Ji DÎTÝN PÊNÛSÊN ÞADAN;
HÝNEK SERPÊKHATÎ, HÊVÎ Û JÝYANA ÊZÎDÝYÊN BAKURÊ KURDÎSTANÊ

Kemal TOLAN

Weke gelek kes dizanin, heta ji dijminên ol û netewa me hatiye, ewan ne hîþtine tu evd li ser kiryarên wan binivisînin û heta gelek caran þopa zilma xwe wenda kirine. Lê dîsa jî hinek dokument, lêkolînên dîroka kevn û zargotinên Êzîdiyan didine xwanê û eþkere dikin ku Êzîdî ji berê ve di nava Kurdîstanê de xwedî civatek û roleke mezin bûne. Ew deverên ku Êzîdî lê diman heta van salên dawî (1995) jî, zêdetir ji ol û netewa xwe ye Kurdî re xwedî derketine. Ji ber ku Êzîdî bi vê baweriya xwe ye paqij, bêtir ji berxwedan û çanda xwe re xwedî derdiketin, lewma jî melîk, qiral, sultanên Osmanî, serleþkerên "roma reþ" û hemû olperestên nezan, ne hîþtine þer û agir ji nava heremên Êzîdiyan bitemire.

Di dîtina min de, heger çend ilimdar, dîroknas, rojnamevan û misyonerên Kurd û biyaniyan, di hinek nûçe, rapor, kovar, pirtûk û lêkolînên xwe de bahsa rewþa dînê Êzîdî û jiyana Êzîdiyan kiribin jî, dîsa ewan nikarîbûye xwe bi temamî berdine ser riknên baweriya Êzîdiyatiya rast. Ji ber ku ew bi xwe ne Êzîdî ne, axlebên nûçe û berhemên wan ji aliyên ilmên Êzîdiyatiyê ve jî gelekî qels in û eþkere dibe ku ewan hemû agahdariyên xwe ji ber devên hinek Êzîdiyên belengaz û nezan, menfêatçiyên gelên cînar û Kurdên Musilman bi riþwetê standine. Li ser wan nivîsar û nûçên biyaniyan Lazarev weha dibêje: "Ew nivîsên, ku ji xebatkarên baylozxana ketine ber destê bayloza, hinek ji wana hatine guhêrandinê. Li Tirkiyê û Îranê baylozên usa jî hebûn, ku înformasiyonên rast carna berevajî dikirin. Carna wana îzbatî usa nîþan didan, ku zirar negihîje qulixa wan, an jî bi wê yekê dixwastin di karê xwe da hîn pêþ bikevin. Hinek cara jî wana gelên kêmjimar yên li wan welata da bi awakî dijminatî nîþan didan. Hineka jî qestbende înformasiyonên usa berev dikirin, ku Kurda wek qaçax nîþan bidin. Bi wê yekê va wana piþtgiriya zordest û dagirkara dikirin." (9)

Elbet hinga meriv baþ bala xwe bide dîroka Kurdîtiyê, meriv dibîne ku çend ilimdar, dîroknas, rojnamevanên Kurd û misyonerên biyaniyan jî, bi rastî hinek nûçe, kovar û pirtûk li ser rewþa Êzîdiyatiyê nivîsandine û hebûna miletê Ézîdî weke koka Kurdan ya herî kevn qebûl dikin.

Ez dixwazim, îro bahsa wan berhem û lêkolînên ku bi Almanî, Tirkî û Kurdî li ser rewþa Êzîdiyên bakurê Kurdîstanê nivîsandine bikim. Her wusa hinek serpêhatî, hêvî û gaziyên Êzîdiyan yên ku heta vêga kêm hatine xwanê kirin ji bo agahdarî û zanîna xêrxwazên Êzîdiyatiyê diyar bikim.

Belê eger emrê min dirêj be, ezê bixêr rojekê bi berfire qala dîroka Êzîdîtiyê ya berî dema Împaratoriya Osmanhemên û zayîna Îsa pêxember jî bikim. Lê dîsa jî îro tenê dû nimûnan bidim:

"Murtaza paþayê Wanê, di sala 1127'ê de hûcûmî ser kela Hoþabê dike, lê eþîrên Êzîdiya ye li Hoþabê û li derdora Hoþabê bi tevlî çar hezar siwariyên xwe li dijî çarsed û pêncî leþkerên Murtaza Paþa derdikevin û cengeke mezin di navbêna gundê Canika û Bedehþanê de çêdibe. Di vî þerî de her 4000 siwariyên Êzîdiyan û 400 siwariyên leþkerê paþê têne kuþtin. Di sala 1128 de Ballý Mehmed dibe paþayê Wanê û ew dixwaze tola xwe ji eþîrên Êzîdiyan hilîne û ew tevlî hefthezar leþkerê xwe ve hûcûmî ser Êzîdiyên di herêma Abaxa dike. Leþker kîjan Êzîdiyên digrin dikujin û hemû malên wan diþewitînin. Demsal zivistan û herder berfbû. Gelek Êzîdiyên xwe di nava çiyan de veþartibûn, di bin berfê de ji sermare dimirin. Di nava sîh rojan de hemû gund û bajarên Êzîdiyan dagirkirin. Di peyre Ballý Mehmed Paþa weha digot: Armanca min ew bû ku ez koka Êzîdiyan xelazkim, lê ewan em birine ser kozikên xelet. Em ne di ser Bargiri de birine ser Êzîdiyan, hinan di bin re bi dizî xeber dabûne Êzîdiyan û gelek Êzîdî reviyan. Lê ezê wan di biharê de xelazbikim." (27)

Dema meriv li miþêwra Pîr Xetîp, ya ku di sala 1270'ê de bi destnîþana gelek xasên Êzîdiyan hatiye tomarkirin dirêne, meriv dibîne ew bahsa gelek xas, beg û serek eþîrên Êzîdiyan dike û bi taybetî jî navên gelek eþîrên mirîdên xwe yên li herêma Xaltiyan bi rêzdike. (23)

Xweya ye hinga ku Osmanî hatine (1300-1920) û bi þûrê zorê Kurdîstan dagir kirine, ewan hingê bêtifaqî û neyartiya di nava mîrekên gelên li Kurdîstanê û gelên cînarên Kurdan de dijwartir kirine. Ewan bi zanistî hinek heremên Kurdîstanê dane destên çend begên Kurdên Musilman û Xiristiyan. Wan mîr û begên olperestî nezan jî, gelek êrîþên dijwar birine ser heremên mîrekên Kurdên Êzîdî û ewan bi hezaran evdên Êzîdî di nav mîrgehên xwe de qetil û koçber kirine.

Nivîskar û roman nivîsê di vê sedsala me de yê herî navdar Yaþar Kemal, di romana xwe (çavk.:31) de weha cîh dide çend ferman û qetlîamên bi serê Êzîdiyan ve hatine:

"Qismek ji xelqê Kurd, Ereb û Tirkan rahîþtibûne çekan û derketibûne nêçîra kuþtina Êzîdiyan. Poyraz û tevî qeflê leþkerê xwe jî ketne nava wan çetan û teva bi hevre davîtine ser gundên Êzîdiyan. Ewan heçî evdên Êzîdî ku emrê wan heft heta heftêyî bû didane ber singoyên tivingan û dikuþtin. Çiqas pere, mal, pez, dewar, hesp, ker, zad, zêr û zîvê Êzîdiya hebû ji xwe re dibirin. Ne dihîþtin kesekî Êzîdî ji ber destên wan xelazbibe.

"Di sibeyekê de, wexta çemê Firatê derbaskirin, ew dîsa rastî êlke Êzîdiyên ku koçdikirin dihatin. Kerwanê Êzîdiyan tevlî hesp, ker, dewar, pez û peyan diçûne derkevine serê çiyan. Serî û binê êlê ne xwanêbû. Ew kesên Êzîdî ku çekên wan hebûn, xwe dabûne pêþiya kerwan. Siwariyên Kurd, Ereb û Tirkan li wan hespên ku di dema avîtibûne ser gundên Êzîdiyan û bi darê zorê standibûn, siwarbûn û tevlî evdên ji ber leþkeriyê reviyane bûn. Tabura (koma K.T) wan kete nava heremên Êzîdiyan û bi çend siwariyên Êzîdiya re du þev û du rojan þerkirin. Hemû þervanên Êzîdiyan kuþtin û laþên wan avîtine nav ava çemê Dîclê. Dûre vegeriyane ser Êzîdiyên bê çek, pêþîn çiqas mêr û xortên mayî li ber çavên jin û qîzan tazî kirin, ew jî tev kuþtin û laþên wan jî birin avîtine nav ava çemê Dîclê. Di pey re hemû jin û qîz, çiqas zêr, zîv, pere û malê wan hebû di bin darekê de komkirin û li hevûdinê parvekirin. Di wexta qirkirin û talankirina Êzîdiyan de, çemê Firat û Dîclê ji xwînê diherikîn û nava wan bi roj û mehan ji cesedên însanên mirî ye tijebûn." Berdewam û tevayî de. (çavk.:31. rûp.:229-277)

Çend delîl û þadên ku li ser fermanên
Êzîdiyan mane weha ne:

Ji ber ku siltanên dewleta Osmanî, paþverûyên Kurd û dewleta Tirkan di her demê de Êzîdî qirkirine, ew qet naxwazin meriv li tu deveran de bi rastî bahsa Êzîdiyan bikin. Lê dema ewan lêkolîn û dokument li ser dîrok û çanda Wanê nivîsandine, ew mecbur bûne bahsa Êzîdiyan bikin.

