|
Di
Kurdîstanê de erdên Êzîdiyan Kemal Tolan
Di Kurdistanê de jiyana me Êzîdîyan ji jiyana gel û olên din pir cûda bû. Ji ber destê zilm, zor û qedexekirina der û hundir, Êzîdîyan tu car nikarîbûne xwe azad bidine nasandin, bi der û dora xwe re bikevine nava pêywendiyên fireh. Ji berê û heta îro jî gelek ji dîroknas, lêkolînvanên Kurd û biyanî dibêjin, ku Êzîdî zêde bi erf û adetên xwe ve girêdayî bûne û jixwe me ji ber vê baweriya xwe yê paqij nikarîbûn tahdê û zorê li hinek kesên wekî dinê difikirin bikin û malên der û cînarên xwe bixwin. Wekî di piratîka jiyana Êzîdîyan, ya vê demê û di ya demê kevn de jî xuya ye, em Êzîdî ji berê ve xwedî soz û bextê xwe ne. Em dizanin ev babetan gelekî berfire ne û ez naxwazim îro têkevime nava van babetan tevan. Ez dixwazim di vê gotara xwe de, li gorî zargotinên me û hinek çavkaniyên dinê, agahdariyên li ser cîh û warên Êzîdîyên li Bakurê Kurdistanê kifþ bikim. Di zargotinan de tê gotin, ku di Kurdistanê de navê herêma ku Êzîdî lê dijiyan "Êzîdîxan e." Ez weke Êzîdîyekî ji Bakurê Kurdistanê dikarim heremên Êzîdî lê dijîn weha tarîf bikim: Dema mirov li ser xarîtê biþopîne; ji nava Sûriyê (ji derûdora Afrînê dest pêbikin heta Hesekê û Qamîþloyê) ji vir diçe heta nava Îraqê (derûdora ji Þengalê- Sincar û heta derûdora Musilê) ji vir jî heta nava Îranê (derûdora Mahabadê û di ber ava gola Hezarê) heta nava Ermenîstanê (derûdora Êrîvanê, Lenînakan û Tebilisî) ji Êrîvanê heta nava Tirkiyê (ji Qersê diçe Çewlik û Mûþê, ji vir diçe Elezîzê heta Meletê, ji vir diçe Maraþê û heta derûdora Gazîantebê ji vir jî heta Kilîsê) ji vir cardin diçe heta nava Sûriyê (Afrînê). Belê hingê ku Êzîdîxan ji Êzîdîyan dagirtî bû û sînor ne ketibûne nava Kurdistanê, hingê Êzîdî bi serhevûdin ve bi hêsanî diçûn û dihatin. Mîrê Êzîdîxanê hêja hingê ji bo ku qewal û koçek karibin xwe bigehînine hemû gund û bajarên Êzîdîyan, Êzîdîxan kiribû heft dever. Her qeflekî qewal û koçekan, Tawisek bi xwe re dibirine heremên Êzîdîyan, digerandin. Lewra jî heft Tawisên sembola Êzîdîyatiyê hebûn û navên Tawisan îro jî weha ne:
Gava mirov bala xwe dide her heft Tawisên sembolên Êzîdîyatiyê, mirov dibîne ji demên kevn û heta îro hêjî sisê ji van Tawisan; Tawisa welatê Xaltiya, Êzîdîyên Qafqasiyan û Zozana (Hekkarê) yên Êzîdîyên Bakurê Kurdistan in. Di çavkaniyên dîrokî de jî xuya dibe, ku berî Ewrûpî bên bikevine nav karên Împaratoriya Osmaniyê û wê ra bivine alîkar, li gelek heremên Kurdistanê de Êzîdîyan bi quweta xwe hê xwe diparastin. Weke nimûne: Dema meriv li -miþêwra Pîr Xetîp(Çavk.:12)-, ya ku di sala 1270 de bi destnîþana gelek Xasên Êzîdîyan hatiye tomarkirin, li kitêba Þerfxanê Bedlîsê -Þerefnama (Çavk.:2)- û "Arþîv û Defterên Dîroka Osmaniyê (Çavk.:3)" dirêne, ev çavkaniyên kevn jî þadetiya zargotinên me dikin. Her çiqas nivîskar û xwediyên herdû çavkaniyên(2 û 3) hingê xêra Êzîdîyan û ola wan ne xwastine jî, lê mecburbûne derheqê bûyer û quweta Êzîdîyên wê demê de binivsînin.
