Li Ser Xebat û Jîyana Cîgerxwîn


Kemal Burkay


Ev nivîs di sala 1984 da, piþtî mýrina Cîgerxwîn
hatîye nivîsandin û di Organa Partîya Sosyalîst "Rîya Azadî", hejmar 30 da derketîye.


Seydayê Cîgerxwîn di 22´yê Çýrîya Pêþîn da emrê xwe temam kir. Ew merivê jîrek, bawermend, dilgerm ji jîyanê weda kir. Lê mirov nikare bêje Cîgerxwîn mirîye. Ew bi laþê xwe vegerîya axê, lê bi þiêrên xwe, bi bîr û bawerî û têkoþîna xwe di dilê gelê kurd da, di xebat, dîrok û çanda gelê Kurd da wê her bijî. Cîgerxwîn bi xebat û efrandinên xwe zora mirinê biribû, merivên wek Cîgerxwîn nemir in.

Divê em bi dû Cîgerxwîn þînê nekin. Wî emrê xwe vala derbaz ne kir; wî çi ji dest hat kir, karê xwe pêk anî û di emrekî kamil da çû. Divê em bi wî serbilind bin; qîmeta wî, mezinahîya wî baþ bizanibin û ew bibe rêberek baþ di jîyan û têkoþîna me da nah þunda jî.


Hin Rûçikên (wesfên) Seydayê Cîgerxwîn

Mezinahîya Cîgerxwîn ji çi pêk tê? Gelek rûçikên mirovî yên bilind di þexsê Seyda da kom bûbûn: Wek jîrekî, fidakarî, bawermendî, nefspiçûkî.

Seyda jîrek bû. Wî emrê xwe yê 81 salan bi xebat û têkoþîn derbaz kir. Heya roja mirinê dev ji kar berneda. Heya roja mirinê jî nivîsand, qise kir, ji der û dora xwe ra, ji hêzên welatparêz û þoreþger ra rê nîþan da. Ew di rojên dawî da jî di civînan da, di meþan da bi me ra bû. Ew bi kar û xebat þa dibû, serfiraz dibû.

Seyda merivek fidakar bû. Wî jîyana xwe, kar û xebata xwe da bo rizgarîya gel û welat, da bo rizgarîya bindestan. Tucar ji vê poþman ne bû.

Seyda merivekî bawermend bû. Di emrê xwe da þýkestina gelek serhildanên Kurd dît. Gelek kesan di nîvê re da dev ji kar berdan. Wî di dîroka gelê me da wek mêrxwasî û berxwedanê, nimûneyên sistîyê, bêqîretîyê û îxanetê jî gelek dîtin. Wî ji dijmin gelek teda û zordestî dît; gelek caran hat girtin, malbata wî gelek feqîrî û cefa kiþand. Kevneperestên Kurd jî pircaran ew êþandin. Dýgel vê hin caran, merivên ku Seyda bo wan þer dikir, bindestan jî guh ne dida gotinên wî, tê ne digîhîþtin. Lê bawermendîya Seyda bi van tiþtan ne þýkîya, dilê wî tucar sar ne bû. Wî dev ji þer berneda, di rîya xwe da ajot.

Çýma hin kes þer nîvçe dihêlin? Çýma hin kes di nîvê rê da diwestin, dev ji xebata welatparêzî û þoreþgerî berdidin û heya dawî nameþin? Sedem ev e ku, ew kes, himber êrîþên dijmin dîyax nakin, himber teda û zehmetan sist dibin. Sedemek dinê jî ev e ku, ew kes ne xwedî bîr û bawerîyek xurt in. Qanûnên civakî baþ nizanin. Waxta dijmin li wan zor dike, waxta serhildanên gel diþkên, bê hêvî dibin.

Lê merivên ku dîrokê û qanûnên civakî baþ dizanin hêvîya xwe winda nakin. Ew dizanin ku zordestî ne bê dawî ye. Duweroj, bibê nebê ya bindestan e.

