|
Di
Kurdîstanê de erdên Êzîdiyan-2 Kemal Tolan Navên hinek gundên ku Êzîdiyên Xendeqî lê diman
ev in: Ji bo ev navên gundên Êzîdiyan yên bi Kurdî, ji vir û weha de jî bêne kufþkirin û wenda nebin, min lewma navên gundan yên bi Tirkî ne nivîsandiye.
b) Qizilanî Gava serleþkerê Osmaniyan (Reþît Paþa û Hafiz Paþa) bi alîkariyan beg û dîndarên Kurd ê nezan, serhildana Êzîdiyên Anqosî (ya Þêx Mîrzayê) li Xerza; di sala 1828 de perçiqandine, êdî ewan bi hevkariya nijarperestên Musilman (bi pêþengiya Derwêþê mala Dewrêþ Nebî) re, berê êrîþên xwe di sala 1830'î de didine ser gundên Êzîdiyên li Niqîba (pêþîn ser Feqîrên li gundê Delan) û dîsa di eynî demê de bi hevkariya nijarperestên Musilman (bi pêþengiya Hesabê Cibo) re, davêjine ser gundên Êzîdiyên Qizilî; gundên Êrenzê, Bajarê Ridwanê û mala Mîzikê Zaza. Li gor saloxdanên hinek nivîskaran, tenê hinga Sultan Mehemedê Î ferman da serleþkerê xwe, hingê: "Reþîd Paþa êrîþî ser Kurdîstanê kiriye û ewî 40 000 evdên Êzîdi kuþtine. (8:292)" Eger em qetliam, ferman û þerên li ser Ezîdiyan bi bîr bînin, wê eyan be ka dîrokê de Êzîdiya çi zulum û zor dîtine. Dema meriv karîbûya ew stranên di singê dengbêjê Êzîdiyan de ketine binê erdê guhdarî bikira an jî hinek ji wan stranên ku fermanên li ser Êzîdiya ve hatine diyar dikin guhdarî bike, hingê ev gotinên nivîskarê Kurda yê mezin, yên Heciyê Cindî tên bîra meriv: " Gava dengbêj Þero bi dil û hinav, bi agir û alav vê Beytê distra, meriv digo, zare-zara wan belangazan di nava beytê da dihat digihîþte me, qîje- qîja kulfet, zarê ber bistîn digihîþte ezman. Û bûkek tê ber çavê me. Zara wê ye çilî dest da, digrî, sing û berê xwe dikute, agir bi guliyê wê digre, dibe qîjîna wê û zarê, pêçekê va ji nava agir davêje derva: 'Boy Xwedê be, kurê min', dibêje, lê zabitê Romê zarûyê li ber çavê dê singû dike û nolanî topekê dîsa þûn da davê agir. Diya belangaz dergûþa xwe bi herdû milan hemêz dike û alava sor xwe pê ra dighîne, dibe hewar û gaziya wê. Êrd û ezman ji dengê dê dilerizin.(...) Tê bîhna goþtê meriv û zabitê "Roma reþ" dikene, dibe hire- hîra wî (...) Lê na, na kenê wî dirêj nadûmîne, hema li wê derê, Mîrze axa yê kela Redwanê bi xwe li pêþiya wî merivxûrî disekine û serê wî eskerî ji cendekê genî dipekîne.(13: 66-67) "
Aþik ,,,,,,,,,,,,,,,,0, Girê
Çelo,,,0,,,,,,,,0,
,,,,,,,,,,,,,,0,,,,,
