Welat li ba Cegerxwîn

Cankurd


Kaniya hozanvaniyê evîn e. Evîn û hezkirina mirovan jîn û jiyên wan xweþ dike an pîs dike. Gava em li dîroka hozanvaniya cîhanî binêrin, emê gellek hozanvanan bibînin, ku hezkirin û evînê ewan namdar kirine. Lê mezintirîn evîn û hezkirina Cegerxwîn bo welêt bû. Welatê wî di jîna wî de û jîna gellek hunermend û nivîsevanêt kurd de têlên tenbûrê, malika hozanê, ronahiya rojê, mûma þevê û yara dil bû.

Cegerxwîn ji welatê xwe re pir nalîn û axîn rêz kirin û di teviya jîna xwe de bo welêt dengê xwe bilind kir û bi evîna Kurdistanê namdar bû.

Di vê gotarê de, em di nav bax û gulistana Cegerxwîn re digerin û bihna kulîlkên evîna wî dikin.

Welatê me li ba Cegerxwîn çi welate ?

"Welatê kurda tev xêr û bêr e
Hemî maden e, tev zîv û zêr e
Lê çi bikim îro maye ji xelkê re
Welatê kurdan hemî çîmene
Egîd û þêr û piling tê hene
Hemî heval û pismamê me ne..."
- Helbestên bijarte, rûpel 94 -


Di gelek ciyan de, li ba Cegerxwîn, ev dêmenê welat ê xweþ û baþ tê ber çavan:

"Zengîn e welatê me,
hemî kanî û zêr in
Em tev wekî þêr in

Rengîn e hemî deþt û çiya
Av û giya ne, tev bax û bihiþt in"
-Helbestên bijarte, r. 9 -


Ev xweþî û rindiya welêt, ji zû de, li ber çavên Cegerxwîn e, di dîwana yekemîn de, jî van rewþên delal li ser welatê xwe gotine:

"Kurdistan pir xweþ û geþ, ez jê re tim dinalim
Ew asîtanê kurde, þîrîn e deþt û zinar

Zinar û bax û bostan, zeytûn û sêv û hirmê
Hincas û xox û miþmiþ, bihok û giwîz û hinar.."
- Dîwana yekan, r. 10 -

Hebûna xêr û bêrên welêt, her di dilê Cegerxwîn de cî girtine û bala wî kiþandine ser xwe:

"Kurdistan tev kûp û bel û deþt û kel û þax in
Dexl û av û dar û ber û gund û rez û bax in.."
- Dîwana yekan, r. 24 -

Kurdistan li ba Cegerxwîn, xwe bi xwe wilo nîþan dide:

"Gula baxê bihiþta rojhilat im
Di tarîka þevê rojim, hilat im
Ji nav sînga demê pijqîm îro
Di tarîxê fireh hat im, Ferat im.."
- Kîme ez, r. 109 -

Kurdistan bi xemla xwe ya rengîn, bi co û cobarên xwe, bi çem û rîbarên xwe ve, nola keçeka bejin bilind xweyadibe:

"Bilind e bejn û bala te
Li ser taca te ezman e

Kitanek reng sipî daye
Serê zozan û Sîpan e

Li jorê kanî û cobar
Wekû hêstir dibarin xweþ

Li jêrê te dibênim ez
Bihiþt û bax û bistan e

Kirasek etlesîn kesk e
Bi rengê roje nexþîn e
Li bejna te dibênim xweþ
Bi surme þal û mîtan e.."
- Ronak, r. 54 -

Bax û bistanêd Kurdistanê hesret û xema xistine dilê hozanvanî, ku di xwe de dinale, îro bi dest dijmin de mane:

"Bax û bistan im ka ?Ax gulistan im ka ?
Dijmin tev girtin ax !Ax Kurdistan im ka ?.."