Herêma mîrgeha Xaltî û Botiyan Eþîrên Êzîdîyên Xaltî û Botî ya li derûdora wilayeta Sêrtê û Batmanê diman. a - Êzîdîyên ku li derûdora Mîrgeha Xaltiyan, ji wan re dibêjin Xaltî (Tenê Êzîdîyên li vê heremê dijiyan re dibêjin Xaltî. Eþîrên wekî olên, Musilman û.hwd. nabêjin "em Xaltî ne.") b - Êzîdîyên li derûdora Bota, ji wan re dibêjin Botî anjî Basî.
Eþîrên Êzîdîyên Xaltiyan, li derûdora wîlayeta Sêrtê û Batmanê (Eliha) de li derûdora qeza Qurtelan (Misirce), Eruhê (Dihê-Elmedîna) û Biþêrî (Qubînê) yê dijiyan. Ji roja Êzîdî hene û heta vê demê jî, me ji vê herêma ku ev serek eþirên Êzîdîyên; Xendeqî, Anqosî, Qizilî û Neqîbî li dijiyan re digot: " Welatê Êzîdîyên Xaltiyan." Em dizanin ku gelek ilimdar, dîroknas, erdkolog û rojnamevan, bi delîl û gotinên þadên dîroka kevn didine xwanê û dibêjin: "gotina Xaltî anjî Haldî ji wexta dewleta Hurriyan û bi taybetî ji navê Xwedayê ola dewleta Urartu-Orartoyan tê". Min jî weke Êzîdîyekî Xaltî nêrîna xwe li ser vê babetê, ka bila raste ku "Êzîdîyatî haveynê mirovatiya li Mezopotamiya yê ne, Urartu anjî Orarto yan pêþiyên Êzîdîyên Xaltiya ne?", nivîsand û ev lêkolîna min di kovara bingeha Laliþ hêjmara:17 -Dihok 2002- de hate weþandin. Di dîrokê de zelal xuya ye ku, deverên Êzîdî lê jiyane zêdetir ji netewa xwe ye Kurdî re xwedî derketine û ewan ji her deveran bêtir urf, adet û zimanê xwe parastine. Lewma jî, sultanên Osmanî û olperestên nezan ne hîþtine þer û agir di deverên Êzîdî lê dijiyan, bitemire. Dema wan hov û xwînxwaran hinek mîrgehên Êzîdîyan bi darê zorê pelçiqandine, êdî wan berê þûrê xwe dane ser Mîrgeha Êzîdîyên li deverên din û bi sed hezaran kesên Êzîdî koçber û perîþan kirine. Weke "dema Xan Ahmed Xan (1624), Qere Hesen û Xalid Beg þand ser Þeqlawa û Þengalê û beþek ji welatê Amêdê xist bin fermana Osman Beg, piþtre êrîþ bir ser eþîretên Xaltî û Dasanî yên Êzîdî, ew gelek bi mêranî li dijî wî rabûn. Di þer de herdu mil jî gelek zerar û ziyan dîtin. Elî Begê Dalamî, ku mirovekî gelek mezin bû, di wî þerê de ji aliyê Êzîdîyan ve hat kuþtin. Di netîceyê de Xan Ehmed Xan zora wan bir, ew girtin û dan destê mirovên xwe (4:486)". Ji ber wan fermanên xunrêj, gelek Êzîdîyên li herêma Xaltiyan ji ciyên xwe koçber bûne û lewma jî ew îro hêja li gelek herêman hene. Di zargotinên Êzîdîyên Xaltiyan de hêjî tê gotin: "Heremên me Êzîdîyan ciyê çiya yên asê bûn, gelek caran qoluxçiyên dewletê jî cesaret ne dikirin bêne nava heremê me. Gava ew salê carekê ji bo baca dewletê ye salane bicivînin, bi komên siwariya an jî bi karwanan dihatin, bi Beg û Axan re rûdiniþtin û cardin zû vedigeriyan. Jixwe hetanî demên berî damezrandina Cumhuriyetê, hinek heremên Êzîdîyan wisan jî hebûn, ku lingê cendirme û qulixçiyê dewletê bi wan dera ne diket û nikarîbûn bacê ji wan deveran bistînin. Piraniya miletê di van