Ridwan,,0,,,,,,,,,,,,,,,,
Xindûka Ji bo ev navên gundên Êzîdiyan yên bi Kurdî, ji vir û weha de jî bêne kufþkirin û wenda nebin, min navên gundan yên bi Tirkî ne nivîsandiye. c. Neqîbî (Reþkotî) Warên Êzîdiyên Neqîbî: Ji çiyayê Qozlix- Gaza Kursî- hetanî ber Sîlvanê (Tepa Berava û Pira
Mala Badê) û Bekir-Þêx Doda. Denî; Di zargotinên me de jî tê xuyanê ku Denî eþîreke kevn û bela ne. Gelo çi girêdan di navbera vê eþîrê, ya heremên deþta Herrana Sûruc û Nizîpê, deþta Wêranþehirê, deþta Qiziltepe û Dêrika Çiyayê Mazî, deþta Amedê û yên li Xaltiyanê de hene? Li gorî lêkolîna John S. Guest;" Malbata Hisseyînê Qenco, ji ber zilma Osmaniyan di sala 1893 de îslamî qebul kirine û ew tevlî eþîra xwe ve dikevine nava Alayên Sultan Hamid de cîh digrin(26:241)". Vêca ka eþîran Deniya di kîjan demê de û ji kîjan cihî hatine herema Sêrtê (Sewdiqê)? Ez nikarin bersiva vê pirsê bidim. Bi gotina mezina:"Di van salên dawî de Dena bi tenê li gundê Sewdiqê rudiniþtin. Di vî gundî da Midûrîya Osmaniyê, di destê Axayekî denî Biþarê Ferho de bûye. Gava ev hew dikarin xwe li Sewdîqê biparêzin, hinek ji wan (Xalid, Reþid, Fermanê Mirad, Birahîmê Rizgo û .w.d) tên xwe li Êzîdiyên Neqîbiyan digrin û bi taybetî jî li nava Anqosiyan de dimînin. Berekî, Herêma eþîra mala Çelikê û mala Zirçî Axa lê diman re tê gotin. Berekî du eþîr in: 1. Kesên ji eþîran mala Çelikê (Hesinê Mihemed, Mala Hamidê Rewþê ) 2. Kesên ji eþîran mala Zirçî Axa (Mala Aqoyê Simo ; Salih, Îskan û Dewrêþê) Hinek ji navên gundên ku Êzîdiyên Neqîbî lê diman ev in: Alavê,,0,,,,,,,,,,,Enapê,,0,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,,0
Gaza Kursî 0,,,,,,,,,,,,,,,,
Þêxevinda (Ziyaretbû)
Warên Êzîdiyên Anqosî: Li rêya Awîskê- Qurtelanê heta Sêrtê û Geliyê Bitlîsê. Paytextê Anqosiya
Koçika Gûmêrdî bûye. Batranî (Ev navê gundeki ye, ew kesên li vî gundî diman jî Anqosî ne), Reþî, Canikî, Dena, Stûrkan (Eþîra Îstûrkî-Üstürkiya, Pîr Xetîp dibêje: "Eþîra Stûrka jî mirîdê me ne.(Çavk.12)". Ev niha jî li li Ermenîstan û Gurcîsatanê dijîn.
Li gorî zargotinan, berê 67 gundên Anqosiyan hebûn. Baþûra 0,,,,,,,,
Daqotê (Gundê Þêx Mîrza ye )0,,,,,,,,,
Kezerê0,,,,,,,,,
Berhurik Ji bo ev navên gundên Êzîdiyan yên bi Kurdî, ji vir û weha de jî bêne kufþkirin û wenda nebin, lewma min navên gundan yên bi Tirkî ne nivîsandiye.