Ew îro jî weha dinivîsînin: "Di dema berî sala 1591'ê de 18 eþîrên mezin li Wanê û derdora Wanê hebûn, lê belê îro ne mumkun e ku meriv rastî navên wan hemûyan bê.

Hinek çavkaniyan eþîrên li derdora Wanê weha birêzkirine:

MAHMUDIYAN, Êzîdiyên li derdora Hoþabê,

DUNBLIYÊN BOHTÎ, Êzîdiyên li deþta Sekmenê,

MAM REÞAN, li Hoþabê,

BAZUKI, li Ercîþê,

BRADOST, Tirgeverê,

RUJIKÎ, li her deverî,

Eþîra ÞÎKAN: (Reþi, Baravî, Mendekî, Bele, Kurtî, ev tev Êzîdî ne.), (Þikak, Dakurî, Þevlî, Ademî, Þemsikî, Mukrî, Livî, Sî Çarikî…)

Eþîra ERTUÞÎ (Hertoþî), weke Gevdan, Giravî, Zirkî,

Eþîra DUNBLÎ (ZAZA) , (Çarik, Hormik, Lolan-Haltî, Hatî)

Eþîra HAYDARAN, SPÝKÎ (Hatî), CÎBRANÎ,

HASENIYAN (Halidî) (30)

Em dibînin gava "Xan Ehmedî Xan (1624), Qere Hesen û Xalid Beg þand ser Þeqlawa û Þengalê û beþek ji welatê Amêdê xist bin fermana Osman Beg, piþtre êrîþ bir ser eþîretên Xaltî û Dasanî yên Êzîdî, ew gelek bi mêranî li dijî wî rabûn. Di þer de herdu mil jî gelek zerar û ziyan dîtin. Di netîceyê de Xan Ehmed Xan zora wan bir, ew girtin û dan destê merivên xwe." (1;486)

Ji ber wan fermanên xûnrêj, gelek Êzîdiyên li herêma Xaltiyan ji ciyên xwe koçber bûne û lewma jî ew îro hêjî li gelek welatê cînar û herêmên Kurdîstanê hene.

Di salên nêzîkî 1638'ê de, ku xelqên Êzîdî û Ermenî bi berxwedanên xwe yên li dijî Osmaniyan bi ser neketin û ne gihîþtine armancên xwe, êdî zilm û zora dewleta Osmanî û Musilmana li ser wan zêdetir dibe. Nivîskar Garo Sasuni li ser van zordaran weha dibêje: "Ji vê demê þûn de Kurdên Êzîdî ku li heremên Musul, Siirt û Sancar (Þengal K.T.) ê diman ketine bin rejîma Osmaniyan." (2;29)

Ji destpêka sedsala þanzde û pêde, êdî gelek rêwengî û lêkolînvanên Ewrûpî jî hatine nav Kurdîstanê, geriyane, hinekan ji wan raste rast û hinekan jî ji dûrve alîkariya Împaratoriya Osmaniyê kirine. Heta geleka ji wan bahsa heremên mîrên Kurdên Musilman û Êzîdiyan yên ku bi quweta xwe tenê xwe diparastin kirine û di nêrînên wan de jî tê xwanê ku, heta Êzîdî li serhevûdinê bûne ewan timî cî û warên xwe ji xêrnexwaz û dijminan diparastin.

Min navên gelek rojname, kovar, pirtûk û lêkolînvanên biyaniyan yên ku li ser rewþa Êzîdîtiyê nivîsandine tespîtkir û berhemên wan xwandin. Ji bo her evd karibe ji van berhemên ku min bi salan ve civandine fêde bikin, ez navnîþan û çend nêrînên wan pêþkêþî we hêjayan dikim:

Alfert Dapper, lêkolînvan û doxtorê Holandayî, di kitêba xwe (Çavk.:3) ye ku di sala 1682'a de nivîsandiye li ser welat û gelên Meda dibêje: "Kurdên îro û yên sibê jî dê zerar nedine dewlemendiya Tirkan".

Johan Heinrich Zedler, di sala 1735'ê de di kitêba xwe (Çavk.:4) de, bi ne baþî bahsa Êzîdiyan dike.