hereman de, heta piþtî avakirina Cumhuriyetê jî, ne diçûne leþkeriya dewleta Osmaniyê û ne jî bac didan. Berê, hinga Osmanî ne ketibûne heremên me, wî wextî di herema Xerzan de (Ji bereberê çemê Delan heta diçe serê dûava ber Heskîfê-Hesenkêf-) piraniya wan tev gund û þênên Êzîdîyan bûn. Dîsa dema ku Qewal ji Mergeha Þêxan dihatine nava me Êzîdîyên Xaltiyan digeriyan, wan nikarîbû di nava salekê de li hemû gundên me bigeriyana. Di wê demê de zêdeyî 363 gundên me Êzîdîyên Xaltiyan hebûn." Em dibînin li ser van dergehan gelek nivîskar û lêkolînvanan jî weke zargotinê me gotine. Werin em li çend nimûna birênin: "Ji ber ku hêzên dewletê nikarîbûn destê xwe dirêjî ser qewmên di çiyan de bikin, ew mecbur diman wan kesan di azadiya wan de bihêlin. (4:289)" "Dîwanê ecêbên lape berk dianî serê wan eþîra yên ku eþkere ne dixwastin eskeriyê da qulix bikin. Bahara sala 1910 a cara pêþîn nava dîroka Tirkiyê de mirovê ne Musilman birine eskeriyê. (5:158)" û.w.d. Li gorî lêkolînên nivîskarê ereb ;" Ibn Fadlallah, eþîrên Êzîdîyên Xaltiya heta sala 1415 jî gelek alîkariya demankirina zozana didane Êzîdîyên ji eþîra Basiyan, ku her sal di havîna de dihatine li ber hînkaya ava çemê Dîclê, li deþta Meyafarqîn, Batman û Biþêriyê diman.(26:87)". Birênên, dema lêkolînvanê Îngilîz Austin Henry Layard, cara yekê di sala 1846'ê tê Baþûrê Kurdistanê û li Mîrê Êzîdîya yê wê demê Huseyîn Beg dibe mêvan. Wî gelekî dûrûdirêj li ser vê mêvaniyê nivîsandiye. (Birêne li Çavk. 6 rûp: 169-205) Austin Henry Layard, di sala 1849'a de cardinê tê Bakurê Kurdistanê û ew hingê dîsa li gelek gund û camêrên Êzîdî dibe mêvan. Ew di kitêba xwe "Nineveh und Babylon" de gelekî saloxên rêwîtiya xwe bi hûrgilî dinivîse û li ser wan zor-zahmetiyên ku wê demê li ser civata Êzîdîya hebûye disekine. (Birêne li Çavk. 7) Wekî di vê kitêba Austin Henry Layard de tê xuyanê, hingê Êzîdîyan jî gelek hêvî bi wî ra girêdidan. Dema ew tê Stenbolê, Qewal Usiv û çend nandarên Êzîdîyan diçine pêþiyê û ew di rêwîtiya wî de jêra hevaltiyê dikin. Tê texmînkirin ku wê demê heweskariya dewleta Îngilîzstanê bi ber Êzîdîyan ve pir bûye. Ji ber vê yekê ye ku zana û lêkolînvanê navdar wek Austin Henry Layard du cara diþînine nava Êzîdîyan. Êzîdî jî bi alîkariya wî evdê xêrxwaz pirsgirêkên xwe ji bo çareserkirinê li ber dewleta Osmaniyê datînin. Êzîdî gelekî bi hurmet wî qebûl dikin û qedrekî mezin didinê. Austin Henry Layard, di derheqê van herdû carên ku çûye nava Êzîdîxanê, li ser rewþ, rûmet, qedir û rêwîtiyê de gelekî dirêj rawestiyaye. Min hinek ji vê rêwîtiya wî wergerandiye Kurdî û di kitêba xwe ya bi navê Hebûn û Tûnebûna Êzîdîyan Tev Romanên Zindîn e" (çavk:22) de weþandiye. Gava mirov baþ li ser vê xarîtê birêne, hingê tiþtê ku A. H. Layard gotî tev rast dibin û tû gumana ku Redwan ne bajêr bûye namîne.
