SAL / YIL          : 8
HEJMAR / SAYI : 252
TARÎX / TARiH  : 01.05.2008
 
 
ASKERÊ BOYÎK
Mêrxasê welatê Sovêtê: Semendê Elî Sîabendov


Semendê Elî Sîabendov: Mêrxwesê Yekîtya Sovêtê, xebatçîkîê dewletêyî derecebilind,  navekî gelekî hêja, hizkirî li nav Kurdan Sovêtê da… Evdekî berbihêr, xerîbdost, ruhsivik.
Pêşewitekî gelê xwe, Komara Ermenistanê da bi nav û deng... Min jêra digot Apê Semend.
Havîna sala 1961 ê, ez û bavê xwe çûbûne bajarê Êrêvanê. Wê dema salê, welêt da, gênca kaxazên xwe ji pey qedandina mekteba navîn ra, didane zanîngehan, ku bikevne êntyamên qebûlbûna xwendina bilind. Me dokûmêntê min  biribû, ku bidne Înstîtûta Êrêvanê ya  Malhebûna Gundîtyê. Çiqas jî xwestin û hizkirna min edebyet bû, lê bavê min pir dixwest ku ez di warê gundîtyê da bibim pêşekzan, ji pey xwendinêra vegerim gundê û serokatyê kolxoza gundê me bikim. Min ra jî hatibû Êrevanê, ku nişkêva, kaxazê xwe nedime cîkî din.
Me dokûmêntên min teslîmê înstîtûtê kir û kûça li rex wê zanîngehê ra em berjêrî nava bajêr bûn…
Wura, em li ber avayîkî pirqatêyî bedewî bi kevirê sipî sekinîn:
-Hatin hatine,- bavê min got,- em serîkî apê teyî Semend xin, eva sî salin me hev nedîtye. Çika ezê bême bîra wî?
Em ji dergevanê ber dêrî hejmara oda rûniştandina Sîabendov hisyan û hilkişyan qatê sisya. Oda qebûlkirna wî da sêkrêtara wî, pîrekeke navsere rûniştibû:.
-Kerema xwe bêje Sîabendov, bê Boyîk hevalê teyî berê, hatye, dixweze te bivîne.
-Kurd, hema kê tê, dibê ez hevalê wîme, qewmê wîme, pismamê wî me… Dixwezin ecele wî bivînin. Nafikirin karê wî heye, mijûle…Îro dema qebûlkirina wî nîne, herin sibê werên,-sêkrêtarê hevkî berk cawa me da.
-Bêjê…
Hela me û sêkrêtarê ber hev dida, derê odê vebû, camêrekî bedewî porsipî derket. Gava çav li me ket, hat bavê min hemêz kir û em birine oda xwe. Jinikê ecêvmayî pey me dinhêrî…
Destpêka salê sîyî ew û bavê min, dibistana gundê wî, Sengerê da tev dersdar xebitî bûn.
Min tê derxist ku hevaltya wan şîrin bûye û bîranînên gênctîyêye xweş dilê herdada mabûn…
-Demeke xweş bû, Boyîk mala me da dima, em wek bira bûn…
Paşê bayê emir her yek ji wan rêkê da biribû…Herdu jî tevî herb bûbûn, dijî faşîzmê şerr kiribûn… Bavê min hêsîr ketibû. Lagêrên hêsîraye xezeb da bi teherekî xilas bûbû. Ji pey  şêrr ra xwestibû vegere mal lê ji bo hêsîrketinê,  ketibû devê zulma stalînîzme, hema rê da girtibûn, sirgûnî Sîbîrê kiribûn, kanên komirê da xebitîbû. Tek ji pey mirina Stalîn ra vegeryabû gund…
Ji pey axaftineke germ û bîranînên rojên buhurî ra, bavê min menya hatina me ya Êrêvanê jêra gilî kir…
Wê demê li weletê Sovêtê, xazma komarên Kavkazyayê da ketina înstîtût û ûnîvêrsîtêtên xwendina bilind pir dijwer bû, carna hebûna nas û dostan, dayîna ruşetê ji zanebûnan çêtir rol dilîstin. Ya min jî zanebûn hebûn lê ruşet, nas û dost tunebûn.
