|
Rewþ û Girîngiya Avê Ehmedê Dirihî
Qiralekî Seylanîyan 3500 sal Beriya Îsa, li ser kêlika gorra xwe wiha daye nivîsandin: "Her dilopa ku dibare, heta xizmeta mirovahiyê nekiribe, nehêlin ku biçe behrê!" Ba, av, ax û agir. Ev her çar made tiþtên bingehîn ên jiyanê ne, ku þaîrê me yî navdar Feqîyê Teyran di helbesta xwe ya "Ey Avê Av" de jî wisa dibêje: "Zahir kirin çar bakîre Ba û av û ax û agir e Heywan hemû jê çêkire Dar û nebat û kiswetê." PIRSGIREKA AVA DINÊ Îro gelek welatên dinê bi kêmaniya avê re rû bi rû ne. Zêdebûyina nifusê, pirsgirekên fînansmanî û þûnewarî, muþkuleyên avê sal bi salê bêtir zêde dikin. Di vê sedsala dawîyê de nifusa dinê sê qat, xerckirina avê jî heft qat zêde bûye. Welatên dinê problemên avê ku wê di sedsala peþîya me de rast bên, nikarin tenê bi zêdekirina avê jê re çare bibînin. Ji alîyekî zêdekirina avê, polîtîkaya qontrolkirina avê û ji aliyê din ve jî qalîteya avê, divê ku bêne durustkirin. Li seranserî dinê qirêjayî, guhêrtinên hewa (atmosfer), îsraf û polîtîkaya avê têrê nakin, ku qalîte û mîqdara ava ku tê þixulandin biparêzin. Av, bere bere kêm û qirêj dibin. Îro roj, li gor raporên NY, di salekê de 200 mîlyon mirov ji ber qirêjbûyîna avê nexweþ dikevin. 2 milyon û 2 sedhezar kes jî dimirin. Li salên 2050an de wê nufûsa dinê bigihê 9.3 milyarî. Wê di 60 welatan de 7 milyar mirov bi kêmaniya avê re rû bi rû bimînin. NY, me pê dihesîne ku wê Çavkaniyên Xwezayî yên Avê kêmtir bibin, bigihên
sinora qedandinê. Di navbera miletan de wê li ser parvenekirina avê lihevnekirin
derkevin û bigihên dereceya þer û pevçûnan. Ji bo çareserîya viya, divê
ku bo tesîsên avê her sal 50-100 mîlyar & bên raxistin. ROJA AVA DINÊ Sala 1977 de ‘Konferansa Avê’ li Mar Del Plata civiya. Ev gava pêþî bû. Li Dublînê 1992 de ‘Konferansa Avê û Hawirdorê ya Navneteweyî’ çêbû. Bo pêþvebirin û îdareya avê plançêkiran, qerardanan û kesên ku avê xerc dikin, di vê xebatê de cihê xwe girtin. Di sala 1992 de NY di ‘Konferansa Pêþveçûyîn û Cîwarî’ de ava xwarinê anîn rojevê. Lijneya Giþtî ya NY, di civîna 22 Sibata 1993 de "22 Adarê", wek "Roja Ava Dinê" îlan kir. NY her sal li ser parastin û pêþvebirina av û çeman temayan diyar dike û ji bo organîzasyonan jî stratejîyan nîþan dide ku di vê rojê de: * Li ser Problemên ava xwarinê bisekinin. * Li ser giringîdayin û parastina av û çeman gelê xwe hiþyar bikin. * Hukûmet, ajansên navnetewî, sektorên xusûsî, sazî û organîzasyonên sivîl, bi hev re tê de cî bigrin û di navbera xwe de karên xwe parve bikin. * Li medyayê bernameyên perwerdeyî yên çanda avê saz bikin. * Girîngîyê bidin xwendekar û ciwanan. *Ji bo pêþvebirin û parastina av û çeman konferans, semîner û sempozyuman saz bikin. * Ji bo pêhesandina xelkê piromosyonan belav bikin.