Li gorî lêkolînên nivîskar Dr. H. Jolowicz; "Mîrza Begê Êzîdî, di çeyrek destpêka sedsala nozdehan de li gundê Redwanê dima û ewî serokatiya otonoma herêma xwe dikir. Ewî timî li dijî tahsîldarên ku baca (erdiya) Sultan didanehev û wan eþîrên Kurda ye dinê þerdikir. Di folklora Kurda de hêjî gelekî bahsa qahremaniya Mîrza Begê Êzîdî , þervanên Ermenî û Pogos, serokê ruhaniyên Ermeniyan tê kirin. (26:119)" Wekî din jî birênên, dema lêkolînvan Baron Eduard Nolde, di sala 1892'a de tê Bakurê Kurdîstanê, li nava gelek bajarên Kurdîstanê digere û ewî hingê li ser zahmetên qolixên dewleta Osmanî weha nivîsandiye: "Kurda bi gotina Qaymeqam û 50 leþkerên di bin destên wî de ne dikirin û Qaymaqam nikaribû di vê heremê de daxwaziyên dewletê pêkbîne. (9:256)" Êzîdi timî ji ber zilm û zora dijminan her bi ber tûnebûnê ve çûne. Lewma jî heta îro gelek ji eþîr û qewmiyetên me Êzîdiyan heliyane. Em nikarin nav û hejmaran waqas eþîrên heliyane û eþîrên ku qulibîne tesbît bikin. Ez dixwazim niha li gorî zanebûn, hiþ û taqeta xwe, ku Xwedê û Tawisî-Melek daye min, li ser rewþa Êzîdiyên Bakurê Kurdîstanê, yên ku piraniya wan vêga ne li ser axa bav û kalan dijin, rawestim. Navên hinek gund, êl, eþîr û qebîlên Êzîdiyan ku hetanî van salên dawiyê mane tesbît bikim.
a) Xendeqî
Bala xwe bidine ser xarîta di rûpelê pêþ de, ev jî dide nîþan ku herêma bi navê çiyayê Khaldî (Xaltiya) ciyê Êzîdiya ye û ev jî rastiya zargotinê me xurttir dike. Þerefxanê Bîtlîsî (ji eþîra Rojkîya ye (11: 18) û bi eslê xwe Êzîdi ye. Êzîdiyên ji eþîra Rojkî ya hêjî li Ermenîstan û Gurcîsatnê dimînin) di kitaba xwe de bahsa eþîrên li Heskîfê -Hesenkêfê ku di wî wextî de xwedî nav û deng bûne dike: "Sêzde eþiret û qebîleyên giring li navçeya Hesenkêfê hene: Aþtî, Mihalbî, Mihranî, Becnewî, Þeqaqî, Îsturkî, Kurdlî Mezin, Kurdlî Piçuk, Reþan, Kiþkî, Cilkî, Xendeqî, Suhanî û Bidyan (2:191). Xuya ye di wî wextî de gelek ji wan sêzde eþîran hîna Êzîdi bûne, nimûne: Eþîra Îstûrkî . Pîr Xetîp dibêje; "eþîra Stûrkiya jî mirîdê me ne. (12)". Evên dinê yên weke; eþîra Xendeqî: "Wexta min ev Miþêwra xwe nivîsand, hingê berpirsiyarê eþîra Xendeqiya jî li virê di çilexane de bû. (12)", Çilkî (Çêlkî), Suhanî, Reþan (Reþî) û u.w.d. eþîrên Êzîdiya ne û ev hêja di vê dema me de jî hene. Di vê kitaba berî 419 salî hatiye nivîsandin de, ne kufþ e ka ev eþîrên Êzîdiyan hingê çiqas mezinbûne û îro jî kesek nikare vê bersivê bide. Em çend kesên ji wan eþîran mayî jî, êdî ne li ser axa xwe ya pîroz in. Hinek ji Bavikên Xendeqiyan Himeydî, Axikî
Belê, weke em dixwînin û dibînin, di wê dema ev Þerefname hatiye nivîsandin de, ev eþîran Kaþaxî li herêma Bedlîsê de jî dijîtin. Zargotinê me yên îro de jî dibêjin; Kaþaxî di demên berê de li nava Anqosiyan li gundê Marîbê (îro jî qoçanên vî gundî di destê Êzîdiyên ji eþira Kaþaxî de hene) diman. Di vê dema dawî de çend malên Kaþaxî hatine gundê Gêdûkî û ew jî vêga hatine Almanya. Pirs e, gelo Kaþaxî ji herêma Bedlîsê hatine nava Anqosiyan? Ez nikarim bersiva vê pirsê bidim. - DÛMAHÎK HEYE - |
||||||
|
||||||