-Kurmancî-
Çi zimanê ko folklor û tore têde fireh û mezin bûne, ew ziman, zar, þîwe ji zimanên mezin têne jimartin. Her wekû pêþveçûna dezgeh û jîna civakî jî, yek ji van tiþtan e, ko ziman pêþve dibin û fireh dikin. Lê ji ber ko, em, niha di dabaþa folklor da ne, dixwazin vê dabaþê bidin xuyakirin. Di vê meydanê de zimanê kurdî - zarê kurmancî- gelek dewlemend û mazin û payedare. Ji her nifþî helbeste, lawik, heyran, istiran, serpêhati, çîrok û lîztik dagirtîye. Kurd ji bîçûkayî de, zarokên xwe hînî van tiþtan dikin. Hê di pêçekê de, dê, ji wan re dilorênî û dîrok, istiran û çîrokan dibêjî. Di bere dinawirênî ji lewra çawa çavê xwe vedikin û zimanê xwe digerînin, dest bi rist û hûnan û istiranan dikin û bi her tiþtî dilîzin û di þevbiwêrkên xwe de hînî van tiþtan dibin. Ji lewra dibênin, ko zarokên Kurd xudriste, hozan û hiþyarin, dengbêj û çîrokvanin. Lî pir cihê axîne, ko heta Sedê Bîsta jî, tiþtekî hêja di vê meydanê de nehatîye çêkirin, nehatîye nivîsandin û belavkirin. Belkî jî, nehatîye bîra kesî, ko berê xwe bidin vî karî û karekî bi rûmet ji welat û gelê xwe re bikî. Tenê di vî Sedê Bîtsem de çend niviþt bi zarê kurmancî li Ermenîstana Soviyatî hatine belavkirin. Çawa, kol i nav kurdî Ýraqê zarê soranî jî destek neviþtên hêja hatine çapkirin. Tenê kurd, pirên kurd nikarin ji van niviþtan kareke hêja bikin, herwekû nikarin bi tevayî rewþ û pergala zimanê xwe û folklorên xwe nasbikin. Ji ber ko, kurd, hemî ne bi þîwakî tevayî dixwênin û dinivîsin. Ji lewra, di îro de, gereke bi herdû þîwan hemû nifþên xwendewarî bête çêkirin û gotin û nivîsandin û belavkirin heta, ko rojekê karibin herdû þîwan bikin yek û bighênin hev. Her çiqas þîweyê sorî bi pêþve herî jî, lê nikarî daxwaza xwendewarên kurd bi pirîtî bicîbênî. Ji ber ko, ne weke þîwê kurmancî dewlemend û firehe, çawa ko di hindameke pir biçûk de hatiye givaþtin, ko ji sedî bîst kes nikarî jê hîn bibî û daxwazê nadî naskirin. Belam þîweyê kurmancî, tevlî koz êde dewlemende û her nifþên tore, helbeste, lawik, heyran, serpêhatî, istiran, çîrok û lîztikan di nav xwe de digrî û ewqas daxwazâ jî didî zanîn û naskirin û nazik û kêm tevger û kêm tîpe. Xwendewarên delal, çandan, ko ev niviþtên me ne di rêza niviþtên xelkê de ne jî, lê gelek bawerim ko winê di van niviþt û nivîsaran de gelek tiþtên hêja û þayanê þabaþ û aferîn bibênin û bixwênin. Herwekû pir hêvîdarim, ko winê piþtî me ra hêj xweþtir û çêtir binivîsin û bêtir pêþve bibin. Ji ber ko, pir hêvî heye, ko çax û demên we ji ên me xweþtir û çêtir bin. Di îro de, çi tiþtên ko em bixwazin çêkin, nikarin tekûz û pêkhatî bênin meydanê. Ji ber ko, welatê me di îro de bi çende xêzan di nav çende dewletan de hatîye perçekirin û hemû ji, nahelîn heta em bi zimanê xwe tiþtkî bibêjin û ji hawîr zor û setem weke hîm û latan bi ser piþta me de hatine berdan û nikarin bi hêsanî xwe ji bin giranîya wan derxin û ji zindanê wî de jî pere bi dest me nakevin û heta dewlemend û miletperwerên me jî, ne tenê çikusin, pera nadin, belkî þerê me bi hovîtî dikin. Ca eger hin çewtî, kêmasî jî we dîtin, rast bikin û derbasbin, li me negrin. Bê goman rojek heye, ko win van kevneniviþta bixwênin û rast bikin, bi pêþve bibin û kareke mezin ji wan bikin. Emê ji were kok bingehê wan deyinin û win bi serve avabikin yan jî çêtir bikin û wan kevneniviþtan di refikan de bihêlin! Bere baþên wan ji werebin û kêmasî û çewtî, guneh û sûc ê me bin. Ji berê de dibêjin: "Rûnê genî li ser nanê xwedî." Di vê niviþtê de, winê helbeste, dîlok, heyran, lawik, istiran, serpêhatî, çîrok û lîztikan jî geleka bibênin, herwekû "Bêlote", "Berdestarî", "Berdolabî", pêþiyan jî bibênin û dixwazim hina ji wan vewejêrim, ji hev bidim jendin û bîr û awira xwe jî li ser wan bidim xuyakirin û hina jî li hêvîya we bihelim. 1965/11/27 CÎGERXWÎN PÊÞGOTIN
X. LEZGÝN (Haluk Ozturk)
Cîgerxwîn navekî mezin e. Bêþik navê seydayê mezin, wê bi herfên zêrîn derbasî dîroka edebîyata Kurdî bibe. Û bêþik mezinahîya welatparêz û þairê mezin, ne tenê ew e ku, wî bi hejmareke gelekî bilind pirtûk, niviþtên hêja pêþkêþî çand, ziman û edeba Kurdî kirîye, lê herweha ew mîlîtanekî þerê azadîya gelê Kurd bû ku, ji 50 salî zêdetir, bêwestan li meydana têkoþînê xwîya kir. Heta roja dawîyê jî, bawerî hêvî û xebata xwe jî dest berneda. Çîroka jîyana Cîgerxwîn, têkoþîn û xebata wî ya dûrûdîrêj neynîka dîroka gelê Kurd ya sedsala 20'an e. Di bendeke pêþgotinekî da, derbarî vî însanê mezin da nivîsandin, û bi her alî va danasîna wî ne mumkun e. Lê bi kurtebirî be jî, di pêþgotina vê xebata wî ya hêja da, em carekî dîsa li çîroka jîyana wî binhêrin û wî bi hurmet bi bîr bînin. Navê CÎGERXWÎN yê rastîn Þêxmûs e. Lawê Hesen û Eyþanê, di sala 1903 da, li gundê Hesarê nêzîkî Mêrdînê, li Kurdistan Tirkîyê hatîye dinê. Malbata Þêxmûs, berî þerê cîhanê yekemîn, ji ber tengasîyên aborî mala xwe jî Hesarê bardikin dibine Amûdê. Li wir, Þêxmûs hîn 9-10 salî bûye dê û bavê xwe winda dîke. Piþtî mirina dê û bavê xwe, ew li ba xwîþka xwe Asîyayê sitar dibe, dest bi rêncberîyê, þivantî û gavantîyê dike. Di navbera salên 1918 û 1920'an da, di rîya hesin da dixebite. Di 18 salîya xwe da dest bi xwandina dînî dike. Di sala 1928'an da îcaza melatîyê distîne û dibe pêþnimêj. Wextê Þêxmûs feqeh bû, li Kurdistanê gelekî gerîya, jîyana gelê Kurd, erf - edetên kurdî, pirsgirêkên civatê baþ nas kir. Bi serhildana sala 1925'a ya Þêx Seîd Efendî ra, gîyanê nîþtimanperwerîyê li ba Þêxmûs peyda dibe. Jî wê salê þûnda Þêxmûs Hesen dest bi xebata xwenasîya netewî, propaganda þerê azadîya Kurdistanê dike. Sedemên paþdamîyana gelê xwe, zilm û zordestîya dewletên dagirker, kedxwarî û sîtema axa û þêxên Kurdistanê dibîne û li dijî wan þer dike. Cubeyê melatîyê datîne alîyekî, dîsa dest bi rêncberîyê dike û pêra jî helbestan dinivîse. Êdî ew þervanekî azadîyê ye. Ji bo hiþîyarkirina gel, geþkirina agirê azadîyê, helbestên wî, li seranserî Kurdistanê dibin defa hawarê. Ew bi rîya feqeh û malayên welatparêz xwe digihînin her derê Kurdistanê; dibin marþ, dibin stran û li ser lêvên dengbêj û hozanan, keç û xortan digerin. Cîgerxwîn, helbestvanekî têkoþer, ronahîdar û înternasyonalîst e. Helbestên wî, bi peyamên þoreþger û sosyalîst dagirtîne. Gelê Kurd ê bîndest, berî hertîþtekî gereke hîþîyar bibe, dost û dijminên xwe baþ nasbike; wek milet, bi xwe, bi çand, ziman û dîkora xwe serbilind be, xwe kêmtir nebîne, welatê xwe baþ nasbike. Ji bo rizgarîya netewî û civakî, pêwîst e karker û gundîyên Kurdistanê xwe rêz bikin, qedera xwe û welatê xwe bigrin destê xwe. Pêwîst e jina Kurd bixwîne, zane be, di þerê azadîyê da cîhê xwe bigre. Hingê gelê Kurd dikare ji jîyana sedsalên navîn, ji paþverûtîya feodalî xwe xilas bike, dijminên ku welat di nav xwe da parvekirine, derxe derva. Þair û mamostayê mezin, di praktîka jîyanê da, 50 salan ji bo bi cîh anîna van ramanan xebitî. Heta roja dawîyê jî 22.10.1984'an da ku çavê xwe li jîyanê girt, ew endamê rêxistineke sîyasî bû... Mîlîtanekî 80 salî bû. Aha "FOLKLORA KURDÝ" niha di destê me da, þahidîke din e ku Cîgerxwîn ne tenê bi gotinê, bi kirinê jî rê nîþan daye. Wî di vê pirtûkê da gelek nimûneyên folklora kurdî berhev kirîye, ew jî windabûnê xilas kirine. Cîgerxwîn nemir e. Gelê Kurd wê vî lawê xwe yê payebilind, di çand, ziman û dîroka xwe da hertim bi bîr bîne.
JÎYANA CÎGERXWÎN
Û EFRANDINÊN WÎ
Lê belê, ji bo hozanekî mirin ne ev e. Eger ew tê xwendin, eger þiêrên wî li ser zmanê xelkê ne û li çaralî digerin û dilgeþî, hêz û hêvî didin mirovan, xuya ye ew ne mirî ye. Cîgerxwîn îro jî hozanekî jînî ye. Wî bi dû xwe gelek efrandin hiþtin. Hîn ku xweþ bû çardeh efrandinên wî çap bû bûn û heftên wan dîwan bûn. Piþtî mirina wî jî her sal efrandinê wî yên nuh çap dibin. Dem 22-23 salî bûm min navê Cîgerxwîn bihîsti bû. Hevalekî min þiêrekî wî xwendi bû û çend xet di bîra min da mabûn. Lê ewqas. Li wê demê jî, wek îro, þiêrên Cîgerxwîn li welat bi dest nediketin (Wek yên Nazim Hîkmet. Piþtra bend û qeydên li pêþ þiêrên Nazim rabûn, lê yên Cîðerxwîn berdewam e). Lê wî çaxî, gava rîya min bi gundekî Qereqoçanê ket û li wir, tiþtê ku rastî hatim heyîrîm. Zarokên gund ku diçûn dibistanê ji Cîgerxwîn gelek þiêr jiber kiri bûn. Wan ew þiêr ne ji miellîmê gund, lê ji melayê gund hîn bû bûn. Li welatê me gelek melayên usa welatparêz û hiþyar hene. Ew çanda gelê me ji neslekî derbazî neslê din dikin û bi vî awayî kar û xebateke giranbuha pêk tînin. Þiêrên Cîgerxwîn îro jî li welatê wî di nav gelê wî da qedexe ne. Nizam li dinyayê, li welatên dinê jî îro tiþtên usa hene yan na?. Di sazûmanên zordest da mal û kitêbên hin hozanan tên þewitandin (wek Nerûrda), li hin deran wan davêjine zîndanan (wek gelek hozanên li welatê me), li hin deran têne kuþtin (wek Lorca), hin ji welatê xwe dûr dikevin, li xerîbîyê dimirin û þiêrên wan li welatê wan qedexe ye (Wek Nazim û Cîgerxwîn). Hin jî merivê sazûmanê ne û þiêrên wan li kaqizên herî xweþik tên çapkirin, di radyo û têlewîzyonên dewletê da tên xwendin, dikevin kitêbên dibistanan. Lê çi bê kirin jî merivên han tucar nikarin bibin hozanên rastî. Nav û dengê wan nayê bihîstin, bê bihîstin jî zû ji bîr dibe. Hozanên rastî yê din in. Þiêrên rastî ji sînoran, ji têlên sincikin, ji zevîyên mayînan derbaz dibin û heya gundê li çîyayê Qereqoçanê diçin, dikevin defterê zarokên gundîyên feqîr û di bîra wanê teze da cî digrin. Cîgerxwîn di sala 1903 da li hêla Mêrdînê di gundê Hesarê da li malbateke feqîr hate dinê. Navê wî danîn Þêxmûs. Wî dê û bavê xwe hîn di zarotîyê da winda kir. Li cem merivên xwe, xasima bi alîkarîya kekê xwe mezin bû. Hîn di zarotîya xwe da li cem gundîyên dewlemend, li cem axayan xebitî, xizmekarî kir. Hîn di zarotîyê da kete þerê jîyanê û nîrê zordestî û zêrandinê li ser xebatkaran naskir. Tiþtên ku di wê demê da dît û hîn bû, piþtra li ser raman û þiêrên wî tesîreke mezin kirin. Ji ber bûyer û tevhevîyên Þerê Mezinî Pêþîn wî û kekê xwe jî barkirin û berjêr çûn, li bin xetê, li Amûdê cîwar bûn. Piþtî þer li mintiqê gor mafên dewletên împeryalî sînorên nu hatin danîn û Amûd di nav sînorên Sûrîyê da ma. Cîgerxwîn êdî nekarî cardin vegere welatê xwe yê berê. Wê demê dibistan li kêm cîyan hebûn. Þêxmûs jî wek gele hemdemên xwe rûyê dibistanê nedît. Di 18'î da li cem meleyan dest bi xwendina dînî kir. Bo pêþvebirana xwendina xwe li gelek cîyan gerî, welatê xwe Kurdistan, derd û êþên gelê Kurd û zargotina wî ya dewlemen naskir. Di dema xwendina medresê da, her usa jî derheqa çand û edeba Kurdî da gelek tiþt hîn bû, nivîskarên me yên klasîk naskir. Li ser wî, xasima Ehmedê Xanî û Mela Ehmedê Cizîrî tesîreke mezin kirin. Di wan salan da dest bi nivîsandina þiêr kir. Li gundekî Sûrîyê bû mele û bi hiþyarî û welatparêzîya xwe, bi bîr û bawerîyên pêþverû di demeke kurt da xwe nîþan da. Dijî zêrandina þêx û axan derket û piþtgirîya gundîyên feqîr kir. Bi camêrî dijî wan kesan derket ku di bin perda dîn da xelk dixapandin, ji bindestan dixwestin ku dijî zulm û zêrandinê bêdeng bimînin, stûyê xwe xwar bikin. Dijî bîr û bawerîyên kevn û pûç derket. Bona vê yekê, pir neçû, ew kesên zordest û kevneperest jê aciz bûn û gotin ew kafir e. Di sala 1925 da, piþtî têkçûna serhildana Þêx Saîd gelek bîrewer û welatparêzên Kurd derbazî Sûrîyê bûn. Ewana di sala 1927 da bi navê Xoybûn komeleyek ava kirin. Þêxmûs jî tevî vê komelê bû û di kovara Hawar da bi navê Cîgerxwîn þiêr nivîsandin. Ev þiêr dijî zulm û zêrandinê bûn û bi kela welatparêzî tijî bûn. Bona vê yekê, di demeke kurt da nav û dengê Cîgerxwîn hat bihîstin. Þerê Dinyayê ya Duduyan û bûyerên piþtî wê ku li heremê cî girtin, tesîreke mezin li ser Cîgerxwîn kir. Giha bîr û bawerîyên sosyalîstîyê û di þîêrên wî da welatparêzî û înternasyonalî bi hevdu ra kelîyan. Di sala 1950 