SAL / YIL          : 8
HEJMAR / SAYI : 257
TARÎX / TARiH  : 05.06.2008
 
A. Bali
Yek ji helbestvanên Kurd yê herî kevn; Baba Raxî Hemadanî

 


Di rojhilata navîn de wêjeyên herî kevn yek jî wêjeya li ser erda bi navê Kurdistan hatî navkirinî hatiye afirandin. Ew wêjeya bi devkî  ya heya pêş zayînê ji hezaran salan vir de, bi navê wêje û çanda Kurd li ser ew erda pîroz ya ji bav û kalan mayî û bi her toreyî dewlemendiya xwe di destanên Kurdî de dijî her heye! Lê wêjeya nivîskî ya bi nivîsê hatî zeftkirî ewqas ne kevn e. Ji wêjeya nivîskî nimuneyên di dest me de mayîn heya sedsala 8 an Baba Yadîgarê Şarezorî, ji sedsala 9 an Baba Raxî Hemedanî, ji sedsala 10 an Baba Tahîrê Uryan (Hemedanî) diçe. Bêguman bi lêkolînên nû bibin ew nimuneyên heyî ji wan kevntirîn jî  yê bi dest kevin. Ew nimuneyên wêjeya Kurd jî, wê dide xuyakirin ku wêjeya Kurd ji wêjeya Tirk û Ecem û Ereb jî kevntir e.
Lêkolînerên Kurd yên wek Aladîn Secadî, Refîk Hilmî, Prof. Dr. Qanadê Kurdo karê bi nave “Helbestvanên Kurd” de li ser helbestvanên Kurd yên kevn jî radiwestin. Ew lêkolînêrên hêja heya sedsala 11. an bi Baba Tahîr Hemedanî, Elî Herîrî,  di sedsala 12. an de Melayê Cizîrî mînak nîşan didin. Bi vê gotar û lêgerînê helbestvanên Kurd yên herî kevn ji wan Baba Yadîgar di sedsala 8 an de bi zaravayê Goranî, di sedsala 9 an de jî Baba Raxî Hemedanî bi zimanê Kurdî helbestên xwe nivîsîne. Di vê gotarê de ez dixwazim li ser Baba Raxî Hemedanî hinek rawestim. Helbestvan di sedsala 9 an de jiyaye û paşnavê wî hin caran wek “Hemezanî” jî hatiye nivîsîn. Zanîna me ya li ser berhema wî bi destnivîsîn hatî dîtin şunda zêdetir bûye. Berhemên wêjeya (edebiyat) Kurdî ya nivîskî yên wenda nebûyîn ji aliyê lêkolînerên beyanî yên wek Aleksandr Jaba ve nehatî bûna komkirin û nehatî bûna parastin, îro emê ji wana bê agahdar bûna. Ji bo ku Moxolên hov ciyê çûyîn hemî xirab kirine û pirtûkxaneyên wan herêman hemî şewitandine. Çavkanî navên pir nivîskarên Kurd yên wek Elî Teremoxî didin ku bi dehan navên berhemên wan hatine nivîsîn. Çi mixabin îro di destê me de ew berhemên bi nav dibin yek jimar jî nemaye. A. Jaba mînak li ser zaniyar û nivîskarê Kurd Elî Teremoxî (Teremohî) usa dide û dibêje: “Elî Teremoxî, Kurdî, Farisî û Erebî pirr baş dizanî. Di xortaniya xwe de ew li dibistanên (medrese) Bexdad, Musil û yên li navçê Behdînan û Soran de perwerde bûye. Zanîna xwe pirr pêş de birye. Paşê jî vegeriya ye gundê lê hatî dinê.
Wî li gundê xwe bi zimanê Kurdî dest bi dersdanê kiriye û zarokên Kurd bi tore, çand û bi zimanê Kurdî perwerde kirine. ‘Destura rêzimanê Kurdî’ nivîsiye û destnivisarên wê pirtûkê li seranserî medreseyên (dibistanên) Kurdistanê belav kirine û ew weku pirtûkek dersan bi salan hatiye xwendin. Ji xeynî wê bi zimanê Kurdî ’Qewlê Yekane’, ‘Moriya Yaqut’, ‘Kurêd Wetan (welad)’ û ‘Jiyîna Heqîqet Xewn’ jî nivîsîne. Lê belê heya îro ji xeynî “Rêzimana Kurdî” ya bi daxuyaniyên zimanê Erebî tenê di destê me de maye. Berhemên wî yên din jî çi mixabin wenda bûne.