- Dîwana yekan, r. 39 -

Ew ne tenê þîrîn û rindik e, ew bo me dayîk e:

"Em anîn cîhan wêEm kirin însan wê
Lê me zû ew berda Ax Kurdistan im ka ?.."
- Dîwana yekan, r. 39 -

Li ciyekî de Cegerxwîn li ser welatê xwe nazik-nazik dibêje:

"Kurdistanê, Kurdistan !
Bexçê gula, derdê dila !.."
- Kîme ez, r. 38 -

Welat li ba Cegerxwîn, ne tenê þînayî, av û kaniyên sarin, an jî dexl û bistanin. Welatê me tev zêre û dijmin ji dest me revandiye:

"Çol û deþt û lat û þaxên te hemî miþtin ji zêr
Dijminan ew tev revandin, mane em bê xêr û bêr"
- Dîwana yekan, r. 69 -

"Welat xweþ e, tev xêr û bêr
Petrol û hasin, zîv û zêr
Bindestê dijmin, jor û jêr
Ta kengê kola bin, bese !"
- Kîme ez, r.19 -

Raste ev welata kaniya zêr û petrolê ye, lê xwediyên va welatî her birçîne, dijmin têde têrin:

"Welatê min bihiþte, kaniya zêr
Belê þêr têde birçîne, gurin têr"
- Kîme ez, r. 45 -

Welat li ba Cegerxwîn, di gelek rist û hozanan de keçeka çeleng û lewend e, ên mîna Cegerxwîn jî bûne evîndar û dilxwazên wê, hezkirina hozanvanên kurd ji welêt re, ewan tev gihandine rewþeka evîndariya bê nîþe. Ev rewþ li ba Cegerxwîn zor diyare:

"Welat yareke pir xweþ û dîdar
Li ser dinalin hezar evîndar
Li rast û çep kutî, birîndar
Malwêrane ê dosta wî bedew"
- Kîme ez, r. 31 -


"Keçek min dî ciwan û xame ber bext,
Li wê çûne gelek çax û dem û wext
Me jê pirsî ji ku ye, ey keça rind ?
Kenî û go ji Loran ta biçî Bexd
Me go ey keç tu Kurdistanî ? ez kurd
Kenî û go: ne kurdî, ka ber û rext
Serê xwe min tewande ber nigê wê
Binêr gorî dilê min bû hemî sext"
- Dîwana yekan, r. 60 -

Ev rewþ û dêmenê welêt, li ba Cegerxwîn di teviya karê wî yê hozanvanî de diyardibe, welat keçeka ciwan e, xweþik e, desgirtiya wî ye, li hêviya mêr û þêrên cengê ye, ew revandine, birîndar e, xembar e û qêrîn û hawara xort û lawanên kurd dike, ku wê ji bin zordariyê derxînin:

"Xemlandî me seranser, dezgirtiya xorta me
Gerden sêvek sor û zer, li hêviya merda me
Qelen xwîn e ne gewher, Kurdistana kurda me
Bê tang û top û leþker, îro we ez berda me
Kurdisatna delal im, herkes tê min dixwazî
Ez pir þox û þepal im, min deng daye bi nazî
Ev bûn bîst û du sal im, li ser min ceng û bazî
Kurdo wer min bixwaze, belê bi serfirazî"
- Helbestên bijarte, r. 58 -

Welat bi xweþî û rindiya xwe, zordariyê li dilê hozanvanê me dike:

"Çi reng þîrîn e yara min
Þepal û nazik û þox e
Ferat û Dicle û Xabûr
Bi ser bejnê de berdan e

Ji xwîna min tu lêv sorî
Ji bîna min gula corî
Tenê min bazinê zendên
Te zencîrin di linga ne
Evîna te kirim seyda
Birîndar û perîþan im"
- Ronak, r. 54 -


Ev sîtemkariya welat di hinde ristên din de jî, tê ber çavan:

"Pêtiya arê evîna te ye dil kirye pereng
Me çiqas xwest, ku veþêrim lê bi zor dayîye deng

Wek te mêrkuj me nedî kes we bi xwînrêjî bijî
Ku evîndarê xwe carek dikujî wer bê xedeng

Me go qey dost û hevalî, bi te re bûne heval
Ji me dil bir te bi tayê serê zulfa xwe ye þeng

Me nedî çend geryam, ez ne di Þam û ne di Îraq
Kes di rengê te þepalê nazik û þox û çeleng
Te ji Salarê çeleng girtiye ev zor û sitem
Herdu ebrû te þikandin li me bûn þêr û pileng"
- Helbestên bijarte, r. 88 -