1997 – Li Maracheyê ‘Foruma Ava Dinê ya Yekemîn’ hate lidarxistin. 2000 – Li Parîsê ‘Programa Nirxandina Ava Dinê ’ hate amadekirin. 2000 – Li Laheyê ‘Foruma Ava Dinê ya Duyemîn’ hate lidarxistin. 2003 - "Sala Ava Xwarinê ya Navnetewî" di hefteya (16 - 23 Adar) de tê pîrozkirin. 2003 - NY "Rapora Pêþveçûyînê û Ava Dinê" amade kir û ‘Foruma Ava Dinê ya Sêyemîn’ ku sê li bajarên Japonyayê saz bûbûn, dane belavkirin. Di van salên dawî de roja ava dinê, konseya ava dinê, foruma ava dinê, sala ava vexwarinê ya dinê… Li pey hev komeleyên bi vî awayî ava dibin. Komcivîn çêdibin û qerar têne girtin ku ji pirsa ava dinê re çareseriyan bibînin. NY bala me dikþîne ku li Rojhilata Navîn, ji Dîjle û Feratî bigrin, li Amerîkayê ji robara Colorado heta em bigihîjin Nîla Afrîqayê, li ser heqê av û çeman lihevnekirin di navbera dewletan de bûye gelemþeyek û dijminatî çêdibin. Roj bi roj jî zêdetir dibin. Behsa avê bûye mijareke sereke, rojeva rayagiþtî ya dinê û teþkîlatên navnetewî. Cara pêþî ye ku me jî xwest îsal li serbajarê xwe Dîyarbekir di derbarê çanda ava xwe de semînerekê bidin. Ez di vê xebata xwe de nû pê hesîyam ku di ferhenga Kurdî de navê robar, çem û golên me tê de tune (nîn e) ne. Em hê jî navê av û çemên xwe nizanin! Berî her tiþtî emê av û çemên xwe nas bikin, piþt re li ser vana heqên xwe hîn bibin û di dawîyê de jî bikaribin ji av û çemên xwe re xwedîtîyê bikin û biparêzin. TEMAYÊN ROJA AVA DINÊ 1994 Caring for our water resources is everyone’s business: (Giranê pawitiþê awe dayîþ, gureyê her kesî yo Girîngî pê dana av û çeman, karê her kesî ye) 1995 Women and Water: (Cinî û awe Jin û av) 1996 Water for Thirsty Cities: (Seba bajaranê teyþanan awe Ji bo bajarên tîmayî av) 1997 The World’s Water:Is There Enough?: (Awa dinya : Gelo bes a? Ava dinê : Gelo bes e?) 1998 Groundwater - the Invisible Resource: (Awa binerdî - Çimeyo nêasaye Ava binerdê (Karêz)- Çavkanîyê nexuyayî) 1999 Everyone Lives Downstream: (Her kes binê awe de cuyeno Herkes li biniya avê dijî) 2000 Water for the 21st Century: (Seba seserra 21. awe Ji bo sedsala 21. av) 2001 Water and Health: (Awe û tenduristîyê Av û tenduristî) 2002 Water for Development: (Seba averþîyayîþî awe Ji bo pêþveçûnê av) 2003 Water for the Future: (Demo ameyox de awe Ji bo paþerojê av) 2004 Water and Disasters: (Aw û afat Av û afat ) AVA DINÊ Li dinê 1 360 milyon km3 av hene. Ji vê avê %95,5 ava þor e, %2,2 ava çîyayê qeþayê (aysberg) ye, %2,3 ava þîrîn e. Potansîyela ava dinê ku dikeve dest 42 hezar km3/sal e. Serê mirovî 7342 m3 av dikeve. Brezilya xwedîyê %12,3 vê avê ye. Ya duyemîn bi %10,2 Rusya ye. Av êdî bûye nîþaneyeke dewlemendî û medeniyetê. Li gor pîvanên navnetewî: Welatê ku xwedîyê ava 10 000 m3/kes/sal > zêdetir be, ‘Dewlemendê avê’ ye. Ewê ku xwedîyê 3 000 < av < 10 000 m3/kes/sal be, ava wî ‘Besbûyî’ ye. Ewê ku xwedîyê 1 000 < av < 3000 m3/kes/sal be, ava wî ‘Qîm nake’ tê hesibandin. Ewê ku xwedîyê ava < 1 000 m3/kes/sal re kêmtir be, wek ‘Feqîrê avê’ tê binavkirin. Li Tirkîyê serê mirovî 1642 m3 av dikeve. Yanî ava Tirkîyê qîm nake. Li gor rapora Unescoyê, Finlanda, xwedîyê ava xwarinê ya herî xweþ e. Piþt re Kanada û Zelandaya Nû tên. Tirkîye di rêza 45. de cih digre. Ava herî qirêj jî, ya Belçîkayê ye.
