hinek pispor û profesorên desturê, projeyek amade kirin û pêşkeşê AKPê kirin.
Li Tirkiyeyê, heyamek, gengeşî li ser destura nû û sîvîl çêbû.
Lê belê, demekê dirêj e, ku projeya destura nû û sîvîl di rojeva AKP û hikumeta AKP da nine.
Him  hikumet him jî derdorên AKP, ku di destpêkê da, derbareyê destura nû de gelek germ û gûr bûn, îro kerr û lal in!..
Ev yêka hanê nişan dide, ku AKP ji ber zexta artêşa Tirk, projeya destura nû ji rojeva xwe hilaniye.
Du xalên giring yê Plana Piştgiriya Zanyarî û Çalakî hene, ku derbareyê kêşeyê Kurd de ne.
Lê belê ne nû ne û ji mêjve têne ci be ci kirinê.
Yek ji wan wekî “terorîst” îlan kirina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û bêzar kirina Gelê Kurd e, bi encam dana operasyon û girtin û lêdanê va, daku piştgiriya PKKê nekin.
Ku, xalê han, bi salan e bûye xaleka bingehîn a siyaseta dewleta dagirkera Tirk li Bakûrê Kurdistanê.
Kar û pîşeyî ya hêzên dagirker a rojane, tada û zilm e, wêran kirina gund û gom û bajarokên Kurdistanê ye, şewitandina bax, baxçe, zevî, zozan û daristanên me ye!
Ji ber vê yekê xalên hanê, ku di Planê da cî girtiye, ne nû ye.
Xaleka din ya ne nû, derbareyê Başûrê Kurdistanê de ye.
Di Planê da tê gotin, ku axa Başûrê Kurdistanê yên nêzikê tixubê Tirkiyê-Iraqê, têne bombebaran kirin, daku gelê deverê alikariya PKK nekin û eger piştgiriya wan berdewam be, topbaran jî wê girantir be û berdewam bike..
Eva hanê îtîrafa Serokerkaniya dewleta Tirk e.
Ku her tim digot û dibêje, armanca me ji vê bombebaranê PKK ye ne xalkê deverê ye.
Lê, di Plana Piştgiriya Zanyarî û Çalakî da bi eşkere hatiye gotin, ku armancê bombebaranê, bêzar kirina xalkê navçeyê ye..
Ku, karbidestên Hikumeta Herêma Kurdistanê, Serokatiya Siyasî ya Kurdistanê, partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanê rastiya hanê gelek caran ragihandibûn.
Her usa di Plana hanê da hatiye gotin, ku, artêş bi alîkariya Zanko (Zanîngeh) û dadigehên bilind û dezgehên ragihandinê, nivîskar û hunermendan ve, digihêje armancên hanê.
Ku ev xala hanê sîstema îdare û siyaseta Tirkiyeyê nîşan dide.
Li Tirkiyeyê, ji destpêka damezrandina Komarê heta îro, deshilatdar her artê bûye.
Davul di stuyê hikumetan da ye.
Lê, tokmak di destê general û paşayan û birokratên kemalîst da ye.
Hikumet hertim bi gor maqamê, ku generalen lêdixistin, dilêyîstin; dilêyîzin.
Plana Piştgiriya Zanyarî û Çalakî carekî dinê da xuya kirinê, ku heta ku deshilatdariya artêşê li Tirkiyê serdest be, azadî, demokrasî, Aşitî, geş bûn û peşveçûn xeyal e.
Ji ber vê yêkê têkşikandina desthilatdariya artêşê, divê bibe armanceka sereke li ber hêzên demokrat, azadî û aşitî û peşketinxwazan.
Têkşikandina desthilatdariya generalan ne karê AKPê ye.
AKP nikare û naxwaze karê hanê encam bide.
Bê dengiya AKPê û hikumeta AKPê ya di heqê Plana Piştgiriya Zanyarî û Çalakî da nîşana vê yekê ye.
Ku, armanca sereke ya Planê hanê AKP ye.
Bi gotineka dinê AKP carekî dinê li ber celladên xwe bi çok da hat; teslîm bû..

NIVÎSÊN CASIM RÊNAS YÊN BERÊ
CASIM RÊNAS'IN ESKİ YAZILARI
 
    Yönetim Yeri ve Yazışma Adresi : Kurt İsmail Paşa 5. Sok. Fırat 5 Apt Kat:1 No: 2 Ofis/DİYARBAKIR   Tel: 0.412 223 89 23
    Yurtdışı Temsilciliği : Postfach: 131931, 42045 - Wuppertal/Almanya  Tel: 00 49 202 283 23 39 - Fax: 00 49 202 758 34 79