Nivîskarê Ereb S.Balucî, di sala 19000 de çûye li nav heremên Êzîdiyên bakurê Kurdîstanê geriya ye û li ser rewþa Êzîdiyan nivîsiye. Wê demê de Êzîdiyên Xaltiya gotine: "Ev eþîran Bisiyan, Bletinî, Mamereþa (civata Mamereþa) li Aqçeqelê bû (2:320)", "Emeran a berê Êzîdi bûne, lê ew vêga li herêma me de heliyane û nemane (10)" b- Rewþa Êzîdiyên li herêma Bota (Basa): Li ser rewþa eþîrên Êzîdiyên li Bota gelek nivîskar û lêkolînvanan jî weke zargotinê me gotine: "Gelek ji eþîrên li derûdora Cezîrê (Bota) diman, heta sala 639z ku hêja Îslamî qebul nekiribû ne, ew tev Êzîdi bûne. Li bajarê Cezîrê û derûdora wê, gelek keleyên sipehî û navçeyên balkêþ hene. Di Nehiya Gurgilê de, li derûdora Çiyayê Cûdî de heft eþîrên mezin hebûne, sisê ji wan eþîran: Niwidkawun, Þoreþ û Hîwdil eþîrên Êzîdiyan bûn. Di Çavk.2 rûp:156 - 184 an de, navên gelek eþîrên Êzîdiyan dinê jî hene. Gelek ji van eþîran heliyane û nemane. (2: 156- 158) "
Êzîdiyên Basî, li der û dora Sêrt û Eruh (Dêhe) bûn. Dîsa: "Gundên Êzîdiyên Basî, dikevine nava wêlayeta Sêrtê li herêma Qeza Dihê (Erûhê) û çiyayên Keverê heta ava Mîrgeha Botanê. Pêþiyên Basa ji Xalta (ji Neqîba) hatine Bota û dema fermalû dibin dîsa hinek ji Basan xwe li Xaltan girtine.(14:32-38)"
Þedikî, Basî, Hewêrkî; ( Li ser tixûbê Bota û Badîna diman, lê niha kes ji wan di Bota de nemaye, hinek kesên ji vê eþîrê hêja di nava Êzîdiyên Çêlkan de hene.), Dinbilî (Tarîxa vê eþîra Êzîdiya ye kevn û sereke diçe digîje wextekî dûr, "di destpêkê de mîr eþîretên Dinbilî girêdayî dînê batinî yê Êzîditî bûne (2:325) û ya rast ev e ku eþîreta Dinbilî û Mehmûdî gelek kevin de ji Cezîrê derketine (2:158)." Agehdariyên wekî dinê jî birênin li (2:320-331 û 514). Eger Êzîdiyên bi navê eþîra Dinbilî, îro di nava êzîdiyên bakurê Kurdîstanê de ne mabin jî, dibe ku qebîlên wê hêja di nava êzîdiyên Ermenîstanê û w.d. de hebin.
Berî fermanê Basiyan (14.5.1916), gelek gundên Êzîdiyên Basî hebûne û Di wexta fermanê sala 14.5.1916 de, 350 heta 400 evdên Êzîdiyên basa hatine kuþtin.
Warên Êzîdiyên li derûdora Amedê: Li herêmaBajarên Farqînê, Bismilê û Çinarê diman.
Asinc,,,,,,,,,,, DikênîMele,,,,,
,,,,,,,,,,,,Eliyê Xwarî,,,,,
,,,,,,,,,,,, Qozel Þêx
Dawudî, ne eþkere ye ka pêþiyên eþîra Dawûdî li kîjan herêma Kurdîstanê jiyanê? Kurdzanê Rus M.S.Lazarev, di pirtûka xwe ye "Pirsa Kurdan" da malûmatên wa dide: "Eþîretên Dawûdiya, Dizaya, Þikaka û Gulferiha, ku li ser sînorê Tirkiyê-Îranê û navçeyên Suleymaniyê û Rêwandizê da diman, bi xurtî dijminaya tirka dikirin. (5)" Dawudiyên ku heta van salên dawî li gundê Dawidiyê diman dibêjin: "Di demên kevn de Dawudî li ser eþîran Reþî dihatine naskirin, dû ra bûne çar bavik: Hemzoyan, Merhoyî, Tarî û Usiv Reþî" Dîsa zargotina Êzîdiyan de tê gotin, ku gundê Dawidiyê navê xwe ji navê Pîr Dawid, yê ji kevin de li Dawidiyê bi nav û deng bû, girtiye. Heta îro jî gelê heremê diçe ber ziyareta Pîr Dawid û herdû birayên wî: Pîr Birîm, ziyareta Pîr Birîm, li herêma qeza Çinarê, li ber çemê Goksorê di gundê Baxecexê ye û ji gundê Dawidiyê nêzîkî 8 km. dûr e, Pîr Xetab, ziyaret Pîr Xetab li herêma qeza Dêrika Mazîdaxê ye û ji gundê Dawidiyê nêzîkî 25 km. dûr e. Wekî dinê, dîsa li herêma gundê Dawidiyê de parêzgeheke Êzîdiyan ku gelekî kevn û bi nav û deng jî, Ziyareta Siltan Þêxmûs e. Bîranînên pêþiya de tê gotin:"Siltan Þêxmûs bi xwe jî pîrekî Êzîdiyan bû û ewî gelekî Xwedê dayîbû. Li gorî baweriya me; gava zarokên hinek kesan çê nedibûn, ku ew diçûne li ber Ziyareta Siltan Þêxmûs ziyaret dibûn û þûnde, êdî Xwedê zarok dida wan." Dema Mîrê Êzîdixanê Êlî Begê Î. di sala 1899'ê de hatiye nava Êzîdiyên li Kurdistana bakûr geriyaye, hingê çûye gundê Dawidiyê û li mala du eþîrên Êzîdiyên Dawidiya; Mala Banzo û Mala Zor Mihemmedê Keya maye.
