|
Cegerxwîn Li Diyarbekirê Hiþyar Bû Mehmet Eren Elbet ez zêdetir nikarim gotinên mezin, þiroveyên kûr li ser Seydayê Cegerxwîn ê nemir bikim. Ev yek ne karê min e jî. Ev, karê hozan, þaîr, nivîskaran e, karê hemçaxê Seyda ne. Lê ez tenê dikarim, wek xwendevanekî dilsoz ê berhemên Seyda, çend gotinên piçûk bikim. Carek di vê nivîsarê de ez dixwazim ku bal bikþînim ser aliyê Cegerxwîn yê Diyarbekrê. Gelo seyda çiqas li Diyarbekrê geriya ye? Çi li ser nivîsiye? Gelê Diyarbekirê ji bo wî çi gotine û nivîsîne? Nuha li Diyarbekirê hezkirina Cegerxwîn û xwendina berhemên wî di çi merhelê de ye? Ji bo vê yekê hinek nivîskar, xwendekar, mela û hinek pirtûkfiroþ dê fikrên xwe diyar bikin. Seydayê Cegerxwîn di xortaniya xwe de ji ber ku xwendina xwe ya olî di medresan de bixwîne, gellek bajar hêl û herêmên Kurdistanê geriyaye. Di vê gera xwe de rewþa gelê Kurd ji aliyê siyasî, civakî û aborî de dîtî ye. Pê agahtar bûye. Ew bûye þehedê bindestî, jar û perîþanî, zilm û zordestiya ku li Kurdan hatiye kirin. Ev yek li ser wî gellek tesîr kiriye. Xwestina wî ya li hember neheqiyê bilind bilind bûye. Çara yekem di wan temenê xortaniya xwe de evîna welat dikeve dilê wî. Ev evîn, roj biroj xurtir û bilintir dibe. Ev evîn, gihîþtiye qonaxeke wusa ku êdî bi dergekî bilind qîrîye û gotiye: "Bê te hêç im welat"û kar û xebatên xwe bê rawestan ajotiye û hetanî dawiya temenê xwe nesekiniye. Welat, çiqas bilind bibî Cegerxwîn di jiyaneke dûr û dirêj, dagirtî û serfiraz de ne tenê bi kar û xebat, her weha berhemên giranbuha jî afirandiye û li peyî xwe hiþtiye. Lê sed heyfe ku ev berhem baþ nehatine famkirin, xwendin û belavkirin. Her çiqas ji destpêkê heta nuha li hundirê welat Weþanên Dengê, li dervayî welat jî Weþanên Roja Nû di vî warî de xizmeteke baþ kirinbin jî, elbet ji bo danasîna Cegerxwîn û berhemên wî ne bes e. Divê carek hemû partî û saziyên Kurdan li Cegerxwîn û berhemên wî xwedî derkebin, wan bidin danasandin. Ji bo vê yekê divê li dervayê welat û li hundirê welat konferans, panel û civînên cur be cur bên bi dar xistin. Li gel viya divê berhemên wî li gelek zimanên biyanî bên wergerandin. Bi minasebeta sedsaliya Cegerxwîn her Kurdek dikare bi dil û can wî helmêzke û bihevîn e. Elbet Cegerxwîn wek ku li pirraniya gund, bajar, hêl û herêmên Kurdistanê
geriya ye, li gund, navçe û bajarê Diyarbekirê jî geriya ye. Ew gera xwe
ya li Diyarbekirê weha qal dike: "Min li Diyarbekrê çi dît" Seydayê Cegerxwîn di beþeke jînenîgariya xwe de weha behsa dîtinên xwe yê Diyarberê dike; Kela wî ya pirr bilind û heybetlî heye. Ev kele cî cî qul bûne. Di van qulan de zarok diçûn û dihatin. Di nav kelê de depoyeke eskeriyê hebû. Tirkan, xwestine ku Deriyê Merdînê yê kelê heloþînin û fireh bikin. Lê bi ser neketine. Mizgefta Ûlû ji derve ve pirr esîl xwiya dike. Li