|
Nêrîneke
kurt li ser edebyeta kurdê Sovyêtê Eskerê BOYÎK Dem hene, ku tên dikevin li nava dîroka gelan û xwe didine nivîsar. Carna salek dudên usa hêjayî keraya bi sedan salan e. Demeke usa ew salên qeydê Sovyêtê bûn, ku bi serê kurdê Ermenîstanê ketine nava dîroka edebyet û medenyeta kurdan, bûn salne bi nav û nîþan. Ji pey damezrandina qeydê Sovyêtê ra, çawa seva hemû gel û netewên wî welatî, usa jî ji bo kurda mecal û îmkanê pêþdaçûyînê çêbûn. Hema salên ewlîn da guhdariya mezin hate danîn li ser halê gelên þûndamayî, ji nav wan hildana nexwendîtiyê, hazirkirina kadrên miletiyê, pêþvaçûyîna medenyet û rewþenbirîyê. Împêratorya Rûsyayê, ku ji vê desthilatdaryê ra mîrat mabû, warekî fêodalîyî þundamayî bû. Di serda jî ji pey Þoriþa Oktobirê ra kete devê þerê bajarvaniyê, neyarên sinifiyê hundur û dorpêça dijminên sîstêma nû, yê derva. Li ser rîya desthilatdariya nû astengiyên aborî, civakî, eþîrî, olî jî kêm nîbûn. Bawer ke ji sedî heyþtêpênc-nod evdên vî welatî newxwendî bûn. Lê li warên, ku diketin perê welêt, dûr ji rîya, bajara û merkezên senayê: Yên mîna deverên Asya Navîn, Kavkaz dereca nexwendîtiyê bilindtir bû. Lê li nav kêmnetewên mîna me kurdan da, ku hê li nav jîyana koçerîyê û nîvkoçerîyê, fêodalîyê da bûn, ji hezarî dibe yekî duda xwendin-nivîsar bizanbiya, yan na, ew jî ne bi zimanê xweyî dê, lê bi rûsî. Elfeba, xwendin-nivîsara me jî mîna ya gelek netewa tune bû. Lê gerekê bi heqî bê gotin, nenhêrî dema xwe da Împeratorya Rûsyayê jî sîasiya dagirkirinê, kolonyalîstîyê dimeþand, lê ji alyê kûltûrî, aborî, usa jî di parastina hinek mafên gelên bindest da pêþda bû. Qirar û qanûnê wê ji yê dewleta Osmanyê û Îranê dêmokratîktir bûn. Him zulma dewleta Osmanyê, him jî dîn dijmintaya hinek axa, beg û oldarên kurda yên kevnepereste nezan, jîyan li kurdên Ezîdî kiribin doje. Ezîdî li welatê kal bavên xwe: Kurdistanê da bê welat bûbûn, kî alî direvyan ji qatil û antagonîzma olê xilaz nedibûn. Welatê Rûsyayê, kîderê seva bawerîyê û hebandinê kesî zordestî li kesî nedikir, fermanên kuþtin, talankirin û qelandinê tune bûn, ew yêr rastî jî Ezîdîya ra xilazbûn bû. Ji boy wê jî Ezîdîya berê dabûne wî welatî. Ji berê qeydê Sovyêtê, hela destpêka sedsalîya bîstan (1900-1904) Împêratorya Rûsyayê li warên kurd lê dijîtin sê mekteb vekirin. Lê ew mekteb yê êlêmêntare çar sale bûn, bi zimanê rûsî. Ji bûyerên wan salan zû hatin dadan û bawer ke þopa xwe jîyana kurdên wê heremê da nehîþtin. Halê êlên kurdaye aborî jî xirav bû. Þer û dewên wan salane xûnrêj, ku navbera tirka, rûsa û ermenya da dibûn, halê kurdê wê navçê jî pir xirav kiribûn. Halê Ezîdîya xiravtir bû. Kurdên Ezîdî, yê Surmelye, Qersê, Wanê, mîna ermenya hatibûne qirê, revya bûn, koçber û malwêran bûbûn, hatibûn deþta Rewanê, bê cî û war ketibûn devê xelayê, nexweþî û tunebûnê. Leþkerên tirka, Alayên Hemîdîye ra yekbûyî hatibûn derketibûne hêla çîyayê Elegezê, gundên