Serhildanên kurda di sala 1913a û di nîvê pêþin yê sala 1914a da

Temûrê XELÎL

Pirsa kurda problêmeke here sext û giran bû, ku pêrgî xwedîyên Împêratorîya Osmanî - cantirka bû di nava pênc salên heyetîya wê da.. Rûyê pirsa ermenîya ya sertbûyî da rew li wilayetên rohilatê da diha sincirî bû. Balyozê rûsa li Tirkîyê Gîrs di destpêka meha adarê sala 1913a Sazonov ra nivîsî: Rewþa Împêratorîya Ottomanîyê ya hundur baþ e. Di nava kurda da bere-bere nerazîbûn mezin dibe berbi hukumeta niha. Ermenî... ji kirinên kurda ditirsin û ew jî hindava xwe da têne sîlehkirinê.

Îdî di bahara sala 1913a da gelek navçeyên Kurdistana Tirkîyê da rewþ pir sert bû. Casûsên Ebdilrezaq, Þêx Ta û serekên kurda yên mayîn temamîya welêt da digerîyan û dijî hukumeta tirka propaganda dikirin. Wana ermenî didane bawerkirinê, ku tevrabûna kurda ya azadîyê hîç zirarê nade wan.

Anatolîya Rohilatê da navbenda tevrabûnên kurda, wek berê dîsa navçeyên Wanê û Erzurumê bûn. Wilayeta Wanê da ne tenê binecîyên xaçparêz û êzdî, lê usa jî piranîya kurda bi çavê dijminayî li hukumeta tirka û bi çavê dostanîyê li Rûsîyayê dinihêrîn. Kurd diha gelek cara berbirî konsûlxanên rûsa dibûn, þikyatê dîwana tirka dikirin û hîvî dikirin, ku wana bikine bin bandûra Rûsîyayê.

Dîwana tirka û xwesma walîyê Wanê Izzet beg, ku dijminê rûsa yê xedar bû, her tiþt dikirin bona kurda rakine rûyê Rûsîyayê, usa jî þerê kurda û ermenîya bidine gurrkirinê. Lê propoganda tirka tu tesîr li ser kurda ne kir. Tevrabûnên di nav kurdên Wanê û wilayetên cînar her diçûn zêde dibûn. Serekê heyderîya Kor Huseyn Paþa, bi gotina vîsê-konsûlê li Wanê Akîmovîç, bangî kurda kir serhildanê bikin bona sazkirina navça Kurdistanê ya avtonom bin bandûra Rûsîyayê da. Serokên eþîretên mezin þêwrdarî derbaz kirin derheqa pirsa tekîlkirina têkoþînê da.

Bedirxanîya jî bîr û bawerîya sazkirina Kurdistana serbest bi alîkarîya Rûsîyayê ya sîyasî û fînansî propaganda dikirin. Yûsif Kamil Bedirxan û mirovê wî Sulêman vîsê-konsûlxana rûsa ya li Wanê pê dane hesandinê, ku hemû eþîret bi hev ra pev ketine tevrabûnê bidne tekîlkirinê dijî Tirkîyê, bona Kurdistanê bighînine Rûsîyayê û hîvî dikirin bizanibin, ku gelo kurd dikarin hêvîya xwe bidine ser alîkarîya rûsa.

Di rûyê wan nerazîbûnên sext da, ku nava serokatîya kurda da hebûn, serhildan ne bûn. Ebdilrezaq xwe dihesiband wek mirovê tek-tenê bona qulixa serokê begliktîya kurda û behs dane belakirinê, ku Rûsîya her tenê pita wî digire. Berî giþka bi Kor Huseyn Paþa û alîgirê wî Ebdilrezaq ra ketine hucetê. Þêwrdarîya þîrwanê da (senceka Sêrtê) wana biryar kirin alîgirê Kor Huseyn - Kamil beg biþînine Tîflîsê bona azirû bike, çika Rûsîyayê kurda bin bandûra xwe da qebûl bike, eger ewana xwe serbest îlan bikin û gelo dîwana rûsa wê destûrê bide, ku kurd çeka dest bînin. Bilî wê, Kamil beg gerekê zelal bikira, gelo rûsa qe sozê tiþtekî dane Ebdilrezaq an na? Kamil beg da kivþê, ku kurd gelekî mêla Ebdilrezaq nakiþînin û pareke kurda dijî wî ye. Bêy safîkirina wan pirsa, Huseyn Paþa û alîgirên wî turu ne kirin destbi kar

Li Dîyarbekirê û wilayetên Anatolîya Baþûr-Rohilatê yên mayîn da pismamê Ebdilrezaq - Hesen beg jî derkete dijî wî. Partîya Ebdilrezaq hesab dikirin wek ya bi mêlgirtina rûsa, partîya Hesen hesab dikirin wek ya bi mêlgirtina îngilîsa. Herdu seroka hevdu ra dijminayî dajotin, wana dutîretî (dijberî) kirine nava tevgera kurda. Rast e, Hesen û Ebdilrezaq zûtirekê li hev hatin, lê ewê yekê dirêj ne kiþand.

Xulese, Ebdil Qadir, ku tim xwe dida hêla tirka, pismamê xwe - êx Ta ra dijminayî kiþand, ber dîwana tirka vayîsîya (xeyb) wî kir. Þêx Ta mecbûr bû bireve Rûsîyayê. Þêx Ta, ku xêle wext Novorosîyskê da ma, kete bin bandûra dîwana rûsa û vegerîya Ûrmîyê.