Aleksandr Jaba li  navçeya Kurdistanê li Erzorumê dema baylozê (konsolos) Urus bûye û ew hînî zimanê Kurdî jî bûye. Di nav Kurdan de bi dayîn û standinên xwe, wî bêtir qedr û qîmeta xwe zêdetir kirye. Bes ne bi balyozkariya xwe, bi lêkolinerî û nivîskariya xwe jî, ew di wê dema xwe de bi nav û deng bûye.  Wî bi serokeşîrên Kurd re, bi mîr û melayan re dayîn û standinên xwe bi dostanî xurt kirine û ew pêşda birye. Ji bo vê sedemê her derî li pêşiya wî bi hêsanî vebûyîne. Ew giraniya wî ya li navçê heyî gelek berhemên dîrokî yên destnivîsîn bi dest xistine û ewna şandine bajarê Petersburgê (Leningrad). Ew berhem û çavkaniyên ji bo Kurd û Kurdistanê girîng ji aliyê pisporên Zanîngeha Petersburgê ve hatine lêkolîn û hurnêrînên zanistî li ser çêbûyîne. Ji wanan hinek hatine çapkirin û agahiya cîhanê ya zanistî li ser Kurdan zêdetir bûye. A. Jaba pirraniya çavkanî û berhemên bi dest xwexistin bi riya zanayê Kurd Mehmudê Bazîdî komkirine.
Li jor weku hatî diyarkirin berhemên wêjeya Kurdî ya nivîskî her çiqas gelek berhem ji wê wenda bûyî bin jî bi yên dest me de mayî ew dîsa jî dewlemend e. Ew baş diyar dike ku wêjeya Kurdî çiqas malava ye û ewqas jî di dîrokê de kevn e. Bûyera dîrokî ya sedsalan berê “Destana Memê Alan” ji aliyê pispor û zimanzanê Kurd Ehmedê Xanî ve hatiye keşfkirin û bi navê berhema xwe ya nav û deng “Mem û Zîn”ê de carek din bi nivîskî bedawî kirye. Ew berhema hêja ya girîng di sala 1695 an de hatiye nivîsîn. Mirov ji alîkî dikare bêje destanê Memê Alan bi bîrûbawerîyên xwe li gor ew sedsala lê jiyayî, wî ew bi zêdekirina xwe xemilandiye û bi zimanê Kurdî berhema xwe afirandiye. Ew zimanê Hozanê Kurd ya Ehmedê Xanî gelek kevn e. Ji wînî kevntirîn di sedsala 9 an de Baba Raxî Hemedanî jî bi zimanê Kurdî helbest nivîsandine û xizmeta wêjeya Kurdî kiriye. Her hozan û nivîskar di ciyê xwe de hêja ye. Xizmetên wana ji bo gelê Kurd kirî, gelê Kurd ti caran bîrnake.
Helbestên Baba Raxî Hemedanî hemî di dest me de nîn in. Ew helbestê di vê gotarê de peşkêşî we dibe hem ji bo kevniya wêjeya Kurdî, hem jî, ji bo jiyana wê demê ya di nav civata Kurd de heyî me pê agahdar dike. Naveroka destana Baba Raxî mijara xwe ji bûyerek dîrokî girtiye. Ji bo vê sedemê ye, ku girîngiya destan hîn jî di dema em tê de dijîn zêdetir dibe. Destan, li ser şerê navbeyna Kurd û Ereban yê li herêma Musilê hatiye nivîsîn.
Wê demê serokatiya Kurdan Cafer Mîr Hesenê Kurdî, serokatiya Ereban jî xalifeyê Abbasiyan El-Mutasim Bil-Lah kiriye. Di ew şerê bûyî de encam bi binketina Kurdan dawî lê tê. Di dawîlêhatina şer de, sala 841 an de Baba Raxî Hemedanî jî canê xwe ji dest dide û tê kuştin. Li gor vê tarîxê helbestvan di navbeynê dawiya sedsala 8 an û nîviyê pêşî ya sedsala 9 an de jiyaye. Ji dayîkbûna wî baş ne diyar e. Cara yekemîn li ser Baba Raxî Hemedanî, şervanê azadiyê şehîd Enwer Mayî gotara xwe ya li ser helbestvan ya di sala 1960 î de di kovara Hafîz Qazî ya bi navê “Ronahî” de diweşîne. Bi vê gotarê navê Baba Raxî têye bîhîstin û ew dikeve nav rûpelên wêjeya Kurdî. Wê demê pirtûka Raxî ya destnîvîs di destê Mayî de bûye. Enwer Mayî li ser ew destnivîsa Baba Raxî di xweşiya xwe de bi Dr. Jemal Nebez re jî dipeyîve. Enwer Mayî ne tenê li ser wêjeya Kurdî kar kirye. Ew bi karên xwe yên welatparêz jî bala dijminan kişandiye ser xwe. Ji bo vê ye, ku Baasiyên xwînrêj bi gulebarandina balafirên şer Enwer Mayî 22 ê Hezîranê 1963 an de şehîd dikin.