da li Kurdistana Sûrîyê Partî Demokratî Kurd ava bû. Cîgerxwîn jî kete vê partîyê û heya mirinê jî endamê wê bû. Di sala 1961 da þoriþa Kurdistana Iraqê dest pê kir. Cîgerxwîn bi þiêrên xwe piþtgirîya þoreþê kir. Bi wê nema, derbazî Kurdistana Iraqê bû û ji bo elimandina kadroyên partîyê kar û xebat kir. Dema ku þer sekinî bû, di Akademîya Kurdî ya Bexdayê da li ser zman û edeba Kurdî ders dane xortan. Þiêrên Cîgerxwîn di demeke kurt da ji sînoran derbas bû bûn, li çaralî welat giha bûn destê gel û li ser zmanan bûn. Him bona vê yekê, him jî bona kar û xebata wî ya rêxistinê, gelek bala dijminan dikiþand û gava li Sûrîye êrîþên hukumetê dijî Kurdan xurt dibûn, Cîgerxwîn jî para xwe jê distend. Ew gele caran hat girtin, eza û cefa dît, hin caran revî û di gundan da xwe veþart. Carê jî derbazî Bêrûtê bû û xwe ji girtinê xilas kir. Cîgerxwîn piþtî sala 1970 demeke piçek rehet, demeke bê girtin û bê eza derbaz kir. Lê di vê demê da jî dîsa, bo nivîsandin û weþandina efrandinên xwe li Sûrîyê rewþeke baþ tune bû. Bona vê yekê di sala 1979 da derbazî Swêdê bû. Piþtra jina xwe û zarokên xwe jî anîn û li bajarê Stokholmê cîwar bû. Cîgerxwîn kar û xebata xwe li der welat jî ajot. Wî ji destpêka xortanîyê vir da tim bi hêvîya rizgarîya gel û welatê xwe jîya bû, bi vê bîr û bawerîyê þer kirî bû, gelek eza û cefa, gelek belengazî kiþandi bû. Emrê wî giha bû 80, lê hîn roja rizgarîyê xuya nedikir. Vê yeke dilê wî hêvî û kîle dilê xwe tucar winda nekir û kar û xebata xwe ajot. Cîgerxwîn bi devkî û bi qelem, heya mirinê di nav þer da bû. Ev merivê bi bejn û bal, porspî, rûken û jîndar di nav Kurdan da gelek bi rûmet bû. Mala wî tim bi mêvanan, bi nas û dostan tijî bû. Ew li hemû civînên sîyasî û çandî hazir bû, ku bi alîyê hêzên welatparêz dihatin çêkirin. Gele caran çû Parîsê û Elmanîya Federal, tevî þevên Newrozê bû û axaft, ku bi destê KOMKAR'e hatibûn çêkirin. Bi daxwaza Qanatê Kurdo çû Lenîngradê û nas û dost dîtin. Cîgerxwîn di 22'yê Çirîya Pêþîn da li Stokholmê, ji ber nexweþîya dil emrê xwe temam kir û çû heqîya xwe. Çawa xeber hat bihîstin ji çaralîyê Ewrûpê xebatkar û bîrewerên Kurd hatin li Stokholmê civîyan. Malbat û hevrêyên wî di saloneke mazin da sê rojan rûniþtin û xelk hate sersaxîya wan. Ew sê roj bûn civînek ku jîyan û têkoþîna Cîgerxwîn hate ser zman û þiêrên wî hatin xwendin. Cendegê wî di 2'ye Çirîya Paþîn da bi teyarê ji Sûrîyê ra hate rêkirin. Dema þandinê gelek însan civîya bû. Mirina Cîgerxwîn di nav Kurdên Sûrîyê da dengeke mezin derxist, ji ber ku wî piranîya emrê xwe di nav wan da derbaz kiri bû. Dema cendegê wî Þamê çû Qamîþloyê li ser rê xelk bi hezaran kom bû. Li Kurdistanê jî bû mahþer. Rîya navbera Hesîçe û Qamîþloyê serbiser tijî bû. Kurd ji bona hurmeta hozanê xwe yê eziz ji hawirdor Cizîrê, ji Çîyayê Kurd, ji Heleb û Þamê ref bi ref hatibûn. Di nav nas û dost û hezkirên wî da gelek Ereb, Ermen û Suryan ji hebûn ku ew jî hati bûn. Di 5'ê Çileyê Paþîn da wexta cendegê wî binax kirin, dor 100.000 kesî li wê hazir bû. Ew li Qamîþloyê, di baxçeyê mala wî ya piçûk da dan erdê. Ev mal di darê dinyayê da milkê wî yê heyî bû û bi alîkarîya nas û dostên wî hatibû çêkirin. Jîyana wî ya dirêj bi þer û þiêr hatibû hunandin. Þerê wî dijî xiraban, neheqan û zordestan bû. Wî bo rojên delal, bo rizgarî û aþitîyê þer kir. Di þiêreka xwe da usa dibêje: Ez xweþ mirov im Cîgerxwîn li medresê xwend, lê ew, bi rastî, xwendekarê dibistana jîyanê
bû. Bona vê yekê tucar bîr û bawerîyên kevn û pûç hînî xelkê nekir. Wî
rastî dît û bi camêrî ew anî ser zman. Ew bû mamosteyê gelê xwe. Tiþtê
ku rast dît û rast zanî heya roja mirinê got, kar û xebata xwe bi sebir
û bê westan ajot, da ku xelkê hiþyar bike, bikiþîne nav refên tevgera
azadîyê. Di heyþtê salê xwe da jî wek xortekî jîr û jêhatî bû. Meriv li
himber xurtîya bîra wî þaþ û metel dima. Hey teres ferqî çiye, Cîgerxwîn tim dijî zordestîya li ser jinan, dijî bend û qeydên li ber pêþveçûna wan derket. Wî nîþan da ku ew zordestî û bend û qeyd çawa pêþveçûna civakî û þerê azadîyê sist dikin di civata Kurd da. Wî gazî jinan kir ku tevî karên civakî û sîyasî bin û her usa jî, di derheqa vê yekê de mêr jî hiþyar kirin. Di dîwana xwe ya pênca, Zend Avista da, di derheqa van adet û usûlên kevneparêz da usa dibêje: Qirêja hezar sal û kevneperest Di þiêrên Cgerxwîn di welatparêzî bejn dide. Ew bi kîn û hêrs tijî ye dijî hêzên zordest ku gelê Kurd bindest kirine, dizêrînin, zulma dinê lê dikin û heya pir caran qirdikin. Lê ew, hukmên zordest û gelan, sinifên karbidest û xebatkaran tevî hev nake, di vî warî da hiþyar e. Cîgerxwîn di warê netewî û navnetewî da dost û dijmin gelek baþ ji hev cuda dikir. Wî bi çarçuwekî gelek fireh li dinê dinhêrî. Wî dengê xwe ji bo hemû gelan bilind kir ku dijî faþîyê û împeryalîyê þer dikirin. Ew piþtgirê reþikan bû ku li Amêkîra Bakûr dijî nijadparêzî þer dikirin, ew piþtgirê gelê Wîetnamê yê mêrxwas bû. Ji bo têkoþîna van gelan bi dîlgermî nivîsand û pesna wan da. Di þiêren wî da welatparîzîyeke kûr û înternasyonalîyeke fireh bi hevra kelîya. Di warê sîyaset û hunermendî da jî usa bû. Cîgerxwîn bi jîyan û xebata xwe, karê sîyasetê û ya çandî bi hevra ajot û bi vî awayî derseke gelek mezin da wan kesan ku, dixwazin van herduyan ji hev veqetînin û sûrên Çînê daynin navbera wan. Ma ev herdu ji hev dibin? Eger çand tesîra xwe li ser jîyana mirovan di warê ramanî da dike, bi vî awayî li ser jîyana rojane jî dike. Ew çawa ji sîyasetê bê cudakirin? Ew gotina ku "sîyaset û çand ji hev cuda ye", ew gotineke pûç e. Ew hunermendê ku dibêje tu pêwendîyê min bi sîyasetê tune û xwe dike keleya ku ji diranê fîlê çê bûye, ew jî xwe û xelkê dixapîne. Ew bi xwe jî xizmeta bîr û bawerîyekê û bi vî þiklî, xizmeta sîyasetekê dike. Sîyaset û huner wek goþt û hestî ye. Þiêr û hemû efrandinên Cîgerxwîn bi welatparêzî û bi þoreþgerî tijî ne bû bi wan xemilîne. Bi vî awayî Cîgerxwîn tevî karê þoreþgerî bûye. Lê ew bi vî nemaye, raste rast di karê rêxistinî da jî cî girtîye û heya dawîya emrê xwe dev jê bernedaye. Di van salên dawî da adetek derketi bû, hin kesan karê çandî mane dikirin û xwe ji sîyasetê dûr dixistin; lê Cîgerxwîn tucar guh neda gotinên han. Wî usa bersîva wan da: Bibe partî û hem bibe partîzan
Cîgerxwîn hozan û nivîskarekî þoreþger bû ku gelek rûçikên granbuha pêra civîya bûn. Wî wek tovekî xas di axeke bejî da bejn da, gelek bahoz û lehî derbazkirin û berhemên xwe dan. Ew jîyana bi êþ û zehmet, zordestîyên ku dîtin û rojên reþ, her usa jî bûn sedemê derketina Cîgerxwîn wek hozanê berxwedanê, hozanê azadîyê. Ew ewdalekî gelê Kurd yê xas û bijarte bû. Gelê Kurd bi wî serbilind dibe. Cîgerxwîn îro jî bi þiêrên xwe yên tijî kel û dilgermî, bi jîyan û xebata xwe vê wek nimûne di tevgera gel da dijî. Cîgerxwîn bi me ra ye û wê her bijî.
Efrandinên Cîgerxwîn ku heya nuha çap bûne: 1. Dîwana Yekan, Þam, 1945 2. Cîm û Gulperî, çîrok, 1947 3. Sewra Azadî (dîwana duduyan), 1954 4. Reþoyê Darê, çîrok, 1954 5. Gotinê Pêþîya, 1956 6. Awa û Destûra Zimanê Kurdî, Bexda, 1961 7. Ferhenga Kurdî, Cildê Pêþîn, Bexda, 1961 8. Ferhenga Kurdî, Cildê Duduyan, Bexda, 1962 9. Kîme ez (Dîwana Sisêyan), Bêrût, 1973 10. Mîdya û Salar, çîrok, Bêrût, 1973 11. Ronak (Dîwana Çaran), Weþanên Roja Nû, Stokholm, 1980 12. Zend Avista (Dîwana Çaran), Weþanên Roja Nû, Stokholm, 1980 13. Þefaq (Dîwana Þeþan), Weþanên Roja Nû, Stokholm, 1982 14. Hêvî (dîwana Heftan), Weþanên Roja Nû, Stokholm, 1983 15. Tarîxa Kurdistan, 2 cîld, Weþanên Roja Nû, Stokholm, 1985-1987 16. Aþitî (Dîwana Heyþtan), Stokholm, 1986 17. Folklora Kurdî, Weþanên Roja Nû, Stokholm, 1988 CEGERXWÝN Celadet Ali-Bedirxan Navê wî Þêxmûs e. Navê bavê wî Hesen û yê dîya wî Eyþan bû. Hesen kurê Mihemed, Mihemed kurê Mehmûd, Mehmûd jî kurê Elî ye. Li gora ko seyda ji min re gotiye ev Elî digel bireyê xwe, ji nav gurdilan, ji gundê Pêkende hatiye Hesarê, nav dekþûriyan. Hesar bi Kercosê ve ye kû dikeve rojavayê Keskîfê. Hesen keçek û du kur hebûn. Keça wî Asiya nûxwiriya wî bû. Di pey keçikê re Xwedê kurek da bû yê, bi navê Xelîl. Di pey re û di sala 1903'an da Þêxmûs hêj kiçik bû, li cem birayê xwe Xelîl dima. Lê ji ber ko li ber destê jinbirê debar ne dikir ber bi xweha xwe ve direviya. Hesen beriya seferberiya sala 1914'an ji Hesarê bar kiribû û hatibû Amûdê. Wextê koç û rehmetê zarawên wî ji nû ve vegeriya bûn Hesarê. Piþtî midekî dîsa hatin Amûde û li wêderê bi cîh bûn. Êdî Þêþmûs li cem xweha xwe dima. Xweha wî ew diþand ber pez û carina jî jê re paleyî û rencberî ji dida kirin. Lê Þêxmûsê ko di kurahiya dilê wî de agirekî miqedes vêdiket qîma xwe bi vê jînê ne dianî; ji nik xweha xwe jî direvî û gund gund li medresan û xwendegahan digerîya. Gelek ne ketin navê ew Þêxmûsê sêwî û þivan bû feqeh Þêxmûs û çavên xwe li dinya zanistiyê vekir. Herwekî di Kurdistanê de adet e; Þêxmûs her û her medreseyên deþtê de xwend, çû welatê soran û jê gihaþtiye heta deþte Lehîcanê, di nav Kurdistana ecem de. Wextê Cegerxwîn ji welatê soran vegeriya deþtê rast bi rast çû gundê Telþeîrê û lê di bi cîh bû û di xwendinê de pê da erdê. Xwendina xwe li nik seyda Ibêdilah qedandibe jî, ji ber ko mela Ibêdilah di vê navê de çû bû rehmetê, îcaza xwe ji birayê wî, mela Fetihal, standiye. Þêxmûsê sêwî yê ko bi rêve bû bû feqeh êdî gihaþtî bû paya seydatiyê. Wî seydayê ko piþtre di nav kurdan de bi navê Cegerxwîn deng bidaya. Piþtî temamkirina xwendina xwe, Þêxmûs melatîya gundan dikir. Dibû pêþnimêjê gundîyan, mehra wan dibirî, zekata wan dixiste rêzika þêrîetê û bi vî awayî dijî. Vê jîyînê jî gelek dom nekir. Cegerxwîn dev ji melatiyê berda û dest bi cotkarîyê kir. Digel kurmancan du gund ava kirin. Navê gundê ko bi xwe tê de rûdiniþt kiri bû Ceheneme. Seyda ji bo Cehenemê digot, ma ji xwe ne welê ye; miletê ko ne bi ser xwe ye ma sekena wî ne ceheneme ye. Cegerxwîn wextê ko dev ji melatîya gundan berda bergehê xwe jî guhart. Cib û þaþ avêtin, riha xwe a dirêj û çarkenar ediland û dawîyê kete qelefata xortên vî zemanî, herwekî suretê wî þanî dide. Wextê Cegerxwîn ev inqilabên ha çêdikirin, di nav miletê wî de jî bi destên çend bijartan inqilabine mezin çêdibûn. Welatjorî di þerê biserxwebûnê de þikestî bûn. Qehremanên wî þerî, yên ko ji kuþtinê xelas bû bûn, xwe da bûn çîyan û bera neyarên xwe didan. Hinên din xwe gîhandi bûn derveyî welêt, civatîn datanîn û ji felata welatê xwe re dixebitîn. Di Kurdistana iraqê de zarowên kurdan di dibistanan de, bi herfên erebî be jî, bi kurdî dixwendin. Li Bexda, Silêmanî û li Rewandizê kovar û rojnameyîne kurdî bi der dihatin. Kurdên Rewanê, xêra teþkîlata welatên Sovyetistanê, bû bûn xwediyê elfabêke latînî. Bi vê elfabeyê rojnameyên xwe derdixistin û dersa zarokên xwe di dibistanên xweser de bi vê elfabeyê û bi zimanê wan ê mader digotin. Di Sûrîyê de jî elfabeke latînî hati bû belav kirin. Herçend ew elfabê di dibistanan de ne hati be jî xwendin, pê kitêbine dibistanî derdiketin, kovar û rojname belav dibûn, xort û kalin jî elfabeya nû ji hev hîn dibûn û her tiþtên xwe pê dinivîsandin. Seyda jî þûrê xwe ji kalên kiþandibû, bera pûl û latên îtiqadên batil û xurefeyan da dida, þerê neyarê hundir dikir, li kurmên darê li kurmên ko dar dixwarin digerîya. Ew kurmên ko seydayê Xanî berî sê sed salî pêþ me kirine. Seyda rast bi rast bela xwe dabû mîr û beg û axa û þêxan. Ji lewre ji xwe re dijminine xurt û dijwar peyda dikirin. Carina cîh lê teng dibû: Lê seyda, bê perwa, þûre xwe di ser serê wan re vediweþand û eþkere digote wan, ez dikim bi vî þûrî serê we jêkim. Lê divêt bête gotin ko ji zelamên ko di sefa neyarên wî de dihatine dîtin, peyayine hêja û welatparêz meyildarîya wî dikirin û ji tayê wî dibûn. Nemaze, rehmetî Haco axa rast bi rast destê xwe datanî piþta wî, di rîya