Lê ne tenê ew aþiqê welat e, belê gele hozanvanên din jî di wê rê de çûne:

Ji bona her kesek yarek heye, ê min welat yar e
Belê çibkim di destê dijminê xwînxwar û xeddar e

Çiqas pesnê giran bêjim, nikarim ez bidim zanîn
Çeleng û nazik û þeng û þepal û þox û cebbar e

"Hezar wek min di vê rê de, bi van derd û kulan kuþt in
Tilisma ser devê genca, di sînga min de: reþmare"
- Helbestên bijarte, r. 73 -

Qelenê welatê Cegerxwîn ne zêr û zîvin, ne cewher û elmasin, tenê xwîna lawan û merdane:

"Qelen xwîna min e çibkim?
Divê ku ez bidim carek
Meger can û ciger deynim
Di vê rê de, çi erzan e !"
- Ronak, r. 55 -

"Welat xweþ bûke
Xwîna me qelene"
- Ronak, r. 69 -

Lê Kurdistan ne tenê þêrînî, ciwanî û evînî ye. Li Kurdistanê kuþtin û talaniye, darvekirin û sotin e, wêrankirin û girî ye:

"Ey dil li qiraxê çemê Amed rûne sergerdan
Rind çavên xwe veke, temaþake welatê kurdan

Li bajarê Amed çikandine çend sêpî
Bi wan ve daleqandine cindiyê zazan
Li alîkî tac û telesan bê xwedî ne
Li alîkî kolosên kevej ketne bin lingan

Ji berîka xwe desmalekê derxe û çavên xwe
Paqij ke, ji wan hêstirên xwe wek tav û baran"
- Dîwana yekan, r. 33 -

"Sêpî li Kurdistanê çiqandine herdem
Bi wan ve daliqandine torinên kurdan"
- Dîwana yekan, r. 45 -

Wan bax û bistanên welatê me yê, ku Cegerxwîn ji evîna wan dinale, hatine sotin û pelixandin:

"Agir bi Kurdistanê ket, lewra dikit haware dil
Sed bax û sed bistanî ket manendî bilbil jare dil"
- Dîwana yekan, r. 20 -

Di welatê Cegerxwîn de, kuþtin û talane, perîþanî û bindestiye:

"Alîkî welatê te maye perîþan û bindest
Li aliyê dinê, talan û kuþtin û tim qîrîn
Pîr û kal û keç û xort û þîrmij û zarok kuþtin
Porgijgijî sergeverin, tu li wan dinêrî wek dîn
Zarokên xwe, ji ber sînga xwe davêjin, ji tirsa
Bazdidin û li wan vedigerin, dil bi kul digrîn
Li jor balafir û li jêr otmatîk û mîtralyoz dikin / qêrîn û dibêjin, haydê lêxin kurd revîn"
- Dîwan a yekan, r. 96 -

Ji berê zû de, ev welata di rew_eka wilo de mayî, rût û zuha bûye, dijmin par kiriye, dubendî xistiye nav gelê wî de û xwîna wan mêtiye:

"Welat hezar sal in beyar
Di nav de wer bê tînim ez
Hemî pûþ û pelax e lê
Pir baþ e ku hê þînim ez
Dijmin du sê xet lê kiþand
Jehra dubendî lê reþand
Xwîna dilê min mijand
Ev çende pê þêrînim ez"
- Kîme ez, r. 54 -

Ev zordariya dijmin, bi hawar û qêrînê naye rakirin, tenê xwînrêtin ji me re welat vedigerîne:

"Welat ket e dest neyar
Nayê dest me bi hawar
Divê xwîn bê rijandin
Milet pê bê pijandin"
- Ronak, r. 117 -

Gelê kurd her di ber welatê xwe de xwîn daye û çi caran ji vê rê venagere:

"Xakî Kurdistan ! bi qurban, pir ciwan û paqijî
Xwîn rijandin pir kurên te, wa li her alî rijî
Milletê kurd ta ku sax e, ew ji vê rê nagerî
Aferî, aferî ! Qadî Mihemed, aferî"
- Helbestên bijarte, r. 67 -


Lê çiqas welat di bin destên dijmin de bimîne, dîsa jî nabe ê wî, ew welatê me ye:

"Welat li ser navê me ye
Navê kal û bavê me ye"
- Ronak, r. 72 -

Ew welatê, ku ciwan û xweþik û çeleng bû, niha bûye pîreka porsipî, pûþ û pelax e, belengaz e:

"Bibêje ez keçek bûm, ta ku bûm pîr
Nedî min xwe wekî vê salê êsîr

Serê min bû sipî, pûþ û pelax e
Li jêrê min çu nîne xeyrî ax e

Ji çavên min diçin sed av û sed co
Ji min êdî dikin gazinde zaro
Xerab bûne ji min sed xan û qonax
Nemaye bo perîþanan du sê max"
- Helbestên bijarte, r. 6 -

Bo çi welat ketiye va rewþa tehl û tirs, Cegerxwîn dibîne, ku ne tenê dijmin har û hov e, zordar û talanker e, lê bi wî re di herdeman de aliyek ji me hevalbend û dost neyar bûne, em û welat sipartine dijmin:

"Mirov tev du qatin û qatek li jor
Hemî tiþt ji wan re diriste bi zor

Ji dijmin re bindest û kola û seg
Li ser me dibin þêx û paþa û beg

Welat perçe, perçe kirin wek reza
Em û xwe bi hevre sipartin diza"
- Zend-Avista, r. 159 -

Dezga û karxanên çêkirinê di welatê me de nînin, loma em û welatê xwe wilo perçe, perçe man e, li þûn mane û emê hertim di bin destên neyaran de bimînin, eger em xebata çêkirinê pêþve nedin:

"Welatê ku dezga / bi pêþ de nebî
Ewê tim di destê / neyaran de bî"
- Zend-avista, r. 98 -

Divê em kar û xebatê bikin, xwe fêrbikin çêkirinê û ji hesin û avahiya acetan hezbikin:

"Ji bo ku welatê xwe pê bidne pêþ
Nemînin di nav de, ne zor û ne êþ

Ji hasin re milxwar û piþtxûz bibin
Bi çakûç û mêkut, bi serkûz bibin"
- Zend-Avista, r. 100 -

Cegerxwîn ji welat dipirse:

"Hey welat bo çi perçe perçe maye bin destê neyar
Hakimê xakê te bin, ê wek Seîd û wek Beyar
Kurdê bextreþ serþikestî, wer bimênî çarkenar
Kuþtin û zindan û lêdan, bêne wan tim boks û dar
Hey welat heqê me ye, hê em ji xew nabin þiyar"
- Helbestên bijarte, r. 40 -

"Welat ta kengî wilo perçe bî ?
Em tev di nav de, jar û þikestî"
- Ronak, r. 69 -

Baweriya Cegerxwîn bi serbestî û azadiya welêt mezin e, û ew dizane, ku wê ji bin destên dijmin derkeve:

"Welat xeyrî te min navê, meger dinya ku kewser bî
Bi xurtî dê tu serbest bî, ji min êdî tu bawer bî"
- Helbestên bijarte, r. 72 -

Li ciyekî dî jî dibêje, ku:

"Welatê me Kurdistan, wer namînî kolestan" û ji ber ku bilindî, pakî û rindiya mirovî bi welêt ve girêdayî ye :

"Welat çiqas bilind bibî
Ew qas e jî bilind dibim
Her çend pak û rind bibî
Ew çende pak û rind dibim"
- Kîme ez, r. 17 -

JI ber vê yekê Cegerxwîn bang li xort û lawên Kurdistanê dike, ku bila ewan þerm û fedî bikin û xwedî li welatê xwe derkevin:
"Welatê te zîndan e, pir teng û kûr
Di nav de dinalin, hemî kûre-kûr"
- Zend-avista, r. 134 -

"Ziman û welat û millet perçe bûn
Ji dijmin re hiþtin me mal û hebûn"
- Zend-Avista, r. 111 -


"Ne þerm e welatê te wer perçe bî?
Kirasê hejarî li bejna te bî?"
- Zend-Avista, r. 111 -
"Were em bi hevre bibin wek bira
Welatê xwe derxin ji destê gura"
- Zend-Avista, r. 113 -