Ew lêkolîna Enwer Mayî ya li ser Baba Raxî destpêkîrî ku ya di nîvî de mayî, pêwîste berdewam bibe. Destnivîsa dîwana Baba Raxî ma hên heye? An jî ew wenda bû?..  Li ser Baba Raxî, birêz Dr. Kemal Fuad jî gotarek nivîsiye. Nivîskar doktoreya xwe ya zanistî li ser destnivîsên helbestvanên Kurd nivîsî bû. Li gor Kemal Fuad navê helbestvan yê rasteqîn “Babe Ruxî (Ruhî) Hemzanî” ye. Nivîskar gotara xwe ya di sala 1968 an de nivîsî de ew li ser gotine “rax” disekine û dibeje ku gotinê “rax” gotinek Îranî ye. Wateya gotinê “rax” bi wateya ferhengî “xem û xeyal, nexweşî” ye. Bi gotin ew bêjeya wek gotina Baba Tahîr e. Baba Tahîr Hemedanî jî wek Baba Raxî ji bajarê Hemedanê (Hemezanê) ye. Baba Raxî (Ruxî) û Baba Tahîr her du jî, ji mezhebê Ehl-î Haq in. Di zimanê Kurdî de tîpa “d” bi ya “z” ve pirr caran ciyê xwe diguhêrin.Yanê “Hemedanî” dibe “Hemezanî” yan jî “Hemezanî” dibe “Hemedanî.” Li Kurdistanê di nav zarava (diyalekt) û devok (zar, şiwe) an de guhartinên usa mirov pirr dibîne. Li dawiyê Hemedan û Hemezanê (-î) van gotinan dike kesên ku li wî ciyî rudinin. Yan jî yên bi navê eşîrekê usa bi nav dibin, yanê yên ji wê eşîretê. Eşîra Hemzanî beşek e, ji eşîra “Rawendî“ ye. Pirr salan li paş me ew eşîra li aliyê Tikrîtê li Iraqê ciwar bûyî bû. Lehengê Kurd yê nemir û yê li cîhanê bi nav û deng Selahaddîn Eyubî jî, ji vê eşîrê ye. Lê ji bo sedemên dîrokî Kurdan li wir barkirin û çûne ciyên din. Îro piraniya eşîra Selahaddîn Eyubî li rojavayê Urdunê dijîn. Ew navçeya îro bi navê Tikrît têye bi nav kirin di destê Ereban de maye û Kurd jê hatine dûrxistin.
Di helbestê jêr de gotina “Dasin” jî derbaz dibe. “Dasin” navê çiyayek li Kurdistanê ye. Ew çiya beşek e ji “Çiyayê Şengalê”. Îro li vê navçeyê Kurdên Êzdî lê dijîn. Ew şerê di helbest de peşanî dibe li wî ciyî qewimiye. Şerên di navbeynê Ereb û Kurdan de pêk hatî ji bo erdê hev û du zeftkirinê bûyîne. Ew ciyên Kurd bi hezaran salan vir de lê dijîn ji aliyê çandî ve (kultur) navendek gelek dewlemend e. Ji bo vê jî pirr hozan, helbestvan, çîrokbjêjên Kurd li vê navçê jiyane. Ji bo vê jî mînakên wêjeya Kurdî yên kevn bi nivîskî heya sedsala 7 an diçin.
Wêjeya Kurd li ser xaka Kurdistanê wek xezine ye. Mirov çiqas wê bikolîne, mejûyê wê jî ewqas kevnar dibe. Şahristaniya cîhanê cara yekem li ser erda jêr û jora Mezopotamyayê belav bûye. Gelên cîhanê ji wê şahristaniyê pirr tişt girtine û pê ferbûyîne. Li ser ew erdê dewlemend Kurd her hebûne û heya roja îro jî li wir dijîn. Pirr dewlet li ser wê erdê ava bûne û çûne!.. Lê li ser xaka Kurdistanê tucaran Kurd wenda nebûne. Kurdan di bin nîrên zordaran de ziman û hebûna xwe her tim parastine heya roja îro! Ew helbesta ji aliyê Baba Raxî Hemedanî ve di sedsala 9 an de hatiye nivîsîn. Di ser nivîsîna wê re ewqas dem boriye. Lê belê wek Kurdiya îro mirov ji zimanê wê jê baş fehmdike. Di zimanên gelên cînarên Kurdan de nivîsek ewqas kevn bi zimanê wana ya rojane mirov nikane hevberkî (miqayese) hev bike. Di navbeyna wan de weku ferxa navbeynê du zimanan de heyî, ferx heye. Kurdî ne usa ye. Zimanê Kurdî bi xeml û rewş e û bi ew zirûfa xwe jî gelek şîrîn û xweş e!.. Zimanê Kurdî di beyta Feqî de hêja ye, di sewta Xanî de bi awaz û naz e. Di mejûyê herî kevn de dibiriqe û çirûsk dide heya roja îro!.. Bingeha zimanê Kurdî xurt û zexm e. Ji bo vê ye ku heya roja îro zimanê Kurdî li ser piyan maye. Gotin ne hewce ye. Ew helbesta Baba Raxi Hemedanî ya ku di sedsala 9 an de hatî nivîsîn, nimuneyek gelek balkêş e…
 