cidal û cihadê de ew dihêvot û jê re digot, teqsîr meke her eyb û kêmasîya me bibêje, lê têkilî dîn û dîyanetê mebe. Tiþtên ko me li jor gotî, birekî jînenîgarîya (tercîmey-hal) Cegerxwîn e. Herwekî, ji ber bêgaviyê di vê dîwanê de me her tiþt kurt û ketebir kiriye, me jînenîgarîye Seyda jî bi kurtî got. CEGERXWÝN Navê seydayê Cegerxwîn Þêxmus e, kurrê Hesen, kurrê Mihemed, kurrê Mehmûd, kurrê Elî ye. Elî jî nav gurdilan ji gundê Pêkendê hatîye nav dekþûrîyên gundê Hesarê. Seyda di sala 1903an de ji dê û bavekî feqîr hatîye dinê. Berî ku mezin bibe bavê wî çûye rehmetê, sêwî li nik xuha xwe Asîyayê maye. Biçûkî berxortanîya xwe bi þivanî û cotkarî borandî ye. Piþtî vê demê, ji nûve çav daye xwendinê û ketîye rêza feqehan. Di demekî ne pirr dirêj de ketîye pêþ hevalên xwe û þehedeta ilmê þerîetê li ser destê saydayê mela Ubeyd istanîye. Di vê navberê de tevgerrên serxwebûnê di nav Kurdistanê de dest pê kiri bûn. Þêx Sêîdê rehmetî bi þerrê serxwebûnê rabû bû. Lê mixabin ku bêbextî û dilreþîya þêx û axan nehîþt ku ev xebeta welatî biçe serî, Þêx Seîd bindest û dîl, gelê Kurd jî þerpeze û bê rûmet kete ber dest û lingê neyar. Ji bo çaviþkandina milletê Kurd, kuþtin, bi agir sotin, serjêkirin, ji welat derxistin, heps û nefî kirin, di vî warî de herçiya ji Tirkan hat, derheqê milletê Kurd de texsîr nekirin. Van kirên neyar, ruhekî nuh di seydayê me de hiþyar kir û hezkirina Kurd û Kurdistanê xiste dilê wî. Berî istandina îcazetê Cegerxwîn bi feqetî çû bû Kurdistana Iraq û Ýranê. Vê gerra han jî di canê seyda de þobeke çak û ronak hîþtibû. Derdê millet hêdî hêdî bîr dibir millet ji nezanî û bêtifaqîyê dîl û bindest mabû; þêx û mela, beg û axa ji van kêmasîyan berpirsîyar bûn. Ji lewre berê xwest þêx û melan ji wacibê wan hiþyar bike. Lê dema dît ku wan çav dane xwarina malê millet û bindestîya wî û dest dane destê neyaran û xulamîya wan; xîreta seyda qebûl nekir ku di nav wî refê bêbext û bêrûmet de bimîne, rabû cîbbe û þaþik avêtin û wek camêran destên xwe vemalan û daket qada xebata welêt. Ev e tiþtekî kurt û serpilkî ji jînegarîya seydayê Cegerxwîn.
Ev bûn 23 sal ku seydayê Cegerxwîn nas dikim. Bi hikmê ve nasîna dirêj, min du mezîyetên çak di seyda de dîtine ku hêjayî salixdanê ne. 1. Cegerxwîn derdê milletê xwe baþ nasî ye. Bela milletê Kurd di mîr û paþan, beg û axan û þêx û melan de dibîne. Bêþik seyda di vê ramana han de ne î þaþ e. Çima ku ji hezar salan û vir de, ev kesên han pêþî, sermîyan û rêberên vî milletî bûn. Cîhê ku can, mal û welatê wan biparastana, çav dan xwarina malê wan û ew dîl û bindest û welatê wan bi dest neyaran ve berdan. Cîhê ku ew bidana xwendin, zana û fêr û jîrek bikarana, tev de nezan û bê raman û bê arman hiþtin. Cîhê ku yekitî di nav millet de barnîna pê, rik û berberî xistine nav kurdan û hemî kirin neyarên hev. Bi vî awayî ew û welatê wan xistin bin destê neyar. Tenê têr dike ku em bikarin fikreke baþ li ser van kesan bidin xwendevanan, þêx û melan bangîna xwe ji mirîyan dikirin; mîr û paþan, beg û axan jî bangîn ji neyarê millet û welêt kolîdar dikirin. Ji lewre Cegerxwîn bê dilovanî kêmî û kasîyên wan dibêje, û millet serwextî fend û xap, bêbextî û dilreþîyên wan dike. Ez bawerim ku seydayê Cegerxwîn di vekirina çevê Kurdên Sûrîyê û nîvroyê Tirkîyê de þopeke mezin û hêja hiþtîye. 2. Cegerxwîn di kurdîtiya xwe de î rast û durust e. Ew çend rast û durust ku, di rîya welat û welatîyên xwe de sînga xwe ji zîvarî û belengazîyê vekiriye. Bi çav min ev yek ahun kaça fedakarî ya dawîyê ye. Ji vê pêve; di rojên tengî û zîvariyê de jî, dilgeþî û comerdî jî Cegerxwîn bi dûr neket. Rojekê min ew dilteng û bêhêvî nedît, çi dema lê qewimîye tevî zîvariya xwe her û her destê alîkarîyê dirêjî heval û hogirên xwe kirîye. Ji vê bi þûnde, seydayê me di rîya welat û welatîyên xwe de gelek west û êþ, renc û zor heps û neheqî jî dîtine. Ýro dibînim seyda bi gavên xurt û camêr berve armanca xwe diçe bi navê hevaltîyê ez wî pîroz dikim û jê re pêþveçûneke çak dixwazim.
Herçi ev dîwan, ji dîwana seyda a pêþîn bi gelekî xweþtir û hêjatir derketîye. Di dîwana pêþîn de, seyda ne hinde xurt û ne jî di armanca xwe de dûrbîn û yekrû bû; lê ev dîwan li ser armanceke xuya hatiye nivîsîn û rû û rêça wî tê de xweþ dîyar in. Gelek mixabin ku ji ber hin sebeb me nikaribû tevayîya dîwanê çapke û me ji bo îro bi evqasî têr kir. Ez gelekî hêvîkarim ku dîwana seyda a sisiyan hin xurttir û hêjatir be. Heye ku ew dîwan di çapxaneyên Kurdistanê de bête çapkirin. Ma kî dizane ku pêþende di himbêza xwe ya nediyar de ji bo gelê Kurd çi vediþêre. Þam, 5.10.1954
PÊÞGOTIN
Digel vê jî; wek xortekî kurd, dixwazim hinek nasîya xwe, li ser xebatkar û navdarê niþtimanî de di vê pêþgotina ha de, ji xwendevanên hêja re bi kurtî pêþkêþ bikim. Cîgerxwîn: Navê wî, Þêxmûs kurê Hesen, jî gundê Hesarê ji Kurdistana Tirkîyê emrê wî her wek û wî di dîvana xwe ya yekem de gotîye: "di sala 1903 de ez hatime dinyayê, bi navê Sultan Þêxmûs ez çêbûme lê dayê.'' Yanê emrê biwêjê me neha dibe 70 sal. Cîgerxwîn piþtî ko bîrbir bû, dest bi xwendina olperestî kir û ji bo temam kirina xwendinê li çar qozîyê Kurdistanê gerîya û di vê gera ha de, halê milletê xwe yê sîyasî, civakî û aborî didît, pê agahdar dibû. Ev jîna kurd tê de, jîyanek bindestî û paþve mayî bû jî ber ko emperyalîstan wê demê welatê Kurdistanê perçe perçe kiribûn, paþverûyen Tirk, Ecem û Ereb jî zordestî û sitemkarî li kurd dikirin. Ji ber vê yekê; Cigerxwîn di sala 1923 de, piþtî emrê wî bû bîst, rewþa kurd û Kurdistan tê de, tesîrek pir mezin lê kir, di ber xwendina xwe re xebata niþtimanî û milletperwerî jî meþand, bi dengek bilind û bê tirs û bê pirs, li ristên xwe gazî milletê kurd kir, ji bo hiþyar bibin, bindestî û sîtemkarîya dijmin ser xwe rakin. Lê Cîgerxwîn bi rist û xebeta xwe, xwest rengekî gelêr (þa'bî) bide tevgera kurd, û bivî awayî bang temamên gorên (tebeqên) millet kir, da ko bi hevre bi yek destî rabin û welatê xwe rizgar bikin. Ev nêrîna han jî xweþ xuyaye di dîwana wî ya yekem de. Lê piþtî ku Cîgerxwîn ket nav xebatê, jê ve xwîya bû ku burcuwazîyên kurd, ew jî weke burcuwazîyên milletên dîn e. Ýtir berê xwe rêça sosyalîstîyê û bixurtî û dijwarî þerê burcuwazên kurd kir, û rast û rast ban karker û cotkarên kurd kir û ji wan xwest ku dest bidin pirolîtarên cihanê û þerê dijminê mezin bikin ku ew jî emperyalîzm û paþverû ne çi Tirk û Ecem, çi Ereb û çi Kurd, û dît ku ew rîya han bi tenê Kurdistanê aza dike. Her wîsa jî ev nêrîna xwe di dîwana duwem de bi cîh kir ko di sala 1954 de hatîye çap kirin. Di ber van raman û armancên xwe yê bilind û çek de Cîgerxwîn çendî belengazî, zulm û êþ borandîye, lê tevî wî haweyî jî, bê serçimandin û birçîbûn, zindan û çola, dev ji rêya xwe ya rast û dirist bernada û her û her ser meþîya; bi vê rengê xebata xwe Cîgerxwîn rolek pir mezin di þîyarî û serxwebûna gora, gelêrên kurdî de lîst, prolîteryayê welat li qada wan da hesandin. Di vê dîwanê de jî, biwêjê me, dîsa, þopa têkoþîn û þoreþgerî girtîye, nêrînek li ristêk li ristên dîvanê, dide xuyakirin ko seyda di ramanên xwe yên niþtimanî û civakî de gavên fireh ber bi pêþve avêtine, û ji ristên wî yên evînî, meruf tê dighê ko seyda hîna ew Cîgerxwînê dil tenik û evîndar e û hêvîdar in ko ev dîwan arîker bê ji bo ramanên pêþverû re li nav milletê kurd de. 15.02.1973 Pêþgotin
Di dinyayê da hertiþt gora þrûtên dorberê xwe pêk tê. Merivên rêber, serok û senatkarên mezin jî gora hewceyên zeman û mekan derdikevin, dighên. Miletê me þairek mîna Cîgerxwîn derxist, jî ber Kurdistan hewcedarî wî bû. Ew nêzîke dused sal in ku Kurdistan dikele. Bo azadî ceng û þer dike û tê pelixandin. Gelê me hewcedarî dengekî bilind bû; Cîgerxwîn bû ew deng; Wî di þiêrên xwe da gilî û gazinên, hêvî û daxwazên gelê me anî ser zmên û bilind kir. Bona vê yekê, gelê me jî ji wî ra xwedî derket, dengê wî bû dengê gel… Cîgerxwîn hîn di xortanîya xwe da, di dema fegitîyê ku ew li Kurdistanê hêl û hêl digerîya, rewþa gel û welatê xwe bi her awayî, xweþ fêmkir. Di wê demê da pir kes ji bindestîya welat ra diþewitîn lê yar û neyarên gel û rêya xilasbûnê bi awakî zelal ne didîtin. Piranîya wan, tenê zordestên bîyanî jî gel ra dijmin dihesibandin. Dijminên nav gel, mîna axa û þêxan, an ne didîtin, an jî xwe li ne dîtinê didan. Eþkere ye ku, qasî dijminên der, yên hundir jî sedemê belangazî û nezanîya gel in. Cîgerxwîn ew yek dît û bi dil û can þerê wan zordest û kedxwaran kir. Cîgerxwîn bi xwe mele bû, le wî gelek tiþtên pûç û wala þikandin, avêtin avê, ew tiþtên ku, ew hezar sal in, di nav însanê me da têne gotin û wan famkor dikin, wek ji pûsê perdekî dikiþînin ber çavên merivan. Cîgerxwîn rastî dît û rastî got. Di vê babetê da Cîgerxwîn bi rola xwe hiþyar e, lê ne qure ye: "Gotinê ku em dibêjin her kasî hiþyar dikin, Di alîyê nivîsandinê da Cîgerxwîn xwe paþda nade û têr dinivîse. Li ser bûyerên welat û dinyê li ser babetên dîrokî û li ser dil û delalan.. Ew, di xortanîya xwe da çawa bi qîret bû, îro jî usa jîr e, jêhatî ye. Ev dîwana wî ya çaran ku di 77 salên wî da derdikeve, ev yek jî nîþan dide ku Cîgerxwîn çawa karkerekî bê westan e di warê nivîskarîyê da. Cîgerxwîn, tevî helbestan, nivîsarên sîyasî û dîrokî jî dinivîse û di vî emrê xwe yî mezin da dimeþe, tev li civîn û meþînên sîyasî dibe, dipeyîve û agîrê þoreþgerî geþ dike. Ew yek jî naþan dide ku Cîgerxwîn îro jî wek xortekî bi hêvî ye, dilê wî ciwan e û ew di rîya rizgarîya Kurdistanê û azadîya geþ da þer dike. Eþkere ye ku xweþikî û delalîya þiêr, bi yekitîya raman û his û þikil pêk tê. Heke yek ji wan kêm be, an þunda bimîne, þiêr jî nagihîje kemalê û dilê merivan pê þad nabe. Þiêra Cîgerxwîn, wekî hiþ û raman, bi alîyê þikil lî þiêrek xurt û zor e. Ew bi reng û çînîkên Kurdistanê xemilîne. Bi alîyê gotin, çîrok, metelok û mecaz dewlemend in û xweþ-eheng in. Carê li "Konê Reþ" binêrin: Seyda, qasî koçeran navê tiþt û toreyên wan dizane û þiêra xwe bi wan xemilandîye, ew kiriye cewahîrek giranbiha. Cîgerxwîn di dirêjahîya emrê xwe da bo gel û welatê xwe bê westan xebitî û hîn jî dixebite. Ew ewladekî Kurdistanê yê hêja ye. Lê Kurdistan jî qedrê wî dizane û bi heyîna wî þa dibe. Kurdistan, qedrê law û qîzên xwe yên camêr û canik ji bîr nake! Þiêren Cîgerxwîn îro li çar alî Kurdistanê di bajar û gundan da di kom û mezran da di dest miellîman û melan, di dest mezin û xort û zarokan da ne. Raman û daxwazên wîb i vî awayî rû û can digrin, xurt dibin û di azadîya gel de rolek mezin dilîzin. Ýlon - 1980 PÊÞGOTINA MIN Berî, ko ez dest bi pêþgotina xwe bikim, supasên xwe ji heval Kemel Burkay re Pêþkêþ dikim, ko pêþgotinake xwe ji dîwana min re danîye. Çawa, ko ez supasên xwe ji wan heval mirovên ko ji bo çapkirina dîwana min re xwe êþandine û karkirine pêþkêþ dikim. Weharenge supasên xwe ji dewlate Swêd ra pêþkêþ dikim, ko alîkarî ji bo çapkirina dîwana min bi re kirine. Ji hemî dilxwaz û alîkarên xwe re jî supasên xwe pêþkêþ dikim. Ez dixwazim di vir de gotineke kurd û tevayî bibêjim ko hemî dîwan û ristên ristevan û nivîskarên kurd dereng û ne di çaxên xwe de têne çapkirin. Ji lewra kêmweþ û bêhêz û havil dimênin. Lê tenê tiþten heye ko rûmet û hêz û doz û daxwazên wan dîwan û nîvîsaran diparêzî, ko ew jî ev e, ko þoriþ û kêferata gelê kurd her nayên rawestan. Û ji ber wilo jî kengî bêne çapkirin, doz û daxwazên wan weke xwe dimênîn û gewþek û bêhavil nabin. Lê çima em nikarin zû bi zû niviþt û dîwanên xwe çapbikin û belavbikin? Ev jî, ji ber ko çend dewletên þovinî û faþîstî, welatê me di nav xwe de perçekirine û heryek ji wan dixwazî me di nav xwe de bipiþêvî û windabikî. Tevlî, ko ew jî dizanin, ko nema dikarin kurd û zimanê kurdî di nav xwe de winda bikin lê hêjî, di nav wan xewnexav û rewrewk û sawîran de dijîn.