Divê xurt û lawên kurd bixwênin û hiþyar bibin, ku kanibin, rohniyê têxin welatê xwe:

"Çi tiþtên ku baþin, bixwîne timî
Welatê me ronî dikin ew hemî"
- Zend-Avista, r. 159 -

Cegerxwîn dibîne, ku eger doz û daxwaza welatê me wekhevî , hevparî û hevjîn be, wê evîna me yê dîsa þîn bibe, û wê çira di tariya jîna me de vêkeve:

"Ku rista welatê me bû wekhevî
Hemî kes xwedî mal û zêr û zevî"
- Zend-Avista, r. 106 -

Lê ew, mîna mirovekî xwedî baweriyek çînî bû, dibîne ku parçebûna Kurdan ji dest çînên jorîn e:

"Ku qata bilind çû, dibin tev bira
Evîna welatê me xweþ bit çira"
- Zend-Avista, r. 107 -


Bêguman rêya serxwebûn û azadiya welêt, li ba Cegerxwîn jî ne tenê xwendin û rakirina qata jorîn e, ew jî weke hozanvanekî azadiyê banga þoriþê dike, dizane ku rizgariya welatê wî tenê bi þoriþê tê. Lew re emê careke din li hozanên Cegerxwîn vegerin û li ser ramana þoriþ li ba rawestin.


Þoreþ û serxwebûn di hozanên Cegerxwîn de

Cegerxwîn di demeka dîrokî ya giring de jîna xwe borand (1903-1984 z.), demeke giring e ji ber ku tevgera gelê Kurdistanê di van 80 salên borî de, di gellek koçberên xwe yên rengareng re derbas bû, û ji aliyekî din ve giringiya vê demê ji guhartinên civakî yên jîna gelê me tê.. Bi ser ve jî pêþketina mirovatiyê û serketina gelên cîhanê dijî hêzên koledar û kolonyalîzmê, di va dema dîrokî de, bi xortanî û bi firehî bû.

Di va gotara kin û kurt de, armanca min ewe, ku ez nêrîna Cegerwîn di warê Þoriþ û serxwebûnê de bidim ber lêkolînê û derxînim ber ronahiyê, ev jî karekî ne asan e, ji ber ku jîn û xebata Cegerxwîn, weke Prof. Qanatê Kurdo di sergotina dîwana Cegerxwîn a 5'ê de gotiye:

"Cegerxwîn bi rewþa xwe ve, bi efrandinê xwe ve, bi ramana xwe ve, behra bê berî û bê binî ye, gelek girane meriv noqî wê behrê be û bizanibe çi di wê behrê da heye."

Armanca min ji vê gotarê ew e, ku ez ji xwendevanan re diyar bikim, li ba Cegerxwîn bîr û baweriya þoreþa serxwebûnê ji destpêka xebata wî ya hozanî ve xurt bû, wî ji serxwebûnê re hozan vehûnandin û þanî gelê kurd kir, ku þoreþ bo serxwebûna Kurdistanê rêya wî ye û divê xwe jê re amade bike û her tiþtekî jê re erzan bike, can û mal û teviya heyîna xwe. Lew re ewên ku li Cegerxwîn xudan derdikevin û li hember þerê serxwebûnê radiwestin, du caran xwe dixapînin:

Yek- Cegerxwîn ne hevalê bîr û baweriyên wan ên þaþ û teng bû . Du- Ewan nikarin çi caran xwe bikin hevalên Cegerxwîn, ji ber ku daxwazên wan û kirinên wan nabin yek.

Prof. Qanatê Kurdo di sergotina xwe de dibêje:

"Di jiyîna Cegerxwîn da li nav her çar parên kurdistanê da gelek rojên giran qewimîne, li jiyîna xelqê kurd da gelek caran bûye reþebayî, babelîsk, tofan û baran, lê teht û kelemên serê çiyayên Kurdistana dabeþkirî li ciyê xwe da mane, ne leqiyane; Cegerxwîn jî mîna wan teht û keleman li ser bîr û bawera xwe da bi qayim, berk rawestaye, ji ciyê xwe çep û rast neleqiyaye, ne hejiyaye.."