Ji berê hetanî îro li Rojhilata Navîn pirsgireka avê li ser þixulandina wê þer derdiketine. Wisa dixuye ku di paþerojê de pirsgireka kêmanîya avê wê cihê petrolê bigre. Îro Tirkîye, Lubnan û Iraq ne tê de, li tevayî welatên dinê kêmanîya avê heye. Di sêgoþeya Baþûrê Lubnan, Israîl û Urdunê de av tu car qîm nake. Ji av û çeman yên herî girîng royên Ferat, Dîjle û Urdunê nê. Her sê
robar jî di sinorê dewletan re derbas dibin. Avên Ku Di Sînoran Re Derbas Dibin Di Huqûqa Navnetewi de jibo ev cûre avan 4 dîtinên esasî hene. Her welat av û çemên ku di erdê wan re derdikevin, çawa bixwazin dikarin wiha bikar bînin. "Serdestîya Mutleq" Av û çem parçeyên welatî ne. Welatên ku li seriya avê ne, nikarin mîqdar û wesfa avê biguherînin. "Temamîya Wareyî" Warên av û çeman, qada þilayîyê, mîqdara avê, bikaranîna avê, hewceyiya pêþvebirinê, þertên ekonomîk û sosyal, teserrufa av û tevî þertên din tînin ber çavan. Di parvekirina avê de tiþtê girîng ew e, ku tu zirar nadî welatên din: "Biheq û Maqultî Fêde Dîtin" Divê sînorên dewletan bigrin ber çav. Di temamîya averêjê de ji av û çeman pir baþ feydedîtin esas e. "Temamîya Averêjê" Tirkîye hem "Serdestîya Mutleq" dixwaze hem jî, ji "Biheq û Maqultî Feydedîtinê" re qayîl e. Çavkanîyên Çemê Xabûrî ku milê Feratî ne, ava xwe ji binerdê Deþta Serê Kanîyê digrin. Sûrîye ji bo viya naxwaze ku vê ava binerdî bête kiþandin. ÇARESERÎ Welatên ku ava wan zaf kêm e, divê; Avên xwe bi dîqet û randiman bikar bînin. Þûnewarîyên av û çeman û hawirdora wan biparezin. Pêþî lê bigrin ku av qirêj nebin. Di ava avdanîyê de ji îsrafê dûr bimînin. Giringî pê bidin ku parav û averêjan bikaribin parzûn bikin û cardin bidin avdanê. Li ser Ava deryayan bixebitin, heke ekonomîk be, safî bikin û bidin avdanê Sîstem û metodên avdanê pêþ ve bibin. BIKARANÎNA AVÊ Avdan (%70) Endustrî ( % 23 ) Xwarinî (%7) Sal bi sal, para bikaranîna ava avdanê kêm dibe, ava xwarinê û endustrîyê zêde dibin.
Ava ku ji nebatan re hewce ye, lêbelê bi rêyên tabîî peydakirinê de kêm dimîne; metod û sîstemên ku cih û qada avdanê, li gor îmkanên teknîkî û maddî ji her parselê re rêya avdan û avrêjnî çêkirin û gihîþtina rehên nebatan e. Metodên Avdanê: Rûxarkî / Serrûkî Reqiþandin / Pizrûkî Çilkin / Dilopkî Cêrerdkî Awdayîþ / Jêrerdkî Avdan
Heke avê bi qasê hewceyîya nebatê zêdetir bidinê, av dinisile kûrahîyê û avzêm bilind dibe, axa rûyê erdê diherike diçe û xafikê axê tijî dibin, rehê nebatan bêhewa dimînin.