kurdên Ezîdî tev talan kiribûn, þewitandibûn, bi sedan mêr kuþtibûn, dîl biribûn, koka xalqê anîbûn. Talan, nexweþî, xelayê hal di xelqê da nehîþtibûn. Temamîya welatê Rûsyayê halê pir dijwar da bû. Di vî halê xirab û tengasîyê da, hukumeta Sovyêtêye nû demeke kin da karne pir mezin kirin alyê perwerdekirin û pêþxistina gel û netewên wî welatî da. Heta gund û qiclên here dûr û biçûk da jî dibistan hatine vekirin, mamoste hatin hazirkirin, pirtûkê dersa çap bûn, sîstêma xwendin-perwerdekirinê tamamîya welêt da hate damezirandin, ew jî ne bi zimanekî (bi zimanê gelê desthilatdar) lê bi zimanê her gel û netewî. Wê demê kurd li wî welatî deverê Ermenistan, Gurcistan, Azerbêcan û usa jî Asîya Navîn-Turkmênistanê da dijîtin. Bi hesavê xwe kurd li Azerbêcanê pir bûn. Sala 1923'a li vê komarê "Uêzda Kurda", bi navê Kurdistana Sor hat damezirandin, lê li nava 9-10 salê heyîtîya xwe da, ji rûyê miletçîtiya azerîya, zextên dewleta Tirk li ser birayên xweye hukumeta Azerî, wê damezrandinê di jîyana Kurdên sovyetê yê çandî, kûltûrî, civakî da rola xweye berbiçav nelîst û xêncî navê xwe tiþtekî girîng dîrokê ra nehîþt. Kar û barê here girîng komara Ermenistanê da hatine kirin û bi salan ew war bû merkeza pêþdaçûyîna çand û kûltûra kurda, kurdzaniyê. Jîyana kurdê Sovyêtê (Ermenistanê) ya kûltûrî-çandî, ku devedevî 65-70 sal berdewam kir, mirov kare parî ser sê dema bike. Dema ewlîn: Ji sala 1920'î dest pê dibe, dikþîne heta sala 1937'a. Vê demê mecal pir in, hukumeta komûnîsta ya nû guhdarîya pir mezin datînin li ser pêþvaxistina gelên þûndamayî, perwerdekirin, xwendin, kûltûr û çanda wan. Lê meydan vala ye. Kadrên miletiyê yê xwendî pir kêm in. Kurdê mihacirî wî warî bûbûn ji koka xweye ruhanî qetya bûn. Haj dîrok, edebyet û kûltûra gelê xwe nîbûn. Xencî zargotinê tu tiþt li holê tune bû, ku ji bo pêþdaçûyîna çand û kûltûra civakê bibya hîm. Di wî warî da ewledên gelê ermenyayî bira alîkarîkê pir mezin dane wê beþa gelê me. Gelek xwendevanên ermenî, yê kurmancî zanibûn ketine li nav vî karê pîroz. Gelek çûne gundê kurda, dibistanên nû vekirî da mamostatî kirin. Bi qirara hukumata Ermenistanê ya 23'ê Adarê sala 1921'e, dibistanên dereca ewlin û duda da xwendin-nivîsandin, perwerdekirin gerekê bi zimanê dê bihata kirin. Di dibistanên gundên kurda da, ji bo ders bi zimanê dê bêne dayîn, sala 1921'ê, meha Oktobirê, kitêba dersa Þems bi zimanê kurdî lê bi herfên ermenî hate weþandin. Xudanê wê pirtûkê, ewledê gelê ermenî, pismamê gelê kurd Lazo (Hakob Xazaryan) bû. Merkezên dersdar hazirkirinê vebûn, dersdar hatin hazirkirin, ku bi vê pirtûkê zarokê kurd hînî xwendin-nivîsarê kin. Heta sala 1929'a him dibistanên gundên kurda da, him jî li nav kurdên bajarê Tilbîsê, zarokên kurdan bi vê kitêbê hînî xwendin-nivîsandina zimanê dê bûn. Çawa hate gotin, qir û bira salên 1918-1920'î ziyaneke giran dabûn Kurdên wê heremê. Sêwîxanê Ermenistanê