Çapkirina berhemên Cegerxwîn û Weþanên Roja Nû

Haluk OZTURK


Þair û nivîskarê bi nav û deng Seydayê Cegerxwîn di sala 1979-a de ji Kurdistana Surîyê derket û hat li Swêdê bi cî bû. Wî jîyana xerîbîyê bijartibû ji bona xatirê ku bikaribe li vî welatî pirtûkên xwe bide çapkirin. Ji ber ku li welatê wî, li Kurdistana wî ya ezîz hertiþtekî kurdayetiyê qedexe bû, çapkirina pirtûkên kurdî, rojname û kovarên kurdî jî. Di destê Cegerxwîn de bi dehan berhemên wî yên neçapkirî hebûn û li benda çapkirin û belavkirinê bûn.

Di eynî salê de ez jî hatim Swêdê. Min Seyda li cem hevalên Riya Azadî (û KOMKARê) dît. Berê min wêneyê wî di rojnama ROJA WELAT de dîtibû. Pê re hevpeyvînek kiribûn. Dema min bi destê wî girt û kêfxweþî dayê heyecanek kete dilê min. Ew navê mezin ku di zarotiya me de mellayên welatparêz behs dikirin, ew mellayê sosyalîst ku Þivan Perwer helbestên wî bi strankî ji milletê kurd re digot aniha li cem min, li pêþberî min rûniþtibû. Min xwe bextiyar hîs dikir. Dûra ez jî bi hevalên KOMKARê re, di serî de bi Salih Înce û Hanefî Celebli re ketim nav proja çapkirina kitêbên Cegerxwîn. Hingê Roja Nû di formata rojnameyekî de bi kurdî û tirkî derdiket. Ez û Seydayê Cegerxwîn jî ketin nav desta nivîskarên rojnamê. Hevkariya me herwisa di mîzampajkirin û çapkirina çend hejmarên rojnama "Gulîstan" de jî hebû. Ev weþana peryodîk, organeke Partiya Pêþverû Ya Kurdên Suriyê bû û li dervayî welat derdiket. Cegerxwîn berpirsiyarê wê bû.

Di sala 1980 de me di nav Weþanên Roja Nû de, dîwana Cegerxwîn ya çaran bi navê "RONAK" çapkir û belavkir. Heta wefata wî, sala 1984-a me çar dîwanên wî çapkirin: "Ronak", "Zend-Avista", "Þefaq" û "Hêvî". Kurdên Ewropayê, xasima yên ku piþtî Cunta Faþîst a Tirk derketibûn dervayî welat ev pirtûk ji destê hev direvandin.Yên din jî di rê de bûn…Cegerxwîn dizanibû êdî ew proje serketi ye. Piþtî wefata wî jî em li ser derxistina pirtûkên wî berdewambûn. Heta niha heþt (8) pirtûkên Cegerxwîn di nav Weþanên Roja Nû de ronahî dîtine. Hêjayî gotinê ye ku hin ji van berheman li Istenbolê di nav Weþanên DENG de jî careke din hatine çapkirin.

Belê Cegerxwîn li Stokholmê jî karê nivîsandinê berdewam dikir. Lê wextê wî ji bo xebatên din jî hebû. Di çar salên dawiya jiyana xwe de li gelek welatên Ewrûpayê geriya, tevî þahiyên Newrozê bû, komcivînên KOMKARê de wek endamê þerefê gotar xwendin, avakirina Enstîtuya Parîsê de beþdar bû, û di meþ û mîtîngên kurdan de wek mîlîtanekî dimeþiya, li dijî sefaretên dewletên dagirker bi gencan re dengê xwe bilind dikir.

Cegerxwîn ronakîrekî kurda yê sedsala bîstan e. Ronakbîrekî wisa mezin e ku navê wî wê di dîroka kurdan de, di edebiyata kurdî de û di tarîxa þiyarbûna neteweyî de herdem bête bîranîn. Dibêjin lê; herkes kurê zemanê xwe ye… Cegerxwîn jî kurê zemanê xwe bû! Dibe ku ew hinekî ji zemanê xwe jî pêþtatir bû… Melayekî kurda yê pêþverû bû, yanî zanayekî kurda bû yê ku dixwazt dem û dinyayê fehm bike û bi civata xwe bide fehmkirin, û riya rast nîþanî milletê xwe bide… Wî bi dîtin û fehmdariya sosyalîstiyê pêþketina miletê kurd dixwazt. Lewma þaþik û cube ji ser xwe avêt û bi dehsalan li dijî nezaniyê û zordestiya mîllî þer kir. Hertim hêviya xwe ji bo Kurdistaneke Azad zindî hîþt. Xebata xwe domand heta roja mirinê. Lewma wî di dilê milletê kurd de ji xwe re ciyekî germ çêkirîye. Ew ê heta-hetayê di wira de bijî.

Wek me got Cegerxwîn, bê riza dilê xwe ji gelê xwe ji welatê xwe qetiya bû. Wî dixwazt berî mirina xwe keda xwe ya sal û zemanan çapkirî bibîne. Wî ew hêvî û daxwaza xwe bi cî anî. Wek KOMKAR û Roja Nû em pê kêfxweþ û serbilind in ku wezîfa derxistin û belavkirina berhemên Seydayê Cegerxwîn bû para me.

Em di 100-saliya Seydayê Cegerxwîn de careke din wî bi rêz û hurmet bi bîr tînin.


Geri Dön
Baþa Dön
Yazýcýya Ver