Pêþgotin
Em hêvîdar in, ku tu ji me ra ser vê efirandinê bîr û bawarîya xwe ango dîtina mîna pêþgotinekê bi rê kî." Gelî heval û hevkarên delal! Berê pêþîn ez gelekî þad bûm, ku þervan û têkûþerên kurdan li Evropê hene, teþkîl û sazmanên wan hene, ku ew bi pirsên rewþenbîrkirina neteweyê xwe va mijûl dibin, dixwezin dîwana Cegerxwîn bona xebatkar û tekûþerên îþ û karên ronahîyê çap bikin. Ez gelekî þame, ku we ramana xwe kirîye yek, ku ez bi bawerîya xwe mîna pêþgotinê li ser wê dîwanê binivîsim. Ew spartin bextewarîke mezin e, li jîyîna xwe da ez gihîþtime wê rojê, ku bi xwestina we dikarim þixulekî bi xêr û hêja bikim bona neteweyê xwe. Spartina we li ser çava qebûl dikim, lê divêt hûn bizanin, ku nivîsandina pêþgotinê bona dîwana þayîrê meyî mezin û hezkirî Cegerxûn ne tiþtekî hêsa ye. Bona vî karî, bona vî þixûlî divêt meriv li hemû pirsan da zana, hozan û pispor be bi zanîna xwe va çend serîyan li ser Cegerxûn ra; ez xwe hesab nakim merivê wusan û bi fikira min pêwîst e bêjim, ku heta niha sed car heyf, ku li nav neteweyê meyî bindest da merivên wusan tunene; bi rastî gotî, dibe hebin lê min navê wan ne bihîstîye, eger hebûna, minê xwe bextewar hesabbikira û ji kovara "Roja Nû" ra binivîsîya, ku nivîsandina wê pêþgotinê bona dîwana Cegerxûn bispêrne wî. Lê niha herçend serwerên wê kovarê pêra layq dîtîne, ji min ra nivîsîye, ku ez "pêþgotinê ango dîtina xwe mîna pêþgotinê" binivîsim, ez mecbûr im wê xwestinê biqedînim, bînme serî. Cegerxûn bi reng û rûye xwe va, bi nivîsarên xwe va wek teht û kelemên serê çîyayên Kurdistanê here bilind e; sedan sed sal hatine, çûne û bihirîne, lê ew teht, ew kelem li cîyê xwe da bi tîk, qaym û berk mane, Cegerxûn jî li hunerwerîya xwe da, li bîr û bawerîya xwe da bi qaym serbilind û serefiraz maye û li rîya xwe da her diçe û diçe. Di jîyana Cegerxûn da li nav her çar parên Kurdistanê da gelek rojên giran qewimîne, li jîyana xelqê Kurd da gelek caran bûye reþebayî, bobelîsk, tofan û baran, lê teht û kelemên serê çîyayên Kurdistana dabeþkirî li cîyê xwe da mane, ne leqîyane; Cegerxûn jî mîna wan teht û keleman li ser bîr û bawara xwe da bi qaym, berk rawestaye, ji cîyê xwe çep û rast ne leqîyaye, ne hejîyaye, raste-rast li rîya xwe da ber bi merem û mebesta xwe diçe û wê here; ew bûye dengbêj û borîjenê serbetîy û azadkirina neteweyê kurd, ev bû û ev e armanca jîyana wî mêrî. Li dor û berê çîyayên Kurdan, li deþt û bestên Kurdistanê xûnavî da xelqê Kurd toximê kurdewerî û wetenperwerîyê reþandîye. Li tarîx û dîroka Kurdan da gelek û gelek zeftkar hatine, ku rabine ser wan teht û kelemên serê çîyayên welatê Kurdan, xwestine Kurdan qir bikin, li nav xwe da pûç bikin, bihelînin, lê nikarbûne û nikarin bikin. Ji rojhilat, ji rojava, ji jor (bakûr) ji jêr (Baþûr) gelek û gelek caran dijminan li ser Kurd û Kurdistanê da girtine, gelek caran mêrkuj û xûnrêjên mîna Cengîsxan, Ayatola û mayatola Kurd û Kurdistan kirine nav agir û alavan, talan û tajan kirine, sotine, kuþtine, lê nikarbûne reha Kurdan ji binîva biqurçimînin, nikarbûne û nikarin, çimkî gelek mêrên mîna Cegerxûn ji nav sîng û berên çîyayên Kurdistanê ji paþila jinên Kurd yên delale xûnþîrin û binge û binejîya Kurdan derketîne, rabûne û ala kurdewerîyê û kurdperwerîyê, ala azadkirina kurd û Kirdistanê girtine destê xwe, serwerî û rêberî li þerê serxwebûna neteweyê xwe kirine. Navê gelek mêrxas, þerkeran û qeremanan li tarîxa kurdan da, xasima li sedsalîyên nozda û bîstan da, aþkera ye. Wana jî toximê azadkirina kurd û Kurdistanê reþandîye, her sal li dû hev ew toxim li nav deþt, mêrg, newal û bestên welatê kurdan da hêþîn dibin, digihîjin, li nav wan da gelek kulîlk, gul dibiþkivin û dilê keç û xortên kurd þa dikin û pê ra jî tîne bîra wan, ku ew gul, ew kulîlk bi xûna mêrxasên meydana þerê serxwebûna neteweyê kurd avreþan bûne, gihiþtîne û bihar bihar her sal dil û canê qîz û xortên kurd qal dikin û ew hazir dibin bona rojên oxirmê giran, bona roja xîret û namûsê. Miletê kurd bi navê mêrxas û qeremanên þerê serxwebûna welatê xwe fexir û kubar dibe, nek bi tenê bona wê yekê, kul i tarîxê da ew mêrxas û ew qereman bi çek û sîlihan va rabûne, derketine meydana þerê azadkirina miletê xwe, lê wusan jî wana mala xwe, canê xwe û ruhê xwe terxan kirine bo xatirê serxwebûna kurdan, bo xatirê azadîya wan. Miletê kurd wusan jî bi navê þayîr û helbestvanên xwe fexîr û kubar dibe, ew qedir û qîmetê wan dizane, bi navê wan serbilind e, çimkî ew þayîr, ew helbestvan ji ber pêþ û paþila jinên kurd yên jîr û êgîn û zîrek derketine, ji nav þaxên Kurdistanê rabûne, derketine meydana þer, li rex qeremanê çekdar wek teht û kelemên serê çîyan bi þêranî ala rengê sor, kesk û sipî girtîne destê xwe, þer kirine, mala xwe, ruhê xwe, canê xwe terxan kirine bo xatirê azadkirina neteweyê xwe, welatê xwe. Çaxê ez navê þayîrên kurdan, navê helbestvanên kurdan tînim bîra xwe, herdem navê hezkerê me, þayîrê me mezin û hêja Cegerxûn tê ser lêvên min, li hiþ û serê min da rûniþtîye ku ewî jî mala xwe, ruhê xwe û canê xwe terxan kirîye bo serbestî û serxwebûna kurdan; dibe rast e, ez bêjim li sedsalîya me da þayîr û helbestvanê kurdên kurmanc yê herî mezin bi fikir, bîr û bawera xwe va weke (mîna) Cegerxûn tune. Cegerxûn bi rewþa xwe va, bi efirandinê xwe va, bi ramana xwe va behra bê berî û bê binî ye, gelek giran e meriv noqî wê behrê be û bizanibe çi di wê behrê da heye. Bona wê yekê divêt meriv noqvanê zana be û pispor be; ez xwe hesab nakim merivê wusan. Cegerxûn nek bi tenê þayîr û helbestvan e, ew wusan jî zana û zanyar e, ne rehet e li ser hemû efirandinên Cegerxûn li vira binivîsim û fikira xwe bi firevan binivîsim. Lê her çend kovara "Roja Nû" spartîye min, ku ez pêþgotinê bona dîwana wî, bona wî þêrê nav çîyayên kurdan binivîsim, ez nikarim bêjim na, ez mecbûr im qasî qewata xwe, qasî zanîna xwe çend gilîyan binivîsim; lazim e ez binivîsim çimkî "Roja Nû" dixwaze wê dîwanê çap ke bona palan û gundî û xebatkarên kurd. Di vî îþî da ez berpirsîyar im çend gilîyan binivîsîm.