û kûçên bajarên Gurcistanê (Tilbîs, Têlavî, Batim) tije zarokên Ezîdîyan, yên sêwî û bêxweyî bûn. Sala 1922'a bi însîatîva Ahmedê Mîrazî, Lazo û hinekên din, li bajarê Tilbîsê ji bo wan zarokan dibistana 103'a vedibe. Li vê dibistanê da zarok him hînî kar dikirin, him xwendinê. Wurda ji zarok radizan. Xwendevanê vê dibistanê bûn zanyarê kurde usa ye bi nav û deng çawa Qanatê Kurdo, Çerkez Bakayêv, nivîskar, berpirsiyarê rojnama Rîya Teze yê ewlîn Cerdoyê Gênco, Mêrxasê Yekîtiya Sovyêtê Semend Siyabendov û gelekê din. Wan salan gelek hemcivîn û konfêransên kurdan hatin derbazkirin. Wanda pirsgirêkên jîyana vê civakêye here ferz dihatin giftogo kirin, çawa pirsa hildana nexwendîtiyê, þerkarî dijî erf-edetên ziyankar, ji koçerîyê derbazî jîyana riatyê bin, pirsa jinan. Konfêransa da pirs pêjda hate kiþandin, ku xweliyê bidne gundîyên kurd. Wan civîna da bi doklatên sereke pêþda dihatin Erebê Þemo, rewþenbîra kurd Nûrê Polatbêkova, serleþkerê kurdî bi nav û deng Þemo Têmûrov û gelekê din. Heta salê sîyî di warê çand û edebê da bawer ke tiþtekî berbiçav çênebû. Tek hêja ye bê bîranînê, ku sala 1926'a bi kurteçîroka Lazo û tevbûna aktyorê ermena, yê wê demêye here bi nav û deng, ji emrê kurda sînema Zere hate kiþandin. Bi spartina hukumata komara Ermenistanê, di sala 1928'a Erebê Þemo û Ýsahak Mêrangûlov Elfeba Kurda ya bi tîpên latînî demezirandin. Hema wê salê pirtûka wene Xwe Bi Xwe Hînbûna Kurmancî çap bû. Eva kitêba kurdî, ya pêþîn e, ku bi tîpên latînî çap dibe. Pey ra dest bi weþana pirtûkên dersa, edebî, sîyasî, wergera û rojnama Rîya Teze bû. Beþa nivîskarên kurd li rex Yekîtîya Nivîskarên Ermenya vebû, di radyoya Yêrêvanê da axavtinê zimanê kurdî hatine dayîn, xwendinxana kurda ya dersdar hazirkirinê dest bi karê kir... Gavên ewlîn warê Kurdzanîyê da hatin avîtin. Kadirên kurdaye ewlin sêwiyê kurd bûn, ku ji qir û bira salên 1918-1920'an da dê û bavê xwe unda kiribûn, sêwîxana da mezin bûbûn, xwendina xweye navîn li wur standibûn. Ji wan geleka zimanê dê jî bîra kiribûn, bi ermenî diaxivîn. Zanyarê Kurdî bi nav û deng Heciyê Cindî timê ji bîr tanî, ku çawa ew û hogirê wî Emînê Evdal ji pey sêwîxanê ra diçine gundê kurda Qundesaz û Elegezê, ku zimanê dayka xwe carke din hînbin. Li wir çend sala dersdarîyê dikin. "Me him zarok hîn dikirin, him jî ji wan hînî zimanê dê dibûn." Nivîskar bîr tîne. Wan sala komek xwendevanê kurd diþînin Lênîngiradê ji bo xwendina bilind. Paþê ji wan hinêk bûn zanyarne mezin û navê xwe bi harfên zêrîn di dîroka çand û kûltûra gelê xwe da nivîsîn. Usa, kadrên ewlin pêþda hatin: Hecyê Cindî, Emînê Evdal, Qanatê kurdo, Cerdoyê Gênco, Wezîrê Nadirî, Casimê Celîl, Etarê Þero. Ew jî hatin gîhîþtin Erebê Þemo û Ahmedê Mîrazî. Ji bo weþandina pirtûkên kurdî, weþanxana dewletê ya Ermenîstanê da beþa Weþanên Kurdî hate vekirin. Pirtûka edebî, ya pêþîn, ku sala 1931'ê li Ermenistanê da hate weþandin