|
Li ser nîqaþên dawî li ser pirsa Mûsil û Kerkûkê, Platforma Kurdên Ewrûpayê - PLATFORM û HEVKARÎ - Platforma Rêxistinên Kurdistan lElmanya beyanek derxistin. Em van beyanan bi giþtî li jêrê diweþînin. DENG
Dilê me li baþûrê Kurdistanê lê dixe! Doza gelê me ya rewa îroj ketiye qonaxeke pirî dijwar. Di vê demê de ji alîyekî ve gefên ku bi armanca tarîkirina pêþeroja me û nehiþtina destkevtîyên me yên dîrokî li me kurdan tên xwarin û ji alîyê din ve jî îmkanên ji bo çareserkirina pirsa me ya kevnare derketine ortê, bi hevdu re xuya dibin. Di tu demên dîrokê de, ne xetereke weha mezin peyda bûye û ne jî firsendeke weha baþ ketiye destên kurdan. Tevî hemû kêmanîyên xwe jî gavên li baþûrê welatê me tên avêtin û avakirina her ku diçe di jîyana me kurdan de bêtir bi cîh dibe, pêþeroja gelekî mezlûm misogertir dikin û ji bo paraztin û pêþdebirina dozeke rewa îmkanên bêhempa pêþkêþ dikin. Lê dewleta Tirkîyeyê ya ku raya dinyayê ya giþtî li hin guhartinên wê yên vê dawîyê -bêyî ku navê gelê me û hebûna wî telafûz bike- yên bi zora Ewrûpayê ve li ser kaxezê çêbûne bi þik mêze dike, bi xeta xwe ya li Rohilata Navîn dîyar dike ku ew ê li dijî her mafekî kurdan raweste û li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe, dê nehêle ku kurd bigîhêjin tu mafan. Rejîma ku li ser bingehê înkarkirina ziman, çand û hebûna me kurdan hatiye avakirin, îroj di vê dema me ya nazik de, tehdîda herî mezin pêk tîne. Ew qîma xwe bi tehdîdan bi tenê naîne, herweha hevalbendên xwe dixwaze bi dewletên herêmê yên din re jî vê tehdîdê dijwartir bike. Rejîma dagîrker ji 1991ê vir de bi her awayî xwestiye ku destkevtîyên baþûrê Kurdistanê yên sîyasî ji holê rake. Ji bo vê armanca xwe her metod bi kar anîye. Helwêsta Tirkîyeyê ya êrîþkar di van demên dawîyê de baþûrê welatê me bêtir tehdîd dike. Lê dewleta baþûrê welatê me ya federal jî bi helwêsteke zelaltir û mêrxastir li dijî êrîþ û planên Tirkîyeyê yên qirêj radiweste. Ev helwêsta birêvebirên dewleta me ya federal bawerîya me xurttir dike û di nav kurdan de dibe sedema xweþbînîyeke mezin. Ev helwêsta ku li ser bingehê paraztina hêjayî û deskevtîyên neteweyî bilind dibe, divê ji me hemûyan re bibe rehber. Nemaze axavtina birêz Mesûd Berzanî ya li Parlamentoya Kurdistanê û bersivên wî yên li hember êrîþên Tirkîyeyê yên vê dawîyê û herweha daxuyanîyên wî yên li ser çareserkirina pirsa kurd û êrîþa Emerîkayê ya muhtemel hêvîyên me kurdên bakur xurttir dike. Hemû partîyên Tirkîyeyê yên sîyasî tevî ku nakokîyên xwe yên hindurîn jî hêzên xwe kirine yek û di þexsîyeta PDK-Iraqê de êrîþî kurdên Basûr û dewleta wan dike. Tirkîye Kerkûk û Mûsilê mîna bajarên tirkmenan nîþan dide û di vî warî de gefan li Dewleta Federal dixwe. Em, Platforma Kurdên Ewrûpayê dê bi her awayî li dijî van planên Tirkîyeyê derkevin, tehdîdên wê yên li ser baþûrê Kurdistanê bi tundî rûreþ bikin û zilm û çavsorîya wê mehkûm bikin. Gelê Kurdistanê her roj bi hêjayîya destkevtîyên xwe yên neteweyî bêtir dizane û ew ê tu caran destûrê nede ku zerareke herî piçûk jî bigîhêje wan. Em bangî raya gelê Kurdistanê ya giþtî dikin ku li dijî êrîþên Tirkîyeya dagîrker bi tundî rawestin.