Rojekê ez li sivdera înstîtûta me da rastî profêsor Kraçkovskî hatim. Ewî ez dame sekinandinê, devê çentê xwe vekir û kitêbek jê derxist, dirêji min kir got "Xortê delal, han ji te ra vê kitêbê, dibe hewasa te pêra hebe, bi kurdî nivîsîne, îrannasê navdar Vlîdmîr Fêdorovîç Mînorskî ji Londonê þandîye, lê binhêre, bixûne, dibe kêrî te bê." Min ew kitêb hilda, lê nihêrî, dît, ku bi herfên latînî li ser nivîsîne "Dîwana Cegerxûn", min rûpelê wê vekir, li rûyê din dît: þiklê Cegerxûn çapkirî bû, li binîya wî da nivîsî bûn :"Xwedîyê dîwanê". Min fehm kir, ku Cegerxwûn xweyîyê dîwanê ye, lê min nizan bû Cegerxûn kî ye, min navê wî, navê merivê awa nebihîstibû, ez fikirîm, ketme mitala "Cegerxûn kî ye?" çima "Dîwana Cegerxûn"; li berê ez haj pê nîn bûm, ku Cegerxûn þayîr e. Min belgên kitêbê wergerandin, navê çend þiêran xwendin, li axirîya kitêbê navnîþa þiêran nivîsandibûn, min pêþgotin xwend û pê hesîyam, ku kitêb li Sûrîyê bi arîkarîya rewþenbîrkerên kurd hatîye çapkirinê, ku Cegerxûn navê þayîrî zêdeye, navê wî eslî Þêxmûs e, yanê Þêx Musa ye. Bi naverokên þiêrên dîwana wî ez pê hesîyam çima ewî navê "Cegerxûn" li xwe kirîye. Ji ber halê qûltîya miletê kurd, ji ber derd û kulê gundî û pale û xebatkarên kurd ew dilêþ bûye hergav bûye ah û zarê wî, dil û cegera wî xûn girtine, sebeb vê yekê ewî navê xwe kiriye Cegerxûn. Bi xwendina dîwana wî ez pê hesîyam, ku ew ne þayîrê sedsalîya navîn e, lê þayîrê zemanê meyî niha ye; hewas û kêfa min bi zimanê dîwana wî ra hat, kurmancîya wî gelek xweþ bi min hat, gelek wext bû, ku min ew dîwan hergav bi xwe ra dibir, ji destê xwe der ne dixist, çaxê ez ji îþ û karê xwe azad dibûm, min ew dixwend, çiqas diçû, ewqas hewesa min bi þiêr û helbestên wî ra dihat, her þiêrekê, her helbestekê ez didame hêlana û heyecana. Di wan da derheq derd û kulê miletê kurd, jîyîn û halê Kurdan û þerê wanî serxwebûn hatibû nivîsandinê. Berê min qet kitêbên nivîskarên kurdan yên mîna vê dîwanê ne dîtubûn û ne jî xwendubûn; li wê dîwanê da berê pêþîn min deng û basên yekbûn, hevkarîya kurdan bo xatirê serxwebûna welatê wan xwend. Bi xwendina wê dîwanê hate ber çavê min dîroka þerê kurda, serhatî û dîroka zana û hozanên kurdan, min xwe bextewar hesab kir, ku dîwana wusan ketîye destê min, ku pê hesîyam, ku þayîrekî kurda wusan heye û navê wî Cegerxûn e. Ji welatê Sovêtê der bi saya serê Celadet Bedirxan û Kamûran Bedîrxan nav û dengê Cegerxûn zû va li nav her çar parên Kurdistanê da belav bûbû, herdu mêrên qeremanê þerkerên rewþenbîrkerên neteweyê kurd li kovarên xwe "Hewar", "Roja Nû" û "Stêr" da, "Ronahîyê" da herdem þiêr û helbestên Cegerxûn çap dikirin û kovarên wan li nav salên 1932 û 1945 da bûbûne binge û binaxa çapkirin û belavkirina efirandinên Cegerxûn. Eger ew kovar tunebûna, ne hatina çapkirinê, þiêr û helbestên Cegerxûn jî qet çap ne dibûn û xelqê kurd pê ne dihesîya, ku li nav wî da hozan û zana û þayîrên mezin hene, ku yek jî wan Cegerxûn e. Di kovar û rojnamên Celadet Bedîrxan û Kamûran Bedîrxan da kurdnasê firansî Toma Buwa û Rojê Lêsko, çende miqalên biçûk derheqa jîyîn, îþ û karê Cegerxûn da û derheqa þiêr û helbestên wî kurdewerî û wetenperwerî da çap kirine. Bi gilîkî ji welatê Sovêtê der nav û dengê Cegerxûn zû va eþkera bû, her li Sovêtîstanê kesek haj wî mêrî tune bû, navê wî ne bihîstibû ne jî efirandinê wî xwendibûn. Li sala 1952 an da min miqalek bi navê "Lîtêratûra kurdên derva derheqa halê kurdên Sovêtîstanê da" li kovara "Îstorîya î fîlologîya stran Vostoka" da (vîp. 3) li Lênîngradê bi zimanê rûsî çap kir. Di wê da min çend rêzên þiêrên Cegerxûn li ser welatê Sovêtê çap kirin, anîn ber çavên xwendekaran, ku pê bihesin Cegerxûn di þiêrên xwe da dinivîse, ku Sovêtîstan dostnê neteweyê kurd e, ku ew terefdar û piþtîvanê þerê azadkirina xelqê kurd e, ku ekserê sor wê bibe azadkerê kurd û Kurdistanê, ku xelqê kurd ketîye ser rîya Marks û Lênîn û qet tu cara jî wê rê der nakeve. Li paþê li nav salên 1946 - 1953 an da min li zanînga Lênîngradê da dersê zimanê kurdî dida þagirtên kafêdra fîlolojîya îranîyê. Bi biryarê wê kafêdrê gerek ew þagirtên kurdî hîn dibin, biçûna nav kurdên Ermenîstanê, bibînîn ew çawan dijîn û li nav wan da bi praktîkî hînî xeberdana zimanê kurmancî bibin. Havîna sala 1953 min þagirtên xwe M. B. Rûdênko, R. L. Sabolov, T.N. Paxalîna, A. I. Îvanova, A. A. Grûnbêrg, H.I. Usupov û yên din bi xwe ra birne praktîkê nav kurdên nehîya Abaranê. Berî hingê bextê min lê xistibû, dîwana Cegerxûn ya duduwan jî ketibû destê min. Eva dîwana ji ya pêþîn baþtir bû, tê da nek bi tenê þiêr û helbestên derheqa jîyîn, ayîn, hal û dîroka þerê serxwebûna kurdan hatibûne nivîsandinê, lê wusan jî derheqa dostî, hevkarî, azadî û aþti li nav neteweyên bindestî da hatibûne nivîsandinê. Þiêr û helbestên vê dîwanê gelek xweþ bûn û min ew dîwan bi xwe ra bir. Ez û þagirtên min em li gundê Camûþvana mezin cîwar bûn. Hingê Emînê Avdel bi jin û zarûwên xwe ve hatibûne wî gundî, li mala xalê wî Cindî da cî-war bûbûn. Bi xwestina Emînê Avdel ez jî çûm ketima mala xalê wî û tev kulfetê wî cîwar bûm, þagirt jî li otaxên dersxanê di cî-war bûn. Hingê min carnan þiêrên dîwana Cegerxûn ji Emîn ra û biçûkên mala wî ra dixwendin. Ew þiêr bi Emîn û zaruwan xweþ dihatin. Li paþê min û wî va ramana xwe kire yek, ku ji wê dîwanê þiêrên Cegerxûn yên bajarvanîyê (þiêr û helbestên pêþketî, þûreþgerî, kurdewerî, wetenperverîyê, dostî û hevkarîya neteweyan) hilçinin û cuda li berevokê da bona kurdên Sovêtê bi herfên kîrîlîkî (rûsî) çap bikin. Hingê hevalekî me kurd li komîtêta partîya komûnîstên Ermenîstanê da dixebitî. Em çûne cem wî, ku ew arîkarîya me bike bi tevayî em herne dîwanekî çapxanê lava bikin, ku þiêrên Cegerxûn yên bijare bi herfên rûsî bona kurdên Ermenîstanê çap bikin. Ewî hevalî milê xwe ne da ber xwestina me, got: Ez çi zanim Cegerxûn kî ye, belkî koneperest derkeve, dijminê welatê Sovête be, zehf ji ewî çend xeberên baþ derheqa welatê me da nivîsîne xwe hesab dike Bolþêvîk, komînîst." Ez û Emînê Avdel di dilê xem, por pojman ji otaxa qulixa wî derketin, vegerîyan çûn. Li sala 1957 da min rêzmana xwe ya kurmancî (Gramatîka kurd skogo yazîka (kurmancî) bi zimanê rûsî çap kir. Hingê min pê ra layq dît çend þiêrên Cegerxûn di wê rêzmanê da çap bikim. Min ev þiêrên jêrîn: "Halê gundîyan", "Reþo û gundî", "Ta kengê emê karker û cotkarê bega bin" , "Xwendin" , "Pembûwê meye, lê em tazîne" , "Heval pol Robson", "Mehrecana Bêrlînê", "Hozan û þayîrên kurd" di wê rêzmanê da çap kirin (300 310). Di rûpela þeþan da derheqa Cegerxûn da min ev xeberên jêrîn nivîsîne: "Cegerxûn vîdayûþîîsya kurdskîy poêt Sîrîî, borêts za nasîonolnûyû nêzavîsîmost, dêmokratîyû î osvobojdênîyê naradov Blîjnêgo Vostoka ot gnêta împrîalîzma" yanê "Cegerxûn þayirê kurdên Sûrîyê navdar e, li helbestên xwe da ew derdikeve meydana þerê azadkirina netewayên bindest ji bin zulma împêralîzmê bo xatirê serxwebûna wane demoqratî." Li paþê di nav salên 1963 - 1966 Ordîxanê Celîl ji Ermenîstanê þandibûne Lênîngradê cem me, ku qursa apîrantûrê da hîn be. Çaxê ew hîn dibû, min herdu dîwanên Cegerxûn dane wî, ku bixûne. Li wextekî da ew bû nasê efirandinên Cegerxûn, þiêr û helbestên wî hez kirin. Rojekê ewî ji min ra got: "Apê Qanat, baþ dibe, eger hine þiêrên Cegerxûn bi herfên rûsî bona cahilê Ermenîstanê çap bikin." Min got: "Ew meremekî baþ , çend sal berê min bi xwe xwest wê xebatê bikim, lê hingê hevalekî qulixdar û berpirsîyar li wê pirsê da arîkarî min ne kir, niha tu bike, ezê arîkarî te bikim, þiêrê Cegerxûn bijare çap bikin." Ew þiêr û helbestên Cegerxûn ji dîwanên wî yê bajarvanîyê derxistin, wergerandine ser herfên rûsî û pêþxeber ji berhevoka wan þiêran ra bi kurmancîya þkestî nivîsî, di wê pêþgotinê da derheqa qedir û qîmet û nirxê wan þiêran li pirsa civakî û sîyasetîyê da þirovekir, pêþgotin da min, min ew rast kir û ramana xwe bona çapxana Ermenîstanê nivîsî, ku çapkirina wê berhevoka þiêr û helbestên Cegerxûn gelek bi muhîm û feyda ye bona kurdên Ermenîstanê. Ew Berevok li sala 1966 li Ermenîstanê bi lê nihêrîna Wezîrê Eþo hate çapkirinê. Li sala 1966 ji Azêrbecanê kurdekî ji min ra namek nivîsî; ewî di nama xwe da nivîsîbû: "Navê min Eskerov Þamil e, ez kurdê nehîya Kelbêcarê me, li wê nehîyê de kurd dijîn, min mekteba partîyê li Bakuyê xilas kirîye, niha li nehîya Kelbêcarê li nav kurdan da mijûlî xebata rewþenbîrkirina netewe dibim, mêla min heye li ser lêgerîna lîtêratûra kurdî bixebitim, ez lava dikim, tu bi kerema xwe ji min ra binivîsî lîtêratûra kurdî heye? Li kîderê dest dikeve?" Min bersîva nama Eskerov Þamil nivîsî, ku "du dîwanên þayîrekî kûrdên Sûrîyê li cem min hene, nivîsarên wî gelek bi qîmet û hêja ne, navê wî Cegerxûn e, ezê dîwanên wî ji te ra biþînim, tu bixûne, bi fikira min layq e meriv xebatke zanyarî derheqa efirandinên wî da binivîse." E qayî bû name nivîsî, got: "Bi kerema xwe wan herdû dîwanan ji min ra biþîne, ezê ser bixebitim, lê bigerim, serederîyê lê bikim, dîsêrtasîya zanyarî li ser efirandinê wî da binivîsim." Min herdû dîwanên Cegerxûn ji Eskerov Þamil ra þandin. Sal û nîvek þûnda ew hate Lênîngradê, meheke havîn li mala min da ma, hemû kovar, rojnamayên kûrmancî (Hewar, Roja Nû, Ronahî, Stêr) û kitêb û pertokên li ser tarîx û kûltûra kurdan çapkirî xwendin, çi bona xebata wî zanyarî lazim bû, ewî jê hiçand û sala 1969 bi xêr û silamet dîsêrtasîya xwe "Efirandinên þayîrê kûrd Cegerxûn" pawan kir. Xên ji wê ewî pertokek bi zimanê azerbêcanî "Xelqin þayîrî Cegerxûn" çap kir. Di xebatên xwe da Eskerov Þamil efirandinên Cegerxûn parê ser van koman dike: 1) Þiêrên yekbûn û rewþenbîrkirinê (Ronahîkirnê); 2) Þiêrên dostîye neteweyê kûrd û neteweyê Sovêtê; 3) Þiêrên li ser aþitîyê li dînyayê da; 4) Þiêrên pêþberî þêx û pîrên muftexûr. Li paþî analîza van þiêran Eskerov Þamil mijûlî kêþ û qafîya (çapa rêzbendê) þiêrên Cegerxûn bûye û hatîye ser wê fikirê, ku Cegerxûn þiêrên xwe bi çapa rêzebenda û forma mûxames, mesnevî, qasîde, rûbayî û xezel li hev anîne lê bi piranî ewî þiêrên xwe bi formên bangan nivîsîne, gelek þiêrên wî rêzên wan þeþbengî ne, heftbangî ne, heyþbangî ne, dehbangî ne, û mîne stranên kurdî bendên wan li hev tên û bi teqil têne gotinê û stranê. Li paþî wan nivîsarên min ji jorê navê wan nivîsandi li gelek nivîsarên nivîskar û zanyarên Sovêtîstanê da navê Cegerxûn dihate nivîsandinê, dihate gotinê, ku ew þayîrê neteweyê kurdî herî pêþkevtî ye, herî dêmoqrat û înternasînalî ye (binêre "Almanax Kûrdskoy Lîtêratûrî", Bakû, 1959; Nado Mahmûdov, Neteweyê kûrd, Êrêvan, 1959 (bi zimanê Ermenî); Boþlaya Sovêtskaya ênsîklopêdîya, Moskova, 1963, t. 24; Jûrnal "Drûjba narodov" 1963, N 12 û yên din). Bi vî cûreyî nav û dengê Cegerxûn li nav Sovêtîstanê da belav bû, biçûk û mezinên kurd navê wî, þiêrên wî bihîstine, dixûnin gelekan þiêrên wî ezber kirine, li êvarîyan da bi ezber dibêjin; zanyarên kurd û rohilatnasên Sovêtê pê hesîyane, ku þayîrekî kurd þûreþgir, pêþketî û dêmoqrat heye, ku navê wî Cegerxûn e. Me ev zanibû çaxê herdu dîwanên wî pêþîn ketibûne destê me. Niha em pê hesîyane, ku dîwana wî sisîyan "Kîme ez" derketîye û niha ji dîwana wî ya çaran hazir bûye bona çap kirinê. Eger em bi temamî li naveroka (mezmûna) hemû dîwanên wî binhêrin, baþ bifikirin, emê bêne ser wê fikrê, ku efirandinên wî bi bîr û bawera xwe va, bi nêt û merem û mebestên xwe va pareve dibin ser van koman: 1) Þêr û helbestên li ser jîyîn, ayîn û halê kurdan; 2) Þêr û helbestên li ser zana, hozan û þayîrên kurdan; 3) Þêrên dildarîyê û evîntîyê; 4) Þêrên li ser bajarvanîyê (yên dostî û hevkarîya neteweyan û aþtî li nav wan da); 5) Þêrên tarîx û dîroka þerê serxwebûna kurdan; 6) Þiêrên pêþberî muftexuran (axa, begen, þêx, pîran, bûrjuwa û kapîtalîstan); 7) Þiêrên peþberî zumla faþîzmê; 8) Þiêrên rewþenbîrkirina (ronahîkirina) neteweyê kurd, 9) Þiêrên pêþberî dîn, dîyanet û ayîna berê kevneperestî; 10) Þiêrên fîlîsofîyê. Bi cuda pêwîst e zanyar û lêgerînker li ser her komeke van þiêrên Cegerxûn bixebite, bi zanyarî mijûlî analîza (ji hev derxistina) wan bibe, qîmeta wan, hêjayîya hunerê wan nîþanî xwendevanên me bikin. Lê sed car heyf niha zanyarên lîtêratûra kurdî tunene, lê ez bawar dikim, kul i paþewextîyê zanyarên wusan ji nav neteweyê kurd derkevin, mijûlî wan pirsan bibin; kî dizane, dibe wextekê li Kurdistana serbixwe da înstîtûta lêgerîna lêteratûra kurdî bê naskirinê bi navê Cegerxûn û di wê înstîtûtê da bi pilanî mijûlî efirandinên wî bibin. Layq e jî bê sazkirinê û zanyarên kurd bixebitin nek bi tenê li ser lêgerîna þiêr û helbestên wî, lê wusan jî li ser nivîsarên wî derheq zimanê kurdî (li ser ferhenga wî kurdî û destûrîya wî ya zimanê kurdî û yên din). Bi fikr û ramana min efirandinên Cegerxûn bi temamî bi naverokên xwe va, bi hunerê nivîsarê va, bi bedewîya nivîsandina xwe va ji nivîsarên gelek þayîrên dinyayê bi navdar, þûreþgir û demoqratên niha danaxwe. Eger þiêr û helbestên Cegerxûn bihatana wergerandinê ser rûsî, înglîsî, frensî û almanî, dinyayê pê bihesîya û bigota eva gilîyan rast in, neteweyê kurd dikare xwe bextewar hesab bike, ku þayîrekî wusan mezin, pêþkevtî, demoqrat û întêrnasîonalîst ji nav sîngî û berê Kurdistanê derketîye û, helbet, neteweyê kurd dikare bi navê Cegerxûn ferix û kubar be.