Dîwana tirka careke mayîn ced kir nerazîbûnên di navbera serokên tevgera kurda da bi kar bîne. Havîna sala 1913a îttîhadîstê bi nav û deng Necî Paþa çû Kurdistana Tirkîyê. Ew li temamîya welêt gerîya, begên kurda da bawerkirinê, ku rehet cîyê xwe da bisekinin hetanî hukumet mehkem dibe, firsendê nedine dewleta, ku tevî karê wan bibin.

Qasidê hukumeta tirka Fewzî beg çû herêma Sêrtê-Cizîrê bona serekên kurda ra hevraxeberdana derbaz bike. Kurda dew kir, ku karmendên tirka yên here nepak ji kar bavêjin, wan kurda ji hebsê berdin, ku dîwanê ew belasebeb girtine. Tirk mecbûr bûn wan dewkirina qebûl bikin. Lê di herêmê da tevrabûn ne hatine sekinandinê, dîwana tirka vêderê timê jî sist bû, lê carna jî qe lap tunebû. Ji bo nimûnê, eþîreta caf (15 hezar mal) tu cara xerc-xerac ne dida hukumeta tirka. Piranîya kurdên caf, ku pareke wan li ser erdê Îranê dima, dîwana hîç kesî nas ne dikirin. Eþîretên hemewand û botan(25 qebîl) herdem dijminê hukumeta tirka bûn(1)

Bahara sala 1913a li baþûr-rohilata Anatolîyayê û Kurdistana Îranê da destpê kirin eþkere derketine dijî hukumetê. Di dawîya meha adarê perçekî wilayeta Mûsilê ketibû bin destê kurda. Dîwana tirka gele wext nikaribû zora vê serhildanê bibe(2).

Meha nîsanê sala 1913a li navçeyên Dicla Jorîn da tevrabûnên kurda pêþda hatin û xetera ku ewê li temamîya baþûr-rohilatê belav bibin, serî hilda. Navbendên tevgerên kurda li Cizîrê, Midyatê û Hesenkeyfê bûn. Eþîra Bedirxan serokatî li wê dikir.

Wilayeta Dîyarbekirê û senceka Sêrtê da çend cara eþîrên kurda yên rind çekdarkirî tevrabûn kirin. Di nav binecîya da behs bela bûn derheqa wê yekê da, ku zûtirekê wilayetên Dîyarbekirê, Xarpêtê (Mamûret el-Ezîzîyê) û wilayetên Kurdistana Baþûr-Rohilatê yên mayîn wê bikevine bin bandûra Împêratorîya Rûsîyayê. Propaganda dîwana tirka ya dijî rûsa di nava kurda da hîç bi ser ne ket.

Ji dîwana tirka ra bi dijwarîke mezin li hev hat dengê tevrabûna kurda bidne kerrkirinê. Her tenê di rûyê bêtifaqî û dutîretîya di navbera serekên kurda da bahara sala 1913a Anatolîya Baþûr-Rohilatê da tevrabûna kurda ya yekgirtî ne bû.

Bi vê yekê ra tevayî Kurdistana Îraqê da jî bûyerên giring serî hildidan. Li wir Þêx Mehmûd Barzincî tevrabûna kurda dida amadekirinê. Nav û dengê wî zû bela bû. Ewî ya xwe û kurên Bedirxan - Huseyn Paþa û Yûsif Kamil Paþa kire yek, yên ku bahara sala 1913a bûbûn serokê Cizîrê û destûr ne didan dîwana tirka, ku ji binecîya xerc-xeraca berev bike. Þêx Barzincî plana damezirandina dewleta kurda ya fêdêral amade kir. Eger Ebdilrezaq hêvîya xwe dida ser rûsa, lê Barzincî wî çaxî gumana xwe dida ser piþtgirî û alîkarîya Îngilîs. Nameyên wî û vîsê-konsûlê Brîtanîyayê yê li Mûsilê Honî hevdu ra diçûn, dihatin, herwiha pevgirêdana wî bi konsûlê Îngilîsî sereke li Bexdayê Morîmer ra jî hebû. Ev giþk bûne sebeb, ku hinek dîtindar hatine bawerkirinê, ku kurdên bakur-rohilata wilayeta Mûsilê (Amedîyê, Dihokê, Ekrayê, Rêwandûzê), ku diketine bin hukumê Barzincî.

Bi hev ra pev ketin, ku Þêx Barzincî Kurdistana Îraqê da, navbenda Kurdistana Bakur (Tirkîyê) da, ku texmîn dikirin zûtirekê Rûsîya wê hukumê xwe li wir bide testîqkirinê, û bakurê Îraqê da, ku zû da çavê îngilîsa li ser bû, dewleta kurda bidne sazkirinê.

Lê berbirîbûna Þêx Mehmûd ya dijminayê hindava Rûsîyayê da ew kar dikaribû bi ser ne xista. Ewî hêvîya xwe danîbû li ser Îngilîs û dixwest piþta xwe bi wê va girêde, lê bi wê ra tevayî jî dixwest ji Rûsîyayê jî alîkarîyê bistîne. Bona wê armancê jî Þêx Mehmûd Barzincî dawîya meha nîsanê sala 1913a merivê xwe Sehîd Mehmûd þande bal konsûlê rûsa yê li Mûsilê Kîrsanov. Sehîd Mehmûd elam kir, ku kurd amade ne piþta Rûsîyayê bigrin, eger lazim bibe, dikare dijî hukumeta tirka þerê çekdarî jî bike. Bi gotina Sehîd Mehmûd, kurd dikarin hetanî 50 hezar þerkira bidin. Ewî Kîrsanov da bawerkirinê, ku propaganda dîwana tirka, ku dixweze bi fikrên Rûsîyayê yên agrêsîv va kurda bide tirsandinê, Kurdistanê da qet lap nayê pejirandinê. Sehîd Mehmûd hewil da ji konsûlê rûsa pê bihese, ku hukumeta rûsa qîmetekî çawa dide Kurdistanê û gelo ku tevrabûnên kurda, ku berdewam dibûn, sala 1913a di herêmên kurda da tabîyên hukumeta cantirka dane sistkirinê. Merî nikare bêje, ku îttîhadîsta temamîya xetera wê rewê rast qîmet ne dikirin, ku di navçeyên kurda da hebû. Lê hêza wan tunebû, ku karibe tevgera kurda ya ji bo azadîyê bide temirandinê. Erê, ku nû kuta bûbû, aparata dewletê û hêzên Împêratorîya Osmanî pir da sistkirinê. Lema jî hukumet mecbûr bû rêyên mayîn bigere bona bêdengkirina kurda.

