Ji Dîroka Cihûdên Kurdistanê

Dr. Zorabê Bûdî Aloian

Pêþgotin

Mijarek heye, ku mirov carinan newêre xwe nêzîkî wê bike: Dîroka Cihûdên Kurdistanê. Lê belê, ev beþek ji dîroka welatê me ye, ya berî hatina Ereb û Tirkan destpê bûye. Bêguman, Cihûdên welatê me bi Kurdan û gelên din ra ji zemanê geþbûna bajarvaniya Mezopotamiyayê da xweþdengiya pêlên Dîcleyê silav kiriye.

Lê bandora îdeolojiya çep û înternasyonalîzma Hîcazperweran em anîne rewþeke wisa, ku her gotinek li ser Cihûdan wek pejirandina siyaseta Îsraîlê tê nirxandin. Erê, gelo zana û rewþenbîrên Kurd nikarin çav bidin civakên rojavayî, yên hem basa çanda Cihûdan dikin, hem jî siyaseta kesên mîna Þaron rexne dikin? Heta niha cewaziya, ya me di navbera mehmetçîkan û gelê Tirk yan Seddam û þaristaniya Ereban da daniye, nîþana mirovheziya me bû.

Lewma ne gerek e, ku li himber Cihûdên tirkdost em basa van kesên bi navûdeng bikin, yên piþtgirên rizgariya Kurdistanê ne (Elena Bonner), azadiya zimanê kurdî dixwazin (Noam Chomsky) yan kampanya serbestkirina Leyla Zana birêve dibin (Elie Wiesel). Mebesta vê lêkolîna han jî ew bawermendên dînê Yahûdî ne, yên bi hezar salan di nav me da mabûn û îro jî li Îsraîlê ji xwe ra dibêjin "Anî Kurdî" (ez Kurd im) yan "Anaxnû mî Kûrdîstan" (Em ji Kurdistanê ne). Siyaseta Îsraîliyan li himber pirsgirêka Kurd û hemû kêþeyên Rojhilata Navîn dûrî mijara me ne.

Eger em peyvên Cihû, Cihûd, Yehûdî, Yahûdî û Cûlekan di zimanê kurdî da hevber bikin û têgînên zanistî þirove bikin, emê bigihîjine van encaman.

1. Zimanê fermî ya dewleta Îsraîlê hibrî ye: ew zimanê Tewretê bû û ji dawiya sedsala 19an da hate vejînkirin. Hêjayê gotinê ye, ku heta koçkirina xwe ji bo Îsraîlê, Cihûdên Kurdistanê hem bi kurdî, hem jî (digel Asûrî, Kildanî û Sûryaniyan) bi zaraveke aramî dipeyvîn. Herweha balkêþ e, ku Cihûdên Kurdistanê zarava xwe ya aramî jî wek "Kûrdît" binav dikin. Ev jî nîþana girêdana wan bi Kurdistanê va bû.

2. Ew bi çi zimanî jî biaxivin, dînê xwe wek Yahûdî dinasin. Lewma em jî dikarin ji bo vî dînî gotina Yahûdî bikar biînin.

3. Navê civaka wan jî Cihûd e, çûnke ev dengê "c" li ba Kurdan û Ewropiyan maye: Cihû-Cihûd-Cûlekan (bi kurdî) yan Jew (bi înglîzî).

Ji vir pê da emê sê têgînan bixebitînin: hibrî ji bo ziman (wek Hebrew bi înglîzî yan hebräisch bi almanî), Yahûdî ji bo dîn û Cihûd ji bo gel.

Ramana Mezopotamiyayê û Çavkaniyên Cihûdan

Li Dema Navîn, zana û gerokên ewropî dipejirandin, ku koka Kurdan binemaliya Nuh e. Lewma cîhana Xaçparêzan li ser bingeha daxuyaniyên Tewretê (serpêhatiya gemiya Nuh û sekinandina wê li ser çiyayên Araratê) gelê Kurd çawa yek ji civakên dîrokî temaþe dikir. Quran gemiya Nuh li Cûdî da sekinandin: wusa bi xêra Îslamê jî welatê Kurdan wek navendeke mirovahiyê tê mêzekirin.