Þiêr û helbestên dîwana Cegerxûn ya çaran bi naveroka xwe va mîna þiêr û helbestên her sê dîwanên wî pêþîn in. Ew ji bi raman, nêt û meremên xwe va li ser jîyîn, hal û þerê serxwebûna neteweyê kurd hatine nivîsandinê. Bi texmîn ew parevedibin ser sê koman: 1) Þiêrên evîntîyê (evîndarîyê yan jî dildarîyê); 2) Þiêrên jîyîn, ayîna kurdan, yên tarîya wan û Kurdistanê. Di dîwana Cegerxûn pêþin da þiêrên evîndarîyê tekteka hene, di wê da piranî þiêr li ser jîyîn, ayîn, hal û tarîxa Kurdan, þerê wan nav xwe û pêþberî stemkaran, dijminên derva û hundur hatine nivîsandinê. Di dîwanên wî yên dudu û sîsîyan da gelek þiêrên wî evîndarîyê hatine gotinê, mesele, di dîwana wî çaran da ev þiêrên dildarîyê çap bûne: "Diyariya yarê" (176), "Yara" (136), "Pîr bûm, dil pîr nabî" 144), "Çep û rast" (142), "Derdê derûn im" (181), "Destê xwe paqijke ji xwînê" (137), "Dil perçe perçe hûr dikî" (196), "Cejna yar dilxweþ dibî" (171), "Name ya derd û xeman" (175), "Bextê sipî" (198), "Zengil" (119), "Gazin jî çine" (173), "Ocaxa yar" (183), "Yar hat civîna min bi þev" (185), "Ev dinya pir xweþ e" (131), "Tu zanî maç dermanim" (179), "Bi torê bixwîn vê namê" (146), "Di ser çavê mera hatî" (160), "Kurdistan" (54), "Guh bide dîrokê" (199), "Fetwa ya pîrê Mexan da" (194), "Þîrîn lebê" (191), "Me dil daye pertave" (149), "Dilo mizgîn li te þabî" (192), "Penge rû" (177), "Çi bikim bi rojî û nimêjê" (92), "Eman hey lê" (201). Di van þiêrên xwe yên evîniyê da Cegerxûn ah û zar dike û ah û zara wî li ser welat têne kirinê, di wan da ew dibêje û ji xema dilan dilûvîne, ku ji dûrîya evînê derd û kulê wî pir bûne, di wan da ew xebera "evîn" li þûna xebera "welat", li þûna xebera "Kurdistanê" dide xebitandinê. Çaxê ew ji hizkirî, ji dilketî û evîna xwe ra dibêje: "Eman ji derdê dûrîyê", ew dixwaze bêje, ku ewî dûr e ji welatê xwe, kul i welatê xerîba da dijî, ku ew ji derdê dûrîya evîna xwe Kurdistanê di xwe da ketîye, dîponije, ew nîþan dike, ku ewî bîra welatê kal û bav"e kirîye, ku ew dixwaze welatê xwe azad bibîne, bi serbest hemêz ke, pê þad be, bighîje bext û mirazê xwe Kurdistanê azad û serbest bibîne. Bi þiêrên evîntîyê Cegerxûn tê ber çavan mîna xortekî evîndar, mîna mêrekî mirazxwez, ku evîna wî, mirazê wî serbestî û serxwebûna kurd û Kurdistanê ye. Mesele: Pir xweþ e, pir xweþ e Serbest û azad in Guldestên evînê Were meyger, bide cema lebaleb Delala min dinav destên neyara Mebên seyda Cigerxwîn bûye kal Were hembêz bikin em hev bi þadî Tu rojî dil disojî lê metirse Þiêrên Cegerxûn yên dildarîyê bi navê "Agir û pêta evînê" (154 - 159), "Me dil daye Pertavê" (8149), "Dîyarîya yarê" (135) û yên din bi naveroka xwe va yên hezkirina welat in, di wan da mirazê dilê Cegerxûn, dilxweza wî, evîna wî serbestî û serxwebûna kurd û Kurdistanê jîyîna bextewarîya wan e, mesele, li helbesta xwe "Agir û pêta evînê" da ew dibêje: Evîn jî pêta agirî Nalîn ji ber daxên dikul Bawar bike li her þiêr û helbestên evîntîyê da, yên di vê dîwanê da çap bûne, Cegerxûn li paþî ah û zarîn kirina li ser evîna xwe, li paþî pensê wê dan, ev esse çend rêzên girînî li ser welatê xwe dibêje û xwendevanê xwe dide fehmkirinê, ku ewî bextreþ e û mirazkor e, çimkî welatê wî bindest e, ku evîna wî, dilxwezî û bextewarîya xort û keçên kurd yên mirazxwez her li zemanê serbestî û azadîya Kurdistanê da wê mîyaser be, biqede û bê serî. Çend gilîya pêwîst e li ser þiêr û helbestên kurdperwerîyê û wetenperwerîyê binîvîsim. Li jorê li pêþîyê min da xuyarikirinê, kul i Sovetîstanê da saya serê xebatên kîjan merivan þiêr û helbestên Cegerxûn, yên kurdewerîyê kurdperwerîyê, dostî û hevkarîya miletên bindest ji herdu dîwanên wî pêþîn aþkera bûne. Þiêr û helbestên bi vî cûreyî li her du dîwanên Cegerxûn yê paþîn da (dîwana sisîyan da û di vê dîwanê da, dîwana çaran da) gele kin, mesele, li dîwana çaran da ev þiêr û helbestên wî çap bûne: "Destê xwe paqij ke ji xûnê" (137), "Rewþa Welêt" (40), "Bi ser çîyan ketim" (39), "Ji nûva em berjor diçin" (89), "Kî hilgirî v îbarê min?" (17), "Ez nizanim çi bêjim" (28), "Ta neþewitin, ronî nadî welêt" (66), "Welatperestî" (68), û yên din. Di van þiêran da Cegerxûn dîsan mîna berê dike hewar û gazî, berê xwe li palan, rêncberan, xebatkaran, xwendevanan, zana û hozanên kurdan kirîye, diqîre, dibêje kurdno, ji xewa kibîr hiþyar bin, xwe nas bikin, hûn kîne, yek bin, bi þêranî derkevne meydana þerê serxwebûna welat, ji bin destê goveka zulmkarên Ýranê, Ýraqê û Tirkîyê azad bin; di wan þiêran da Cegerxûn bernama þerê azadkirina kurd û Kurdistanê nîþanî neteweyê xwe dike. Cegerxûn dibêje: ku kurd bigihîjne merem û mebestê xwe, li pêþîyê pêwîst e dijminê nav xwe (axa, began, þêxan, pîran, bûrjûwazan û kapîtalîstan) ji welat derxin, mesele, ew dinivîse: Ev bûye sed salên we Keþe û þêx û mela Axa u mîr û paþa Ew tev beg û efendî "Olperest û êlperest, Qata kurdên xwedî mal Dijmin ku em derxin bi zor Heta xwînê nerêjin Ku em jî bûne milet Cegerxûn dibêje, ku gundî û xebatkarên tirk jî mîna gundî û xebatkarên kurd li bin destê qata jorîn da (sinifa jorîn da) ya axa, beg, bûrjûwa û kapîtalîstên tirkan da nin, ku ji bo azadkirina xwe herdu qatên jêrin tirk û kûrd bibin yek: Qatê jêrî tirk û kurd Divê ew dest bidin hev Bixin destê xwe ew dar Yanî bibin du dewlet Bibin bi dost û heval Destûr bibî dîmuqrat Qad û xwendin tevayî Ez bilura Marks im Ji hêvîyan avis im Di þiêra xwe "Ta neþewitin ronî nadî welêt" (66) da Cegerxûn dibêje: Zenda vemalin, bikevin Zagros Em þêrên çîya, piling û ejder Rabin bibin yek, destan bidin hev Þazde milyon kurd gernas û mêrxas Ta kengî dijîn perçe, perçe kurd? Raste bindesît karê qelsa ye
Niha em dibînin, ku dînya parevebûye ser sê komên mezin: 1) Dinya sîstêma welatên sosyalîstîyê; 2) Ddinya sîstêma welatên kapîtalîstan û împêralîstan; 3) Dinya welatên serxwebûyî yên bêteref. Welatên Ýranê, Iraqê, Tirkîye û yen din li Rojhilata nêzik dikevne nav dinyaya welatên sîstêma serxwebûyî. Ew welat jî dibînin eger hal û wextê dinyayê tê guhastinê û eger xêr û bêr û kara wan di wê guhastinê da hebe, ew sîyasetîya xwe derva diguhêzin: yan xwe li alîyê dewletên sîstêma sosîalîstîyê digrin, yan jî xwe li alîyê dewletên sîstêma kapîtalîzmê digrin û bi dizîva dibne dost û hevalên împêrîalîzmê. Bi xeberdan, bizar her kes dibêje "li zemanê hilþandina (ruxandina) sîstêma kolonyaliyê da, helbet, mafê neteweyê kurd heye bi serxwebûn û serbest bijî." Ku xelqê kurd serbest be, bi serxwebûn bijî, lazim e hukumetên sîtemkar destê xwe li parçê Kurdistanê bikiþînin, bihêlin kurd bi serbestî û serefraz bijîn, yan jî pêwîst e neteweyê kurd hemû hêz û qewatên xwe bike yek, þer bike û bi zorê serxwebûna xwe bi destê xwe va bîne. Ji van herdu rîyan rîya pêþin bi destî hukumetên sîtemkarên kurdan qet tu caran nabe û nayê kirînê, rîya paþîn her rîya rast e, þûreþgerî ye, divêt di wê rê da yekîtîya kurdan hebe, ew bi destê zorê serxwebûna xwe bi destê xwe va bînin. Ji ber vê yekê Cegerxûn dibêje:
Ku em jî bûne milet Zanim sîyaset tev derew Destan bidin top û tiving Ji nav welêt derxin neyar
Bê tizbî û def û xiþt Ne bindestî ne jî zor Tev de em bibne yek qat Pale bibin xwedî kar ................. Di dîwanê da wusan jî çend þiêr û helbestên mezin li ser ayîn û tarîxa neteweyê kurd hatine çapkirinê, mesele: "Em þer naxwazin, lê ew tê ber derê me" (58). "Aleqemþê" (83), "Hovîtîya dijmin" (20) û yên din. Ev þiêr û helbest ne mîna þiêr û helbestên evîntîyê û kurdperwerîyê ne, ev ji wan mezintir; her yek ji wan wek sê - çar - pênc - deh - donzdeh belg in, ew mîna serhatîyan û dastanan dirêj in û bi naveroka xwe va ew jî mîna wan li ser jîyîn, ayîn edetê kurdan û dîroka wan têne gotinê. Bi gilîkî bi naveroka xwe v abi teqil û li hev anîna bendên rêzên bi rengê þiêran û helbestan hatine nivîsandinê. Þêr û halbestên Cegerxûn yên bi vî cûreyî nivîsandî li dîwana wî pêþîn da jî hene, mesele, "Serxwerabûna mirîþkan" (48-50) , "Þahnama þehîdan" (5-56), li dîwana duduwa da "Cotkar û zevî" (102 - 107) , "Serpêhatîya Cîwan û dewlet" (108-121) , "Tarîxa siltan Saledînê Kurd" (126-129), "Serpêhatîya Þepal û Sitêr" (111-118) û li dîwana sisîyan da: "Kîme ez" (9-16), "Pîra merivxur" (61-68), "Zincîr ji gerdanim þikest" (84 - 94), "Rencberê bi rûmet" (169-178), "Nivîsarek bi yar" (188 -195) û yên din. Ku xwendevanên me delal baþ haj qîmet û nirxê van serhatîya û destana (poêman) bin, divêt meriv baþqe mijûlî lêgerîna tertîbî, tendurustî û sazmanuya wan be, guh bide ser naveroka wan, xemlandina wan û xeberên wanê bedewî. Eva jî mesleke mezin e bi hewasdar e li pirsên lêgerîna efirandinê Cegerxûn da. Em hêvîdar in li paþewextîyê zan-yarên lîtêratûra kurd wê vê pirsê safî û zelal bikin. Li kurtayê da ez divêt bêjim, ku ev serhatî û destan tev wan komên jorên min navê wan nivîsandî xizneke gelek girnbiha ne, ew bi tevayî ênsîklopêdîya jîyîn, ayîn û hal û tarîxa neteweyen kurda ne, ênsîklopêdîya þerê wî yê serxebûne li nav salên destpêka sedsalîya bîsta heta van salên paþîn. Merivê baþ herçar dîwanê wî bixwîne, mijûlî naveroka wan û sazmanîya wan be, wê bê ser wê fikirê û wê ramanê, û bêje bi rastî her çar dîwanên Cegerxûn ênsîklopêdîya peydabûn û pêþveçûna neteweyê kurd de, ya helketin, serketin û daketina þerê serxwebûna kurda ne, ênsîklopêdîya rabûn û rûniþtina kurda ye, ya hevbendîya kurd, ereb, fars û tirka ne. Her þiêreke Cegerxûn, her helbesteke her çar dîwanên Cegerxûn ji nav dil û hinavê wî, ji kuranîya dilê wî, ji hiþ û aqilê wî gihîþtî û safî û ji behra zanîna wî hatine gotin û nivîsandinê; peydabûna wan, efirandina wan bi hal û wextê dinyayê ra girêdayî ye, ji berhal û jîyîna kurdên bindest û zerandî û ji ber roja wane reþ û bextê wanî kor û þiêr û helbestên Cegerxûn hatine hunandinê. Di wan da wêne û þiklê kurd û Kurdistanê bi destê hostayê xeberên bedewî kiþandî ne. Kesek di xemil, nexþ nitra wan da þikbir nabe, giþk bi rast û rasteqîn in. Lê pêwîst e ji bîr nekin, ku ew li cî û wextê xwe da giranbiha û bi nirx in. Bingeha naveroka her çar dîwanên wî, bîr û bawara efirandinên wî ew in, ku þervan û tekûþerên neteweyê kurd zanibin, ji bîr nekin, ku rîya azadkirina kurd û Kurdistanê dûr û dirêj û giran e, bona wê yekê niha li berê pêþîn lazim e yekitîya hemû kom û partîyên wan hebe, lazim e li pêþîn ew bixebitin, nehêlin milet qir bibe, pûç be, divêt milet xwedî bikin, ku ew xwe wunda neke, zimanê xwe, kultura xwe, yekîtîya xwe pêwan bike, bona vê yekê divêt kom û partîyên wan li her der abi serbixwe hebin, divêt komên wan (yên xortan, yên jinan, yên xebatkaran, yên gundî û palan, komên ronahîkirina milet, yên çapkirin û belavkirina kovar û rojnamên kurdî) bi aþkera û binîva hebin û tevgirêdana wan bi hevra hebe, divêt tegirêdana wan wusan jî bi hemû komên pêþkevtî yên ereb, tirk û farsan ra hebe, bi tev wan bixebitin, pêþberî kevneperestan û împêrîalîstan þer bikin, þer bikin bo xatirê serbestîya xwe bo xatirê dostî, biratî, hevkarî û aþîtî li nav kurd û ereb, kurd û tirk, kurd û fars. Ev e bîr û bawara Cegerxûn, ev e dilxwezîya wî, merem û mebesta efirandinên wî. Lenîngrad, 20.09.1980 CEGERXWÝN, DENGBÊJÊ