Lê çend cîya tewlebazî hatine kirinê, ku xudêgiravî hukumet difikire ku rewþa kurda ya aborî û çandî bide xwekirinê.. Welîyê wilayeta Wanê Tahsîn beg serokatî li komela kurda ya Nerî mearîf ve ticaret ve sanayî (Belakirina ronkayê, tucaretê û senayê) kir û komela kurda ya koopêratîv da tekîlkirinê. Rojnamên cantirka (xwesma Îkdam- a Sitembolê) bangî hukumetê dikirin, ku kurda bi xwelîyê ra bidne girêdanê, wana fêrî bêcerkirina erdê bikin û tiþtên mayîn.

Bi wê yekê ra tevayî di nava kurda da propaganda dijî rûsa hate qewînkirinê. Ew ne tenê li Tirkîyê, lê herwaha di nav kurdên Rûsîyayê da jî dihate kirinê. Vêderê panîslamîst kar dikirin, yên ku hukumeta tirka ra hatibûne girêdanê. Di nava malûmatîyên dêpartementa cendirmê da ya qeza Qersê û bajarê Qersê ya meha sibatê sala 1912'a da dihate gotinê: Êmîsar û melleyên tirka, ku ji alîyê kurda da rind têne qebûlkirinê, ser hev diçine gundên kurda, xwesma gundên li ser sînor û dema ji kurdên cî pê dihesin, ku dû wan digerin, ji wan dera difizirînin. Serokatîya cîyên herî nimiz alî agîtatorên panîslamîsta dikirin. Ewê yekê alî wê yekê dikir, ku casûsîya tirka di nav kurdên Pikavkazê da jî bi serketin kar dikir û ewana gelekî ji serokê kurdên Rûsîyayê Elî Eraf begê Emedînov ne razî bûn.

Dema þerê Balkana casûsîya tirka nava kurdên Rûsîyayê da pere û rezedilvan (yên ku dixwestin eskerîyê bikin) berev dikirin. Beg û serekên kurda, ku hatibûne ruetkirinê, dirav didane merivên eþîra xwe yên xizan û diþandine Tirkîyê. Bi wê yekê ra tevayî çekên rûsa didane kurdên Tirkîyê. Ew çek ji Êrîvanê dihatine sitendinê. Xwesma casûsê tirk Mustefa beg li gundên kurda yên navça Qaqizmanê, Oltinê û Erdehanê bi kel û ced kar dikir, yê ku bona ordîya tirka dirav berev dikirin û propaganda panîslamîstîyê va mijûl dibû.

Wî çaxî kurdên Tirkîyê dîsa wek berê sînor diteribandin, ji vî berî derbazî alîyê mayîn dibûn û dihatin. Û gelek cara di rûyê wan yeka da pevçûn dibûn.

Casûsên cantirka hewil didan Kurdistana Tirkîyê da dijîhevtîyên Îngilîs-Rûsîyayê bi kar bînin û ne ditirsîyan îdêya derheqa wê yekê da propaganda bikin, ku rind dibe hukumê Îngilîs li ser kurda mehkem be, ew jî wî çaxî, ku hukumeta Tirkîyê zef rind haj ji armanca sîyaseta Brîtanîyayê ya berbi Tirkîyê hebû. Bi gotina konsûlê sereke li Erzurumê Adamov, metranê ermenîya Zavên Yevgênîyan ser wê bîr û bawerîyê ye, ku qasidên hukumetê niha berk bona propaganda dijî rûsa nava kurda da dixebitin, û ewana ne dij in, ku kurd diha nêzîkî Îngilîs bin, ku kefîltîya destpêneketina Tirkîya Asîyayê ya 40 salî dide, her tenê bi wê rê hukumdarîya Rûsîyayê li ser eþîrên kurda bide sistkirinê.

Van fêlbazîyên dîwana tirka hîç tesîreke baþ li ser binecîyên kurd ne kirin. Rast e, hinek serek gotin, ku amadene bi hukumetê ra bikevine nava danûsitendina. Ji bo nimûnê, bi gotina vîsê-konsûlê li Xoyê Çîrkov, Ebdilrezaq ev þertên han pêda kiþandin bona bi tirka ra li hev bên: bi resmî gelê kurda nas bikin, bona kurda dibistana vekin, çend sênatorên kurd hebin, xwelîyê bidne kurda. Eger ev behs rast be jî, hevraxeberdanên kurda bi dîwana tirka ra derbaz ne bûn, ji ber ku hukumetê ne xwest ber serokatîya kurda daxwe, ji zêdebûna daxaza wan ya ji bo otonomîyê ditirsîya, lê piranîya kurda wek berê berk dijî hukumetê bûn.