Av bîlasebeb tune dibe. Avzêm bilind dibe, ber(mehsul)dayîn kêm dibe. Ax bi avê re diherîke, winda dibe û maddeyên ku ji bo nebatan hewce ne, kêmtir dibin. Rehê nebatan di nav avê de bêhewa dimînin û jê nexweþî peyda dibin. Ava zêde ya ku dinisile, wesfa axê xira dike. Ax dibe þorax. Sebebên Wê Ji zêdetirî hînbûyînê avdan. Topografyaya zevîyan xirab e. Zevî belavbûyî û perçe perçe ne. Heqê avê belaþ yan jî erzan e. Ava avdanê, rast nayê pîvandin. Tesîsên avê kêm in yan jî qîm nakin. Dev ji metodên berê û kevn nehatiye berdan. POLÎTÎKAYA AVÊ Îdareya Avê: Îdareya çavkanîyên avê divê merkezî nebin. Ên ku avê bikar tînin, tev bi hev re qerar bidin û av û çeman biþixulînin. Heqê Avê: Belaþ e, erzan e, yan jî buhayê avê ye. Qalîteya Avê: Li gor paqijîyê, zelalîyê, bêrengîyê, bêbêhnîyê û hwd : Ava biqalîte, hinek qirêj in, qirêj in û zaf qirêj in. Tahsîsa Avê: Di navbera warên avê de tahsîs kirin. Sektorên avdanê herî zêde avê xerc dikin. Lêbelê roj bi roj, hewceyîya ava xwarinê û ya endustrîyê bêtir zêde dibe.
Barîna salê 642,6 mm, yan 501 milyar m3/sal e. 274 mîlyar m3 av helm dibin. 41 mîlyar m3 av dinesile kûrahîyê. 186 mîlyar m3 av jî diherike. Ji 208 milyar m3 avê, serê mirovî 3126 m3 dikeve. Ava Tirkîyê ku dikare bête bikaranîn, 98 mîlyar m3 ava sererdê, 12 mîlyar m3 jî ava binerdî, tev 110 mîlyar m3 e. Serê mirovî 1642 m3 av dikeve. Li nav 140 devletan de yê 72 mîn e. Ji 40 mîlyar m3 avê, 30 milyar m3 ji avdanê re, 5.8 milyar m3 ji xwarinê re û 4.2 milyar m3 jî ji endustrîyê re serf dibe. Erazîyên çandinîya Tirkîyê tev 28.05 milyon ha’ in. Ewên ku bi ekonomîk bêne avdanê 8.5 milyon ha’ ne. Ji wan 4.8 mîlyon ha erd, niha tên avdanê.
ANADOLÎYÊ (PRA-GAP) Projeya ava Dîjle û Jêrê Feratî ye. Heke ev proje temam bibe 1,7 mîlyon ha erd wê bêne avdanê û 27 milyar KWs enerjî bête hilberandin. Di Projeyê de 22 bendav û 19 SHE (Santralê Hîdro Elektrîkî) hene. 11 bendav û 7 SHE temam bûnê, bi vana 214 000 ha erd têne avdanê. Projeya enerjîyê % 80 temam bûne, lêbelê ji projeyên avdanê tenê %13 bûne temam. Enerjîya Hîdro Elektrîkê ya bendava Bavê Reþ (1996) 10,4 mîlyar KWs Piþtî avdanê, li Deþta Herranê avzêm bûye bilind, axa deþtê sal bi sal bêtir dibe þorax û þorreyin. Ji ber ku avrêjna deþtê tam naherike, naçe dervayî deþtê, bere bere li jêrî deþtê dibe gol. Lêbelê niha hinek kes dibêjin ku "Cenan ji nezaniya xwe zêde avê xerc dikin, ji ber viya li deþtê þoraxî peyda bûye." (Nezanên me jî, van gotinan diþidînin!…) Li Deþta Dîyarbekirê bi tesîsên avdanê niha nêzî 10 000 ha erd tên avdanê. Li vira erozyon ewqas bûye zêde ku nayê gotinê! Li gor pîvanan ji niha ve, her sal 17 000 ton ax bi avê re diherike û diçe. Li Deþta Çinarê tebeqeya axa serî tev çûye, tebeqeya binî ya biçaqil tenê maye. Heke tebeqeya serî biçe, ev ax êdî mehsulên xwe pir kêmtir dide. Em bibêjîn projeya Dîjleyê temam bibe, 800 000 ha erd tên avdanê. Li gor vî hesabî, bi tenê ji vê herêmê her sal wê 1 360 000 ton ax bi ava avdanê re biherike û here. Em dixwazin ku zeviyên me avî bin, lê axa me ji destê me diçe, haya me ji binî ve jê tune ye! Gotina peþîyan e, " Çû bigre heyfê bavê, da ser çîyê dayê." Çare çî ye? Ev mesele meseleyeke dûdirêj e, behsa semînerêke din e.