Lê girêdana Kurdan bi dîroka Avrabûnê (Tûfanê) va ji Tewret û Quranê kevintir e. Werin em bi kurtahî li ser ramana Mezopotamiyayê rawestin û nivîskarekî Babîlî - Berossus - bi bîr bînin.

Împeratoriyên Babîl, Aþûr, Medya û Aþemenî li herêma Mezopotamiya yek pey yekê ava dibûn, lê hercar ev guhartineke ramyarî bû. Desthilata malbat yan serokhoziyên nû bingehên çanda Mezopotamiya ji cîh ranedikirin. Bi gotineke din, ji bona niþtecîhên Mezopotamiya her desthilateke binavkirî desthilateke herêmî bû, beþek ji þaristaniya hevbeþ bû. Belê, ceng û nakokî di navbera cemawerên dirawisê da hebûn, lê armanca wan bidestxistina desthilatê bû. Tucar hêzên herêmî - malbat bûna, leþker bûna yan dewlet bûna - qirkirina dijberên xwe, tunekirina gelekî yan olekî nediviyan. Armanc qazanca siyasî û aborî - ne nijadperestiya rûreþ - bû. Niþtecîhên Mezopotamiya dizanibûn, çawa bi hev ra bijîn û heta kîjan qonaxê dijminatiyê bikin [II rûp. 4].

Lewma di bîranîna kollektîv da hemû gelên Mezopotamiya - Kurd, Asûrî, Sûryanî, Kildanî, Ermenî û Cihûd - dikarin jiyaneke hevbeþ bi rê va bibin. Berevajî, gelên nûhatî, yên ji kahniya sûperkûltûra Mezopotamiya venexwarine - Ereb, Tirk û dagîrkerên Rojavayê - hergav dibine sedemên tragediyên mezin. Wisa, di destpêkê da Îskenderê Duqurne û leþkerê wî yê grêkî-makedonî cemawerên Mezopotamiya wek biçûk û barbar mêze dikirin. Piþtî du hezar salan dagîrkerên Înglîz û Firansî bi baweriya, ku ev gelên nezan li Mezopotamiya perwerde bikin, hatin. Ne Îskender, ne jî Ewropiyên sedsala 20an aþtî û pêþveçûna dirêjxayan ji Mezopotamiya ra anîn. Em êdî basa Ereb û Tirkan nakin: ev çandên ji dervayî herêmê ne û lewma desthilata wan bi zordarî û komkujan va xwe cîhbicîh dike.

Lê em vegerin serdema Berossus, wextê Mezopotamiya ji aliyê Grêkan (Yûnanan) va hatibû dagîrkirin. Du komên rewþênbîran li herêmê çê bûbûn, herdu jî xwe dispêrandine îdeolojiya serbestiyê. Hinde rewþenbîr bi zimanên herêmî siyaneta dema buhurî bi jîndar dikir û serpêhatiyên Zerdeþt, Îbrahîm, Mûsa û Nebûxedenesir dikirine sembola rizgariya Mezopotamiyayê. Lê zana û ronakbîrên din di wê baweriyê da bûn, ku eger ew zimanê Grêkî bi kar biînin û dewlemendiya þaristaniya xwe nîþanî dagîrkeran bikin, wê bi riya aþtiyê xwe azad bikin û nejîrbûna grêkan bi eþkere bikin. Yek ji wan rewþenbîrên serbilind, lê aþtîxwaz Berossus bû, yê nêzîkî sala 281an Berî Zayînê bi zimanê grêkî dîroka Babîliyan li ser kaxezê hîþtibû. Navnîþana pirtûka wî "Babyloniaca" ye [II rûp. 4-6].