Nîvê duda ya sala 1913a da û xwesma mehên pêþin yên sala 1914a da, Kurdistana Tirkîyê da tevrabûnên kurda yên zor qewimîn dijî hukumetê. Sebebeke sereke ew bû, ku paþî þerê Balkanayî duda hukumeta tirka diha bi ciddî xerc-xerac ji wan kurda distendin, ku berê ne didan. Hate biryarkirinê, ku bona her merivekî mezin 4 lîra û bona zara hinekî ji 4 lîra kêmtir bistînin. Dîwanê destpê kir pirtir xerc-xerac sitend: bona her mêrekî 7 lîra. Wextê bi deyn dayîna xerc-xeraca jî du cara zêde bû; dewsa 10 sala, kirin 20 sal. Bilî wê, destpê kirin kurd bi zorê birine eskerîyê.

Di dema berî þêr karkirina miletçîyên kurda gumrehtir bû. Gelek cîya rêxistin û komelên kurda hatine damezirandin. Ji wana ya here bi nav û deng Komelî Kurdistan bû, ku hukumê wê li ser hemû navçeyên kurda hebû. Miletçîyên kurd destpê kirin ji eþîrên kurda ra çek þandin. Lê karê wan yê sereke agîtasîyona sîyasî bû. Ew him welatên dereke da, him jî di rûpelên kovar û rojnameyên kurda yên li Tirkîyê dihate kirinê. Ji bo nimûnê, gênêral Þerîf Paþa di meha nîsanê sala 1914a rojnama Meþrûtîyet da bi navê Serhildanên kurda û sebebên wan gotarek weþand. Xudanê nivîsê cantirk berk rexne dikir bona sîyaseta wan ya miletîyê, xwesma bona tekîlkirina xezakirinên ermenîya, û bi bîr-bawerîya Þerîf Paþa armanca wan ew bû, ku kurda ber çavê Awropayê bidne reþkirinê.

Kurda dewa otonomîyê dikirin, wek wê otonomîyê, ku albana sitendibûn û ereb jî þer dikirin bona wê bi dest xînin.. Di temamîya welêt da mezbet dihatine belakirinê, ku bi deha hezara mirova ew îmze dikirin û wana bang dikir têkoþînê bikin bona azadîya xwe. Bi gotina zaneyê fransizî bi nav û deng alîyê problêmên Rohilata Nêzîk da Ejen Yung, bernama miletçîyên kurd ev bû: parastina biryara sultanên berê derheqa otonomîya Kurdistanê da, kêmkirin û hildana xerc-xeraca, sazkirina ordîya kurda bona parastina sînorê Rûsîyayê-Tirkîyê, sazkirina serokatîya kurda ya cî, vekirina dibistanên kurdî, Kurdistanê da hemû karmend û zabit gerekê kurd bin.

Lê wek berê di nav tevgera kurda ya çekdar da serkarîkirina sîyasî, yekîtîya daxaz û armanca tunebû: hinek dixwestin begliktîyên kurda yên serbest hebin, hinekên din piþtgirîya derbazkirina rêforma dikirin, hinek dew dikirin, ku hukumet terka derbazkirina rêformên ji bo ermenîya bide.

Di bahara sala 1914a da navça Bîtlîsê bû navbenda tevrabûnên kurda. Di destpêka meha adarê sala 1914a dîwanê serekê cî yê hukumdar û qedirbilind Melle Selîm girt, ji ber ku ik dibire ser wî, ku ewî ev xayîntîya dijî hukumetê organîze kirîye. Li ser riya berbi Bîtlîsê, gundê Kumaxê da, nêzîkî Hîzanê kurda êrîþî li ser koma nobedarîyê kirin û Selîm aza kirin. Ev êpîzod bû îþareta tevrabûna kurdên Bîtlîsê ya tevayî.

Tevrabûna bîtlîsîya pêþîyê da organîzekirî bû. Ebdilrezaq, Yûsif Kamil û serekên kurda yên mayîn, ku piranîya wan ji malbeta Bedirxanîya bûn, di nava sê sala da ew tekîl kiribûn. Ji Xoyê, li ku barêgeha tevgera kurda hatibû tekîlkirinê, ji kurda ra çek anîn. Melle Selîm bi nameyê berbirî metranê ermenîya bû û li wir eþaretî dida wî, ku têkoþîn wê her tenê dijî cantirka be, û bang dikir bona kurd û ermenî bi hev ra kar bikin.

Di rûyê girtina Melle Selîm da tevrabûn mehekê ji wextê xwe zûtir destpê bû. Evê yekê bi bawerîya Yûsif Kamil beg gelekî xirab hukumî ser paþeroja wê kir. Ji hemû alîya þervan hatine Hîzanê. 9-ê adarê ew 4 hezar bûn, lê du roja þûnda ew dubare bûn. Wana dew dikir, ku erîþyet bê dasekinandinê û serokatîya tirka bê hilanînê, ya ku kurd pinî-pinî kirîye û welat difroþe merivên diyanî. Dîwanê pêþîyê hîç tiþtek ne kir, ji ber ku bi gotina Tîrs, wê nêt hebû tevrabûna kurda û dewkirinên wan rake dijî pirsa derheqa derbazkirina rêformên ermenîya. Ew koma biçûk, ku þandine Hîzanê, bêy dijwarîya ji alîyê kurda da hate hincirandinê(3).

Rewþa tirka gelekî xirab bû. Di nîvê meha adarê koma kurda ya duhezarê bajarê Bîtlîsê kire nava hesarê. Welî bi têkoþera ra kete nava hevraxeberdana. Wî çaxî hukumetê welîkî mayîn, yekî diha pêciryayî, Bîtlîsê da kivþ kir û ji Erzîncanê alayîk þande wêderê (ya ku zûtirekê ji alîyê kurda da hate hincirandinê). 3ê nîsanê kurd ketine Bîtlîsê. Bi vê yekê va jî dawîya serketinên wan hat.