Seydayê Cîgerxwîn çawa dîroka gelên dinê û ya gelê Kurd baþ dizanibû, her usa jî felsefa materyalîzma dîrokî baþ tê gihîþtîbû. Bawerîya wî bi sosyalîzma ilmî hebû. Hosteyên materyalîzma dîrokî eþkere kirin ku hertiþt diguhure û ber bi nujenîyê diçe. Duweroja însanîyetê ya karkeran e, ya bindestan e. Piþtî sazûmana sermîyandarî sosyalîzm wê bê û hemû însanan rizgar bike, zordestî û zêrandinê yekcar rake.

Þoreþa Oktobrê li Rûsîya û þoreþên piþtî wê ev yek ispat kirin.

Seydayê Cîgerxwîn nefspiçûk bû. Çawa xelk dibêje, mezinan ra mezin, piçûkan ra piçûk bû. Pozbilindî, quretî li ba tunebû. Ji her firsendê îstîfade dikir, bîr û bawerîyên xwe belav dikir, dixwest însanan bigihîne. Bona vê yekê jî însanan jê hez dikirin, jê ra hurmet dikirin.

Hin kes hene jîr in, jêhatî ne, lê pozbilind in. Pozbilindî merivan mezin nake, piçûk dike. Merivên han însanan, dostan, heval-hogiran li dora xwe nacivînin, lê direvînin.

Ew rûçikên han ku li Cîgerxwîn kom bûbûn, dibûn nîþanên mezinahîya wî. Tevgerên gelan hewcedarî merivên usa ne: merivên jîrek, fidakar, bawermend û nefspiçûk. Di rêyên dirêj û çetin da ew kesena dikarin rêberîya gel bikin.

Seyda Kurdekî Xas Bû

Seydayê Cîgerxwîn însanên me, rabûn û rûniþtina gelê Kurd, adetên gel baþ nas dikir. Di dema feqîtîyê da gund bi gund li Kurdistanê gerîya bû. Bona vê yekê baþ têgihîþtibû zmanê gel, gotin, kilam, çîrok û hemû dewlemendîya wê.

Her usa jî Seyda derheqa dîrok û edeba Kurdî da gelek xwendibû. Ew ji nivîskarên me yên kevn û hêja ra wek Elî Herîrî, Melayê Cýzîrî, Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî û yên din ra, ji merivên mezin wek Selahaddînî Eyûbî ra, qeremanên gel wem Rýstemê Zal û Guhderz ra xwedî derket, di þiêrên xwe da cîyekî bilind da wan. Bona vê yekê þiêrên Seyda tesîreke baþ kir li ser gelê me, bîr û bawerîyên welatparêzî xurt kir. Ew bi rîya þiêrên Seyda bi dîrok û çanda xwe hiþyar bû û serbilind bû. Propagandeya dijmin di derheqa dîrok û çanda me da þýkîya, pûç bû.


Seyda Xwe Nuh Dikir û Pêþva Dibir

Seyda adet , zman, çand û dîroka gelê me çawa baþ dizanibû û bi tiþtên hêja ra çawa xwedî derdiket, her usa jî hin adetên kevn û pûç ku êdî bûbûn bendek li lingê gel û ne dihiþtŸn gelê me bi alîyê civakî pêþva biçe, dijî wan derdiket.

Olperestî di dest kevneperestan da bendekî usa bû. Kolidarên ku gelê me bi bend kiribûn, mîr, axa û þêxên ku li ser piþta gel rûniþtibûn û ew dizêrandin, ne dixwestin gel hiþyar be, ne dixwestin karker û gundî çavê xwe vekin. Ewana ol (dîn) jî dikirin hevcarek ji bo xapandina gel. Ewana erd bi çoyê zorê, bi neheqî ji dest gundîyan girtibûn, lê digotin xwedê ev erd daye mîr û axan. Ewana xebatkar tazî dikirin, birçî dihiþtin, lê digotin dewlemendî jî, xizanî jî bi destê xwedê ye.. Ewana hemû xirabîyên xwe nîþan didan wek karê xwedê.

Seyda dijî derewên wan derket. Wî bi camêrî perdê derewan çirand û rastî eþkere kir. Seyda rîya diristîyê, qencîyê, aþitîyê nîþan da.


Mebe olperest ey hevalê delal
Bi herkes re rast û dirist be heval

Çi tiþtên derew bin tu dûrî here
Were em bi hevre herin pêþ, were!