Heya mirina Cegerxwîn 14 afirandinên wî hatibûn çapkirin, ji dîwanan (7), Romana Reþoyê Darê, Cîm û Gulperî, Mîdiya û Salar, Gotinên pêþiya, Destûra zimanê kurdî û du birên Ferhengê. Loma tênêrîna berhema Cegerxwîn histobariyeke mezin e, divê mirov xwe jê re amade bike û demeka dirêj têde bixebite.

Cegerxwîn Bi xwe feqîr bû, ji bo ku zikê xwe û yê dê û bavê xwe têr nan bike, ji zarotiyê de dest bi kar kiriye, belengaziya wî di nivîsînên wî de perdeyek ji tariyê û sohtine bi xwe re berdaye û ew di hozanên xwe de gelek caran li ser belengaziya xwe peyiviye, wek:

"Xanîkî min heye pir kûr e wekî çala bê jen
Dirêjî û panî çar gaz heye bi gazê necar
Li alîkî kûz û mirîþk û nivîn û firaxin
Li aliyê dinê agir û seroþk û zarok û çend dar..."
-Dîwana yekem, Rûpel 36 -

Lê çavêd wî belengaziya gelê kurd jî didîtin û li her kenarên wî birçî û rêncber bûn, bi wî re kar dikirin û mîna wî bo welatê xwe Kurdistan dixebitîn. Li ser rewþa gelê xwe yê birçî, tazî û perîþan jî gelek gotiye, wek:

"Xanîkî kûr, teng, li dor çar dîwar
Li ser wî pûþ û li bin best û dar
Sifirne û shirik bi kunc û eywan
Bi kulek û refik, hem bi nêrdewan
Her çar dîwarên wî ji ax û av
Mal û sermiyan zar û zêç di nav..."
-Dîwana yekem, rûpel 58 -

Ji bil belengazî, zêwirî, birçîbûn û rêncberiyê, hinde hikariyên din jî li Cegerxwîn û li hozanvaniya wî hebûn, berî her tiþtekî xweþbûna Kurdistanê, çiya, deþt, zinar, av, dar, mirov û heyînên vê welatî gelek hikariyên xwe li Cegerxwîn kirin, ew bûbû dilovanê welatê xwe, û em dikarin bêjin, ku hozana wî (Welatê min) ew gihandiye bilindtirîn çîna hozaniyê, destpêka wê ev e:

"Welatê min ! tuyî bûka cîhanî
Hemî bax û bihiþt û mêrg û kanî
Þepal û þeng û þox û naz û gewrî
Gelek þîrîn û rind û pir ciwanî...."
-Sewra azadî, Rûpel 42-

...û di her hozaneka wî de evîniya wî ji welatê wî re diyar dike, û pir caran wê dike dilbera xwe.

Kurdistan li ba wî kiçek ciwan û rinde, dezgirtiya xortane û li hêviya mêrane, ewên ku amadene di ber wê de xwînê li þûna qelen bidin:

"Xemlandîme seranser, dezgirtiya xorta me
Gerden sêvek sor û zer, li hêviya merda me
Qelen xwîn e ne cewher, Kurdistana kurda me
Bê tang û top û leþker, îro we ez berda me
Kurdistana delal im, herkes tê min dixwazî
Ez pir þox û þepal im, min deng daye bi nazî
Ev bûn bîst û du sal im, li ser min cengebazî
Kurdo ! wer min bixwaze, belê bi serfirazî"
- Dîwana yekem, rûpel 4-


Ji aliyê hozanî ve, Cegerxwîn weke wî bi xwe bo min, sala 1974ê li bajarê þamê gotiye, dema min jê pirs kir:

- Seyda, ciyê we di dîroka hozanvaniya kurdan de li kî derê ye ?

Gote min: " Ez di zincîra hozanvanan de qulpê paþiyê me, ji hozanvanên kevnare (klasîkî), min wilo bidin nîþandan. "

Ew bi seydayên kevnare, di jîna xwe ya hozanî de gelek mijûl bû û xwîna wana hozanvanî tev xwîna wî bûye, nema ew ji wan cuda dibe û nema ewan ji wî cuda dibin. Lew re em germiya dilê wî di herdu dîwanên pêþîn de bi þêweyekî xort dibînin. Ehmedê Xanî, Mela yê Cizîrî, Feqê Teyran, Perto yê Hikarî û heyanî Mela Ebdilselam (Nacî) Cizîrî pêþkesên wî ne û ji wan fêrbûye hozanvaniyê. Wî jî weke wan Hozanên çîrokî gotine û li pey rêç û þopa wan boriye. Ji hozanên wî yên çîrokî: Fala qereçiyê, Serxwebûna mirîþkan, Xurtiya yekîtiyê û h.d.