Wê rojê, êvarê gelek esker (taxbûreke eskerên peya û du alayên eskerên siyarî) ji Mûþê hatine Bîtlîsê, û kurd mecbûr bûn bere-bere ji bajêr derkevin. Wê rojê wana hetanî 60 merî unda kirin (tirka her tenê çar merî). Melle Selîm û sê terefdarên wî pêra gîhandin xwe konsûlxana rûsa da veþêrin, serokên tevgerê yên mayîn dîl ketin; têkoþerên sade dor-bera bela bûn.

Hukumeta Tirkîyê zulmeke mezin anî serê tevgelên tevrabûna Bîtlîsê. Li her dera merî hatine girtinê. Gelek serokên wilayeta Bîtlîsê yên kurd hatine hebiskirinê. Ecêbên giran anîne serê kurdên li girtîgehê. 7ê gulanê sala 1914a Þêx Sehîd Elî, þehabedîn (ku hatibû girtinê dema xwestibû derbazî sînorê rûsa bibe) û neh serokên tevrabûna kurda yên mayîn Bîtlîsê da hatine dardakirinê. Zûtirekê çend serokên din jî hatine cezakirinê.

Bi bawerîya Þîrkov, sebebê zordestîyên ewqasî berk dijî kurda ew bû, ku tevger ne ku dijî ermenîya bû, wek ku dîwan hîvîyê bû (rast e, hinek tewlebazî hatine kirinê), lê bi temamî dijî hukumeta tirka bû. Lê têrorê kurd ne dane tirsandinê. Yekî, ku 7ê gulanê hatibû dardakirinê - Melle Resûl, çend deqa berî dardakirinê, gava berbirî esker û karmendên tirk bû, got: Þikir ji Xwedê ra, musulman min darda dikin, min rûs ne dîtin, lê ez bi hêvî me, ku hûnê zûtirekê wan bibînin û ewê heyfa min ji we hildin.

Xezakirina têkoþerên kurd yên Bîtlîsê, herwaha dardakirina þehabadîn, ku nava kurda da eyan bû wek mirovekî buhurtî, nerazîbûna kurda ya mezin pêþda anî. Temamîya welêt da agîtatora bangî kurda dikirin þerkarîya çekdar bikin dijî zulmkarên tirk. Gelek navçeyên Anatolîya Rohilatê da destbi tevrabûna bûn. Wilayeta Erzurumê da, kurd ne dixwestin xerc-xeraca bidin, ku hertim zêde dibûn. Erzîncanê û ser sînorê Tirkîyê-Îranê da tevrabûn pêþda hatin, dema þerê bi eskerên hukumetê ra hetanî 50 hezar kurdên Îranê hatine hewara kurdên Tirkîyê. Lê bahara sala 1914a Îraqê da tevgera kurda diha xurt bû.

Hela di meha çirîya pêþin sala 1914a nûnerê Þêx Mehmûd - Sehîd Mehmûd dîsa berbirî vîsê-konsûlê rûsa yê li Mûsilê Kîrsanov bû û hîvî jê kir, ku sîyaseta rûsa ya li Kurdistanê jê ra þiroveke. Sehîd Mehmûd usa jî nameya xwe ya qedirgirtinê da Kîrsanov û derheqa wê tevgerê da jê ra got, ku di navça Suleymanîyê da destpê bûbû.

Meha adarê sala 1914a, ango dema gumrehbûna bûyerên li Bîtlîsê, ser perçekî Kurdistana Îraqê destbi serhildanê bûbû, ku Þêx Ebdil Selyam Barzanî serokatî li wê dikir... Sebebekî serhildanê ew bû, ku xerc-xerac bi 25% hatibû zêdekirinê. Hema di destpêka serhildanê da Þêx Ebdil Selam têlêgram da wezîrê Tirkîyê yê karên hundur, ku giva ewî bi êwra konsûlê rûsa yê li Mûsilê, ku sozê alîkarîyê û pêkêkirinê dayê, destbi emelên dijminayê kir dijî hukumeta Tirkîyê. Barzanî ev yek kir bona hukumeta Tirkîyê bide tirsandinê û wê mecbûr bike, ku ber kurda daxwe. Malûmatî hene, ku Þêx Ebdil Selam dixwest îngilîs jî wî biparêzin. Ev kirinên serokê kurda ne gihîþtine armanca xwe. Îdî di nîvê meha adarê tirka destpê kirin Rêwandûzê, Ekrayê û Amedîyê da esker civandin bona serhildana kurda ya li Îraqê bidne temirandinê.

Wî çaxî serhildan gihîþte temamîya wilayeta Mûsilê û perçekî wilayeta Bexdayê. Eþîrên hemewand, caf, dizayî û yên mayîn gihîþtine Ebdil Selyam. Piranîya serokên kurda, ku tevî serhildanê dibûn, hêvîya xwe didane ser alîkarîya Rûsîyayê û berbirî konsûlxana rûsa bûn bona parastinê. Lê kurda ew alîkarî ne sitendin, çi ku hîvîyê bûn û hêza wan jî têrê ne dikir.

Hukumeta tirka, ku gelekî ji serhildana Barzanî ditirsîya, gelek esker þande dijî têkoþera; dawîya nîsanê Barzanî têk da, lê hetanî destpêka hezîranê tevgera li Kurdistana Îraqê bi temamî hate temirandinê. Zulma giran anîne serê kurda, gundên têkoþera þewitandin. Þêx Barzanî pêîyê revî Ûrmîyê, li wir gundekî da xwe veþart, lê zûtirekê derbazî Rûsîyayê bû û Naxçiwanê da ma.