Çi tiþtê neqenc bî þerê wî bike
Heçî qenc e, herdem tu her wî bike

Nebe dostê xwar û peyayê neyar
Týmî dost û yar be ji bo ê hejar.
(Zend-Avista, r.120)


Seyda dijî zordestî û neheqîya li ser jinan bi xurtî derket. Wî nîþan da ku eger jinên Kurd jî wek mêran di karên civakî da cîyê xwe negrin, tevî karên sîyasî nebin û bo azadîya gel û welat tevî mêrê xwe þer nekin, hêza me nîv nîvê wê kêm be.

Tesîra jinan li ser zarokan zêdetir e. Ew dikarin zarokan bielîmînin bo armancên baþ û bilind, bo azadî û serfirazîya gel. Bona vê yekê divê ew jî hiþyar bin, di nav xebatê da bin. Jýna nezan pir caran dibe asteng li pêþ mêrê xwe û karê wî jî sist dike.

Bona vê yekê, wezîfeyek gelek girîng e bo welatparêz û þoreþgerên Kurd ku ew bend û qeydên han ê þaþ biþkînin, bi xwe pêþengî bikin, jinên Kurd bînin nav kar û barên civakî, tevgera sîyasî.


Jin û mêr bi hevre di nav kar de bin
Derê dewlemendî li me dê vebin

Qerêja hezar sal û kevneperist
Di îro ji bo me meke mal û rist
(Zend-Avista, r. 108)


Cîgerxwîn berê xwe gihande bîr û bawerîyên welatparêzî, dijî dîlî û bindestîya gelê kurd derket û dengê welatparêzîyê bi xurtî bilind kir. Pir ne borî, Seyda xwe gihande bîr û bawerîyên sosyalîzmê. Seyda di jîyana xwe da gelek serhildanên Kurdan dîtin. Her usa jî wî di çaxê xwe da Þoreþa Oktobrê ya Mezin û þoreþên dinê dîtin, piþtî Þerê Duwemîn. Wî baþ fêmkir ku rizgarîya netewî tiþtekî giranbuha ye, gelek hêja ye, lê ne bes e. Bi avakirina sosyalîzmê gel dikare ji bindestî û zêrandinê bi temamî xilas bibe, serfiraz be. Seyda da ser þopa Marksî-Lenînîyê, bû þervanekî xurt bo rizgarîya karker û cotkaran.


Welatparêzî û Înternasyonalî

Di þiêrên Seyda da welatparêzî û înternasyonalî, herdu jî bi xurtî xwe nîþan didin, bi hevra kelîyane.

Hin kes îro ji pêvendîya welatparêzî û înternasyonalîyê, pêvendîya þerê rizgarîyê û sosyalîzmê baþ fêm nakin, evana ji hev dûr dibînin. Xasima kesên bûrjûwa, xudî sermîyan, kesên dewlemend ku dijî sosyalîzmê ne, dîwarekî dikin navbera welatparêzî û sosyalîstîyê. Lê ji bo xebatkaran ne usa ye. Xebatkarên hiþyar baþ dizanin ku ev herdu bi hevra bi xurtî girêdayî ne. Ji bo rizgarîya welat û azadîya gel, divê þerê rizgarîyê bi serkeve, pêþva biçe, bi sazûmanek sosyalîstî temam bibe.

Kesên bûrjûwa û kevneperest gelan ji hevdu ra wek dijmin nîþan didin. Lê rastî ne usa ye. Dijminahî bi destê kolidaran, kevneperestan dikeve nav gelan. Bi rastî gel dostê hev in. Karker û cotkar ne dijminê hev in. Li çar alî dinê mafê wan yek e, dijminên wan li her derê axa û sermîyandar in, hukumetên wan ê zordest in. Divê karker û cotkar, divê hêzên pêþverû li çar alî dinê piþtgirî û alîkarîya hevdu bikin. Cîgerxwîn bi vê yekê gelek hiþyar bû.

Cîgerxwîn hozanekî þoreþger bû. Dengê wî bû dengê þoreþê, dengê serhildanê. Her usa jî Cîgerxwîn mirovhiz (humanîst) û aþitîxwazek xurt bû.

