Li ser nîqaþên dawî li ser pirsa Mûsil û Kerkûkê, Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) beyanek derxist. Em vê beyanê piçek kurt dikin û li jêrê diweþînin. Temamîya wê di malpera www.kurdistan.nu da ye. DENG



Bi Êrîþgerî Pirs Çareser Nabin


Gelê Kurd, ji þerê Kendavê vir da, ev deh sal e, li beþekî welatê xwe yê parçekirî, li Kurdistana Baþûr di rewþeke azad da dijî. Di saya biryara Rêxistina Milletên Yekbûyî û parastina "Hêza Çakûç" Saddam nikare destê xwe dirêjî vê heremê bike.

Berpirsîyarên dewleta Tirk, ji parlamen û hukumeta Baþûr gelek aciz in, serê gotinê dibêjin "em rê nadin dewleteke serbixwe ya Kurd!" Bi taybetî vê dawîyê, ku Amêrîka hazirî dike êrîþî ser Ýraqê bike, ew jî þematê dinê dikin, dibêjin "Kurd hazirîyê dikin dewleteke serbixe çêkin."

Kurd bi dehan carî gotin nîyeta me tune ku em dewleteke serbixwe avabikin, lê em Ýraqeke demokrat û federal dixwazin. Amêrîka û hevalbendên xwe Îngîlîzan bi dehan caran gotin em rê nadin dewleteke Kurd a serbixwe.. Lê dîsa jî ewqas soz û îqrar têra berpirsîyarên Tirk nake. Dibêjin: "Naa, Kurd hazirîya dewletekê dikin û emê bikevin baþûr, þer bikin!.."

Xuya ye nîyeta berpirsîyarên Tirk, hêzên þovîn û êrîþger xirab e.

Digel vê jî, dewleteke Kurdî çêbe çi dibe? Çima herkesî ra dewlet minasib e, ji Kurdan ra na? Çima jý 100 hezar Tirkê Qibrisê ra, ji du mîlyon Çeçenan ra, ji du-sê mîlyon Boþnak û Kosowîyan ra dibe, ji 40 mîlyon Kurd ra na?.

Em bêjin Tirkîye tu heqî nade 20 milyon Kurdê Tirkîyê, heya heqê mektebê jî, lê ji Kurdên wi ali sinor çi dixwaze? Ma ev dinya malê bavê wan e?.

Ewqas dijminahîya Kurdan ma ne þerm e! Ka em Kurd û Tirk bira bûn?.

Ew pirsa Tirkmenan jî ji xwe ra dikin mane ku têkilî karê Ýraqê û Kurdistana Baþûr bin. Bi rastî li Kurdistana Baþûr pirseke han jî tune. Tirkmenên vir hindikahîyeke piçûk in, lê xwedî gelek heq û azadî ne ku 20 mîlyon Kurdên Tirkîyê jê pêpar in. Wek nimûne, partîyên Tirkmenan li Kurdistana Baþûr serbest in, rojname û têlewîzyona wan heye, mektebên wan û sazîyên wan ê çandî hene.

Lê nîyeta þovîn û êrîþgerên Tirk her usa jî dagirkirina Mûsil û Kerkûkê ye. Dý medyaya wan da bi salan e ev daxwaz xwe nîþan dide. Vê dawîyê jî Wezîrê Parastinê Çakmakoglu ev daxwaz wek mesûlekî hukumetê eþkere kir. Got:

"Kerkûk û Musil malê me ye, di nav sînorê 'Mîsakî Mîllî'da ye, ji me bi neheqî hatîye stendin, divê em bistînin!.."