Di hinde hozanên Cegerxwîn de, mîna (Þox û þengê - D1,r.130), (Gazin ji kê? D1, r. 142) û ( Sur þirînê D1, r. 157) mirov þaþ dimîne û dibêje, evan ji Melayê Cizîrî hatine, ne ji Cegerxwîn, ji ber ku ziman, avakirina hozanê û heyîna wê, ji ên Mela yê Cizîrî , bi carekê, nedûrin û di gelek rewþdan û di diyarkirina dêmenan de herdu hozan nola hevin. Lew re em dikarin bêjin, dîwarê ku Cegerxwîn milê xwe dayîyê dîwarê çanda kurdî ye, ne dîwarekî biyaniye.

Welat li ba Cegerxwîn bûye zîndan û tarî, ew nema rûdine û jêre xebatê nîþan dide:

"Ew welatê wek bihuþt bû, bûye / zîndan, kûr û teng
Dîl û gerdenxarî tê de, bê þibak û pencere"
-Dîwan a yekem, rûpel 21-

Cegerxwîn bona welatê xwe serxwebûnê dixwaze û çi caran bo Autonomiyê dilþad nebûye, û di gelek ristên wî de daxwaza serxwebûnê tê ber çavan, wek:

"Iro roja xebatê, Serxwebûn e doza we
Dema jîn û felatê, li ku maye soza we ?
Hûn tev þêrên di latê, rovî kete koza we
Þikestîne di matê, dijmin biriye boza we"
- Dîwana yekem, rûpel 4 -

Cegerxwîn deng li derwêþan dike, ku cilkên xwe bavêjin û dakevin qada xebatê, bo serxwebûna gelê xwe, ew dibêje:

"Dema xiþta çûye, dema tang û top e
Îrbanê bavêje, dijmin qope-qop e
Ev rêça hûn tê de, rêçek xwar û kêm e
Rêça serxwebûnê çi xweþ rêç û þop e!"
-Dîwana yekem, rûpel 43-

Ew ji kiç û jinên kurdan re jî diyar dike, ku daxwaz serxwebûn e, û divê ewan nola wî bêjin:

"Ez keça kurd, nû gihame, tim dixwazim pêþveçûn
Doz û daxwaza me herdem tac û ala serxwebûn"
- Dîwan a yekem, rûpel 79 -

Dema Cegerxwîn têgihêþt, ku daxwaza gelê kurd serxwebûn e, êdî rabû deng li gelê xwe kir, ku ji zarowên xwe bo xwendin û zanînê biþînin, wan hiþyar bikin, ji ber ku nezanîn dijminê mirov û pêþketinê ye:

"Þev û rojan bixwînin, bibin serbest û zana
Tovê jînê biçînin, ji bo dîl û nezana
Carek hûn dê bibînin van bexçe û rezana
Kurdistanê derênin, ji destê van dizana"
-Dîwan a yekem, rûpel 4/5 -

Lê bi zanînê tenê mirov nikare welatê xwe bistîne, lew re Cegerxwîn dibêje:

"Xorto ! eger tu rabî, wek baþokê herî çûk
Ne xurt û þehreza bî, tu nastênî ji min mûk
Ne wek þêr û guran bî, bûkê didî bi tûtûk
Ku bê tac û sera bî, tê çawan min bikî bûk?"
- Dîwan a yekem, rûpel 5 -

Bang li sergeranên kurd dike, ku malê xwe bo rizgariya gelê xwe bidin:

"Malê xwe tev bela kin, ji bo serbestiya kurd
Xwîna xwe tev birêje, ji bin destan tu derkev"