Karsten Niebuhr, nivîskar, zane û nasê Rojhilata Navîn, di salên 1761 heta 1767'ê hatiye li Kurdîstanê geriyaye. Di Kitêba xwe de dibêje: "Dewleta Tirkan, ji ber ku kitaba ola Êzîdiyan ya muqadese weke ya ola Musilman, Xaçparêz û Cuhuya tuneye, dînê Êzîdî qebul nake. Êzîdî jî mecbur bûn sed û hedên xwe bi dizî bimeþînin û ji ber neheqiya dewletê mecbur dibin xwe li gorî oleke wê herêma ku têde dijîn, yan Musilman, Xaçparêz û yan jî Cuhu bidin nasandin." (5: 683-687) Dîsa dibêje: "Eþîrên Kurdan yên ku di çiyan de diman waliyên dewleta Tirkan nasnakin û ew tenê li pey mîrên (begên) xwe diçin. Ji ber ku beg û mîrên wan ji eþîran têne kîfþkirin, desthilatdariya wan jî gelekî dom nake." (18: 50)
Gazî û hêviyên di strana þerê Derwêþê Evdî de: Dema em li desthilatdariya Temir

Paþayê Milî, ku di sala 1780'ê de bûye serokê eþîrên Kîkan, Milan û eþîrên Êzîdiyên li Beriya Wêranþehîrê, hingê ewî nav û dengê mêrxasiya Derwêþê Evdî bihîstiye û lewma jî ewî þandiye pey Derwêþê Evdî, aniye, li cem xwe kiriye serleþker. Dewleta Osmanî û eþîrên Êreban ji vê desthilatdariya Kurdî, ya di bin bandora Temir Paþayê Milî û Derwêþê Evdî de tirsiyane. Ji bo Êreb û Tirk karibin dawiyê wê desthilatdarya Kurda bînin, di sala 1790'ê de tevî hinek eþîrên kurdê Musilman davêjine ser wan. Destana mêrxasiya Derwêþê Evdî gelekî dûr û dirêj e û bi gelek þaxan tê gotin. (Birêne li çavk. 19; 78)

Avyarov dibêje: "Wexta Sultan Ahmed di sala 1790'ê de ferman li Êzîdiyan rakiriye, hingê gelek Êzîdî heribîne, hatine kuþtinê û gelek jî bi darê zorê Musilman kirine" (8; 98)

Bergk, Johann Adam, di kitêba xwe (Çavk.:6) ya di sala 1799'ê de weþandiye bahsa gelên Georgistan, Ermenistan, Kurdistan, Irak û El Cezîre dike.

James Claudius Rich, nivîskar, zana û nasê Rojhilata Navîn, di salên 1820'ê de hatiye li Kurdîstanê geriyaye. Kitêba xwe (Çavk.: 7) de gelekî dirêj bahs dike û eþkere dibêje: "Merivên di Rojhilata Navîn de yê herî merd û baþ Kurd in."

Gazî û hêviyên di strana þerê Þêx Mîrzayê: Dema, di sala 1820'ê de hinek netewan bi alîkariya Îngilîzan, xwe ji Împararatoriya Osmanî veqetandine û dewletên xwe avakirine, hingê Þêx Mîrzayê Anqosî jî, di sala 1820'ê de li dijî Kurdên Musilmanî nezan û sultanên Osmaniyê derdikeve û alîkariyê ji hukumeta Rus dixwaze, lê dewleta Rus piþtgiriya xwe nade Þêx Mîrzayê û Þêx Mîrzayê bi êla xwe ve fermalû dibe. Em hêjî nizanin ka quweta Þêx Mîrzayê hingê (1700 kon bû?) çiqas mezin bûye? Lê her Êzîdiyek dizane, ku Þêx Mîrzayê bi tevlî eþîra xwe li herema Xerza (di nava Qurtelan û Sêrtê de) dima. Birêne (19; 66) li strana þerê Þêx Mîrzayê.

M. S. Lazarev dibêje: "Gava Tirkiya bi padþê Misrê ra li hev hat (peymana Kutaxiyê, ya 9'ê gulanê sala 1833 a) û 8'ê Hezîranê sala 1833'a ji bi Rûsiyayê ra peyman girêda, vê carê sultan Mehmûdê II vegeriya li ser kurda. Sala 1834'a ordiya tirka ya 20 hezarê bi serokatiya Mehmed Reþid Paþa 'bi þûr û agir' temamiya Kurdîstanê ra derbaz bû. Ew dihate wê manê, ku cara duda welat hate zevtkirinê. Paþayên Kurda jî ji text hatine avîtinê, Kurdîstan ser demekê kete rewþeke giran." (9)

Austen Henry Layard-Meissner, Austin Henry L., Niniveh und seine Überreste ( auf der Suche nach Ninive- Achte Kapitel- Bei der Jezidi oder T.....anbeter) Leipzig 1850.

Di vê demê de Mîrê Êzîdîxanê, Elî Begê Mezin I jî di sala 1832 de, bi destê Mîrê Kora (Mîr Muhammed ê Rewandizî) têye kuþtin û li gelek heremên Kurdîstanê de fermanên li ser Êzîdiyan berdewam kirine. Dema em li wan stran û serpêhatiyên ku min ji pirtûk, zargotin û stranbêjan girtine baþ birênin, em dibînin ku þerên berxwedanên Êzîdiyan ji sala 1828 heta sala 1840 li dijî Hafiz Paþa û Reþîd Paþa li pey hev û dinê ber dewam kirine.