Piþtî vê beyana bê pergal û bê dezge, li Kurdistana Baþûr di rojnama Birayetî da sernivîsek derket. Di sernivîsê da ev nîyet û beyana êrîþger hat rexnekirin û hat gotin ku:

"Mûsil û Kerkûk ne malê Tirkîyê ye, tu heqê Tirkîyê tune ku têkilî karê Ýraqê û Kurdistana Baþûr be. Em naxwazin ku evder bibe wîlayetekî Tirkîyê û zarokên me jî wek yên Kurdistana Tirkîyê li Ýstembol, Ýzmîr û Enqerê bibin boyaxçî.. Divê berpirsîyarên Tirkîye ji dîrokê dersê bistînin, di dema Osmanî da çi pêkhatin, bînin bîra xwe… Di rewþeke han da emê welatê xwe biparêzin û Kurdistana Baþûr ji dagirkeran ra bikin gorîstan."

Ser vê nivîsê, berpirsîyar û sîyasetmedarên Tirk û medyaya wan gelek aciz bûn, gotin "Çawa dibe ku Barzanî tiþtên hanê dibêje!"

Lê ger ji gotinên han aciz dibin, divê ew bi xwe jî xelkê bi gotin û êrîþên xirab aciz nekin. Ew tiþtê ku ew bi salan e dikin û dibêjin çi ye? Çima têkilî karê Ýraqê û Kurdistana Baþûr dibin? Çi heqê wan li ser Kerkûk û Mûsilê heye? Ma mêrasa Osmanî hemû ya wan e? Madem usa ye, bila ji Ýraqê bigir heya Fas û Yemenê temamîya Erebîstanê, heya "Derîyên Wiyana" Balkanan û Kýrýmê jî careke din fetih bikin!..

Herkesek jî zane ku Kurdên Baþûr di warê pêvendîyên xwe bi Tirkîyê û cîranên xwe yên dinê ra gelek maqûl in, nerm in, naxwazin wan biêþînin. Lê yê ku bêperwa ne, êrîþger in berpirsîyar û medyaya Tirkan e. Wan dev ji hewes û nîyetên dagirkerî bernedaye. Duh Bakûrê Qibrisê girtin, nuha çav berdane Kerkûk û Mûsilê.

Wezîrê Parastinê Çakmakoglî, ji partîya þovîn û nijadperest e. Ev kesana di saya vê þovînî û Tirkperestîyê da dijîn. Nuha jî hilbijartin nêzîk bûye û provokatorî dikin da ku rayan kombikin. Bapîrê wan Enwer û Talatê Turanî jî, bi vê aqlîyetê ketin Þerê Yekem, doza Kafkasan û Asya Navîn kirin û belayeke mezin anîn serê Dewleta Osmanî, ewê parçe parçe kirin…

Sîyasetmedar û medyaya Tirk jî, li cîyê ku ji Kurdan aciz bin, divê berî hertiþtî dijî helwesta merivên xwe yên þovîn û êrîþger derkevin.

Lê mixabin, ev kes careke din, þaþî û rûreþîya xwe nabînin, naxwazin bibînin, rastîyê vediþêrin û bi vir û derewan, bi laf û gefan dixwazin careke din çavê Kurdan bitirsînin.

Divê ev kesana baþ bizanin ku êrîþgerî û dagirkerî ne usûlê vî zemanî ye û goþtê her çivîkekê nayê xwarin. Bi vî þiklî pirs û problem jî çareser nabin.

Li himber êrîþgerî helbet heqê milletê Kurd e ku xwe û welatê xwe biparêze.

Em wek Partîya Sosyalîst careke din ji berpirsîyarên Tirk dixwazin ku dev ji zordestî û neheqî berdin. Têkilî karê Kurdistana Baþûr nebin.

Pirsa wan ne li baþûr e, li Bakûr e. Heya ew heqê 20 mîlyon Kurdên Bakûr nedin, ji wan ra rehetî û aramî tune. Divê ew dev jî sîyasetên kevn û hovane berdin, rastîyê qebûl bikin û pirsa Kurd li ser esasê wekhevîyê çareser bikin. Da ku aþitî û demokratî bê welat û pirsên aborî jî çareser bin.

Rîya çareserîyê ne êrîþ û dagirkerîyên teze ne, lê aþitî ye bi Kurdan ra û bi cîranên dinê ra. 26

Tebax, 2002


Geri Dön
Baþa Dön
Yazýcýya Ver