rex wê medreseyên wêrane hebûn. Lê yên ku hêna wêrane nebûbûn ku dihatin karanîn jî hebûn. Mizgeft bi xwe hatibû nû kirin. Li ser Robarê Dîclê pireke mezin hebû. Gelo çend lingên wê hebûn min nejmart. Ji bo bajar, ji Elîparê avê hanînbûn. Zebeþên Diyarbekirê gellek bi nav û deng bûn. Pirr mezin bûn. Digotin; " qatirek bi zor dikare du heba helgire." Mizinbûna petêxan jî ji yên zebeþan kêmtir nebûn. Zarokekî ser rût û çav teraxom nan difirot û digot; "Nanê germ,
nanê teze! Vî nan î min nepêjandiye, bavê min pejandiye, wele bavê min..." Li Mehkemeya Diyarbekrê Qasî ku salix didin. Ji Cegerxwîn re rojek bûyareke balkêþ tê qalkirin.. Ew bûyara ku di Mehkemeya Diyarbekirê de derbas dibe weha tê qalkirin. Bi navê Þêx Þemsedîn û Þêx Nûredîn du bira hebûne. Her du þêx jî di wê herêmê de bi nav û deng bûne. Rojek bavê wan mirî ye. Du jinên bavê wan hebûne. Yek dê, yek damarî ye. Damarî gellek xweþik û can bûye. Ji birayan Þêx Þemsedîn ji damariya xwe hezkiriye. Birayê din Þêx Nûredîn bi vê yekê dihese. Jê dipirse û dibêje: -Ez bi tiþtekî weha hesiya me. Gelo rast e ya na? Birayê wî Þêx Þemsedîn jî dibêje: -Belê rast e. Nuha necariye. Ez jê hezdikim. Þêx Nuredîn dibêje: -Tiþtekî weha di dînê(ol) me de nayê qebûlkirin. Di tu dînî de jî qebûl nabe. Dev ji vê jinê berde. Em li gel te ruswa bûn. Þêx Þemsedîn dibêje: -Ez bêy wê deyax nakim. Nikarim dev jê berbidim. Li ser vê yekê birayê wî, Þêx Nuredîn tê Diyarbekirê û ew dide mehkemê. Mehkeme ban wan dike. Dadger ji Þêx Þemsedîn dipirse û dibêje: -Hedîseke weha heye, Tu çi dibêjî? Ew jî dibêje: -Belê rast e. Dadger dibêje: -Ne zagonên (qanûn) me, ne jî dînê me hedîseke weha qebûl nake. Ji ber ku tu þêxî divê tu fitwayek ji me re bînî. Ya em ê te bikujîn. Þêx dibêje: -Fitwa min heye. Dadger dibêjê: -Ka fitwa te çi ye? Þêx dibêje: -Fitwa min ev e. Min ji devê diya xwe bihîstiye. Diya min gotiye: " di felan tarîxê de rojek bavê te ne li mal bû. Xulamekî me yê pirr çeleng hebû. Min bang li wî kir, anî malê. Ez bi wî re raketim. Ez wê þevê bi hemle mame. Tu ji wî xulamî yî" Yanî ez ne birayê wan im. Mehkeme jî jê re dibêje: -Divê tu testîq bikî. Þêx jî du sofiyên xwe nîþan dide. Mehheme ji her du sofiyan dipirse û dibêje: -Rast e ya na? Sofî jî sond dixin û dibêjin: -Me ev hedîse ji devê diya þêx bihîstiye. Mekeme ji þêx re dibêje: -Tu karî jinikê li xwe mar bikî. Lê belê tu ji mîratê bavê xwe mahrûm î, mafê te, tê de tune ye. Þêx dibêje: -Ez qebûl dikim. Li ser vê yekê Þêx Þemsedîn ji aliyê mehkemê ve serbet tê berdan. Wextê ku vedigerin malê, Þêx Þemsedîn dibêje; - Ji bo ku ez ji mehkemê canê xwe xelaskim, min derew kir. Tiþtên ku min û sofiyan got, giþt vir bûn. Ez jî birayê we me. Paþê Cegerxwîn di derbarê vê hedêsê de weha dibêjê: -Li gel vê hedîsa nexweþ, disa di wê herêmê de þêxê herî welatperwer