Warên Êzîdiyên li wîlayeta Ruha yê: Li herêma Bozova (heliyane), Nizîpê (heliyane), Suruc (heliyane), Sêwerekê (heliyane) û li Wêranþehîrê (mane).
Axmastê,,,,,,,,
Girê Sirt,,,,,,,,,,,, Krinko,,,,
,,,, ,,,, ,,,,
,,,,,,,,, ,,,,
,,,,,,,, Qizu açik Ji bo ev navên gundên Êzîdiyan yên bi Kurdî, ji vir û weha de jî bêne kufþkirin û wenda nebin, lewma min navên gundan yên bi Tirkî ne nivîsandiye.
"Eþîrên Dinaî Reþikî, Mezkûrî û Bedirkan (20:57)" ne û Denî ji mêj de li gelek hereman belabûne. Lewma jî hetanî îro hêja di hemû heremên Êzîdiyan de navên Dena heye. Li aliyên dinê niha jî hinek bavikên Denan li derûdora Nizîpê, Sûrûcê, Sêwerekê, Dêrika Çiyayê Mazî û li Qiziltepe hene û ew qulibî ne. Gelek ji wan yên ku dînê xwe guhastine, hêja jî xwe weke Êzîdiyan qebul dikin.
Kesên ku dîroka Ruhayê nasdikin, ew jî dizanin gava mirov bahsa Ruhayê dike, divê mirov pêþîn li berxwedana Derwêþê Evdî ya di sala 1790'an birêne, hingê mirov kare ji dîroka Êzîdiyên li derûdora Ruhayê jî baþ fahmbike.
Dîsa dema em li (2:157) birênin, ew jî di wê demê de li ser eþîrên Nahiya Gurgilê de jiyane weha nivîsiye: "Eþîretên vê nahiya han di bin navê heft þaxan de berhev dibin. Þerewerî, Þehrîlî û Esturî, ev herçar eþîretên han Huseynî ne. Niwîdkawun, Þoreþ û Hîwdil, ev hersêkên han jî Êzîdi ne." Wekî ku di çavkanî 21, rûp: 237 de zelal tê xuyanê, dêmek heta salên 1834-1839'an, hinga ku Reþît Paþa li dijî Kurdan þerkiriye jî, gelek Êzîdi di nava bajarê Cizîrê de diman. Helmut von Moltke dibêje:"Dema Reþît Paþa pey gelek êrîþên xwe yên bi mehan domkirî ra bajêrê Cizîrê kire bin bandora xwe, hingê piraniya mêrên bineciyên wê yê Êzîdi an jî evdên ku ji 'melekê nebaþ' bawer dikirin kuþtibunu, zarok û jinên wan jî hêsîr girtibûn.(21:237)" Wisa di (2:158) de jî dibêje:"eþîreta Cilekî(Cilkî) jî niþteciyên wir in."