ya Lazo bû, bi sernivîsa: Serhatya Casim. Sala 1932'a berevoka efrandinên nivîskarên kurda ya ewlin: Efrandinê Ewlin neþir bû. Vê berevokê da bi helbest û kurteçîrokan pêþda hatin Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Etarê Þero û hinekên din. Berevoka efrandinên nivîskarên kurda ya duda, ku sala 1934'a neþir bû em rastî van nava tên: C. Gênco, H. Cindî, E. Evdal, A. Mîrazî, E. Þemo. Ya sisya sala 1935'a neþir bû. Têda efrandinên E. Þemo, E. Evdal, H. Cindî, A. Mîrazî, W. Nadrî, E. Þero bûn. Berevoka da usa jî navên din hene, kîjana paþê dest ji nivîsarê berdane. Sala 1932'a H. Cindî þanoya xweye Qutya Dû Dermana çap dike. Sala 1935'a bi pirtûkên cuda A. Mîrazî þanoya Zimanê Çîya, W. Nadirî Reva Jinê, E. Þemo romana Þivanê kurmanca, E. Þero berevoka helbesta Biriqandina Ewlin, W. Nadirî berevoka helbesta bi navê Nûbar diweþînin. Sala 1936'a romana E. Þemo Kurdê Elegezê û berevoka zargotina kurda ya bi nav û deng Folklora Kurmanca hatne weþandin. Ew berevoka zargotinê ye hêja hazir kiribûn H. Cindî û E. Evdal. Xêncî van, gelek pirtûkên dersa, yê sîyasî, civakî, gundîtîyê, usa jî Xebernama Ermenî Kurmancî bi amadekirina V. Pêtoyan, E. Evdal, H. Cindî, C. Gênco hatine weþandin. Cudatîya dema ewlin ji demên peyra ew e, ku Sovyêtê guhdarîya mezin dide li ser xwendin, perwerde kirina kêmnetewa, wê cêrgê da usa jî li ser kurda. Mecal pir in, lê kadroyê zana kêm in. Yê heyî jî zimanê dê pak nizanin, haj ji bingeha kûltûra xweye miletiyê, dîroka gelê xwe nînin. Nivîsarê piranîya wan him ji alyê ziman, him jî di naverok û bedewtîyê da sade, qels û kemsarkîn e. Dûrî xebera bedewiyê ya esl in. Lê çi ji hebe wê demê hîm hate avîtin, bingeh hazir bû ji bo paþêrojê gavdanên xurt. Xelq tama xwendin, pêþketinê hisya. Dema dudan: Ev dema ji sala 1937'a dest pê dike û berdewam e heta sala 1955. Sala 1937'a di temamîya Welatê Sovyêtê da dest bi neheqî, zulm û zordestîya dîktatorîya stalînîzmê dibe. Vê demê kar û barên çand û kûltûra kurdeyatiyê jî tên rawestandin. Gelek rewþenbîrê kurd tên girtin, sirgûnkirin, ji kar tên avîtin. Erebê Þemo sirgûnî Sîbîrê dikin. H. Cindî, C. Gênco, A. Mîrazî tên girtin, zêrandin. Dibistana da dersên bi zimanê kurdî tên rawestandin. Dawî li elfeba latînî tê. Bi qirara Stalîn ji pey demeke dirêj ra, dewsa elfeba latînî, elfeba kirîlî digre. Sala 1941'ê, hukumata Ermenîstanê qirar dide, elfeba kurdî biguhezin ser hîmê kirîlî... Wî karî dispêrne Hecîyê Cindî. Ew di demeke kin da bi tipên kirîlî elfeba nû ji bo dibistanê gundê kurda hazir dike. Sala 1946'an elfeba tê çapkirin. Ev elfeba heta sala 1990'î deh cara çap bûye û deve-devî nîv qirneyî zarokê kurd bi wê hînî xwendin-nivîsarê zimanê dê bûne. Civaka kurd jî ji rûyê wê zulmê derbne mezin stendin. Kurdên Naxîcêvanê yê komara Azerbêcanê (1937), Kurde Gurcistanê (1944), hinek jî yê Ermenistanê sirgûnî komarên Asya Navîn kirin. Ji sûr, sarmê, birçîbûn