ew bûn. Ji bo welatperweriya wan hurmeta min ji wan re heye. Paþê Þêx Þemsedîn jî di serhildana Þêx Seîd de tê dar de kirin. Li evîna welatê xwe hiþyar bû. Gelo we dizanibû ku Cegerxwîn cara yekem li Diyarbekirê, li evîna welatê xwe hiþyar bûye. Dîsa qasî ku Cegerxwîn di Jînenîgariya xwe de qal dike. Ew cara yekem li Qarejdaxa (Çiyayê Reþ) Diyarbekirê li ser ku hedîsek di serî de derbas bûye, li evîna welatê xwe hiþyar bûye. Kurdatiya wî bêtir kemilî ye. Cegerxwîn rojek ji Dêrikê diçe Qerejdaxê mêvaniya Çûço Axa. Çend roj li wê derê dimîne. Rojek berê êvarê du kesên siwarê hespan li derê konê Çûço Axa peyda dibin. Her du siwar yek Þewqî Beg e, yek jî birayê wî Evdila Beg e. Ew ji Erxeniya Diyarbekirê ne. Her du bira jî qaçax û firarê dewletê ne. Ji ber þerê Þêx Seîd dewlet li wan digere, ew jî revîne xwe sipartine Çiyayê Reþ. Mêvanên Çûço Axa ew þev radizên. Serê sibê, ji mêvanan Þewqî Beg, bi destê Cegerxwîn digire û hinek ji malan dûr dikevîn. Þewqî Beg dest pê dike, dûr û dirêj qala xwe, þer, Kurdan û xelasî û azadiyê dike. Li ser vê yekê Cegerxwîn jî sûnd dixe û soz dide ku wê ji nuha pê ve zêdetir doza welatê xwe xwedî derkeve û bixebite. Cegerxwîn weha qala vê bûyarê dike; - Ez di sala 1924an de li ser vê bûyarê û bi saya Þewqî Begê Erxenî hiþyar bûm. Tê bîra min ku bîr û baweriyên min ên Kurdayetiyê zêdetir kemilîn, baweriya min xurtir bû, min fikrên welarperwer naskir. Piþtî ku min Þewqî Beg naskir, êdî min bi Erebî helbest nenivîsand. Min dest pê kir hemû helbestên xwe bi Kurdî nivîsand. Lê di vî warî de zêdetir agahtariyeke min a kûr jî tune bû. Ez Þagirtekî Te Me Arjen Arî* Ez þagirtekî te me. Þagirtekî li ser axa ku tu pê þa nebûyî, dil bi qasî axa helbesta te bi êþ... Her rist bi dû qedandinê de ji min re dibêje, "Tu ê bikþînî mîna wî! Tu ê bi dû êþkêþiyê de xwe bibînî!" Afrînerî gelo qolincek e?Qolinc in gelo mizgîna zayînê? Ha Seydayê min, ha Seydayê evînê; ji þi'îrên xwe yî kul-neva pê ve, te çi hiþt ji min re ? Li ber destê te, ji te hînî dirûna ristan bûm. Ji rahijtina xameyê risasî destê min tîþ-tîþî, dilê min dilê min dalekî þîre, li ber kaxiza kitan-spî lal bû, bê zar bû... Kengî ku dil çav li hezkiriya te kir, di wê kêlîkê de te, te kir ku dil bidim erdnîgereke kiras-melesî...Erdnîgareke rû-ya, bejin-yar; ji min û te pê ve dojeha her kesî! Tu: Mahrbirrê Salar û Mîdya. Mahra te kê bi agir re birrî? Berî te; berî ku þîrikê mêraniyê di rehên laþê te bigere û te bi mêraniyê bihesîne, hinekan; hinek ê ji te ve rû nas, bejinnas, fêlnas... destên xwe yî bi hêsrên qîzaniya Sason þûþtî, dirêjî çend gerdenên bi þahnik ê qîzên li heviya yar û pismaman kirin..? Yara me: Sedemê jiyîn, mebesta li ser ling mayîna me... Yara me: Yara ku derdawên wê ji dest avêtinan zîvar zîvarî! Yara ku Mehabad ji ber çûyî Yara ku li Rojhilata