Di karnameya xwe da Berossus gelek mijaran dinirxîne - ji steyrknasî û feleknasiyê hilde heta jiyana serkêþên Mezopotamiyayê. Lê gotina wî di derheqa Avrabûnê da bala me dikþîne, ji ber ku ev babeta han hem Kurdistana Kevinar tîne ber çavên me, hem jî bi babeta Cihûdên Kurdistanê va girêdayî ye. Wisa, Berossus basa sê serdemên dîroka Mezopotamiya dike:

1) ji 432 hezar salan berî Avrabûnê da,

2) Serdema Avrabûnê û

3) Padþahên Mezopotamiyayê heta Nabû-Nesir [II rûp. 6-10].

Ligor Berossus, li Armeniyayê dengek gihîþtibû guhên Padþah Ksîsûþtros (Xisoutros), ku ew û milletê wî wê vegerine Babîlê û ji wir zanînê bela bikin. Berossus xwe dispêrîne legenda Gilgameþê, ya basa Çiyayê Nisir dike. Lêkolînerên Rojavayî dibêjin, ku ev çiyayê Pîr Omar Gûdrûn li Kurdistana Baþûr e. Herçend Berossus basa Armeniyayê dike, ev wisa jî dinivîse, ku parçeyeke gemiyê gihîþte çiyayên Kurdan (Korduaian), ya di çavkaniyên din da wek Gordyene xuya dike [II rûp. 20-21].

Ji bilî vê daxuyaniya balkêþ, Berossus wisa jî li ser desthilata Medya radiweste û gelê Gûtî çawa bingeha Medya destnîþan dike. Di pirtûka "Babyloniaca" da tê gotin, ku berê li Mezopotamiyayê 21 padþahên Medya yan Gûtî desthilatdar bûn [II rûp. 21-22].

Belê, îro gelek zanyar diselimînin (ispat dikin), ku ne tenê koka Medya û Gûtî milletek bû û ew herdu pêþiyên Kurdan bûn, lê wisa jî, ku ew di jiyana Mezopotamiya kevinar da xwediyên roleke pir mezin bûn [V rûp. 96].

Nêrîna Berossus li ba Cihûdan jî cîhê xwe girt. Di Tewretê da [Pirtûka Afirandinê, 6:14] hatiye nivîsîn, ku Xwedê fermanek dabû Nuh, bila ew gemiyek ji xwe ra çê bike û qîrê li der-dorê bixe. Di sedsala 4an ya Zayînê da zanyarê Cihûdan bi navûdeng Yonathan ben Ûziyel wisa þirove dikir: Xwedê ji Nuh xwestiye, ku ew ji dara "gofer" gemiyê çê bike. Lê gelo ev "dara gofer" çi dar e? Yonathan ben Ûziyel navê hibrî "atzey gofer" werdigerîne zimanê aramî: "dekosîn kardonîn".

Eger em ji cîranên xwe asûrî-sûryanî yan kildanî, yên bi aramî diaxivin, bipirsin, ewê ji me ra þirove bikin:

"de" - ji;
"kos" - dar;
"în" - gelekjimar, mîna "ên", "êd" bi Kurdî;
"kard "- Kurd;
"on" - sûffîks.

Wek encam, Xwedê ji Nûh dixwaze, ku ew "ji darên Kurdan" yan "ji darên welatê Kurdan" gemiya xwe çê bike.

Ji bilî vê, Yonathan ben Ûziyel ji Araratê ra [Tewret, Pirtûka Afirandinê, 8] dibêje "tûrey Kardû" yan "çiyayên welatê Kurdan".

Werin em têksta Yonathan ben Ûziyel di ber çavan ra derbas bikin: "Piþtî 150 rojan av paþda çû. Di meha 7an da, di roja 17an da gemiya Nûh li çiyayên Kardû sekinî".