Weke hinek þade û pênûs didine xwanê û meriv dibîne, dema maqul û begên Êzîdiyan li dijî hovîtiya "roma reþ" þerên berxwedanê bi her hawayî ve didin, ewan hingê hêviya alîkariyê ji hemû gelên cînar kiriye, lê tû evd û dewlet bi gaziya Êzîdiya ve ne hatiye.

Nimûne: Gazî û hêviyên di namên Mîrza Axa.

"Name: 5

Petros Gezarof ev daxwaznivîsin (dilekçe) di 17.12.1830 (1829 raste ?.K.T.) daye Graf Paskeviç.

"Dema Mîrza Axayê serokê miletê Êzîdî bihîst, ku hûnê di 1829'ê de werine Erzuromê, ew du merivên xwe bi tevlî hinek nivîsan diþîne Beyazîdê û dixwaze ku ew herin general Pankretyov bivînin. Hinga Mîrza Axa bihîst ku ev herdu merivên vî þandî, di rê de ji aliyê tirka ve hatine kuþtin, ew careke din merivekî Ermenî ku bi navê Giregomiarigilov diþîne. Evê Ermenî bi tevlî nivîsên ku Mîrza Axa þandî ve hate cem min. Mîrza Axa dîsa di cara sisiyan de dixwaze ku Giregomiarigilov were we li Erzuromê bivîne, diþîne. Dema em herdu hatine Erzuromê, me bihîst ku hûn derbasî Gurcîstanê bûne. Haya Mîrza Axa ji lihevhatina bi Tirkiyê re tinebû. Ji ber vê lihevhatinê, me jî nikarîbû êdî vegerin biçine cem Mîrza Axa. Wexta em hatine Tiflîsê, hûn vegeriyabûne Rusyayê û me nikarîbû hevûdinê bivînin. Di vê navê de hevalê min Giregomiarigilov bi nexweþiya kolerayê dikeve û dimire. Malbata vî hevalê min di rewþeke gelekî perîþan, neçar û belengaz dimîne. Mîrza Axa, di nama xwe de ji hêvî dikir ku hûn dermanekî tedaviya çavan ji bo kurê wî jê re biþînin. Ez li benda bersiva we ye ku hûn ji Mîrza Axa re biþînin im. ( Mîrza Axa serokê gelê Ridva-Renvan-ê ye)"

"Name: 6

Ev name Mîrza Axa di 22 .5. 1830 de ji bo Graf Paskeviç nivîsandiye:

Ez evdê xwelamê Xwedê Mîrza Axa ji Rindvaniski (Ridwan K.T.) ê me, îhtiram ji bo evd û þervanê Îsa Pêxemberî herî mezin Paskeviç, hêvîdar im ev nama min di wextekî we yî xweþ de bigihîje destên we.

Ez Êzîdî me. Serokê xelqekî piçûk im. Di bin emrê min de hezar û pêncsed evdê suwarî û pênc hezar peyade heye. Wexta min bihîst ku hûn têne Patnosê, min name û merivekî xwe þande cem we. Lê belê min heta vêga jî tu bersiv negirtiye. Gava leþkerên Rusan ketine Patnosê, ez û xelqê Êzîdî tevlî hemû Xirîstiyana ve gelekî dilxweþ bûn. Ev cara sisiya ye ku ez meriv û namên xwe diþînim. Merivên min cara yekemîn þandibûn, di rê de ji aliyê Tirka ve hatine kuþtin. Min cara duduyan yekî Ermenî bi navê Giregomiarigilov þand. Vê cara dawiyê de jî wî diþînim. Dema Giregomiarigilov hatiye Beyazîdê, ew bi tevlî qeflê leþkeran ve diçe Qersê û ji wir jî hatiye Erzuromê. Giregomiarigilov bersiva ku we nivîsandî, mohr û îmze kiribû ji min re anî. Ez pê gelekî dilxweþbûm. Min Keþe anî ewî nikarîbû bixwîne. Min tu tiþt ji namê fahm nekir. Ev cara sisiya û dawiyê ye, du merivên Xirîstiyan, yek jê Giregomiarigilov û yê dinê jî Petros e diþînim. Ez çiqas xwediyê qewmekî piçûk bim jî, di nezera Tirka de mezin tême xwanê. Bi saya Xwedê sed leþkerê min, dikarine bi sêsed siwariyên wan. Ji ber vê mêrxasiyê, Tirk min ji xwe re dujmin dihesibînin. Dema ku ez bibihîzim hûnê werine Baleþê (Betlîsê), ezê çiqas memnûn bivim nizanim çewa bibêjim. Bi alîkariya Xwedê, ji bo we ez û hemû xelqê xwe emê jiyana xwe fedabikin. Vê gavê evqas. Bi xatirê we!