Ew di þiêrên xwe da gelek behsa þer dike. Behsa tifing û topan, teqîna dinamêtê dike. Ev þerê rizgarîyê ye, heq e, hewce ye bo azadîya gel. Wekî din bend û qeydên kolidaran, nîrê zordestan nayê þikandin. Lê Cîgerxwîn her usa jî mirovhiz e, aþitîxwaz e. Ew di navbera gelan da, di navbera reþik û sipîyan da ferq nabîne. Dýxwaze ew hemû azad bin û bi hevra wek xwîþk û bira bijîn.


Ez xweþ mirov im
Ne hirç û hov im
Lê çibkim bê þer
Dijmin naçî der


Cîgerxwîn Di Karê Sîyasî Da Gýhîþtî Bû

Yek ji wesfên Seydayê Cîgerxwîn ê hêja jî ew bû ku Seyda, di warê sîyasî da gihîþtîbû. Ev yek dibe ku bala kêm kesan kiþandibû. Seyda çawa xwe gihande bîr û bawerîyên welatparêzî, dest pê kir di karê komelayetî da cî girt.

Wî bi gelek salan di Partîya Demokratî Kurd li Sûrî da (Partîya Demokrat û Pêþverûyên Kurd li Sûrî) xebat kir. Seyda hozanekî bi nav û deng bû. Pir kesan jê ra digotin: "Seyda, hemû welatparêz ji te hez dikin, tu di partîyekê da nebî çêtir e.." Lê seyda guh ne da gotinên han. Wî baþ dizanibû ku gelê me bi xebata sîyasî dikare zora dijmin bibe, bi serkeve. Bo xebata sîyasî jî partî hewce ye.

Seyda usûl û erkanên xebata sîyasî baþ dizanibû, baþ guh dida wan. Bi nav û dengê xwe tucar pozbilind ne bû. Eger raya wî cudabana jî, guh dida biryarên organên partîyê, di 80 salê xwe da jî bi tore û dîsîplîn kar dikir.

Seyda di gelek þiêrên xwe da behsa girîngîya xebata sîyasî û rêxistinî dike. Di þiêra xwe ya bi navê "Partîzanî" da usa dibêje:


Bibe partî û hem bibe partîzan
Eger serbilindî dixwazî, bizan

Nikarî bibî serbilind, navgiran
Heta ko di þer nebî wek beran
(Zend-Avista, r. 57)


Cîgerxwîn Li Pêþ Me Rêberek Hêja Ye

Merivên wek seydayê Cîgerxwîn di nav milletan da kêm dighên. Divê em qedr û qîmeta wî baþ bizanibin. Ji jîyana wî, xebata wî, bawermendîya wî dersê bistînin. Em bawer in ku welatparêzên Kurd, þoreþgerên Kurd, nah þunda jî ji Cîgerxwîn gelek tiþtan wê hînbin, wî ji xwe ra bikin rêber di jîyan û xebata xwe da.

Seydayê mezin rojên azadîyê bi çavên xwe ne dît. Lê tucar hêvîya xwe winda ne kir. Digot, eger ez nebînim jî zarokên min, nebîyên min wê bibînin. Wî di þer da para xwe bi xurtî bi cî anî. Dilê wî rehet bû û ew dikare di gora xwe da bê xem razê. Law û keçên Kurd doza wî wê bibin heya serî. Ewê kurdistanê rizgar kin, ber bi pêþ bibin.

Û di vî þerî da Cîgerxwîn wê tim di dilê me da be, bi me ra be. Em wî ji bîr nakin.


C Î G E R X W Î N
Cîgerxwîn, çinarê mezin,
Di erdeke hiþk û hol da toveki xas
Dengê azadîyê
Bayê seherê ya hêvîyê
Dibe ku tu xwe wek mirîyekî dibînî
Lê çiqas jîndar î, bi jîyanê têr û tijî
Di ava çeman da, di dengê bê da tu yî
Di têla tembûrê da, di rengê gula sor da
Di her dileki bi êþ û þawat da
Di her kilameke xemgîn da heyî
Li rûyê her keseki têkoþer, bi ken û bextewar da
Kemal BURKAY


Geri Dön
Baþa Dön
Yazýcýya Ver