1- Êzîdiyên Qûlika (Çolî- anjî Êzîdiyên Qelaçê Dasika), 2- Êzîdiyên Torê. Êzîdiyên li Qûlika (çolî): Berê ew li derûdora Cizîrê, Silopî û heta van demên dawî jî li derûdora Nûsaybînê diman
Eþîrên Êzîdiyên Qûlikan ku hina hene:
Ahcîlo,,,,,,,,,,,,,,,,Geliyê
Kelê ,,,,,,,,,,,,,,,Mitwana
Jor ,,,,,,,,,Þahrata
Ji ewqas gundan, îro çend kesên Êzîdi tenê di gundê Mezrê de mane. b) Êzîdiyên li Torê: Êzîdiyên vê heremê li derûdora Mêrdînê, li Midyadê û Kercewsê diman. Warên Êzîdiyên li Torê: Êzîdiyên li Torê, heta van salên dawiyê di navbera van gundan de dijiyan: Gava ku mirov ji gundê Bacinê derkeve ber bi rojhilat ve biçe gundê Quzrê, Xêrbê Pêbinêrê, Bizê, Badibê, Kîwexê û ji vir jî cardinê were Bacinê.
Botoka, Heloka (Eynoka), Misurka (Musurka-Musuka-Musana), Nasirkî, Bahcolî, Mala Teyêr, Dekþorî, Zeynikî (Zeyna), Þeroka, Çomerka (wêga kesên Êzîdi ne mane), Þivqetî, Simoka, Salîhkan, Hewêrkî (eþîreke Kurdi ye ne tenê Êzîdi ne her wisa Xaçparêz û Musilman jî hene), Botî û w.d. Hinek navên gundên Êzîdiyan ku li Torê diman evin: Bacin,,,,,,,,,
Kefnas,,,,,,,,,
Taqa ,,,,,,,,,
,,,,,,,,,,,,,
Sifelî Ji bo ev navên gundên Êzîdiyan yên bi Kurdî, ji vir û weha de jî bêne kufþkirin û wenda nebin, min navên gundan yên bi Tirkî ne nivîsandiye.
Lêkolînvan jî dibêjin: "Piraniya kurdên Soviyetê ji Tirkiyê; Beyazîd, Bitlîs, Mûþ, Diyarbekir, Êrzûrûm, Qers, Îxdîr, Mardîn, Wanê û gundên dorberê wan hatine. (24:34-35)"
Gava Tirk ji Asiya navîn hatine, ewan hingê bi darê zorê gelek deverên ku Êzîdî bi serexwe tê de dijiyan xistine bin desthilatdariya xwe. Li gorî lêkolînên nivîskar John S. Guest;"Gava leþkerên Bedreddîn Lulu û Moxoluyan di sala 1254 de Laliþ þewitandine, hingê serokê eþîrên Kurdên li herêma Malatiya û Hekkariyê Þerfeddînê kurê Þêx Hesen(Þêx Adî II ya k.t.) bûye. (26:53)" Em dizanin Mîrgehan Çolemêrgê, ji berê ve ciyê sed û hedên Êzîdiyan e û bi taybetî jî ciyê Êzîdiyên ku heribîne çûne Soviyetê (Êrmenîstan û Gurcîstan). Eger diroknas dikaribin rastiyê bêjin, wê xuya be ku berî Êzîdi ji welatê xwe derkevin, ewan gelekî bi mêranî û bi tenê li dijî "Roma reþ" berxwedane. Êzîdiyên li derûdora Mîrgeha Hekkarî, di heremên xwe de, di nava Dewleta Osmaniyan de, çiqas ji aliyên leþkerê Osmaniyan û paþwerûyên Qomendanên Alayên Hemidiya ve hatine perçiqandin, çiqas cûdetî ketiye navbêna malbent û ola wan jî, ewan serxwebûna çand û olê xwe heta 1914'ê, salên berî fermanê Xaçparêzan, bi hêzeke mezin û gelekî zêde zexim parastine. "Dema dewleta Osmanî zilma xwe li ser tevaya Êzîdiyan û bi taybetî jî li ser Êzîdiyên li bakurê Kurdîstanê; yên di herema Qersê de diman zêdekirine, hingê Êzîdi ji hev belabûne. Qismekî Êzîdiyan xwe daye nava dewletê û geleka jî koçî nava dewleta Rus, Ereb û Fariziyan bûne. (16:LXXXXV)"