Mirov dibîne, ku Kurdistan û bûyerên Avrabûnê, ligor dîroknasên Mezopotamiya û dabûnerîta (tore, tradisyon) Cihûdan, bi hev ra hatine dirûtinê. Em ji bîr nekin, ku Berossus di sedsala 3an Berî Zayînê da, Yonathan ben Ûziyel jî di sedsala 4an ya Zayînê da welatê Kurdan wek cîh-wara Nûh binav dikin. Gelo ew haþ Ereb û Tirkan hebûn?

Çawa Cihûd hatine Kurdistanê

Wek tê zanîn, li ser Xaka Pîroz 12 hoziyên (eþîrên) Cihûdan hebûn. Tewret [Pirtûka 2an ya Padþahan, 17:5,6] dibêje, ku desthilatdarê Aþûr bi navê Þalmanesir berwelatê Cihûdan dagîr kir, 10 hoziyan sirgûn kir, anî ber çemê Gozan, ango Xabûra îro, û bajarên Medya.

Di navbera sedsalên 6 Berî Zayînê û 4 ya Zayînê da, dîndarên Yahûdî ji bo þirovekirina têksta Tewretê ligor serdema nûjen pirtûka bi navê "Talmûd" (perwerde, tefsîr) nivîsand. Balkêþ e, ku Talmûd jî basa Kurdan dike û destûrê dide berpirsyarên Cihûdan, ku ew mirovên Kardû, yên dixwazin bibin Yahûdî, bipejirîne [Talmûd, Pirtûka Yevamot, 16a].

Bi gotineke din, ne hemû Cihûdên Kurdistanê di dema xwe da ji Îsraîlê hatine: Beþeke wan Kurdnijad bûn.

Dîroknas encama daxwaza dînguhastina hinde Kurdan tînin zimên. Ji bo nimûne, mîrekî Kurd Monobaz û dayîka wî li mîrniþîniya Adiyabena dînê Yahûdiyan qebûl kiribû û piþtgirya madî dabû Cihûdan. Ji ber ku mîrê Kurdan di sala 46an ya Zayînê da gelek Cihûdan ji xelayê (birçîbûnê) xelas kirin û di salên 66-70an da serhildana wan dijî Împeratoriya Romayê fînanse kir, navê wî di dîroka Cihûdan da bi qelema zêrîn hatiye nivîsîn. Ne behetî ye, ku îro li Qûdsa Rojavayî kûça bi navê dayîka Monobaz, Helena, heye: bi hibrî "Raxov Helena" [IV, 2 rûp. 267], [IV, 12 rûp. 258].

Hewas e, ku heta Pirtûka Talmûdê jî di gelek cîhan da li ser van bûyeran radiweste [Talmûd, Pirtûka Nazir, 3:6], [Talmûd, Pirtûka Pe'ah, 1:1,156 û 4:18], [Talmûd, Pirtûka Megillah, 4:30].

Lê mîrniþîniya Kurdên Yahûdî dirêj dewam nekir: êdî di sedsala 3an da mîrên Adiabenayê bûbûne Xaçparêz û di serdema Îslamê da hoziya wan bi navê Hazbaniya di çavkaniyan da xuya dike.

Cîhê gotinê ye, ku zorbeya (piraniiya) Cihûdên Kurdistanê di wê baweriya da bûn, ku ew ji hoziya (eþîra) Benyamîn bûn: Benyamîn yek ji 12 kurên Yaqob (Yaqûb) bû [Tewret, Pirtûka Afirandinê, 35:16-18].

Lê gelo ev 10 hoziyên Cihûdan, yên gerek e hatibûna Kurdistanê, li ku ne? Ligor dîtina oldar û Xwedênasên (teologên) Yahûdî, tenê binemaliya Benyamîn li ser dînê xwe ma, 9 binemaliyên din di nav Xaçparêzên Kurdistanê da heliyane, bi taybetî di nav Asûriyan da [IV, 10 rûp. 1296].