Ez ji we hêvîdikim, hûnê dermanekî baþ ji bo çavên kurê min bi vî zilamê min þandî re biþînin."

(Di 28.2.1831 de, ji bo Mîrza Axa ebayek "kurkek" î ji qumaþê sor, bîstûpênc zêr û dermanê çavê lawikê wî teslîmî "raspartî" Petros Gezar bûye.) Ev herdu namên li jor ji ber çavk. 8: rûpel:175 û 176 hatine wergirandin .

3. Gazî û hêviyên di strana Mihemed Keya yê Êzîdî de:

"Neahmê bandike dibêje:
lê lê Xoxê û Rewþê rebenê
lê lê rebenê dayê, nemayê!
hûnê rabên emê kaxezekê reþ û þîn bikin
emê dîleka jina û mêran lê bixin
eger dîleka jina û mêran ser nagre!
emê lêpakên zarokan lê bixin
emê bidine destê þehîdê Osê,
ew þekirê Pêþîmam Silo,
û qewalê me Êzîdiya,
bila ew kuçuk baylozê Musilê bi xwe re rakin,
bila ew berê xwe bidine seraya Stenbolê
emê ling li ser lingkin û dest li ser destkin
emê bêjine Þewkêlin (lo Sultano)!
mala te ava be û þûrê te dirêj be
ew dewleta ta ye bilind be
de eva serê sê salên temame
te welatê Xaltaniyê kiriye halê reziliyê û yemane"

Berdewama vê stranê di çavk. 19 rûpel:75'ê da.

4. Hinek ji serpêhatî, gazî û hêviyên Êzîdiya ye dinê jî ev in:

Strana Binemala Zoro (Biþar û Kolos?) (19; rûp.: 52 )

Strana Feqîrên Dela 1830 (strana ku bi navê þerê Mîrze Axa, Keþîþ Polo û Miçoyê Îsa ev jî li ser þerê Dela ye), li þerê Mîzikê Zaza (Mîrze Axa) (19; rûp.:56,57 )

Strana Þerê Êrenzê 1832 (19;rûp.: 45 )

Strana þerê Nemirê Mîrza I -Mala Çelikê 1856, (19;rûp.: 61 )

Strana þerê Nemirê Mîrza II - Mala Çelikê nêzî sala 189..., (19; rûp.: 62)

Strana þerê Keleþê Çelo:

"Mistê dibê dayê bavê min kanî

Dê dibêjê lawo:

Tu birêne li serê neqeba Têlanê

Bavê te çûye gaziya þerê li çemê Xumaro ye

Gule tênê weke tavanê baranê, rimê tênê bi gurzane ewê bûye hefadê bîst û pênc siwarê hesp betiliyane."

Berdewama vê stranê hêjî gelek heye !

Di vê demê de çend þadên ku li ser bûyerên Kurdên Êzîdî nivîsindine ev in:

1. Di wexta van þer û gaziya de generalê Alman Helmut von Moltke, weke þîretkar û rêzan bi leþkerên Osmaniyan (bi Hafiz Paþa re -1838 K.T.) re digeriya û ewî jî di bîranînên xwe de weha dibêje: "Di þerekî sala 1838'ê, meha 6'ê de li Çiyayê Harzanê de 600 Kurdî (Êzîdiyên li herêma Xerzanê, K:T.?) xwe li piþt girekî de veþartibûn. Ewan heta nefesa xwe ye dawî þerê xwe kirin. 50 jinan ji bo ku hêsîr nekevine destê Osmaniyan, xwe di zinara de avîtin û di nav avan de xeniqîn. Bi hezaran jî, jin û zarok bi xencerên serên tivingên wan bi xedarî birîndar bûbûn." (10; 60-61)
"Dîsa di dema berxwedana Harzanê de, gava Êzîdiyan li hemberî leþkerên me þer dikirin, ez çûme cem Hafiz Paþa, ewî di binê þer de, xwe dabû serê girekî û li þer mêzedikir. Leþkerê wî gelek kesê jin, mêr û evdên bi hemû emran de dil girtibûn. Leþkerên ku serî û guhên jêkirî dianîn 50 heta 100 kuruþ bexþîþ zêde didane wan. Ew hawar, qîrîn û giriyên jinên Kurdan dîmenên gelekî dilþewat bûn." (10; 264)

"Gelek ji eþîrên li derûdora Cezîrê (Bota) diman, heta sala 639 z. ku hêja Îslamî qebul nekiribûne, ew tev Êzîdî bûne. Li derûdora Çiyayê Cûdî de heft eþîrên mezin hebûne, sisê ji wan eþîran: Niwidkawun, Þoreþ û Hîwdil. Ev eþîrên Êzîdiyan bûn." (1:156 -184)