a) Eþîrên wanî li wîlayeta Beyezîdê ev in: Husenî, Þasakî(Kaþaxî), Çux Reþî, Kele Sorî û Desinî. b) Li wîlayetên Wanê û Mehmudî ev êlên Êzîdiyan dijîn: Barvî, Reþî, Þendakî, Baþamî, Þanda Sorî, Kurtakî, Darkazinî, Botekî û Hurî. c) Li Muþ û Bedlîsê ev tayifên Êzîdiyan dijîn: Çakoyî, Avokî, Akusînî û Bellî. (18:20)"
Sîpikî: "Dema Justin Parkins`tî di sala 1837 de ji Urmiyê diçe here Erzuromê, ew hingê li baþûrê çiyayê Agriyê û li tevayiya derûdora çemê Firatê rastî eþîra Êzîdiyên Sîpikî dibe.(26:141)" "Eþîran Sîpikan, ev heta sala 1914'e jî li Întabê (Eyntabê) gundên weke: Xanik, Esmer, Melle Þemdîn, Tutek, Bedboriya û çend hebên dinê gundê Êzîdiyan bûn. Dûre Sîpikî ji vir jî femaludibin têne Qersê. (18:19 û 18. tevayî." "Eþîran Bazifiya, li Wanê li gundên:Þemsedîn, Qerkend, Dêcad, Unî û Êynzafê bûne. Eþîran Reþa li Beyazîdê, li Qeza Mahmudî hingê 2500 nefer bûne.(19)"Ev eþîran Þêxên Þêxûbekiriya ne. Eþîran: Qilka, Zuxirî,Torînî, Mendikî, Hewêrî, Þemsika, Dasinî, Cibran, Þerqî (Þêxên Þêxûbekirî), Mendorî, Reþî, Çaxreþî, Musêsanî, Rojkî, Xaniyan, Anqosî, Mahmûdiko, Mantacî, Memreþî, Gerdenzerî, Pîvazî, Belî, Beravî, Suhanî, Qoçî, Lokî, Selmîkî, Pirpirkî, Remoþî, Dawudî, Budî, Bikî, Mastekî, u.w.d. Siltanên dewleta Osmanî, çiqas xwastine derheqa Êzîdiyan de malûmeta nedin, lê dîsa jî mecbûr bûne. Dema ku wan lêkolîn û dokument li ser dîrok û çanda bajarê Wanê nivîsandine, mecbur bûne bahsa Êzîdiyan bikin û wan kiryarên xwe veþêrin. Lewma jî ew timî "weke gurê xwe bixe eyarê pez" xwe dixine gelek þiklan û îro jî di çapemeniya xwe de bahsa netew, ol, cîh û warên me Êzîdiyan dikin û weha dibêjin: " Di dema berî sala 1591'ê de 18 eþîrên mezin li Wanê û derdora wanê hebûn, lê belê îro ne mumkun e ku meriv rastî navên wan hemuyan bê. hinek çavkaniyan eþîrên li derdora wanê weha birêzkirine: Mahmudiyan: Êzîdiyê li derdora Hoþabê, Dumbliyên Bohtî, Êzîdiyên li deþta Sekmenê, Mam Reþan, li Hoþabê, Bazuki, li Ercîþê, Bradost, Tirgeverê, Rujikî, li her deverî, Eþîra Þîkan: Reþi, Baravî, Mendekî, Bele, Kurtî, (Ev Tev Êzîdi ne), Þikak, Dakurî, Þevlî, Ademî, Þemsikî, Mukrî, Livî, Sî Çarikî. Eþîra Ertuþî (Hertoþî): Weke Gevdan, Giravî, Zirkî, Eþîra Dunblî (Zaza): Çarik, Hormik, Lolan-Haltî, Hatî, Eþîra Haydaran, Spikî(Hatî), Cîbranî, Haseniyan (Halidî) (Çavk:23)" Li gorî lêkolînên nivîskarê ereb ;" Ibn Fadlallah , Êzîdiyên ji eþîra Mahmudiyan li herêma bajarê Wanê, li derûdora kela Xoþabê û di nava çiyayên rojhilata Gola Urmiyê diman.(26:87)"