Li Dema Navîn

Hoziya Benyamîn li van bajar û navçeyên Baþûr cîh-war bûbû: Amediya [BAJARÊ MUHAMMAD SALIH], Musil, Hewlêr, Helebce, Kerkûk û Xaneqîn. Di sala 1170an da Benyamînê Tûdelayî, gerokê (rawiyarê, rêbiwarê) Cihûdan ji Espaniya (ji bajarê Tûdela, ya di wê serdemê da li bin kontrola Ereban bû) serî dabû Kurdistanê. Di nivîsa xwe da Benyamînê Tûdelayê basa 100 civakên Cihûdan dike, jimara wan 25 hezar, yên ligor wî, "li Kurdistanê dimînin, bi zimanê Targûmê (zimanê aramî) diaxivin, di nav wan da Xwedênas û zana hene" [IV, 10 rûp. 1296].

Li vir jî, çavkaniya Cihûdan navê Kurdistanê hildide, ne Îraqa Bakur yan Tirkiya Baþûr-Rojhilat!

Li gelek bajaran tarên (tax) Cihûdan yên taybetî hebûn. Lewma heta niha, ji bo nimûne, li Helebcê tara Cûlekan maye. Kevintirîn þehrê Kurdistanê, li ku Cihûd ji serdema Asûryan da cîh-war bûbûn, Hewlêr e. Ji wê girîngtir, Hewlêr wisa jî navenda mîrniþîniya Adiyabena bû. Herweha di warê dînî da, Hewlêr risteke mezin di dîroka Yahûdiyan da lîstibû, çûnke li wir gelek zana û ronakbîr bi pirsgirêkên dijwar va mijûl dibûn. Ji bo nimûne, di dawiya sedsala 12an da li Hewlêrê gengeþeyeke tal û tûj di navbera du oldaran di derheqa pêþeroja civaka Cihûdan da çê bûbû. Di serdema Osmaniyan da jî civaka Cihûdan li Hewlêrê rûniþtibû, lê çavkaniyên Cihûdan jî diselmînin, ku eskerê Tirkan zulm û zordariyê dijî wan dikirin. Belê, herçend niha rayedarên Tirkan xwe li ber Cihûdan þîrin dikin jî, xerabiya Osmaniyan ne ji bîra Kurdan diçe, ne jî ji bîra milletên din!

Mezintirîn bajarê, li ku niþtecîhên Cihûd li Dema Navîn liserhev dijîtin, Amediya bû. Ne dûr e, ku mirov Amediya çawa paytexta nefermî ya Cihûdên Kurdistanê binav bike. Eger Benyamînê Tûdelayê me haydar dike, ku di sedsala 12an da li wir 2 hezar Cihûd diman, destnivîseke din basa 25 hezar Cihûdên Amediyê dike. Name û jêderên birêvebirî (îdarî, admînîstratîv) destnîþan dikin, ku heta dawiya sedsala 16an ev gewretirîn bajarê Kurdistanê ji bo Cihûdan bû. Hurmet û giraniya rabbînên Amediyê li hemû Kurdistan û Azerbeycanê dihate pejirandin. Civaka dewlemend di salên 1228an û 1250an da li wir du kenîseyên (bi hibrî, Beyt-Knesset) ciwan þên kiribûn, piþtî ku kenîseyeke din di sala 1220an da li Musilê hatibû avakirin.