Bûyerên, ku bahara sala 1914a Kurdistanê da derbaz bûn û xwesma tevgera li Bîtlîsê, tabetî ne dida serokatîya cantirka. Hukumetê fikar kir, ku tevrabûnên li Kurdistanê wê xirab hukumî li ser fikra civaka Awropayê, xwesma li ser wan hevraxeberdanên Fransîyayê-Tirkîyê yên derheqa pirsên aborî da bikin (tirka dixwestin deynekî nû ji Fransîyayê bistînin), ku wî çaxî derbaz dibûn. Sitembolê da herwiha ditirsîyan, ku serhildanên kurda wê bibine sebeb, ku pêwendîyên bi Rûsîyayê ra wê xirabtir bibin. Û tiþtekî text-bext (tesedûf) nîbû, ku bona temirandina tevgera Bîtlîsê, esker ne ku ji navçeyên ser sînorê bi Rûsîyayê ra anîn, ku diha nêzîkî Bîtlîsê bûn, lê ji Mûsila diha dûr anîn. Xulese, ewê yekê qe tabetî ne dida serokên cantirka, ku pêþdaçûyîna tevrabûna kurda ya azadîyê (ku qet li benda wê yekê nîbûn jî) teqileke ba da serîhildana gelê ermenîya ya dijî derebegîyê û di 4ê nîsanê sala 1914a bû civîna komîtêya Yekîtî û Pêketinê ya taybetî, li ku ev pirsa dihate enenekirinê: bi çi awayî berbirî kurda bin? Sedirê komîteyê Mîdhet Þukrî Paþa got, ku hewildina hukumetê, ku kurda bide bawerkirinê, ku cûrê serkarîkirinê yê nû baþ e û wan mecbûr bike, ku dest ji serdestîyên berê bikiþînin, ne li her dera bi ser dikeve. Dijminên hukumeta niha,- Mîdhet Þukrî Paþa xeberdana xwe dûmayî kir,- serekên kurda yên navdar - zureta Bedirxan, ku gumana xwe didine ser alîkirina komîteyên tirka yên li þaristanîyê, ku li Odessayê û Batimê da bingeh girtine, û ji alîyê konsûlên rûsa da têne parastinê, karê xwe dikin bona desthilatdarîya cantirka welgerînin.

Dema pevguhastina fikra hate biryarkirinê, ku serekên kurda yên here navdar ra bikevine nava kompromîsa: wana di qulixên bilind da kiv bikin, hetanî kursîyên parlamêntarîyê û sênatorîyê jî bidine wan.

Lê piranîya endamên komîtêyê dane xuyanîkirin, ku ew ditirsin, ku kurd dikarin paytext da jî tevrabûnê bikin. Tabîya kurda li herêma hêvîya tu tiþtî ne dida. Lema jî gorî biryarên komîtêya Yekîtî û Pêþketinêiê hukumetê hewl da firsendên pêþîlêgirtinê bibîne. Destûr dane welîyên Bîtlîsê û Wanê dema pêwîstî hebe, halê eskerîyê elam bikin. Wezîrê mezin Sehîd Helîm paþa berbirî wezîrê parastinê Enver bû û hîvî jê kir, ku hema çawa dîwan bixweze, bira eskera biþînine wilayetên kurda. Wî çaxî Sehîd Helîm eþaretî da welîyên wilayetên Wanê, Erzurumê, Dîyarbekirê, Mamûret-el-Ezîzîyê, Sivasê û Trabzonê hemû mecalên pêþîlêgirtinê amade bikin, ku dema tevrabûnên kurda xaçparêz û mirovên welatên dereke zirarê nekevin. Wezîrê karên hundur Talat paþa berbirî wezîrê mezin bû û hîvî kir, ku þearetîyê bide Rûsîyayê û Îranê.

Ne hewildanên nû, ku serokatîya kurda bertîl kin, ne ecêbên giran, ku dianîne serê têkoþerên kurd, pirs çareser ne kirin. Zordestî her tenê hêrsa gelê kurd radikir, lê sozdayîna û pêþkêþa îdî nikaribûn wek berê tesîra xwe li ser beg û þêxên kurda bikirana, yên ku hîç pirtîkî jî qedirê hukumeta tirka ne digirtin û aminaya xwe pê ne dianîn.

Têkçûna serhildanên Bîtlîsê û Îraqê kurd hêvîbir ne kir, berktîya wan ne da qelskirinê bona têkoþînê bikin seba ji zêrandina tirka rizgar bibin.

Serokên tevgera kurda, ku dersên serhildana Dêrsimê hildane ser hesêb, tivdîra tevrabûnên nû didîtin. Þertê herî giring û sereke di karê damezirandina tevgera kurda ya yekgirtî û serketina wê, wana wek berê di alîkarîya Rûsîyayê ya eskerîyê û sîyasî da didîtin û dicedandin her tiþtî bikin bona bi rûsa ra ziman bibînin. Di dawîya meha tîrmehê sala 1914a xebatkarekî balyozxana rûsa li Sitembolê Yakûêv rastî Yûsif Kamil hat, ku diçû Rûsîyayê. Temamîya Kurdistanê,- serekê kurda elam kir,- dixweze bikeve bin bandûra Rûsîyayê û dixweze bi dilhelalî tevî wê kar bike. Yûsif Kamil navnîa wan kurda da sohbetvanê xwe, ku paytext da diman û dikaribûn wek înformator kêrî balyozxanê bihatana.