Li Tirkîyê bikaranîna ava royên Ferat û Dîjleyê ku ji gola bendavan dibe helm, didin avdanê, bi avrêjnê re vedigerin, welatên biniya avê xistine nav taswasê. PRA (GAP) ji ber vê yekê ji hêla sîyasî ve jî bûye problemeke sereke. Ji bo çareserîyê li Zanîngeha Hacettepeyê ‘Navenda Lêgerîna Stratejîk û Hîdroplîtîk’ hatîye damezrandin. AVERÊJÊN ME Averêja Feratî 35 milyar m3/sal Averêja Dîjleyê 50 milyar m3/sal Averêja Erezê 4,5 milyar m3/sal Averêja Gola Wanê 2,4 milyar m3/sal GOLÊN ME YÊN TEBÎÎ Gola Masî, Gola Xaçê, Gola Çildirê, Gola Arçaxê, Gola Hezarê, Gola Nazîkê, Gola Nemrudê, Gola Wanê
Pîrozkirina Roja Ava Dinê ya îsal (Av û Afat), di koordînasyona sazîyên UNISDR û WMO de hate damezrandin. AFAT: Hiþkayî Di çandinîya me de, heke sal þilî derbas bibe baþ e. Salên ku hiþkayî bibe, em bibêjîn mîna Çola Dîyarbekirê, Deþta Serêkanîyê yan jî li Berrîya Mêrdînê zad heb nagrin. Ji ber ku çandinîya me, hê jî girêdayî rewþa hewayî ye, lewma jî kîjan sal hiþkayî be, ew sal ji bo gelê me afat e, felaket e. Qirêjayî Di sala 1995an de Kargeha Ava Dewletê (DSI) xwestibû ku ava Bendava Gola Devê ji bo xwarinê bîne bajar. 1996 de Greenpeace Mediterraneanê me pê da hesandin ku þîrketa NV Turkse Shell, li cîwara Dîyarbekirê di akîferê (tebeqeyê ku ava binerdî tê de hene) li Mîdyadê de efareya petrolê deþarj kiriye û pê re jî avê qirêj kirine, herimandine. Ev av ji alîyê Dîyarbekirê ve 18.7 km diherike û tê. Li gor pîvanan, ava hetikandî gihiþtîye 1 252 000 000 m3. Di nav vê avê de hîdroklor ewqas zêde bûye ku (10 ppm), êdî nayê vexwarin. KAD jî, ji bendava Dîjleyê avê anîye, gihandiye bajêr. Ava petrolê hê jî ava binerdî ya Dîyarbekirê dihetikîne. Rojek berî rojan qirêjbûyîna vê avê divê ku bête taqîbkirin, qontrolkirin û paqijkirin. Xebata petrolderxistinê ya þîrketa NV Turkse Shell li herêma Dîyarbekirê de qurf dixe dilê mirov. Eþkera ye ku li vir gelê me bi talûkeyeke pir mezin re rû bi rû ye. Lehî Di zivistana 1926-1927 de ava çemê Dîjleyê ewqas zêde bûye, rabûye ku bûye afat, li rojhilatê perava Dîjleyê bajarê Elmedîna di bin lehî de maye û bajar ji binî ve xera bûye. Dû re, gundê Êlîhê bûye qeza û piþt re bûye bajarê Batmanê. Lêbelê niha piraniya gelê Batmanê bi xwe ji vê afatê û hebûna bajarê Elmedîna bêxeber in. Çima? Çi heyf e ku mîna tiþtên din, afatên me jî nehatine nivîsandin. Afatên avê yên herî mezin tofan in. Mîna tofana Nuh Pêxemberî.