Min wura tê derxist, çima, bavê min ez anîbûm bal apê Semend, cîgirê wezîrê Malhebûna Gundîtyê yê Komara Ermenistanê…
Çar êntyama ra gerekê ez derbaz bûma. Sisê min baş dan. Ya çara dema min cawa xwe da, xilas kir, mamista, yekî qemerî, porsipî  (paşê pê hisyam cîgirê serokê Înstîtûtê prof. Axacanyan) bi ken min ra got:
-Nizanim ji vê êntyamê te derbazbî yan ne…Hema niha here bal Semend Alîêvîç, ewê menyê tera bêje.
Bi rastî, ez tirsyam, tevî hev bûm, min cawa xwe baş dabû: “Ji bo çi, çima min dişîne bal apê Semend? Şerme, ew camêrê derheqa min da çi bifikire?”
Çareke mine din tunebû, ez rast çûme bal  apê Semend. Kenya destê xwe pişta min xist:
-Eferim birazî, mamosta pir zanebûnê te razîne… Rehet here mal, bavê xwe silavke…
Rasthatina min tevî wî evde mezin usa dest pê bû…
***
Mêrxesê Welatê Sovêtê Semende Elî Sîabendov sala 1909 a li gundê Hesencanê, qeza Qersê maleke Kurden êzdî da hatiye dinê. Wê demê ew herem dikete nav hidûdên dewleta Rûs û ew herêm dibe qada şerê osmanyan, rûsa.. Malbeta wan jî Ava reş derbas dibin direvne  Ermenistanê û Elegezê li bal qewmên xwe cî dibin.
Şoreşa Oktobirê dawî li deshiletdara împêratorya Rûsyayê tînê. Leşkerên rûs heremê dihêlin û vedigerin welatê xwe… Ordiya Tirkan tev hêzên hemîdyan tên digihîjin heta  gundên Êzdya yên pala çiyayê Elegezê. Gelek Êzdiyan qir dikin. Ji şer, xelayê, nexweşyan, bêqanûnyê qira evda tê. Tek pey qeydê Sovêtê ra ewlekarî cê dibe. Diçin bajarê Tilbîsê. Semendê biçûk li wur demekê paletiyê dike, mekteba şevê, ku seba zarokên Kurdan yên sêwî û bêxwedî ra vekiribûn, dixûne.
Sala 1928 a bi isyatîva  Erebê Şemo, komek gêncên Kurd dişînine bajarê Lênîngradê xwendine. Semend jî li nav wanda bûye. Ji pey xwendinê ra vedigere gundê xwe Sengerê. Wê demê kadrên xwendî li nav kurda da pir kêm bune. Berê dibistana gund da dersdaryê dike, paşê tê bijartin wek Sêkrêtarê ewlin yê partya Komûnîstê nehya Elegezê û parlamêntarê (dêpûtatê) parlamênta Komara Ermenistanê... Sala 1941 ê wî wek xebatçye partyayêyî payabilind, sêkrêtarê yekê dişînin bajarê Moskvayê xwendinê.
Wura jî dibihî, ku şer dest pê bûye, Almanya Faşîzmê hicûmî ser Yekîtya Sovêtê kirye, gund û bajara dişewitîne û ecele pêşda tê. Hema ji wur jî, wek qumandarê hizbî-sîyasî dişînine pêşenya şêrr.
Roja ewlin heta dewya wê herba xezeb, ew, alaya xwe va bi mêranî, di nav êgir, mirin û xûnê, qewlên zor û zemet ra derbaz dibe… Wan şerra da gelek cara birîndar dibe, dikeve nexweşxanên leşkerî, ji pey qencbûnê ra dîsa vedigere pêşenya şêrr, alaya xwe.
Ji bo efatyê, jêhatinê, mêranyê, culetyê, şureta serleşkeryê û emekê wîyî şexsîyî di serketina opêrasyonên dijî dijmin da Semend Syabendov du cara hêjayî ordênê Ala Sor dibe ( salên 1943 û 1944 a), sala 1944 a ordêna Sûvorov ya dereca duda didinê, meha sibatê dîsa wê salê hêjayî ordêna Şêrr ya dereca yekê dibe…