Ji sedsala 16an da rewþa aborî û siyaseta Kurdistanê bi giþtî û bawermendên Yahûdî bi taybetî têk diçû, herçend jiyana wan ji jiyana Cihûdên Îran û Kafkasê xweþtir bû. Cihûdên bajarvan maldar û xwedîpêþe - hesinkar, zêrger û soldirû - bûn. Rêjeya wan li gundan jî mezin bû û ev yek taybetmendiya Kurdistanê ye. Ji bo nimûne, li Ewropayê û welatên Misilmanan piraniya Cihûdan bi pêþeyên serkeftî û peran va mijûl dibûn, lê li herêmên Kurdan gundên Cihûdên cotkar hebûn: % 20 li Baþûr û % 15 li Rojhilat. Li aliyê din, axa û begên Kurdan bi xwe xwedîpere bûn û bi xwe pirsên madî çareser dikirin, bê alîkariya Cihûdan. Cihûd digel Kildaniyan, Asûriyan û Sûriyaniyan endamên sîstema hozî (eþîrî) bûn. Bêguman, ev belgeya kevinariya Cihûdan li Kurdistanê ye.

Çawa tê zanîn, berî ku Tirkan xweseriya Kurdan rakirin, Kurdistan welatekî dîrokî, pirziman û pirçand bû. Cewaziya (cudatiiya) dîn û zimanan nedibû sedema dutîretiyê di navbera Misilman, Êzdî, Kakeyî, Cihûd û Xaçparêzan da. Ew hemû di naveroka yekîtiya civakî (pergala derebegî), xwenasîna Kurdistanî û zanebûna zimanê kurdî da dijiyan.

Ji malbatên navdar li Kurdistanê em dikarin navên Adonî (yan Barazanî), Mîzrahî, Dûga û Herîrî hildin. Ji wan binemaliyan gelek helbestvan, rabbîn û zana derketin, yên sê zimanan dixebitandin - kurdî, aramî û hibrî. Ji ber ku jiyana giyanî li ba Kurdan gelek bi pêþ ketibû, Yahûdiyan jî xwe bi bîr û baweriyên xwe va digirt û kûltûra xwe ji Cihûdên welatên din paktir parast. Ji bo nimûne, îro jî li Îsraîlê tenê Cihûdên Kurdistanê cejna Saharana, ya ji dema Babîliyan maye, derbas dikin [I], [IV, 10 rûp. 1295-1301].

Wisa jî hewas e (balkêþ e), ku tenê li Kurdistanê, serokeke jin li ba Cihûdan hebû: li herêmên din kes destûr nedida jinan, ku li ser babetên dînî bixebitin. Ji bo nimûne, di dawiya sedsala 16an û destpêka sedslala 17an da, jinek bi navê Asenath Barazanî bat Samûel bûbû seroka yeþîva, ango medreseya dînî, li Kurdistanê û ewê gelek pirsên dînî ji hemû Cihûdên cîhanê re þirove kiribû [I rûp. 35-40,157,164,198,205], [IV, 4 rûp. 204].

Serhildana Dawid Alroy

Di destpêka sedsala 13an da Yahûdiyên Rojhilatê hêviya hatina Mahdî bûn. Ligor baweriya wan, zeman hatibû, ku hemû Cihûdên cîhanê li ser Xaka Pîroz kom bibin û ji desthilata Yezdan kêfxweþ bibin. Pêþbîniya wan ew bû, ku ji bawermendên rasteqîn yek xwe pêþ bixe û bi navê Padþahê Îsraîlê serkêþiya hemû mirovên Yahûdî bike. Sedem ew bû, ku hêzên Xaçparêzan hem li Ewropayê, hem jî li Rojhilata Navîn bêrawestan êrîþan dijî Yahûdiyan dikirin û wisa diyar bû, ku tukes nikare Cihûdan xelas bike. Balkêþ e, ku navenda vê rêxistina dînî û siyasî Kurdistan, welatê hevkariya olan û gelan, bû.

Ev þoreþa giyanî li Kavkasê di sala 1211an da destpê bûbû û bi zûtirekê gihîþte bajarê Amediyê. Li wir, di malbata Dûgî da, xortek bi navê Menahem ben Solomon îbn Dûgî xwe wek serdar destnîþan kir û piþtgirya Cihûdan qazanc kir. Ji ber ku bi tîpên erebî paþnavê wî þaþ hate xwendin, ar-Rûhî dewsa ad-Dûcî, li Ewropayê ew çawa Alroy tê nasîn. Navê Dawid ewî bi xwe li ser xwe kiribû, çûnke gel hêvîdar bû, ku ew rista padþahê Îsraîlê bilîze.