Naverast rahbika bêdêr, Yanî Seydayê min di nava teþkên Dîcle û Firat de axa bi xwîn; xak bi xwe! Ji helbesteke te: Êger sênca rez û baxan . Çirand û dest biçne sêvan Dibe lêv herne ser lêvan Li min megre ku sêwî me... Eeey ê bêxak! Eeey ê bêyar! Eeey ê heza xak û yarê di ristên helbestê de kir berberî! Tu ê sêwî herî! Çil sal e di devê min de 'sêwî'tiya te bû dûrikeke bêlûte.. Bi saya te Seydayê min, bi saya te min jî dil gorî axekê kir!. Di zeviyê helbelstên te de ez ê pale, hê jî qefil-kêþê çarînên te me...Di ber re ber re, xwe xwe, di ber xwe de derwêþkî dibilînim car-caran qesîdeyeke te yî jibîrbûyî: Ey felek mala te nava bo çi sergerden kirim Rengê findê dil disojim, tevde pêt û agir im... Di dojeha helbêstê de biþewite, erê? Di qada þer de peyv bû þûrê te! Ji te hîn bûm ku bextewarî li ser vê xakê bi qasî xweziyên te ji min jî dûr e. Û min kir û nekir; bi qasî te nebûm xwediyê bêndereke helbestî. Li hêlekê gidîþên Qesîdeyî, li hêla din lodên Xazelan.Adana heþtê salan:Heþt Dîwan... Û helbest rist bi rist bi pîkolî, malik bi malik bi kêferatî, ji qulzema dilê te evîna welatekî bêwestan, bê wehêsan, þetikî diherike... Di sed saliya te de erdnîgarek bi zimanê te tê ziman. Û dîrokeke bindest bi zimanê xwe û te hildiperike ezman! Seyda ez þagirtekî te me! *Þaîr Cegerxwîn Kirine Tenekeyeke Vala Recep Dildar*
Ya rastî Cegerxwin ne tenekeyeke vala ye. Lê kûpeki têra xwe tije ye. Û diser de diqelibe. Çi heyfe ku tu kes devê vî kûpî venekirine û lê nanêrin, hela çi tê de ye. Gelo rûnê nivîþkî an dims tê de ye an jî tije hunguv e ku meriv tiliyekî tenê pê serxweþ dike. Li bakûr û bi taybetî jî li Amedê, rewþ weha ye. Herkes navê Cegerxwîn dizane lê pir hindik kes dizanin ku vî camêrî, çi kiriye, çi xwestiye, fikir û ramanên wî çi ne? Nifþên berî sala 1980î hinek wî dinasin. Lê nifþên nû jê gelek dûr in. Dema xort dikevin pirtûkxanê û çav li pirtûkên wî dikevin, bikêf nîþanî hevûdu didin. Lê dema sitendinê helbestên tirkî distînên û derdikevin. Hinek xwe þaþ bikin bistînin jî ez ne di wê baweriyê de me ku ew ê li mala xwe rûnên û têr û tije bixwînin. Bi rastî jî ez pir merak dikim, gelo çend Kurd dizanin ku Cegerxwîn ji bo welat û milletê xwe çi fidekariyê kiriye. Eger Cegerxwin dev ji melletiyê ber neda ya bi vî êþ û zanabûna xwe ew ê di demek kinde gelek dewlemend bibûya. Lê wî rîya zahmet da ber xwe û eþ û elema milletê xwe kiþand. Cegerxwîn ji bo welatekî serbixwe û neteweke azad ket ser rê. Li ser dinê biratiya milletan dixwest û ser welatê xwe jî wekhevî dixwest. Ew merivekî komînîst bû û heta mir jî komînîst ma. Ji bo Cegerxwîn baþ bê naskirin, divê herkes her malbat û her sazî ji aliye xwe ve wî bixwînin û bidin nasîn. Kesên dest bi xwendina Cegerxwîn bikin ew ê bibînên ku ew deryayeke mezin e. Meriv jê têr nabe. Heta ew baþ neyê