Dawîya meha hezîranê sala 1914a þêxên qebîlên eþîra heyderîyan Ebdil Ezîz û Ebdil Hemîd hatine bal konsûlê rûsa yê sereke li Erzurumê - Adamov. Wana dixwest pê zanibûna, gelo hukumeta rûsa hazire alîkarîyê bide kurda, dema ew destbi þer bikin. Di fikra wan da tenê ew nîbû, ku rûs çeka û cebirxanê bidne wan, lê usa jî ew bû, ku Rûsîya bi çekê bikeve ortê û eskerên rûsa temamîya Kurdistanê zevt bikin. Þêx Ebdil Ezîz gote konsûl, ku ew bi sipartina Melle Selîm usa dike, yê ku vîsê-konsûlxana Bîtlîsê da xwe veþartîye, û da bawerkirinê, ku kurdên Tirkîyê bi kurdên Pikavkazê ra girêdayîne, usa jî ew ermenîya ra pev ketîye bona tevayî rabine dijî hukumeta Tirkîyê. Ewî her tenê derheqa danaka da gelekî xirab xeberda. Dawîyê þêxa gotine konsûl, ku eger Rûsîya alîkarîya çekdarîyê nede kurda, wî çaxî ji wana gelek amadene koç bikin herine Rusîya

Wan serekên kurda jî hêvîya xwe danîbûne ser cînarê Tirkîyê yê baþûr, ku berê mêla Tirkîyê dikirin. Þêx Ebdil Qadir bi destî birayê mar-îmûn, serokê aþûrîyên nestorîyan yê ruhanîyê (dînî, oldarîyê), ku Sitembolê da dima, elametî da Pîter Êllow (Pêtros Axa), ku wî çaxî qulixî Rûsîyayê dikir û dixwest bibe rêvebirê hukumê rûsa yê sereke nava kurdên Îranê da, bê paytext bona pirsa þandina wî ya li Pêtêrbûrgê enene bikin seba derbazkirina hevraxeberdana derheqa sitardarîya Împêratorîya Mezin da. Lê Pîter Êllow ne xwest bê Sitembolê.

Havîna sala 1914a, berî destpêbûna þerê hemcihanê yê pêþin û ketina Tirkîyê nava wî þerî da, gele herêmên Anatolîya Rohilatê da kurda þerê partîzanîyê dikirin, ziyana giran digîhandine esker û serokatîya tirka. Ji bo nimûnê, devera Xerzan da Biþarê Çeto bi serfirazî þer dikir.

Kurda dîwan nas ne dikirin, xerc-xerac ne didan. Qumandarê xefîf siyarî elam kirin, ku kurd naxwezin eskerîyê da qulix bikin. Bi sipartina Enver qumandarê alaya 3a Izzet paþa destpê kir rutbê eskerîyê, xelat, nîþan, hedyayên peretî dane serekên kurda, her tenê bona ewana bên alaya Erzurumê da qulix bikin. Lê van mecala jî tu kar ne da.

Meha tebaxê sala 1914a, ango piþtî destpêbûna þerê hemcihanê yê pêþin, çend navçeyên Anatolîya Rohilatê da, piranî li wilayeta Wanê, komîtêyên kurda pêþda hatin bona propagandakirina bîr-bawerîyên miletîyê di nava kurda da û amadekirina tevrabûna yekgirtî. Wana bangî kurda dikirin, ku dema Tirkîya bikeve nava bloka dewletên navbendîyê, derbazî alîyê Rûsîyayê bibin.

Kurdistana Îraqê da jî rewþ gelekî sert bû. Paþî temirandina tevgera Barzanî, dîwanê zordarîya li ser qebîlên kurda da qewînkirinê, dicedand hukumê axa û bega bide sistkirinê. Lê tu tiþtekî pak jê derneket. Hîsê netewî di nav kurdên Îraqê da pir bi hêz bû. Di vê yekê da keda kovara Hetawî kurd, ku li Sitembolê çap dibû û herwiha weþanên kurda yên mayîn, bangawazî û gazîyên din yên dijî hukumetê pir bûn. Hinek serekên mezin, di nav wan da serekê eþîra caf, ku dixwestin azaya kurda biparêzin, xwestin bikevine bin bandûra Îranê. Bi gotina V. F. Mînorskî, wana digot: Ji me ra sitardarekî (pitovan) usa pêwîst e, wek Rûsîya ye bona ermenîya. Navbenda tevgera kurda li Îraqê herêma Suleymanîyê bû, li ku piranîya serokatîyê û hemû esker û zabit esilê xwe va kurd bûn.

Destpêbûna erê hemcihanê hêvîke mezin kire dilê kurdên Îranê û kurdên Anatolîyayê, ku ser wê bawerîyê bûn, ku zûtirekê wê ji zêrandina tirka rizgar bibin. Gorî wan malûmatîya, ku konsûlê rûsa yê li Soûcbûlakê serhing Îyas ji serokekî kurda yê li Banê sitendibûn, hemû eþîrên kurda li wilayetên Mûsilê û Bexdayê, ku li ser Quranê sond xwerine bi hev ra bibine yek, biryar kirine, dema dewletên Awropayê tevî þêr bibin, ala tevgerê bilind bikin bi wê hêvîyê, ku Rûsîyayê bi awakî surî daxaza wan ya bona serxwebûnê biparêze.