Xwarinê Warên Parastinî 0-300 m Warê Mutleq : Di vê qadê de divê qet destûr nedin ku awahî çêbibin. 300- 1000 m Warê Mesafeya Nêzîk: Di vê qadê de banên yekta ku ji bo feydeya rayagiþtî yan jî turîzmê destûr didin. Li vir bi tenê bo çandinîya bêgubre û derman destûr tê dayin. 1000-2000 m Warê Mesafeya Normal: Di vê qadê de bo sanayî û îskanê destûr nayê dayin. Bi tenê ji bo avakirina rez, seyrangeh yan jî þahî û turîzmê destûr tê dayin. 2000 m< Warê Mesafeya Dûr : Qada ku ava rezervuarî tê de tê ser hev. Li wî warî jî sazîyên sanayî ku avê qirêj dikin, destûr bo çêkirina wan nayê dayin. Digel vê yekê li Dîyarbekir 50 m dûrî perava Dîjleyê ji vir ta sîh sal berê fabrîqeya þîr û yem ava bûye. Hê îsal jî 300 m li dûrî vê robara me bayîya petrolê ava bûye. Kê bi çi mafî û çawa destûr daye vana? Divê em pê bihesin û bikaribin hesabê vê yekê ji wan bipirsin.
Ava Hemrawatê ewqas xweþ bûye ku ji Padîþahên Osmanîyan Delî Îbrahîm, her tim vê avê bo Stenbolê daye anîn û vexwariye. Li Dîyarbekirê berî Îdareya Waqifan sala 1935 de þebekeya avê ava dikin. Di sala 1972an de Bankaya Bajaran (Ýller Bankasý) ava Hemrawatê gihandiye bajêr. Di sala 1982 de KAD ji 8 bîrên avê, 1986 de ji 12 bîrên din avê dane ser xeta mezin. Kanîya Enzelê, Hundirê Bedenê, Alî Pinar û ji bîrên mehellî jî avê derxistine. Ev çavkanîyên ku qîm nekirine, KAD li gor hewcedarîya sala 2030, ji Hezîrana 2001ê û vir de ji Bendava Dîjleyê bi pompayê ji 10 km bakurê bajêr ve 2m3/s avê dide. Ev av li Girê Mastfiroþ parzûn dibe (255 000 m3/roj) û tê serbajarê me.
Gend û gemara malan û endustrîyê, efareya çandînîyê û petrolê, parava bajar û navçeyan. Qirêjîya Dîjleyê Hetanî Dîyarbekirê Deþarja Sazîya Sifirê ya Madenê, Parava navçeyên Pîran, Gêl, Maden, Erxenî û Dîyarbekirê, Deþarja Garnizona Eskerî Ya Bîlgeyê (Bilge Kýþlasý), Deþarja warên Petrolê Avrêjna ku dirije ser Robarê Dîjleyê. Li gor têgihaþtina min, bo ava vexwarinê ya Dîyarbekir, ava Birkleynê ya herî xweþ û pak e. Heke vê avê bigihîjinin me, problemên me yên ava vexwarinê namînin.