û nexweþîya gelek rêda qir bûn. Wan sala hebs tije girtî bûbûn. Gelek hatin gulekirin, bê ser berate unda bûn, mal xirav bûn. Sala 1941'ê dest bi þerê dijî Almanya Hîtlêryê bû. Zor û zemetyê þer li ser kurda jî giran rûniþtin. Bi hezara mêr çûne pêþenya þer. Ji sedî bawer ke hevtê-heyþtê venegeryan. Anegorî hesavê xwe, emekê kurda jî altindaryê da kêm nîbû. Gelek ewledê gelê me bi mêrxasî þer kirin û hêjayî ordên-mêdalê dewletêye bilind bûn. Semend Siyabendov hêjayî navê Mêrxasê Yêkîtiya Sovyêtê bû. Rast e, wan sala karê çand û kûltûryê hate rawestandin, lê hema sala 1937'a li gundê Elegezê (nehya Elegezê) tîatroya kurdaye dewletê hate vekirin. Tîatro jî li cîyê vala çêbû, ne þanoyê miletiyêye pirî hindik hêja, ne jî þanoger û þanovan hebûn. Aktyorê tîatroyê yê ewlin ji nav xort û keçên gundên kurdaye nehya Elegezê hatin bijartin. Kar û barê tîatroyê alyê dewletê da dihat fînanskirin. Lîstikvana meþ distandin. Alîkarya mezin þanoger û pêþekzanên ermenya, yê here bi nav-deng dane kolêktîva tîatroyê gênc. Wan salan nivîskar û þanonivîsên ermenî li ser hîmê zargotin û jîyana kurda gelek þano ji bo wê tîatroyê nivîsin: Mem û Zîn (S. Taronsî), Ker û Kulik, Keça Mîrekê, Xecê û Sîyabend, Gur Heso (S. Gênosyan) û yê din. Tîatroyê gelek þanoyên kilasîkên edebyeta ermenya, gurca, azerya, rûsa derxistin li ser dîka xwe. Bi melûmetiyê rojnamên wê demê da neþir bûne, demeke kin da civaka tîatroyê digîhîje destanînê berbiçav. Tîatro ketibû li nav jîyana xelqê kurd. Seraya Tîatroyê têra temaþeçîya nedikir... Lê sala 1947'a nehya Elegezê hate betalkirin. Derê Tîatra Kurda, dema gulvedana wê da hate dadan. Di nava 10 salê jîyana xwe da civaka wê deve-devî 30 þano derxistin li ser dikê. Ji wan tek çar þano yê nivîskarên kurd bûn: Lur De Lur -xudanê wê serokê tîatroyê ewlin Celatê Koto- Mîraz ya Heciyê Cîndî, Xuþka Doxdiryê û Bira yên Cerdoyê Gênco bûn. Salê þer C. Gênco serokî tîatroyê dikir. Gelek lîstikvan û karkirê tîatroyê paþê ketine li nava xebata çand, kûltûr û perwerdekirina gelê xwe. Aktyorê tîatroyê Mîroyê Esed ji pey karê sîyasîyî bilind ra, salê dirêj bû berpirsiyarê rojnama Rîya Teze, Celatê Koto karê dadmendiyê da xebitî, gelek bûne dersdarê mekteba u hwd.. Bi gilîkî, rast e, li vê demê bêdengîke giran dikeve li nava jîyana kurdê wê heremêye kûltûrî, çandî, lê kar û barên dema ewlin û karkirina tîatroyê bade naçin, nahêlin agirê hatibû vexistin bitemire. Ji pey mirina "Bavê milet" Stalîn ra, kurde Welatê Sovyêtê jî dawê mafê xwe, yê binpêkirî kirin. Pirsa kurda li raya ortemiletiyê da jî hate meydanê, Hukumeta Sovyêtê dîsa kurd bîr anîn. Dema sîsyan Ji nivê salên 50'î dîsa rojên xweþ seva pêþda çûyîna çand û kûltûra kurdê Sovyêtê (Ermenistanê) hatin. Dîsa dest bi weþana rojnama Rîya Teze, axaftinên radyoya Yerêvanê bi zimanê kurdî bûn, xwendinxana dersdar hazirkirinê vebû, Seksîyona Nivîskarên Kurd karê xweyî efrandariyê