Wekî ku di çavkanî 10:237 de zelal têye xwanêkirin, dêmek hinga Reþît Paþa di salên 1834-1839'an de li dijî Kurdan þerkiriye, hingê jî gelek Êzîdî di nava bajarê Cizîrê de diman. Helmut von Moltke weha dibêje: "Dema Reþît Paþa di pey gelek êrîþên xwe yên bi mehan domkirî ra bajêrê Cizîrê kire bin bandora xwe, hingê piraniya mêrên bineciyên Cizîrê ku Êzîdî an jî evdên ku ji 'melekê nebaþ K.T.' bawer dikirin kuþtibûn, zarok û jinên wan jî hêsîr girtibûn." (10:237)

2. Li gorî salixdanên hinek nivîskaran, tenê dema Sultan Mehemedê II, ferman daye serleþkerê xwe Reþîd Paþa û ewî avîtiye ser Êzîdiyên Xaltiyan hingê, "ewî 40 000 evdên Êzîdî kuþtine." (11; 292)

3. Demek piþtî fermanên Êzîdiyan Austin Henry Layard; zana, nasê Rojhilata Navîn, erdkolojîvan, nivîskar û dostê Êzîdiyan yê di wê demê de herî mezin, cara yekê di sala 1846'ê de tê baþûrê mezin û cara duduyan jî di sala 1849'ê de tê bakurê Kurdîstanê. Wexta cara duduyan tê, ew hingê li gelek gund û camêrên Êzîdiyên Xaltiyan dibe mêvan. Ew di kitêba xwe "Nineveh und Babylon" de salixên rêwîtiya xwe di nava Êzîdiyên Xaltiyan de bi hûrgilî dinivîse û li ser wan zor-zahmetiyên ku wê demê li ser civata Êzîdiya hebûye disekine.

Nimûneyek: "Du sal beriya vêga (di 1847 de K.T) begekî Kurd sê Qewalên Êzîdiyan yên ku merivên Qewal Usiv bûne, li nêzî bajarê Betlîsê, bi torpîlê kuþtine û Þerif Begê (waliyê dewletê) jî dest daniye ser dokument, çiqas xêr û xêrata ku Qewalan ji nava eþîrên Êzîdiyên li çiya û li bakurê Ermenîstanê diman dabûne hevûdin. Qulixên dewletê bi bêqanûnî zar û zêçên Êzîdiyan difirotine hevûdin." (12; 28)

Wekî di kitêbê de tê xwanê, di wê demê de heweskariya dewleta Îngilîstanê bi ber Êzîdiyan ve pir hebûye. Ji ber vê yekê ye ku zana û lêkolînvanê navdar wek Austin Henry Layard du cara diþînine nava Êzîdiyan. Dema ew tê Stenbolê, Qewal Usiv û çend nandarên Êzîdiyan diçine Stenbolê pêþiyê wî. Ew hêja li Stenbolê tevlî Qewal Usiv û wan çend nandarên Êzîdiyan diçe cem Sultan Mehemed II ya û dixwaze ji bo pirsgirêkên di navbêna Êzîdiyan û dewleta Osmanî de alîkarî bike. Êzîdiyan jî gelek hêvî bi wî ra girêdidan. Dema ew tê nava Êzîdiyên Xaltiya, ew jî gelekî bi hurmet wî qebûl dikin û qedrekî mezin didinê.

Ez naxwazim tevaya nêrîn û pesindariya Austin Henry Layard, di vir de pêþkêþ bikim. Lê eger yekî li ser vî babetî agahdarî bixwaze, ew dikare birêne li çavk. 19 rûp.: 28-34'an.

Tiþtekî balkêþ e ku Austin Henry Layard ne tenê li ba Êzîdiyan bi qedir û qîmet bûye. Ew bêtir jî li ba Ewrûpayiyan bi qedir bûye. Ev babeta bi serê xwe hêja ye û meriv dikare gelekî li ser remanên Austin Henry Layard bibêje.

4. Xweya ye hinga Karl May kitêba xwe "Durchs wilde Kurdîstan" di salên 1885'a (Çavk.13) de nivîsandiye, ewî hingê li gorî tarîf û agahdariyên di herdu kitêbên Austin Henry Layard de, ev kitêba xwe ye bi navûdeng nivîsandiye. De, ji wê demê û hetanî îro hêjî bi miliyonan evdên Ewrûpayî bi xêra vê kitabê Kurd û Êzîdiyan nasdikin. Kesên ku Karl May nasnekin, dê bêjin "qey bila rast e ku ev nivîskar gav bi gav li Kurdîstanê geriya ye û ewî hemû ol û gelên Kurdîstanê baþ nasdikirin".