RASTÝYÊ Û AZAYÊ Navê Cegerxwîn, navê hostê xebera, xudanê lewzê þîrin li herçar terefê Kurdistanê, ji rohilatê girtî hetanî roavayê, ji þimalê hetanî canûbê nava xwendevanê kurda da xweþ eyan e. Þiêrêd wî bûne stran û nava cimetê digerin. Xort û qîzê kurdaye nû biþkivî nivîsarê þayîr bi devkî hîn dikin, bîr û bawarîya xwe, miletperwarîya xwe bi wan þiêra tam dikin û bi xwe jî dibin ceger bi xwîn. Tune civînek yan jî êvarek, li ku þiêrêd hilbestvanê kurdayî nav û deng neyêne xwendinê. Navê Cegerxûn nava kurdê Sovêtê da jî eyan e. Ýro welatê Sovêtê da -welat, kîderê zixtî û zordestî, newekehevbûn û koledarî ji binyatê hatîye rûxandinê, kîderê bi seda cimet azayî û serbestîya xwe destanîne, pareke cimeta kurda tevî wan cimetêd bira çanda xweye miletîyê pêþda dibe, bi tarîq û lîtêratûra xweye kevnar dibe nas û bi hizkirin, navê Cegerxwîn diwekilîne wî va kubar dibe. Zarokê kurd li Ermenîstanê, mektebvanê koma çara gava pertûka xweye dersê- "Zimanê kurdî" vedikin, þiêra Cegerxwîn "Xwendin" dixwînin. Ewana dengê hilbestvanê þoriþvan dibêhên, dengê nalîna dilê wî-bona halê welêt, gazîya wî, ku xort û qîz baþ bixûnin, çimkî: "Xwendin nebî kes naçe pêþ Sal bi sal mektebvanê kurdê sovêtê diha nêzîk û hûrgili nasîya xwe didine emirjîyîn û bîr-bawarîya hilbestvanê hizkirî. Ewana li dersxana V-VI da nava pertûka dersêye "Lîtêratûraê da ser Cegerxwîn dixûnin, ku "Zarotî û xortanîya Cegerxwîn halekî giran da derbazbûye. Ji çûktîyê xwe gelekî bi xwendinê girtîye, lê ewî nikarbûye xwastina xwe nîaser bike, çimkî bona wê yekê mecal lazim bûne." Þagirt ji wê pertûkê derheqa wê revê û çetinayê pê dihesin, kîjan hilbestvan xortanîya xwe da dîtîye. Ewana dixûnin, kut evî wê hesîrîyê, êþ û lê danê rika þerkarîyê, miletperwarîya kûr dilê þayîr da sist nebûne, agirê gumanê bona azayê hela diha gurbûye û lema jî Þexmûsê ji gindê Hesarê bûye dengbêjekî ceger bi xwîn. Li pirtûka dersxana V-VI-da ewana dixûnin: "Cegerxwîn çawa þayîr, çawa þerkarê miqabilî împêrîalîzmê, kolonîalîzmê û zordestîyê timê ji alîyê cimete kurda da hatîye hizkirinê. Ew tucara ji dijmina netirsîyaye, tucara ji serkarîya cimetêye giran xwe þûnda negirtîye." Du þiêrêd Cegerxwîne eyan: "Kurdistanim Ka" û "Pembiwê me ye, lê em tazî ne" li nava wê pertûka dersê da nin. Halê miletê kurde bindest û zêrandî nava van herdu þiêra di bi firekî vedibe. Mektebvanê Sovêtêye kurd, ku welatê xwe da bindestî û zêrandin nedîtîne, îdî rind zanin ku kurd û Kurdistan bi nîrê neheqîyê da zara-zar in, bindestî dewletêd kolonîalîst da tîþ-tîþî ne, pîre-pîre, û lema Cegerxwîn dike gazî, dike hewar:
Mezinaya Cegerxwîn, çawa rewþenbîr-merivekî xudanê bîr û bawarîya pêþ nek tenê li wê yekê da ne, gelo ew çawa halê miletê xwe dikewgire, bona miletê xwe dike hewar û gazî. Mezinaya her fikirdarekî, usa jî mezinaya Cegerxwîn nava wê yekê da ne, wekî ewana ji qalibê miletîyê dertên û bi fikir da rîya xwe va dibine hûmanîstêd mezin, dengbêjed hemû miletêd bindest û zêrandî, li kîjan qulbê dinyayê da jî ewana bivin. Cegerxwîn bi þiêrêd xwe va piþtovanê heqîyê ye, piþtovanê azayê û merivhizî ye. Ew nikare dengê xwe bilind neke, neke gazî bona wan efata, wan wetenhiza, yêd ku rabûne þerkarîyê li Afrîqayê, Asîayê, Amêrîka Latînîyê da, bona wan mileta yêd ku mîna miletê kurda bin nîrê neheqîyê da têne zêrandinê. Bona înternasîonalîzm û merivhizîya Cegerxwîn miletêd dinyayê wê nivîsarêd þayîr bixûnîn, hij wana bikin û bivin piþtovanê þerkarîya miletê kurda. dewlemend e ziman û dîdemêd bedewatîyê nivîsarêd þayîr. Nava wan da bi awazêd reng-rengî fikirdarîya miletîyêye pirqurne dîhar dike. Tune þîêr, kîjanî em bixûnin û meseleke cimetê, aqilbendîke kal-bava tê da nevînin. Kanîya zimanê Cegerxwîn zimanê miletê me ye, çavkanî, ku þêlû nebûye, ava wî zelal e û dilê kesirî hêsa dike. Nivîsarê þayîr bona zanîyara û kurdnasa wê bivin esasê çendik çend lêkolandinê ulmî. Xebata ulmîye pêþin ser "Poêzîya Cegerxwîne bajarvanîyê" sala 1966 a li Yêrêvanê ji alîyê înstîtûta rohilatnasîyê ya Akadêmîya Ulmuye Ermenîstanê hatîye çapkirinê. Xudanê vê lêkolandinê Ordîxanê Celîl pertûka xwe da usa jî çil û du þiêrêd þayîre hilbijare neþir kirîye. Herdu cildêd Cegerxwîne pêþin îdî zû va dest nediketin. Bona ku þiêrêd van herdu dîwana bikevin destê xwendevanê sovêtîyê, Ordîxanê Celîl ew þiêr welgerandîye ser tîpê rûsî. Ýro ewana bûne milkê xwendevanê kurdê sovêtîyê. Salekê þûn da hilbestvanê meyî hizkirî wê bive heyþtê salî. Bon emrekî heyþtê sal ne kêm e û ne pir e. Ne kêm e, çimkî tebyeta "bîsaf" bixwazî -nexwazî ya xwe dike, ji sehet qewat û taqata bende kêm dike. Ne pir e, çimkî Cegerxwîn þayîr hê cahil e (genc e). Gava þiêrêd wîye nû nivîsî dixunî, dilkutana wîye alavî û hur, dibêhêyî. Ewî hê genc e, çimkî efirandinêd wî da em dengê tofanê dibêhên, nerehetîya ruhê wî bona bext û yazî, armanca milet. Bêtaqetî, ofîn û axîna kaltîyê ne pêþê þayîrê meyî hizkirî ye. Ez bawer im, ku þayîr hê sal salêd direj w ême bi nîvîsarêd xweye giranahava þake. Ez li pîrozbayî bimbarekîyê didime þayîr bona çap bûna dîwana wîye VI-a û guman im, ku ev dîwan jî mîna dîwanêd Cegerxwîne pêþin li alîyê xwendevana bi hizkirin bê qebûlkirinê. Ez ji hevalê "Roja Nû" ra divêjim serfinyaz bin, rûspî bin, ku we xizmeta çap kirina dîwanêd þayîrê meyî nav û deng hildaye ser milê xwe, çimkî bi wê yekê va hûn alîkarîya mezin didin pêþdaçûyîna lîtêratûra cimeta me. 10.02.1982 Yêrêvan - Ji nexweþxanê
PÊÞGOTINA ORDÝXANÊ CELÝL
Kî ye Cigerxwîn, ser çi dinivîse, çi ye xwestina wî? Hergê em karibin cahaba van pirsa bi kurtî bidin, þikilê Cigerxwîn çawa þayîr wê rind bê ber çava. Navê Cigerxwîn esle Þêxmûs e, ew ji dîya xwe bûye sala 1903 li Kurdistana Bakûr, li gundê Hesarê. Zarotî û xortanîya Þêxmûs di belengazîyê û hêsîrîyê da bûye. Ewî di biçûkatîya xwe da bêbextîya dewlemenda, þêxa û pîra dîtîye, hizkirina wî ber bi xwendinê, her bi zanebûnê rêke fire û pir çetin danî pêþîya Þêxmûs. Sala 1914, çaxê þerê cîhanê yê yekem destpê bûî Þêxmûsê yanzdeh salî þîrinaya û lezeta emir nedîtî, mîna dê-bavê xwe, mîna bav û bapîrê xwe rîya rev û bezê, rîya hêsîrîyê girt, tevî der û cînara çû gihiþte heta gundê Amûdê . Sal sala derbaz bûn, Þêxmûs xwedina xwe melletîyê stand û bû mele. Bi gotina Celadet Bedirxan Þêxmûs bû pêþnimêjê gundîya, mehra wan dibirî, zeketa wan dixiste rêzika þerîyatê û bi vî teherî eûra xwe dikir. Melletîya Þexmûs dirêj nekiþand. Ewî zûtirekî terka melletîyê dadest bi cotkarîyê kir. Þêxmûs hê cahil bû. lê wê cahiltîya xwe da ewî gele çetinayi dîtîbûn, gund û bajarê Kurdistana Turîyê, Ýranê, Ýragê gerîyabû. Kurdistana kurda, Kurdistana perçe-perçe ber çavê cwe dîtibû. Derdê milet, derdê walêt dil-hinavê þayîr sotibû. Wê hênê hineka zanibû, wekî navê Þexmûs diha Þêxmûs nîn e, wekî ji derde Kurdistanê, ji derdê kurdê bindest ewî navê xwe kirîye Cigerxwîn û bûye dengbêjê azaya welêt. Cigerxwîn biryar da xwe, heta sax e li rû dinê xizmeta miletê xweyî zêrîyayî bike, xizmeta azaya û ne bindestîya wê bike. Dîtinîya ko ewî dîtibû dilê wî kiribû kûra egir. Têma Kurdistanê, têma watanê kurda poêzîya Cigerxwîn da têmeke sereke ye. Cigerxwîn Kurdistan rind nasdike, ew gerîyaye deþt û banîyêd wê, þabûye bi çem û kanîyêd welêt. Ewî dîtîye, wekî Kurdistan çewa cî,çewa toprax heye, lê Kurdistan Kurdistana Kurdan e, kurd li wir ne xweyê hebûna xwe ye, ne xweyê xwelîya xwe ye, welat li ser navê kurdan e, lê kurd tê da bêcî ne. Bi gotina Cigerxwîn "Kurdistan sertaca Silhedînê kurd e '', enîya wê roje''di birca asmanî'', herdu birûyê wê mîna kevanê Rostemî Zal in, herdu zulfêd wê tîrê qehremanî ne,wê agirê Zerdeþt û Mezdek e, heru çavê wê mîna herd darê Hurmuzê ne, herdû lêvê wê mîna kitêbê Hecî Qadir in, zimanê wê mîna bendeke efrandinêd Ahmedê Xanî ye çena wê - çîyayê Cûdê ye. Bona þayîr Kurdistan - ew bûk e, bûkreke rû bi xêlî ye, bona wê bûka delel xort; Ji Loran ta bi Zazan tev bi xencer
Cigerxtin nedîtîye, wekî Cizîr, Þehrezor, Gor, Loran tev qîzê wê ne, cahil in û ser xwe ne "…pir þepal in, ber zewac in" û bira xortêd kurd destê xwe ji bedewa bernedin, bira bi dîlê xwe wana ji xwe ra bixwezin, qelenê wan jî "yektî û xwîn û xwendega ye." Cigerxwîn bona azaya Kurdistanê, bona serxwebûna Kurdistanê pirsa xwendinê û þoriþgirîyê pêþda dikþine. Kurdistan nikare azabe hergê xort û qîzêd wê ne xwendevan bin Kurdistan nikare serbest be hergê xort û qîza da, nava milet da yekbûn tunebe. Þayîr xort bû, kol i Kurdistana Turkîyê sala 1925 dest bi þoriþa miletîyê - azadarîyê bû. Serkarî li wê þerkarîyê Þêx Seyîd dikir. Rast e þoriþa kurda ji alîyê neyarê milet bi destê zorê þikest, lê ewê þopeke pir giran û nebîrkir bîr û bawerîya Cigerxwînha hiþt. Cigerxwînber çavê xwe dît, çawa bêbextîya kedxurê kurda: axa û bega nehiþt wekî þoriþa Þêx Seyîd serkeve, bigihîje meremê xwe. Ewî didît wekî kirinêd neyara ruhê kurdayê þoriþgirîyê texsîr nekir, qewata zend û bendê wê neþkênand. Berî medresa xwe temam bike Cigerxwîn çûbû Kurdistana Ýranê û Ýraqê. Wê rêwîtiya xwe da ewî nek tenê mêranîya û mêrwasîya milet dîtibû, lê usa jî bêtifaqîya serokê eþîrê kurda dîtibû, yên ko neyarî di kirine nava milet û zîyaneke pir giran digîhandin yekbûna wî. Cigerxwîn çewa dengbêjê derd û kulê cimetê, çewa þayîrê wêyî þoriþgir borcê xwe hesab kir derheqa þerê kurda da milet ra gilî bike û þiroveke. Nêta wî ew bû, wekî bona rast têgîhiþtina net û meremê þerkarîya îroyîn pêwîst e ko milet rind zanibe mêjûyî þerkarîya xwa ye qurna himberî dijminê der û hundur. 22 Çirîya Paþîn sala 1946 bajarê Mahabadê civata Kurdistana Ýranêye miletîyê cara pêþîn derheqa çêbûna Cûmhuryeta Kurdistana Ýranê ya Demokratîyê elam kir. Þoriþa Kurdistana Ýranê gihiþte meremê xwe. Lê jîyana ko miletê kurd teze destpêkiribû xweþî hukumeta Ýranê ya paþverû nehat û wana Cûmhuryeta Mahabadê bi destê zorê hilanî. Vê kirina nepak da alîkarîke pir mezin dane Ýranê împêryalîstêd Anglîyayê û Amêrîkayê. 31 Adarê sala 1947 li bajarê Mahabadê hukumeta Ýranê ya paþverû bi serekvanîya genaralê amêrîkî Þvarskopf, hersê serokê Kurdistana Ýranê ya Dêmokratîyê; Mihemed Qazî, Seîd Qazî û Sêyfî Qazî darê daraxacê xistin. Pey vê qewimandinê Cigerxwîn helbesteke xwe pêþkêþî bîranîna serokê þoriþa Kurdistana Ýranê, Qazî Mihemed kir, "Xakî Kuridstan bi qurban, pir ciwan û paqij î, Wexta Kuridstana Ýranê da bona azayê û ne bindestîyê xûn dihete rêtin, li Kurdistana Ýraqê da miletê kurd bi serkarîya Mistefa Barzanî rabêbê þerkarîya azaya xwe. Hukumeta Ýraqê bi serekvanîya Nurî Seyîdê xûnxur mîna hukumeta Ýranê top û tank þande miqabilî kurda, ewî jî mîna hukumeta Kavam Ês-Saltanê her dera dera daraxacê danî û lawêd kurda darda kir. 11 Meha Hezîranê sala 1947 li bajarê Bexdayê bi destî hukumeta Nurî Seyîd, çar lawê kurda: Mistefe Xoþnav, Izêt Ebdûl Ezîz, Xêyrûlla Ebdûl Kerîm û Mehmed Mahmûd, yên ko serê xwe danîbûn boy oxira Kurdistanê, hatine kuþtin. Cigerxwîn dîsa denê xwe bilind kir, ewî helbesta "Gernasê Mameþ Xoþnav nav xoþ" nivîsî û pêþkêþî þehîd Xoþnav kir. Salên þerê cinanê yê duda Cigerxwîn ser þehîd û þerkarê kurda poêmek bi sernivîsa "Þehnama Þehidan" nivîsî. Bona nêta vê helbestê bigihîje her xwendevanekî, her cotkarekî, þayîr poêma xqe diha bi sivikî û diha bi zimanekî zelal nivîsî. Ewî nava 196 xeta da navê 42 mêrxasê kurda hildide, yên ko jîyana xwe dane bona serxwebûna Kurdistanê. Xwendevan ber çavê xwe rengê Xalitbeg, Kemal Fawzî, Usiv Ziya, Salih - Begê Hênê, Evdilqadirê þêx ji Nehrîyê û yêd mayîn dibînin. Cigerxwîn poêma xwe da van egît û pehlewana ra xeber dide û derheqa halê Kurdistana bindest gilî dike. Cigerxwîn çawa þayîrê edlayê, çewa þayîrê þerkarîya rojê hatî, bona pismamtîya û biratîya miletêd dinyalikê ji sînorê Kurdistanê dertê. Ew nefereke ji neferê mala wan þayîr û nivîskarê dinyalikê, yê ko temamîya emrê xwe, temamîya nêt û feraseta xwe pêþkêþî pêþveçûna milet, pêþveçûna þuxulê aþtîyê li dinyalikê kirîye. Cigerxwîn emrê xwe da du þerê cîhanê dîtine. Ewî birçîbûn, hêsîrî, kuþtin, rev û bez, gund û bajarê wêeran, zevîyê bêxwayî, zarê êtîm û gele ecebê giran ber çavê xwe dîtine. A bona çi þayîr helbesteke xwe da ko nav lêkirîye "Hûn çi zanin þer çi ye", dinivîse: "Pîj û ber dibarin fironek, top û tang,