gumrih kir, Akadêmya Ermenistanê Zanyariyê, Ýnstîtûta Rohilatzanîyê da para kurdzanîyê vebû û hwd... Vê carê meydana karkirinê vala nî bû. Ji piþtî vegera nivîskar Erebê Þemo ji sirgûnîyê karên efrandariyê xurttir bûn. Salên xweye efrandaryêye here gulvedanê da bûn Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Ahmedê Mîrazî, Casimê Celîl. Her usa jî hatin gihiþtine wan Qaçaxê Mirad, Usivê Beko, Elîyê Ebdilrehman, Nado Maxmûdov, Mîroyê Esed, Xalîl Mûradov û hinekên din, yê ku dema duda da karên dewletê, sîyasîyê cuda-cuda dikirin. Erebê Þemo nivîsarên xweye salê sîyî carke din li ber çavê xwe ra derbaz kir. Sala 1959'a romana wîye nû Berbang, sala 1959'a Jîyana Bextewar, 1965'a Dimdim Yêrêvanê da neþir bûn. Sala 1969'a bi pirtûkeke merdana berevako efrandinên nivîskar çap bû. Di wê da cî bûbûn romanên Berbang, Jîyana bextewar, Hopo. Romanê E. Þemo bi gelek zimana hatine wergerandin, bi kurdî jî pir cara çap bûne, nav û dengê gelê me ra anîne. Li nava edebyeta kurdî da romanên ewlin E. Þemo nivîsîne. Heciyê Cindî, bilî xebatên wî yê zanyarî, dersa, zimanzanî, zargotinî gelek helbest, destan, kurteçîrok, tercime ji nivîskarên bîyanî weþandine. Lê bi fikra min sertacê efrandinê wîye bedewtîyê romana Hewarî ye. Hewarî bi gelek zimana hatiye wergerandin. Ev roman kul û jana gelê kurd e, êþa bi dewr û zeman e. Bi jîyana êleke Ezîdîyan (êla Sîpka) nivîskar temamiya nakokî û pirsgirêkên li nava gel da, sebebên bêtifaqîyê, bindestîyê û hejarîya wî tîne ziman. Roman li ser bûyerên bûyî hatiye nivîsar. Helbestvan Casimê Celîl xudanê gelek berevokên helbest û destana ye. Salên cuda-cuda berevokên wîye Elegez, Beyt-Serhatîyên Kurdan Yê Evîntîyê, Kanya Dê, Ocaxa Min, Kilamên Çîya, Oda Kurdan, Kurdê Bengî çap bûne. Destanîneke edebyeta kurdaye di warê nivîsara vekirî da pirtûka Ahmedê Mîrazî ya Bîranîn e. Eva him bi alyê ziman, naverok û bedewnivîsarê da kulîlkeke rengîn e, bînxweþ e li nava baxçê edebyeta gelê Kurd da. Zanyar û rewþenbîrekî ber biçav bû Emînê Evdal. Li rex xebatên wîye kurdzanîyê, zargotinê, gelek helbest, destan û kurteçîrok weþandine. Hêjayî bîranînê ye destana wîye Gulîzer. Ev destana radyoya Yêrêvanê kiribû kompozîsya û alyê guhdara va bi hizkirin hate qebûlkirin. Xudanê çend berevokên helbestan in helbestvanên bi þuret Qaçaxê Mirad û Usivê Beko. Di warê nivîsarê vekirî da jî karne anegore hêja Elîyê Ebdîlrehman, Nado Maxmûdov, Mîroyê Esed, Xelîl Muradov kirin. Li ser vê govekê û bingehê dengê edebyeta esîl ji pêy salê 60'î ra hate bihîstin. Bi serê silsileta Þikoyê Hesen, Fêrîkê Usiv, Mîkayêlê Reþît, Sihîdê Îbo, Simoyê Þemo, Karlênê Çaçanî, Egîtê Þemsî, Rîzalyê Reþît, Ordixanê Celîl, Baryê Bala di warê helbestê da, Wezîrê Eþo, Emerîkê Serdar, Egîtê Xudo, Ahmedê Hepo, Sîma Semend, Ahmedê Gogê di warê nivîsara vekirî da, dinyake nû li nava edebyeta vê para gel da hate vekirin. Paþê ew cihan rengîntir û zengîntir