Ne tenê serdarê Cihûdan, lê wisa jî amadekarê îdeolojiya serhildanê Efrahîm ben Azariyah serokrabbînê Kurdistanê bû. Bi dîtina wî, Dawid Alroy hêjayê rista xwe bû, ji ber ku ew mirovekî bi bandor û zana bû, Xwedênasiya Îslamê û Yahûdiyan li Bexdayê xwendibû û gelek zimanan zanibû. Sedemeke din jî girîng bû: Amediya li ser rêya stratejî di navbera Kafkas, Riha (Urfa) û Qudsê da û navenda Yahûdiyên Rojhilatê bû. Dawid Alroy nameyek ji hevbawermendan ra nivîsî: "Niha dem hatiye, ku Hêzdarê Mezin milletê xwe bîne li ser hev û bi xwe ra bibe bajarê pîroz Qudsê".

Zorbeya Cihûdên Xoy, Selmas, Wirmiye, Tewrêz û Maraxayê bersîveke erênî dane Dawid û bi coþeke mezin bûne beþdarên þoreþê. Pêwîst e mirov bibêje, ku ji ber dijminatiya Cihûdan dijî Selcûkên Mûsilê, Kurdên Êzdî jî piþta Dawid Alroy digirtin. Malbata Zengî gelek Êzdiyan êþandibû û ev derfetek bû, ku Êzdî heyfa xwe hildin.

Gotinek di nav gel da bela bûbû, ku Selcûkan Dawid girtibû, lê ew li ser baskên milyaketekî ji zîndanê firî bû. Lê Tirkên Selcûk baweriya xwe bi çîrokan nedianîn: wana yekcar Dawid Alroy kuþt û guman nedikir, ku ev serhildan têk çû. Lê bi hezaran hêviya Mahdî bûn û bi salan çekên xwe bernedidan. Piþtra, ji bo Cihûdan zelal bû, ku serdema xelasiyê hên nehatiye, û aramî dîsan kete jiyana wan ya rojane [IV, 10 rûp. 1296-1299].

Romaneke Benyamîn Dîsraelî, ya bi înglîzî hatibû nivîsandin û niha ji bo gelek zimanên din hatiye wergerandin, bi rengekî wêjeyî basa serhildana Dawid Alroya û Kurdistana Dema Navîn dike [III].

Bandora Çanda Kurdistanê li ser Cihûdan

Berî her tiþtî, mirov pêwîst e di derheqa bandora Zerdeþtiyê li ser bîr û bûçûnên Yahûdiyan da du peyvan bibêje. Lêkolînerên dînî baþ dizanin, ku gelek feriþte û milyaketên Yahûdiyan ji baweriya Zerdeþtiyan ya gerdûnî hatibûn wergirtin. Hizra Reqîbê Yezdan, Satan, jî li Kurdistanê peyda bûbû, ji ber ku ligor dînê Zerdeþtiyan, Ehrîman dijberê Ehora Mezda bû. Wisa jî Pira Çînwatê, li ser kîjanî miriyên Zerdeþtî derbas dibûn, kete dabûnerîtên Yahûdiyan û piþtra Xaçparêz û Misilmanan.

Li aliyê din, sazbendiya (mûsîka) Cihûdên Kurdistanê li ser bingeha stran, lawok û heyranên Kurdan ava bûye. Cihûd bi kurmancî distiran û carnan goranî û kilaman werdigerandine zimanê aramî. Îro jî li Îsraîlê Cihûdên Kurdistanê bi kurdî distirên û sema û reqsên welatê me digirin. Lêkolînerên îsraîlî jî mîna Gerson-Kiwi û Idelsohn giringiya çanda Kurdan ji bona mûzîka Cihûdan dipejirînin [IV, 10 rûp. 1299-1301].