Nav-dengê şervanê Kurdî efat welêt da bela dibe.  Çendek nakeve navberê 24 adarê sala 1945 a, duh meh berî altindaryê bi qirarnivîsa Serokatya dewleta Yekîtya Sovêtê ewlede gelê Kurd, şervanê efseneyî, palpalkovnîkê Ordya Sor Semendê Elî Sîabendov hêjayî rewa û weletê Şovêtê da navê herî bilind Mêrxwesê Yekîtya Sovêtê dibe. Eva ne ku tenê ji bo  şexsê wî lê ji bo temamya bi dehan hezara Kurdên wî welatî. nav û rûmeteke mezin bû...
Ew neme belgekî dîrokîye. Têda derheqa mêrxwesî, efatî û emekê lawê Kurd di şerkarya dijî dijmin da tê gotin. Neme bi  van xeta dewî dibe:
“…Razîbûn û sipasyê mezin wera, Sîabend Alîêvîç, ku we, ewledekî  hêjayî wek Mêrxwesê welatê me mezin  û perwerde kirye. Wera sehet-qewat û jîyana bextewar.”
Ji pey şêrr ra ew dîsa vedigere Ermenistanê xebata edil… Pirsgirêkên aborî, civakî, kûltûrî, sosyalyêye nehyê pir bûn. Serokê nehyê ji bo xweskirina halê xelkê her tiştî dike.
Sala 1950 li  paytextê weletê Sovêtê Moskivayê Mekteba  Hizbîye here bilind xilaz dike.
Ji sala 1952 ew wezîreta hukumata Ermenistanê da derbazî li ser kar dibe, berê wek cîgirê Wezîr, paşê serokê beşa kadra… Û usa heta dewya jîyana xwe.
Sala 1989 a, heyştê neh salya xwe da diçe ber dilovanya Xwedê.
***
Sîabendov pêşewitekî gelê xwe bû. Guhê wî tim li ser jîyana komarêye kurdewaryê bû, wek mecalê xwe tevî hatin-çûyîn, eyd-erefatên gelê xwe dibû.
Sala 1960 î bi veçêkirin û hazirkirina wî destana “Sîabend û Xecê” hate weşandin, kîjan sala 1962 bi ermenî jî hate wergerandin û weşandin.
Poêma wî ya bi navê “Jîyana Bextewar” sala 1966, wergera Ermenî jî 1969 hate weşandin. Poêm hewaskare. Nivîskar, poêmê da, derheqa jîyana xwe da gilî dike.
***
Derheqa mêranya Mêrxwesê Yekîtya Sovyêtê Semendê Elî Sîabendov da gelek stiran hatibûn hûnandin û li Ermenistanê dihatin stran.                                                                    
***
Deha hezara Kurdên weletê Sovêtê bi mêranî beşdarî Herba navbera Faşîstên Alman û welatê Sovêtê bûn. Wî şerê dijwer da bi hezaran hatne kuştin, seqet bîn, mal çûne ber mîratê, jin bî, zarok sêwî man, xwestin, miraz û merem teribîn…
Gelek jî bi ordên û medalên altindaryê vegeryan… Rojhilatzanê kurdî remetî, serokê para Kurdzanyê ya Înstîtûta Rohilatzanyêyî berê Xalit Çetoyêv lêkolîneke pir giranbiha li ser vî babetî kirye û pirtûkeke delal bi zimanê rûsî weşandye.
Di dîroka wê herbê da Kurda jî nave xwe nivîsîn… Lê ew dîrok bi steyrka zêr, ya Mêrxwesê Yekîtya Sovêtê Semêndê Elî Syabendov xemilî.
09. 05. 2008

NIVÎSÊN BEKO TOPGİDER YÊN BERÊ
 
BEKO TOPGİDER'IN ESKİ YAZILARI
 
    Yönetim Yeri ve Yazışma Adresi : Kurt İsmail Paşa 5. Sok. Fırat 5 Apt Kat:1 No: 2 Ofis/DİYARBAKIR   Tel: 0.412 223 89 23
    Yurtdışı Temsilciliği : Postfach: 131931, 42045 - Wuppertal/Almanya  Tel: 00 49 202 283 23 39 - Fax: 00 49 202 758 34 79