Berî Keban, Samsat, Nevala Çorî, Zeugma, Xalfetî hwd, di bin ava bendavan de man. Hinek bi temamî ji holê rabûn, hinek jî bi qismî ji holê rabûn. Niha jî dor hatiye Gelîyê Mûnzûrî, Heskîf, Gelîyê Zê…. 42 000 ha erd di navbera Mamekî û Pulumûrîyê de li sala 1971êyî wek Parqa Millî hate îlankirin. Li gor UNESCOyê ev parq ji alî îlmî ve jî gelekî estetîk û îstîsnayî ye. Li raserî Geliyê Mûnzûrê pirojeya 8 bendavan heye. Ji vana Bendava Uzunçayirê ava bûye jî. Dêrsîmîyan di nav xwe de "Înisiyatîfa Dêrsîmê" danîne. Her sal di demsala havînê de festîval dadimezrînin, tên ba hev û diqîrin, dibêjîn "Dest Meavêjin Mûnzûrê Me!" Divê ku em tev bi hev re bibêjin, "Dest Meavêjin Mûnzûrê Me!" Ji bo mozaîkên bendava Bêrecûgê û Zeugmayê, di sala 2000 de nivîsek di rojnameya Newyork Timesê de derket. Piþt re jî, eleqe û reaksîyonên enternasyonalî ketin rojevê. Fermandarê Îskenderê Nîkator li ser ava Feratî bajarek ava kiriye û pirek jî daniye ser çemî. Qedera Zeugmayê êdî her tim pirbûyin bû, bihur bû… Mozaîk, hêkel û mîmarîyên ku ji kevirên Feratî çêbûne, bûne pira kultur û hunerê. Niha piranîya wan mozaîkan, li bin gola Bendava Bêrecûgê man. Ewên ku derxistin jî, niha dixwazin ji Dîlokê birevînin bibin muzeyên Stenbolê. Komela OMI di 14ê Hezîrana 2002yan de, li ser behsa "Bendav û Cîwarê" forum û panel çêkirine û bi hev re qerar dane ku "Heke em naxwazin di paþeroja xwe de bênasname û di tarîyê de bijîn, em mecbûr in ku li ser cihên bendavan dîsa bisekinin." Þaredarê Kebanê çil sal bi þûn de, hîn nû bi xwe hesîyaye û dibêje, "Bendava Kebanê erdê me tev di bin golê de hiþt, navçeya me niha li nav du çîyan þilfîtazî maye. Em heqê navê xwe dixwazin. Heke hewce be, emê serî li rêyên huqûqî jî bidin…"
DI EDEBÎYATA KURDÎ DE AV Feqîyê Teyran: (Ey Avê Av) Cegerxwîn û Þivan Perwer: (Ey Xabûr Xabûr-Ey Ferat Ferat) Roþan Lezgîn: Di çîroka "Dîyarbekir Seranser Eþq" de Dîjleyê wisa taswîr dike: "Çemê Dîjleyê barîk, bi naz û nazenînî ji Þikefta Birqlênê, ew þikefta ku kilîta deriyê wê di nav lêvên Xoceyê Xizir de ye, ji hembêza çiyayan za; ji bihuþtê za. Di pey Çiyayê Sadulkafê re; warê fîrarên bajarê Deqyanos re fetl da xwe û di nav Bexçeyê Adenê re lef bi lef, fetl bi fetl geriya û ber bi germistanan ve herikî. Dîjle: Keça bihuþtê; delala Bexçeyê Adenê. Hemû çiyayên Kurdistanê dil berdane Dîjleyê. Di nav hemû çiyayan de Çiyayê Qerejdaxê xwe gihandiye ber Dîjleyê. Çiyayê Qerejdaxê: Çiyayê esmer. Dema ku çav berdaye Dîjle, heþ û aqil di serî de nemaye. (Êê... Ev hezkirin e. Ev sewda ye, evîn e. Tu car jî mirov nizane kengî û wê li kû aj bide. Mînanî çayira biharê ye, di nav kevir de jî zîl dide...) Erê. Qerejdaxî nihêriye. Ji dil nihêriye. Dîjle pêl bi pêl herikiye û Qerejdaxî ji kezeba þewitî mêze kiriye. De hadê! Cardin, cardin binihêre! Û nihêrî. Awir wisa kûr kûr li hev lefiyan. Dengê þaîr dûr bû... Dûr bû, çû piþt çiyayan. Mîna ku ava Çemê Muradê di çileya zivistanê de di bin qeþayê re biherike. Mîna ku