naskirin, helbestên nifþên nû wê zêde kok bernedin. Di sedsala Cegerxwîn de ez çavên xwe li stiyê keçan digerînim ku qolyetê wî bibînim. Li sîngê xortan de digerînim ku rozeteke wî bibînim. Di vê havîva germ de li ser tîþortan wêneyên wî bibînim. Tiþtek din jî bibêjim, ma kesên ku wêneyên Cegerxwîn di mala wan de tune be, ka çewa Kurd in? *Xwediyê pirtûkxaneya Hunerê Li Diyarbekirê Ew ji bo Kurdan ferhengokek e Serkeft Botan* Cegerxwîn di xortaniya xwe de ketiye nav xebatê. Bi êþa welatê xwe hesiya ye. Ew pirr ji kambaxiya xizaniyê kiþandiye. Ew mirovek pirr bi hêz bûye. Heta ku ji wî tê li ser êþ û ezayê xelqê sekiniye. Bi rastî kî jî di çiyê wî de bûya, dê weha bihêzbûya. Xizanî û bindestiya gelê wî, bîr û baweriya wî xurtir dike. Bexwedana wî tekûztir dike. Ger ev yek ne bûya, Cegerxwîn dikaribû bibe dewlemed. Lê ew nekir ji bo azadiya gelê xwe bi rê ketiye. Ew hetanî Rêxistina Xoybûnê oldar bûye. Paþê derbasî hevdemiyê bûye. Cegerxwîn li gor hevdemên xwe ne di qadek baþ de ye. Ew ji bo Kurdan ferhengokek e. Kurd pirr tiþt jê hînbûne. Cegerxwîn ji ber ku gellek tiþt di rê de neçûn e, sîtemkarî kiriye. Bû mela yê Xizna Jorîn Elo, Celo kum bi qul. Li ser wî nirxên zexim ne kirine. Ne rexne hene, ne nirxandin... Divê hebin. Berhemên Cegerxwîn sê payê wan mela dixwînin. Hunera wî zêdetir mela têdigihên. Yên ku rihê wan ên netewî hene dixwînin. Bi min xwendina berhemên Cegerxwîn ne bes in. *Helbestvan "Xwedê wî ji dergayê xwe avêt" A. Kadir Çaxer Dîrok sala 1953an, demsal bihar bû. Ez hêja heft salî bûm. Bi bavê xwe re çûbûm berberoþkê Mala Keya, baran bariya bû. Her der bûbû herî, cot û kar nedihate kirin. Mêrên gund li berberojik rûniþtibûn. Li ser ol, þêx, meleû seydayên mezin dipeyivîn. Li ser van mijûlayiyan, di van vê civatê de bi navê Salihê Hedê zilamekî kal hema dest avête singê xwe, hêjand û got: "Xwedê merivan bisitirîne. Ma seydayek ji Mele Þexmûs (Cegerxwîn) mezintir hebû? Xurifî, Xwedê wî ji dergayê xwe avêt." Ez wê demê cara yekem bi navê Þêxmûs (Cegerxwîn) hesiyam. Ev yek di serê min de bû pirsgirêk. Mele Þêxmûs Kî ye? Cegerxwîn kî ye? Derge û avêtin çi ye? Xurfandin çi ye? Eger min çiqas ji bavê xwe pirsî bersîva min ne da. Heta ku dîrok bû sala 1968-69an hêj nû min Mele Þêxmûs (Cegerxwîn) nas kir. Ku wî jiyana xwe ji bo serketin û azadiya gelê xwe buhartiye û hên berdewam dikir. Heta nuha gelek dem û dewran derbas bû. Min wî baþtir naskir. Ez têgihîþtim ku wî tenê berjewendiyê gel û welatê xwe ji xwe re kiriye armac. Nasandina Cegerxwîn ne bes e Yucel Daxtekîn*