Cigerxwîn emrê xwe da neyî xort e, lê xort e û xurt e bi þuxulê xwe va, bi qeweta helbestê xwe va. Ew xort e, çimkî her dem xwe dide ber çetinaya û bi qewata xortanîyê ew çetinayî, ew tengasî alt dike. Cigerxwîn meþa emir, veguhastina wê tim û tim bal cahila, bal xort û qîza dibîne bi vîm eneyî þayîr xwe xort hesab dike. Pey xilasîya þerê cinanê yê duda, sala 1951, bajarê Bêrlîna Rojhinat, Bêrlîna ko wextekê paytextê faþîstê Gêrman (Alman) bû, mihrîcana cahila û xwendekara yê sisîya çêbû. Wvê mihrîcanê dilê Cigerxwîn da þabêneke pir mezin pêþ da anî, çimkî paytexta dijminê merivayê bûbû merkeza mihrîcana cahila û xwendkarê dinyalikê, mihrîcana aþtîyê li temamîya dinyalikê. Rastî jî, eva yeka qewimandineke nebînayîbû û Cigerxwîn helbesteke xwe a nû pêþkêþî vê mihrîcanê kir:
Pey þerê cihanê duda, çaxê devê birînê brîndara teze dihatne hev, çaxê agirê þer teze ditemirî, 27 Hazîranê sala 1950 eskerê Amêrîkayê tevî ekserî klîka Lî-Sîn-Man hucumî ser Qora Dêmopratîyê kirin. Þerê Qoreyê gele dilê Cigerxwîn þewitan, þewata dil diha bêtir bû, çaxê þayîr pêhesîya, wekî hukumeta Turkîyayê nek tenê zilamê tirk, lê usa jî xortê kurdê tûnsiz, teze simêel xûdayî þandîye deþta þerê Qoreyê. Helbeste "Neçin þerê Qore", ew dengê Cigerxwîn e, ew qîrînîya wî ye zidî pilanê împêryalîstîyê yê ko dixwazin miletê aza bikine bin qolê xwe. Sala 1945 gelê Vîêtnamî þerê azaya xwe dikir, ko ji bindestî Fransayê aza be, lê kolonyalîstê Fransayê nedixwast dest ji Vîêtnamê usa zû bikþanda. Þerê Vîêtnama mêrxas, eskerê wêye egît þerekî giran danîn. Navê kela Diyan - Bîyan - Fû dinê bela bû. Ber wê kelê mêrxasê Vîêtnamê derbeke birinê gîhandin eskerê Fransayê, yên ko ketibûne kela Dîyan-Bîyan- Fû û nedixwastin jê derên. Pey þerê Dîyan-Bîyan-Fû Cigerxwîn helbesteke teze nivîsî ser vê kela nav û navdar, ser mêrxasê wê û zelal da kivþê wekî rêça bindestîya mileta, rêça kolonyalîzmê diçe digihîje dewletên Amêrîkayê Yekbûyî. Qurna XX. qurneke nerehet e. Welatê sosyalîstîyê boy aþitîya dinê kar dikin, welatên împêryalîstîyê tim û tim ha li vê kuncê dinê, ha li wî kuncê dinê dew û dora çêdikin, piþtovanîya hukumetê kevneperest dikin. Bi mena vê piþtovanîyê gelê filistînêye mêrxas ji welatê xwe mihacir bûye û ketîye dero dero. Dijminê gelê filistînêye egît þerê serxwebûna xwe dike, lê dijmin neyar e ew gundê filistînîya, malê wan dide êgir, diþewitîne, zarê wan dikuje. Cigerxwîn çewa þayîrekî kurd, çewa þayîrekî pêþverû nikare çavê xwe bigre, denê xwe neke. Ew berî giþka dike qîrîn, dike hewar, helbeste dinivîse û þikyatê xwe dike ser vê hovîtîyê ("Dêryasîn", "Têlzater".) Têma welêt, têma kurd û Kurdistanê, têma þoriþê û serxwebûna gelê me, pirsa xwendinê û pêþketinê, neyarîya û bêbextîya dijminê gel (diþminê der û hundur), pirsa dostayî û biratîya hemû gelê cînar û têma înternasyonalîzmê Cigerxwîn her dem dike binyata helbestêd xwe. Ev e mezinaya Cigerxwîn û bîr û bawarîya wî. Xên ji helbestên watanperwarîyê û þoriþgerîyê, Cigerxwîn þayîrekî lîrîk e, þayîrê hub û hizkirenê ye. Ew nemir e bona gelê xwe û ez bawar im, wekî wê ew roj bê, çaxê ko helbestên Cigerxwîn delal nek tenê kurdê aza wê bixwînin, lê usa jî xwendevanê dinyalikê wê bi tercima zimanê xwe ezberî bêjin û pê kêfxweþ bin, çimkî binyata helbestên Cigerxwîn ew delalîya emir e, delalya jîyîna mirov e. Lênîngrad, Sibat 1983 Xudanê gotina "Ronahî
pey tarîyê ye"
Gava em helbesteke baþ dixwînin, carna nizanin jî xwediyê wê helbestê sax e yan mirî ye. Eger ev helbest baþ e, em jê lezetê dibînin û razîbûna xwe didine helbestvan. Em wî helbestvanê hîç nas jî nakin. Dêmek, helbestvan hebe jî, tunebe jî, helbesta wî heye û ew helbestê haqasî bijî, çiqasî ew baþ hatiye nivîsarê. Bi serî wê helbestê em wî qîmet dikin. Û gava em pê dihesin, ku helbestvan sax e, em þadibin, çimkî xwediyê wan xeta wê dîsa helbestên baþ binivîse. Lê ger helbestvan îdî tune; her kes hindava xwe da ber xwe dikeve, ku ser helbestên wî îdî yên nû wê zêde nebin. Lê ger tu bi xwe wî helbestvanî nas dikî û zanî ew xet çawa xuliqîne, ku ewî çiqas xebat kiriye bona gel û pêþketina lîtêratûrê, mirovekî çiqas paqij, maqûl, comerd û întêrnasyonalîst, þîrhelal bûye, bona mirina wî dubare ber xwe dikevî. dibêjin ku qewm - pismam bona mirina mirovê xwe ber xwe dikevin, ku giva xelqê xerîb haqasî ber xwe nakeve, ku "xwîn nabe av." Lê na, kî çi dixwaze bira bêje, bona mirina Cigerxwîn ev gotina pêþiya jî bêtaqet e. Çawa dibêjin, "hetanî kevir-kuçik ji digiryan." Dêmek þîna wî bû þîne gel, lema jî gotine: "Serxweþî li gelê wî dikeve." Belê, ser helbestên Cigerxwîn îdî ên nû wê zêde nebin. Lê çik u ewî pey xwe hiþtiye, ew jî bes e, ku mirov her ro bixwîne û jê têr nebe. Mirov dikare ev herdo xetê wî bixwîne, demeke dirêj ser bifikre û heyrî bimîne. Ev ne dîn e, ev dîntî ye Lê çiqas û çiqas xetêen wî yên yek ji yekê çêtir hene. Û çawa ku em demeke dirêj dikarin bona wê helbestê þabin, ew jî ewqas wext ser wan þabûye û bawer im ewqas we7de, hela zêde, ser wan fikirîye hetani ewana xuliqîne. Belê, serxweþî gelê wî dikeve, ji berk u ew ewledê gelê xweyî þîrhelal bû û hetanî dawiya jîyana xwe jî bona gel xebitî. Ew ji nexweþiya dilik çû. Û ew mirov ji dilik dimre, kubin qefesa wî da dilik heye. Dilkê wî nexweþ bû û ewî zanibû, ku eger îro ban gel hinekî kêm bixebite, dibe hinekî derêj bijî. Zanibû, ku filan xebat dikare navbera sehetekê da jî bike, lê nava sê seheta da dikir. Zanibû, ku kesekê bona wê yekê wî ra tiþtek nebêje, lê ew ya xwe dikir, zanibû ku dibe tiþtek pêra negihîne, ji vê dinê here û deqa kutasiyê ji xwe ra bêje... "çima ez filan rojê du seheta kêm xebitîm." Gava bersiva mirina Cigerxwîn mezin ji min re hat, ew bersiva nebixêriyê, bersiva reþ dilê min hingavt û wek wê bersivê dilê min jî reþ bû û çilmisî. Û min bendeke awa nivîsî: "Ew bû du sehet min qelem hildaye destê xwe, dixwazim gotina xweya serxweþiyê bi dilekî kovan û xemgîn binvîsim ser mesela mirina Cigerxwînê mezin, lê qelema min nagere, destê min naçe, ku ez ser vê meselê we ra binivîsim. Vê demê ku ez ji we ra dinivîsim, li mala xwe da me, nava zarokan da, lê der-dorê min mirov tirê vala ye, xalî bûye, her tenê dengê Cigerxwîn di guhê min da ne. (Min sala 1982 a, li bajarê Lênîngradê hevpeyvîneke bi 75 deqe bi Cigerxwîn ra çêkir û niha guhdarî dikim.) Sûret û dêmê wî ber çavê min e (me ew wêne dema hevdîtina me tevayî kiþand), nama wî ya bona mirina bavê min ser textê min yê nivîsarê ye, ewî bi destê xweyî nazik, bi destên helbestnivîs xeberên serxweþiyê derheqê bavê min da aha nivîsîbû: Heval Xelîlê Çaçan Mûradov, stêrke geþ û ronî bû, þevreþa me de ji ezmanê torevanî qurijî û bi carek winda bû; lê hivîdar im, ku tarîxa jîndariya heval Xelîl dûr û dirêj binivîsin û ji me ra bihêlin, ku tarîxa tore û torvanên Kurdistan di rojekê da fireh û payedar û bilind bibî. Ewê di nav dilê gelê Kurdistanê da jîndar û payedar bimêenî. Bira serî te û biradostan xweþbe. Haval û dilxwazê we Cigerxwîn, 1.2.1982
Ez mirovekî biçûk im, ku Cigerxwîn qîmet bikim. Gelê me bi xwe ew qîmeta mezin daye wî, ez jî lawekî gelê kurd im. Lê tiþtek diyer e, ku pey mirina hinek mirovan ra malek, an gundek sêwî û stuxar dibe, lê îro bi mirina Cigerxwîn welatek -Kurdistan û gelek- gelê kurda ziyan û zirarê ket. Me gelekan dilê xwe da difikrî, ku emê hê gelek cara di þayî û þayîneta da rastî Cigerxwîn mezin bên, lê îro em þîna wî dikin. Belê emê ji bimrin, lê xwezî wî mêrî, ku wek wî bijî, bixebite, ku miletek heyra wî da be, hewcedarî dengê wî, nûr-nedera wî û qelema wî adan be. Sala 1982'an da, gava ez berpirsyarê pêlweþa Yêrêvanêye kurdî bûm, min cara pêþîn gotareke pir mezin ser Cigerxwîn nivîsî, parçekî dengê wîyî li hevpeyvîna me xiste navê û di radyoyê da weþandinê. Parçek ji wê hevpeyvînê, ku Cigerxwîn gotiye, mirov dibêje qe bona roja îro gotiye. Ewî aha gotiye : "Bi baweriya min, jîyana wî mirovî, ku ji gelê xwe ra bi paqijî, bi dilpakî xebitiye, bimre jî sax e, nemiriye, wê jîndar bimênî, Tê bîra min, wextê Bêkes miribû, bûrjûwazê kurdê Ýraqê pere li ser tirba wî bela dikirin. Îcar keçekê rahiþte perê wan û qetand, got: -Wextê Bêkes miriye, ne mohtacê dînar û derhemê we ye, Bêkes niha dilê xort û mêra da, dilê keç û jina da cîkî bilind girtiye, îcar bizanibin, ku ewê bimênî û namirî. Eger ez jî layîq bim, eger ez jî hêja bim weke Bêkes di dilê xort û keça da, jin û mêra da bimênim, ez tim jîndar im, ez tim sax im. Ez bimrim jî ew hestî, goþt û çerm hemû herin, qîmeta wan tuneye, bira herin, lê ezê di dilê miletê xwe da bimênim." Payiz e. Zûtirekê zivistanê ser kurda da bê. Û çawa zivistanê gelê Kirdistanê di hêla aborî da dikeve rewþeke teng û giran, niha jî weha ye. Lê vê carê ser rewþa aboriyê da rewþa kurdaya di hêla edebyeteye giran jî zêde bû. Gelê kurd sê lawên xweyî pir hêja winda kirin - Cigerxwîn, Yilmaz Güney û Tofîq Wahbî.- Em ber mezinaya wan û xebata wan temene dibin û serê xwe ditewînin. Cigerxwîn ji nav meç û, ku heta-hetayê di nav me da bimîne. Wê bimîne bi zên û meramê xwe va, bi deng û reng, bîn û buxsa helbestên xwe va. Ji xebata di kovara kurdiye delal "Hewar"ê girtî hetanî beþdarbûna di civîn mîtîngen kurdî va, bi paqijayî û bawermendiya xwe va. Helbestên wî wê wek berê di nav gel da wek agir bela bibin, ûsa, çawa ku agir lodekê dikeve û pêþî lê nayê girtin, wek agirê Newrozê ewanayê nava dilê gelê me da çiqas here pêl bidin û geþ bibin. Gelê kurda hîç cara baweriya xwe ya bona rojên aza winda nekiriye. Û çawa ku pey zivistanê ra bihar tê û çawa ku helbestvanê mezin - Cigerxwîn dibêje, "pey þevê timê dibe ronahî", çiqasî jî þevereþ be, dîsa sibe safî dibe, ûsa jî gelê kurda wê ji bindestiyê aza be. Çawa dibêjin, dijmin wê nava xwîna xwe da bê xeniqandin, çawa ku mesela kurda dibêje, wê bextê bêbexta lê welgere. Vê yekê da wê rola Cigerxwîn jî hebe û helbestên wî wê gotinên xwe bêjin, ji bere w helbest wê bibin çavkaniya baweriya Kurdistaneke aza. |
|||||||||||
|
|||||||||||