Çavkanî dibêjin: "Li Muþê qezeyek hebû, navê wê Kasur. Di vê Qezayê da sî û heþt gundê Êzdiya hebûn, gundê: Sîpanokê, Bîrkan, Melekan, Bagçe, Pizong, Sûsbêrd, Mizgeft, Qiþtan, Pîrmelek, Neynûk, Arî, Çuxur û w.d. (13:279) "
Navê Qezê,,,,,, Navê Nehiyê,,,,,,
Navê Gund
Êzîdiyên ku di wê demê de nikarîbûne birevin, xwe ji zilm û zora leþkerên Romê û Musilmaniyê biparêzin, qulibî ne. Ji vê demê þûnde, êdî Êzîdi li derûdora Mîrgeha Hekkarî, li ser ol û axa bav û kalan nemane. Kesên ji Êzîdiyên bakurê Kurdîstanê ku dikaribe îro agahdariyan li ser Êzîdiyên Mîrgeha Hekkarî raste rast bide nemane. (Kesên dixwazin li ser Êzîdiyên Mîrgeha Hekkarî agehdar bive, bila ji kerema xwe re li kitêba çavkaniyên: 13 û 17 bixwîne.) Niha ji vaqas eþîran tu evdekî Êzîdi li derûdora Çolemêrgê (Hekkariya) ku di bin bandora Tirkan de ne mane.
"Gava di sala 1257 an de ku herêma Meletê û Hekkarî di bin destê Mîrekî kurd de bû, hingê herêma Harputê(Elazixê) hêjî di bin destên Þerfedînê kurê Þêx Hesen buye.(26:53)" Rewþa Êzîdiyên li derûdora Mereþê û Meletê:
Dîsa li gorî ku hinek çavkanî diyardikin: " Dema di sala 1257 de herêma Meletê û Hekkarî di bin destê Mîrekî kurd de bû, hingê herêma Harputê (Elazixê) jî di bin destê Þerfedînê kurê Þêx Hesen (Þêx .Adî yê II ye K.T.) de bû (26:53)". Li ser rewþa Êzîdiyên li derûdora Mereþê û Meletê de gelek kesan nêrînên xwe ji hinek ciyan an jî ji hinek kitêban komkirine û nivîsandine. Ya rast ew e ku dîrok hêja jî eþkere ne hatiye vekirin. Ez dikarim li ser rewþa îro bibêjim ku Êzîdi li vê heremê ne mane. Lê, Êzîdi hêja li derûdora Þamê û Serêkaniyê hene. Wekî dinê jî Çavkanî dibêjin:
"Di wexta dewleta Eyyubiyan di sala 1252 de "Þêx Mend mezinê Êzîdiyên li dora Mereþê, Hama û Meletiyê bû. (2:177) " "Heta hatina Osmaniyan di sala 1516'ê de jî mîrgeha Kilîsê û Helebê di bin hêzên Êzîdiyan de bûye. (15: 23) " "Kilîs: Beglerên Kilîsê ji Hekkarî û Amadiyê hatine. Quweta (Hukmê) van Began li derûdorên Kilîsê û Antiok (Antakya) hebû. Evan Êzîdiyên li Kuzer, Hamma û Maraþê jî xistibûne bin îdara xwe . (19:31)" Li gorî ku Konsolosê Rusan J.S.Kartzews ku di kitaba xwe ya Zamjetki o turetzkisch Jezidach. Tiflis 1886. in den Zapiski XÎI, S.225-263 de, (Çavk:16) diyar dike, xuya ye heta sala 1884'an Êzîdi di nava tirkan (Osmaniyan) de li van hereman dijiyan:" Li derûdora Musilê Dinan ( Êzîdiyên li derûdora Sincar-Þengalê), li Mezopotamiyan (li herêma Cizîrê 70 gundên Êzîdiyan hebûn. Du gund, Musana û Musaka û li derûdora Bota), li herêma wîlayeta Mêrdînê de (eþîrên Çêlka û Dûna), li herêma wîlayeta Urfayê (Wêranþehirê, Sûruc û Sêwerekê), li herêma Aleppo, li herêma Ridwanê, (bîst gundên Êzîdiyan bûn), li herêma Xerza li derûdorê wîlayeta Sêrtê û Biþêriyê, li herêma wîlayeta Diyarbekirê, Li derûdora Wanê, Li derûdora Elezizê, li derûdora Beyazîdê, Êzîdiyên di wê demê de bi Koçerî digeriyan:
Ew Êzîdiyên, ku koçeberî welatên Qafqasiyan û ciyên dinê bûne, tenê yê Qafqasiyan karibûn Êzîdiyatî û çanda xwe bi zahmetê giran biparezin. Hemû Êzîdiyên ku di nava sînorên Cumhuriyeta Tirkan de mabûn; Êzîdiyên Xaltiyan, Amedê, Hekkarî-Serhedê, Botan (Basa), Çêlka (Tur-Abidin), Meletê û Ruhayê-Wêranþehîrê ev bi piranî hatine qirkirin, helandin û reviyane, hatine Ewrûpayê. Di waqas herêman de, îro çend malên Êzîdiyan bi tenê li devera Xaltiyan û li herêma Wêranþehrê de mane. Belê eger mirov îro wan tevan bîne li ser hev, weke gundekî piçûk jî tûnene. Em ji bîra nekin hemu netew û dewletên ku Kurdistan dagirkirine, naxwazin tucara meriv di derheqê Êzîdiyan de tiþtekî rast bizanîbe. Ewan gelê Kurdîstanê yê herî kevnare di nava xwe de helandin û mecbûrî koçberiyê kirine. Ji bo ew dikaribin cî û warên Kurdên Êzîdi li hev parebikin û þopa hebûna Êzîdiyan tam wenda bikin, ewan hemû qanun û nîzamên xwe li gorî menfêatên xwe çêkirine, lewma jî çiqas navên gund û paþnavên Kurdan hebûn qedexe kirin, çi mulkê Êzîdiyayî hebû, tev ji destên Êzîdiyan derxistin, tapû û qoçanên wan yê heyî çirandin û bi sedan gundên Êzîdiyan li hev parevekirin. Her weha ji ber wan neheqiyan e, tu kes nikare di derheqê hêjmara Êzîdiyan de agahdariyeke rast bide. Tiþtên hatî û tê gotin, tenê gumanên evdan e. Çendeyek berî vêga dewleta Tirk li gorî hilbijartinên xwe yên fermî hêjmara Êzîdiyên li bakurê Kurdîstanê mabûn weha diyar dikir: "Ji sala 1985 heta 2000 an, hêjmara neferên Êzîdiyan ku di nava sînorên Tirkiyê de mayî weha ye: Di sala 1985 de 22632 nefer, Di sala 2000 de 423 nefer (25: 6)" Vêca ez hêvîdar im ku hinek ji dîroknas û lêkolînerên dîrokê, karibin ji van agahdariyên min li jorê bahs kiriye fêdebikin û evê bibine alîkariyek ji wan re, ku karibin hê zaniyarên zêde li ser wan babetan kombikin û lêkolînên xwe eþkere bikin. Dîsa ezê gelekî dilxweþ bim gava ku ewê ji vaqas bûyerên bûyî, wekî çawa V.O.Klyûçewskî gotiye:"Em gereke demên derbazbûyî fêr bibin, ne ji bo wê ku ew îdî derbaz bûne, lê herwaha bona wê, ku ew dema derbazbûyî nikaribûye paþmayînên xwe bide paqijkirinê.(5)" bikin. Ez ji tekoþîna netewa rizgariya Kurdîstanê ya îro hêvîdar im ku, ewê ji vir û weha de, zêde ji mafên Êzîdiyan re xwedî derkevin.
|
||||||
|
||||||