Li Tirkiyeyê ji destpêka weþandina kitêbên Cegerxwîn heta niha -li kitêbxaneya me- ji kitêbên din zêdetir hatine firotin. Di gel vî ya li cihek wek Amedê ez dîsa jî firotina berhemên Cegerxwîn têr nabînim. Ez bawer im sedema vê yekê ew e ku kêm kes dikare bi Kurdî bixwîne û binivîsîne. Ji bo danasîna Cegerxwîn û berhemên wî mirov dikare gelek çalakî li darbixe. Di salvegerên wefata Cegerxwîn de mirov dikare bi civînên girseyî wî bi bîr bîne. Di civînên weha de mirov dikare þair, nivîskar û ronakbîrên biyanî jî beþdar bike. Di vê merhelê de wezîfa herî mezin dikeve ser milên þair û ronakbîrên Kurd. Lê mixabin di vî warî de xebatên pêþçav tune ye. Ji ber mercên taybetî yên ku em tê de ne, derfetên me yên xwendin, nivîsandin û pêþdebirina ziman û çanda Kurdî tune ye. Sedemê vê yekê ya sereke qedexekirin, asteng û bendên li pêþiya fêrkirina zimanê Kurdî ye. Li gel vê yekê jî berhemên Cigerxwîn di nav Kurdan de ji þairên Tirk wek Nazim Hîkmet zêdetir tê xwendin. Ji ber ku bi riya çapemeniyê danasîna þairek wek Cigerxwîn qedexe û dijwar e, ew di nav Tirkan de nehatiye naskirin. Lê ger derfet hebûna, ez bawer im wê ne tenê li Tirkiyeyê wê li hemû dinyayê bihata naskirin. Ji bo danasîna Cegerxwîn divê li welat û dervayê welat kitêbên Cegerxwîn li zimanên biyanî û li zimanê Tirkî bên wergerandin. Di warê naskirina Cigerxwîn de þairên Tirk xwedî eyb û kêmasiyeke mezin in. Ji ber ku ew jî bi kirinên xwe dibin þirîkê zihniyeta qedexekirin û ideolojiya fermî. Li himber zordariyên li ser ziman û çanda Kurdî bêdeng dimînin, di kovar û civînên xwe de qet qala ziman, çand û edebiyata Kurdî nakin. Divê þair, nivîskar û ronakbîrên Kurd xwedî li ziman û edebiyata Kurdî derkevin. Ger xwedî dernekevin ne mumkun e ku þairek wek Cegerxwîn nasbikin û wî fêmbikin. *Xwediyê Pirtûkxaneya Dîlan Li Diyarbekirê Rola Weþanên Dengê... Mahmûd Çetîn* Li hember hemû qedexekirin û berhevkirinê, ji ber ku berhemên Cegerxwîn derxwistin pêþ, bi awayekî berfireh danasandin, di navbera gelê Kurd û Tirk de birayetî û dewlemendiya çandî pêk aniye, divê Weþanên Dengê bê pîrozkirinê. Di sedsaliya Cegerxwîn de di festîvala Diyarbekir de bi çalekî û panelan bîranîna Cegerxwîn, ev yeka ku xortan digotin: "Heval" û gulên Cegerxwîn bela dikirin meriva kêfxweþ dikir. Di pitûkxaneya me de jî eleqedariya ji bo berhemên Kurdî zêde ye. Xasima
jî ji bo yên Cegerxwîn... Cegerxwîn bûye sembolek Songul Keskîn* Li Diyarbekirê û li vê herêmê berhemên Cegerxwîn baþ tên firotinê. Cegerxwîn di nav Kurdan de baþ tê naskirinê. Xwendevan li her þêwe berhemên Cegerxwîn eleqeder dibin. Ji ber ku wî li ser her mijarê nivîsandî ye. Ji ber vê yekê ye ku Cegerxwîn di nav Kurdan de bûye sembolek. Cegerxwîn qasî ku tê naskirin, ew qas berhemên wî nayên firotin. Lê berhemên wî, li gor berhemên Kurdî yên din zêdetir tên firotinê. Ji bo ku Cegerxwîn û berhemên wî zêdetir bên danasandin, divê berhemên wî li gelek zimanên din bên wergerandin. Ciwanên Kurd qedir û qîmeteke baþ didin Cegerxwîn û berhemên wî *Xwediya Pitûkxaneya Avesta Li Diyarbekirê |
||||||
|
||||||