Serokatîya Tirkîyê hewil da pêþdaçûyîna tevgera kurda ya wî çaxî her tenê bi fêlbazîyên rûsa û karkirina wan ya surî va bide girêdanê. Rojnamên Almanîyayê eva gotina destxwe da qebûl kirin. Berlîner Tagebla nivîsî, ku Kurdistana Tirkîyê da wê aþîtî tunebe, hetanî Ebdilrezaq, Simko û Ta wê bin andûra rûsa da li Farizistanê emelên xwe yên dijî Tirkîyê pêda bibin. Hemû dîtindara ew raya a anîne zimên, hetanî wan merîya jî ew fikir rexne kirin, yên ku bi çavê dijminayê li Rûsîyayê dinihêrîn. Konsûlê Almanîyayê yê li Trabzonê Bergfeld nivîsî, ku merî nikare serva here (fêm bike), ku perê rûsa nava tevgera kurda da çi rol lîst, tevger, ku ne wek ya salên berê bû û qet pirtîkî jî ne dijî ermenîya bû, her tenê dijî hukumeta Tirkîyê bû.
Têkoþîna gelê kurda ya azadîyê salên berî þêr da diha gihîþt, ew piranî bi bîr-bawerîyên miletîyê va dihate ruhdarkirinê. Dijminaya berbi ermenîya, ku bi deha sala þerletanên tirk di nava kurda da pêþda anîbûn, kiþîya ser plana duda. Lê tevgera kurda ya miletîyê li Tirkîyê wek berê pîre-pîre bû (ji hev çû), ji ber ku ne tekîlkirî bû: gelek cara kara hinek seroka ser kara miletîyê ra bû. Lê dîsa jî ewê derba here xedar gîhande hukumdarîya tirka li Kurdistanê û alî diha kûrbûna krîza Împêratorîya Osmanîyê kir.

1. Xetera Tirkîyê-Almanîyayê ya here bi talûke bû bona berjewendîyên Rûsîyayê li bakur-roava Îranê, lê dewletên mayîn jî hewl didan hukumê rûsa bidne hilanînê. Xwesma mîssîyonerên katolîk, piranîya wan yên fransî, ew yek bi aktîvî dikirin. Ji bo nimûnê, li Xosrovabadê wana nestorîyana û kurda berî qirika binecîyên xaçparêz didan. Di rûyê hewldanên bavên ziyaretî da li der-dorê Xosrovabadê destbi terorê û zordestîyê bû (ASDR, fonda Balyozxane li Konstantînopolê, sal 1911-1913, dokument 3566, belge 49. Ji nivîsa vîsê-konsûlê li Xoyê Preobrajenskî ya 9-ê çirîya pain sala 1911a). Heta hevalbendên Rûsîyayê yên nêzîk li Îranê - îngilîsa jî, xebata dijî Rûsîyayê ya pîre-pîrekirinê dikirin. Ji bo nimûne: Fîlîpps Prays, ku ji leyborîsta endamê parlemenê bû û nûçegîhanê Mançester Gardîan bû, dn.
*2-Bêlçîkî di nav binecîya da ne bi dil dihatine qebûlkirinê. Xebatkarê bacxana Îranê, Dyumeyê bêlçîkî û hevalên wî dewateke gund da kurdekî bêhurmet kiribûn û ji bo wê jî ew kesê biyanî hatibû kutinê. Derheqa vê yekê da vîsê-konsûlê Rûsîyayê li Soucbûlakê Îyas nivîsîye, ku bêlçîkî binecîyên vira qet bendî tiþtekî nahesibînin, hîn bûne bi çavekî nimiz li wan dinihêrin. Ew hemû esker û zabitên ordîya Belçîkayê, ku li bacxanên Îranê kar dikin û hinek kes jî ser wê fikrê ne, ku ew casûsên me ne, bira ji bîr nekin, ku hêz û firsendên ku ew dikarin bi kar bînin jî carna wê alî wan nekin û eger ew, wek dibêjin, lingê xwe li guhê xwe xin, dîsa wê bersîva xwe bistînin.(ASDR, fonda Balyozxane li Konstantînopolê, sal 1912-1913, dokument 3500, belge 18. Ji nivîsa Îyas ya 3-ê çileya paþin sala 1913a).. 2. V. F. Mînorskî piþtgirê wê yekê bû, ku konsûlxana Rûsîyayê li Îrana Bakur û Roava da bi her alî pêda here. Di nivîsa xwe ya Derheqa nûnertîya Rûsîyayê li bakurê Kurdistana Farizistanê da ewî nivîsîye, ku tenê di rûyê tunebûna konsûlxana Rûsîyayê da ji tirka ra li hev tê di wê navçê da xudantîyê bikin. Eger li Soûcbûlakê konsûlê rûsa hebûya,- Mînorskî dinivîse,- tirk wê nikaribûna ew zevt bikirana. Eger em li Kurdistana Bakur bûna,- ew gotina xwe berdewam dike,- meyê tu titþ unda nekira û wê ika tu kesî jî tunebûya, ku em ji bo karê dagîrkarîyê hatine, û meyê ew rol bilîsta, çi ku li Seîstanê hindava îngilîsa da lîstin. Mînorskî pêþnîyar dikir, ku guhdarîya taybetî daynine li ser navbenda Kurdistana Îranê, ji ber ku tirk, ku hewl didin wî perçeyî zevt bikin.
3. ...Pirsa kontrola li ser kurda û bikaranîna wan bona armancên sîyasî bona wan hemû dewleta gelekî giring e, yên ku berjewendîyên wan li Anatolîyayê û perça roava çiyayên Îranê da hene,- balyozê li Tehranê Sablîn nivîsîye(ASDR, fonda Kursîyê Farizistanê B, sal 1913, dokument 502, belge 21-22. Nama Sablîn ya ji bo Wezîreta Karên der ya 21-ê sibatê sala 1913a).


Geri Dön
Baþa Dön
Yazýcýya Ver