kirin Tosnê Reþît, Çerkezê Reþ, Elîxanê Memê, Babayê Keleþ... Ji van hineka bi þureta nivîskaryêyî mezin, hineka bi xebathizî û zanebûnê pir rîya xwe vekirin û ji alyê xwendevana da hatine naskirin û qimetkirin. Gerekê bê gotin ji navên li jor gotî her yek þexsiyetek e, kar û barê girîng kirine û efrandinên wan hêjayî lêkolînên edebyatzanyêye esil in. Sala 1961'ê berevokên helbestan, ya Þikoyê Hesen Alçîçek û ya Fêrîkê Usivê Çevkanî neþîr bûn. Weþandina herd berevokên wan þayiraye ewlin, qewmandin bûn li nava edebyeta kurdê Sovyêtê da. Herd þayîr jî xwedêdayî bûn, wextekî kin da bûn hizkirîyê xwendevana. Þ. Hesen ji rûyê kesîbiyê, tengasîyên aborî û der dorên neqenc da nikaribû temamîya qewat û þureta xwe boy pêþxistina edebyeta gelê xwe bida kêranîn. Ji pêy weþandina du pirtûkên helbest ra: Tembura Kurda û Meremê Dilê Kurd, çîlûheyþt saliya xwe da çû ber rema Xwedê. Lê çi jî hiþt pir giranbiha ne. Fêrîkê Usiv mîrateke pir mezin û zengîn ji pey xwe hiþtiye. Ev berevokên wîye helbesta hatine weþandin: Gula Elegezê (1954), Lîrîka (1967), Usivê Nebya (1973), Narê (1977), Hisretdefter (1984, Bihara teze N 1), Dinya Delal (1987, Bahar N 6). F. Usiv hostê xebera bedewtîyê bû. Ewî bi helbest û destanên xweye delal reng û naveroka nû, bi heqî gotî nûjenya esil anî nava poêzya kurdaye pirqurne. Ji cûrê kilasikê dûr neket, lê bi pê û þopa xweye dewlemend û rengîn kir, bi kurtî gotî qesra xweye berew li rex qesrên þayîrê kurdaye nemir çêkir. Destanên wîye Usivê Nebya, Xewna Mîrmîh, Rihana Reþo, Hisret û yên din ne ku tenê sertacê efrandine wî ne, lê usa jî mirov kare wana dayne li rex destanên kilasikên meye here mezin. Pir hewaskar û dewlemend e poêzya Mikayêlê Reþît. Ewî cûre û naverokeke nû anî li nav edebyeta kurdê Sovyêtê. Helbestvanên hêja û xweyê rîya xwexatyê ne Simoyê Simoyê Þemo, Sihîdê Îbo, Karlênê Çaçanî, Rizalyê Reþît, Egîtê Þemsî. Tosinê Reþît, Çerkezê Reþ, Elîxanê Memê xwe ra ronayîke geþ, kûrayîke anegor û bineke xweþ anîn. Di warê nivîsara vekirî da karne mezin kirin Wezîrê Eþo, Emerîkê Serdar, Sîma Semend, Egîtê Xudo, Babayê Keleþ. Wana tevî Ahmedê Gogê, Temûrê Xelîl, Hesenê Qeþeng, Mirazê Evdo, Baryê Mehmûd rojnamegerîya kurda jî gihandine destanînên hêja. Gavne xurt alyê þanogerîyê da jî hatine avîtin. Li nava kurtenivîseke wa da îmkan tune wan hemû kar-barên li nava wan 65-70 sala da hatiye kirin bê gotin, qimetkirin û analîzkirin. Ew mijara ne ku miqaleke wa ye, lê bi deha xebatên edebyetzanyêye mezin e. Edebyeta kurdê Sovyêtê bi cûre, naverok û temamîya xwe þaxekî edebyeta kurdaye teybetî ye. Rast e li xerîbîyê hatiye efrandin, lê mîna xûn-goþt tim li welatê xwe va girêdayî bûye. Pêvajoya pêþdaçûyîna çand û kûltûra kurdî li Ermenistanê gumrih berdewam kir heta salê 90'î. Rûyê pêþdahatina qewatên miletçîye þovûnîst, hilweþîna qeydê Sovyêtê, avayê çand û kûltûra kurdaye li wur jî hilweþya. |
||||||
|
||||||