Zor girîng e, ku Cihûdan ne tenê bi aramî û hibrî, lê herweha bi zimanê kurdî jî têkstên dînî diafirandin. Ji bo nimûne, tê zanîn, ku wana li Kurdistana Baþûr hinde nivîsên pîroz wergerandibû kurdî jî [IV, 10 rûp. 1299].

Di warê taybetmendiyên derûnî da jî, du hezar salên jiyana digel Kurdan karîgariya xwe nîþan dikin: Cihûdên Kurdistanê serberz, serhiþk û þerkar in. Lewma li Îsraîlê ew di kariyera leþkerî da bi ser dikevin, mîna Wezîrê Parastinê yê berê Îtzhak Mordexay, yê xelkê Aqre ye.

Rizgarîxwazî û mêrxasiya wan di kesayetiya Moþê Barazanî da jî xuya dike. Moþê Barazanî (1928-1947) zarok bû, dema malbata wî ji Kurdistana Baþûr hate Qudsê. Li wir Moþê Barazanî digel Îshaq Þamîr û Menahem Begîn bûbû endamê saziya "Lehî", ya ji bona avakirina dewleta Îsraîlê çalakiyan dikir. Ji ber vê yekê, ligor biryara Dadgeha Eskerî ya Înglîzan, Moþê Barazanî hate kuþtin, lê îro li Qudsê kûçek li ser navê wî heye [Daxuyaniyên Internetê].

Zivirandina Cihûdan ji bo Îsraîlê

Berî ku Cihûd biçûna Îsraîla nûavakirî, dora 200 civakên wan li Kurdistanê hebûn: 146 li Baþûr, 19 li Rojhilat, 11 li Baþûr-Rojava û 11 li Bakur. Di salên 1950-51an da wek encama operasyona "Ezra û Nehemiya" piraniya Cihûdên Baþûr li Bexdayê kom bûbûn û li balafiran gihîþtine Îsraîlê [IV, 10 rûp. 1298-1300].

Piþtî þerê Kendavê, di sala 1991an da, xebatkarên hewlekariya Mossadê 1170 Cihûdên mabûyî birine Îsraîlê. Lê ligor rojnameyên îsraîlî, tenê 80 kes li wir man, yên din nikaribûn dûrî Kurdistanê teyax bikirana û niha li Amerîkayê dijîn.

Belê, jiyana wan li Îsraîlê, li ku jimara Cihûdên Kurdistanê nêzîkî 300 hezaran e, babeteke biserxwe ye. Lê balkêþ e, ku çendik-çend komelên wan li Îsraîlê hene û guhên wan herdem ser bûyerê Kurdistanê ne.


Têbînî: Kurtehiyên vê lêkolîna han di kovarên "Havîbûn" u "Hîwa" da hatibûne weþandin.


Jêder:

Du girîngtirîn çavkaniyên dîrokî û dînî ev in: Pirtûka Pîroz ya Tewretê û Talmûd (ango Tefsîra Zanayên Yahûdî). Herweha, min di lêkolîna xwe da ev pirtûk û gotar xebitandin:

I. Ben-Jacob, A. Qehîllot Yehûdey Kurdîstan [Cemawera Cihûdên Kurdistanê], 1961.

II. Burstein, Stanley Mayer. "The Babyloniaca of Berossus". Sources and Monographs. Sources from the Ancient Near East, 1, 5. 1978.

III. Disraeli, Benjamin. Wondrous Tale of Alroy, 1839.

IV. Encyclopaedia Judaica, 1971.

V. Finkelstein, J.J. "The Genealogy of the Hammurapi Dynasty". Journal of Cuneiform Studies, 20, 1966.


Geri Dön
Baþa Dön
Yazýcýya Ver