Di vê demên dawî da dewleta dagirkera Tirk bona ji holê rakirina deskeftîyên me li Kurdistana Baþûr, ku berhema xwîna sedanhezar þehîd e, gefa Kurdistana Baþur dixwe. Piþtî serhildana gelê me li Kurdistana Baþûr, rêvabirina heremê bi alîkarîya hêzên navnetewî kete destê rêxistinên wî beþê welatê me. Rêxistinên Kurd yên Kurdistana Baþur ji bona cihgir bûna desthilatdarîya netewi gavan davêjin; sazî û mueseseyên netewî li baþûrê welatê me herku diçe di jîyana Kurdên baþûr da bêtir bi cîh dibe, avakirin û nûvesazkirina welêt xewa dagirkerên welatê me direvîne. Yek ji wan dagirkeran dewleta Tirkîyê yê. Dewleta Tirk a nijadperest gelek caran nîþan daye, ku li dijî her mafekî Kurdan e, li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe, xebat dike ku Kurd nagîhêjin tu mafên xwe. Rejîma ku li ser bingehê înkarkirina ziman, çand û hebûna me Kurdan hatiye avakirin, di vê dema me ya nazik da, tehdîda herî mezin pêk tîne. Ew qîma xwe tenê bi tehdîdan nayîne, herweha bona ruxandina desthilatdarîya Kurd li baþurê welatê me, dixwaze ligel degirkerên din ve hevalbend be, bi van ra bikeve hevkariyê. Rejîma dagîrker ji 1991'ê vir de bi her awayî xwestiye ku destkevtîyên baþûrê Kurdistanê yên sîyasî ji holê rake. Ji bo vê armanca xwe her metod bi kar anîye. Helwêsta Tirkîyeyê ya êrîþkar di van demên dawîyê da baþûrê welatê me bêtir tehdîd dike. Lê desthilatdarên baþûrê welatê me jî bi helwêsteke zelaltir û mêrxastir li dijî êrîþ û planên Tirkîyê yên qirêj radiwestin. Hemû partîyên Tirkîyê yên sîyasî tevî ku nakokîyên xwe yên hindurîn jî, hêzên xwe kirine yek û di þexsîyeta PDK-Iraqê de êrîþî Kurdên Baþûr û destkevtîyên wî dikin. Tirkîyê Kerkûk û Mûsilê mîna bajarên Tirkmenan nîþan dide û di vî warî de gefan li Dewleta Federal dixwe. Divê hemû partî, rêxistin û sazîyên Kurd beramber gefa dewletê degirker bêdeng nemînin, dengê xwe dijî karbidestên Tirk yên þovînîst bilind bikin. Em 18 partiyên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê, bi her awayî li dijî van planên Tirkîyeyê derkevin, tehdîdên wê yên li ser baþûrê Kurdistanê bi tundî rûreþ dikin û zilm û çavsorîya wê mehkûm dikin. Em bangî raya gelê Kurdistanê ya giþtî dikin ku li dijî êrîþên Tirkîyê ya dagirker bi tundî rawestin. Em bangi raya giþti ya navnetewi, Yekitiya Milletan û Endamên Hêza Çakuç dikin, ku dijî êriþ û gef xwarina dewleta Tirk derkevin, Kurdistana baþûre tenê nehîlin. 27.08.2002 |
||||||
|
||||||