Zanîn û mal û hezkirina welêt jî nebese, divê yekîtî hebe, û bo yekîtiyê Cegerxwîn gelek gotiye, em gazina wî di pir deran de dibînin, û di (Serxwebûna mirîþkan) de pir xweþik hatiye ser wê pirsê. Li ciyekî din dibêje:

"Em destê xwe bidin hev, li ber dijmin bibin yek
Qet zora me nabin, ev dijmin û ev seg"
- Dîwan a yekem, rûpel 37 -

Bo yekîtiyê dîsa dibêje:

"Gelî kurdan, ji xew rabin, werin carek temaþa kin!
Yekîtî qence, pir baþe, di Kurdistanê peyda kin"


.. û ji wê pê ve jî Cegerxwîn bo serxwebûnê û azadiyê tenê yekîtiyê xweþtirîn vêt û daxwaz dibîne:

"Bes yekîtî xweþ divêtin, da ku têk serbest bibin
Min be qurbanê sera û ale rengînê te me "
-Dîwan a yekem, rûpel 68-


Cegerxwîn dibîne, ku axa û beg tiþtekê baþ bo gelê xwe nakin û ji wan hene her hevalên dijminin, lew re dibêje:

Pîra Torê

Hilkiþîme çûme jorê, herdu rex min bend û rez
Min dî pîrek tê ji torê, ker di bin de tê bi lez
Hate nêzîk rojbixêrek da û wek min dil bi xem
Pîrebî bû, por sipî bû, taqî reþ bû, rû gewez
Min ji pîrê xweþ dipirsî: ey metê tu ji ku ve tê ?
Go ji Sîrtê diçme Bêrtê, Xûniya Romê me ez
Xan û eywan kirne wêran, mêr û jin serjê kirin
Min go: Pîrê ! qey tu kurdî ? Çûye tilyên xwe bi gez
-Belkî benda rez bi guh bit, dengê xwe pir hilmeke
Pir ditirsim ez ji derbê singuyê Roma teres
- Min digot: axa û beg, wê go: kurê min guh medê !
Ew þivanin, sermiyanin, dane gur wan col û pez ....."
-Dîwan ayekem, rûpel 45 -

Bo serxwebûna welatê me, li ba Cegerxwîn tiving ciyekî giring distîne:

"Werin dîsa ji xew zû hûn þiyar bin
Digel rext û tifingên xwe li kar bin
Bikin cengê digel dijmin hero zû
Heta ku em bibênin ew vera bû...."
-Dîwan ayekem, rûpel 22-

Ew gazî li hemî kesên welatî û xwedî namûs dike, ku rêzên xwe bikin yek û bo gelê xwe dakevin qada xebat û þoriþa netewî:

"Te divê ku ew bibin mêr
Xwedan text û tac û zêr
Bi yek can û dil û deng
Digel dijmin bikin ceng
Tevde bidin soza xwe
Zû bixwazin doza xwe
Weke mêra bibin yek
Bi dest bigrin gurz û çek
Li ser çiyan bibazin
Doza xwe tim bixwazin
Ji Kermanê ta Ferat
Mûsil bigrin ta Xelat...."
-Dîwana yekem, rûpel 42-

Em dibînin, ku wî her çar parçeyên Kurdistanê di vir de bi nav kirine, bi lêvkirina çar navan: Kerman, Ferat, Mûsil û Xelat.

Ew di dû re dibîne, ku ji wa hêza yekîtiyê re serokatiyek, deselatiyek pêwîst e, ew dibêje:

"Yek serdarê xurt û jîr
Li cem rûnin çend wezîr
Ji bo kurd û Kurdistan
Ava bikin dibistan
Da bixwênin keç û kur
Çêkin top û balafir
Xwendewarên qenc û baþ
Li pêþ leþker bikin marþ...."
-Dîwana yekem, rûpel 42 -

Wilo ew rêya rast dibîne, rêya ku tê de serokatiyeka xurt û jîr hebe, ji gelê xwe re dibistana þoriþê veke, xort û keçan têde fêr bike xebat û têkoþînê.. û bi wê serokatiyê re xwendevan, rowþenbîr û zanayên baþ û qenc hebin, di pêþiya leþkerê serxwebûnê de herin, ne li pey tevgerê an jî li dij wê.


Geri Dön
Baþa Dön
Yazýcýya Ver