bi bayê biharê re ku pêl bi pêl geh nêzîk be û geh dûr bibe, wisa, bi teqlan xwe digihand guhan. Di nav qelebalixa eywanê de awiran hevûdin qefaltibûn. Mîna Qerejdax û Dîjleyê. Qerejdax agir bi dil ketiye; þewitiye. Kel daye û volkan bi volkan teqiyaye. Dîjle herikiye, laser bi laser; kef ketiye ser. Tevayî agirê dilê Qerejdax ber bi Dîjleyê ve herikiye; gêj, har. Û Dîjleyê Qerejdaxî kiriye hembêza xwe. Xwe li dor agirê dilê Qerejdaxî pêçaye; agir kiriye hembêza xwe, pêl bi pêl, kef bi kef agir misandiye. Û Qerejdax ava Dîjleyê vexwariye, bi hinavekî þewitî. Qerejdax sar bûye, di hembêza Dîjleyê de bi xew ve çûye û Dîjle bêdeng herikiye. Agirê dilê Qerejdax di nav kefa pêlên ava Dîjleyê de bûye kevir; esmer. Ev bajarê qedîm: Diyarbekir. Diyarbekir seranser bi wan keviran lê bûye; kefa pêlên ava Dîjleyê û
agirê dilê Qerejdaxî. Di nav kevirên dîwarên vî bajarî de eþq heye, sewda
û evîn heye, hezkirin heye. Kuçe bi kuçe, xanî bi xanî, beden bi beden,
birc bi birc eþq heye di nav vî bajarî de. Ji her derê vî bajarî bêhna
eþq û sewda û evînê tê." Efsaneyên Avê: "Þivan û Mizûr", "Birkleyn û Dîjle", "Feqîyê Teyran û Çemê Botan…" Di Îdyom û Gotinên Pêþîyên Kurdan de Av Awê ma nêþina pêser (Ava me di cokê de nare). Awe kewta þiqoqe (Av ketîye þiqoqê). Awe adir ro kerdiþ. Awe fek de þîyayîþ. Awe pey ra çirod kerdiþ. Awe … qîyame (acor) þîyayîþ. Awa arêyî birrîyayîþ. Ava hêdî, me eceb jê dî. Çem û çem awe de þîyayîþ. Gonî nêbena awe (Xwîn nabe av). Mêr çem e, jin gol e. Royê kiçik lê herikî, ji avê mezin lê sekinî çêtir e. Xebera vaye, vaye ser a dîyena. Gelê Beþdaran ! Wek we ji gotinên me fam kiribe, mînanî her tiþtî em di pirsgireka avê de jî peya mane. Li her cihê dinê bi hezaran mirovên zana tên ba hev, pirsgirekên ava dinê didin ber hev, miþawire dikin. Li çareyan digerin û dibînin. Lêbelê gelê me hê jî navê av û çemên xwe nizane. Zanayên me, enstîtuyên me li ku ne?!... Xelkê dest avêtîye petrola me þêlandiye, hem jî ava me ya binerdî hetikandine. Êdî nayê vexwarin. Sibe jî heke em zû bi xwe nehesin, hiþyar nebin, dest davêjîn ava Dîjle û Feratî jî, ji destê me digrin dibin, diherimînin û dihetikînin. Me dixapînin û dibêjin, "Em erdê we avî dikin!…" Em jî pê þad dibin. Li ser çemên me bendavan ava dikin, erdên me bi tarîxa me ve di bin ava golan de winda dikin, elektrîka me diþêlînin û dibin. Bajarê Samsatê, Newala Çorê li ku ne? Baþ bû ku Newyork Timesê di nivîsa xwe de, eserên Zeugmayê (Xirabeyên Belqisê) bi me da hesandin, an na, hê jî em hay jê nedibûn. Heke em dest bi xwe nekin, xwedî li hêjahîyên xwe dernakevin, kes guh nade qada SÎTê, li ser Gelîyê Mûnzûrî wê her 8 bendavan jî girê bidin. Ji wê û bi þûn de dor tê ser Heskîf, Gelîyê Zê û Jorê Feratî jî. Êdî wê wextê ha bibêjin ha bibêjin, xwedîyê avê em in!…
Ava xwe nas bikin! Heq û huqûqê avê hîn bibin! Avê îsraf mekin! Dest bidin projeyên av û çeman! Cîwara av û çemên xwe biparêzin! Xwedîyê erd û ava xwe bin! |
||||||
|
||||||