KURÊD DASİN
Kimedi xwe li meydane bibezîne,
Debanî xwe tu ji wir da daweşîne.
Bi dengekî zincewî li dijmin bike qîr,
Bê bakî xwe li nav wan da bihêjîne.
Kurêd Dasin wekî Rustem li pey
Te li bejna wan zirê komzirênê
Bi rûmet da bijîn (Cafer)hemû dem,
Ne ku serşor bidim û dil xwîne.
Mirin şîrîntir e, ji binyatî û dîl.
Bihamê xoştir e, ji mana ziwînê.
Kurêd Dasin bi hevra werne qadî,
Ku qada ceng ji me ra şad û şîrîn e.
Li pey Cafer biholin tev wekû şêr,
Metirsin boşiya dijmin çu nîn e.
Ji mêjva em dinalin leş birîndar,
We dijmin bi nalîn me her kenîn e.
Bi hezaran keftine zindan ji Dasin,
Serek û rêber gîş tê da rizîne.
Jin û zaro ji me standin bi zor,
Kuştin xort û lawa ser birrîne!
Hezar wek Babê Rax keftin li ser ax,
Ji birçî û ziwirî bi tevra mirin e.

Çavkanî:
Bi dev gotin û gotarên kevn yên Enwer Mayî.
Ji hevpeyvîna Mamhoste Dr. Jemal Nebez
Kurdische Handschriften, Dr.Kemal Fuad
Antolojiya Helbestvanên Kurd,

NIVÎSÊN A. BALİ YÊN BERÊ
 
A. BALİ'İN ESKİ YAZILARI
 
    Yönetim Yeri ve Yazışma Adresi : Kurt İsmail Paşa 5. Sok. Fırat 5 Apt Kat:1 No: 2 Ofis/DİYARBAKIR   Tel: 0.412 223 89 23
    Yurtdışı Temsilciliği : Postfach: 131931, 42045 - Wuppertal/Almanya  Tel: 00 49 202 283 23 39 - Fax: 00 49 202 758 34 79