5. Ji ber piþtgirtiya Êzîdiya ye bi Kurda re, dewleta Osmanî û paþverûyên Kurdan bi sedan Êzîdî fermalûkirine û bi hezaran jî kuþtine. Gava Yezdanþêr di sala 1854'an de dijî Tirka þer destpê kiriye, hingê Êzîdiyên ku di herema þerde bûne, dîsa gelekî alîkarî dane vî þerê berxwedana Kurdan. Lewma jî, "Kuþtin û talankirina Êzîdiyan, ji Tirk û Kurdên Musilman re bûbû erkekî muqades." (8.144)

6. Fermanekî dinê dîsa "Di sala 1856'ê de, kurdên Êzîdî yên li Reþkotiya, li wîlayeta Diyarbekrê û Kurdên li Dersimê serhildan çêkirin." (10; 32)

Belê di van salan de jî gelek rojname, kovar, erdkolojî û lêkolînvanên Ewrûpî û çend biyaniyên dinê jî li ser rewþa Êzîdîtiyê nivîsandine. Çend navnîþan û nimûnên wan jî weha ne:

Socin, Albert, Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft 1881. Band.:35. Seite: 237-269 und 218- 227. - Zur Georgraphie des Tur-Abdin-

Dr. O. Blau, -Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft 1854. Band.:12. Seite:584-597. -Die Stämme des nordöstlichen Kurdistan-.

Heinrich Petermann, Reisen im Orient 1852-1855 ( Aufenthalt in Mosel Seite:325 -351)

7. Ji bo dewleta Osmanî bikaribe dûbendîtî û bêtifaqiya di navbera Kurdan de zêde mestir bike, gelek þêwirmendên Ewrûpî anîne alîkariya xwe û bi xêra tecrûbên wan xerîban serî li hemû haweyên hovîtî daye.

Nimûne:

Gava nivîskar û serbaz (subay)ê Îngîlîz Fredirick Millingen, di sala 1870'ê de wek þêwirmend û berpirsyarê serleþkerê dewleta Osmaniyê hatiye Kurdîstanê, li Wanê û derdora Wanê leþkeriya xwe kiriye, ka hingê ewî û "roma reþ" çawa zordestî û neheqî li Kurdan kirine û ka ewan di wî çaxî de çawa dujminatiya di nava Êzîdî, Musilman, Elevî û Xirîstiyana de xurtirkirine?. Ew bi devê xwe bersîva van pirsan, di kitêba (çavk.29) xwe de dide.

Ji bo Osmanî bikaribin bac û xeraca xwe, bi rehetî ji nava Kurdan bidine hevûdin, Siltan Abdullhemîd di sala 1880 de dijminatiya olî (wek ya tevgera Neqiþbendiyan) dixe nava gelên Kurdîstanê. Osmaniya ji bo armancên xwe timî ola Musilmanetiyê daye pêþ. Evê polîtika S. Abdullhemîd II'a ya dînî, emrê Imparatorê gelekî dirêj kiriye.

Dîsa ji bo Siltan Abdullhemîd II'a karibe Kurdan çêtir bi hevûdin bide kuþtin, ewî di 15.4.1891'an de, ji hinek xayîn û feodalên Kurdan "Alayên Hemîdiyê" daye damezirandin. Bi wî haweyî hukumeta Tirkiyê dest pêkir bi serekên Kurda ra leyist, nonerên serekên Kurda bi rutba, nîþana, pera va dihatine xelatkirinê. Dîwanê gazî gelek torinên kurda dikir, ku di hukumetê da bixebitin.

Di sala 1892'an de, li Îstenbolê û Bexdayê "dibistanên qebîla" hatine vekirinê bona zarên serekên Kurda û Ereba, yên ku gerekê usa bihatana terbetkirinê, ku sultan wek serekê xwe yê herî mezin bidîtina. Dîsa Sultan bi xwe,- weþangerê bîranînên wî dibêje; Ebdul Hemîd gotiye: "Berî her tiþtî em gerekê li wêderê (Asiya Biçûk.-M.L.) Kurda bihelînin" (9)

8. Dîrokê de eyan e, ku serleþkerên Osmaniyan ji tirsa nikaribûne bixwe herine li heremên Kurdan, bi kêfa dilê xwe bigerin. Dema lêkolînvan Baron Eduard Nolde, di sala 1892'an de tê bakurê Kurdîstanê, li nava gelek bajarên Kurdîstanê digere, ewî hingê li ser zahmetên qulixên dewleta Osmanî weha nivîsandiye: "Kurda bi gotina Qaymeqam û 50 leþkerên di bin destên wî de ne dikirin û Qaymeqam nikaribû di vê heremê de daxwaziyên dewletê pêkbîne." (14;256)

9. Robert Koldewey 1898. Ev erdkolojê Alman di sala 1898'an de tê Kurdîstanê û di çavkanî: 15'e de dibêje, "rêya min di nav herêma Êzîdiyan de derbas dibû" û ewî bahsa rewþ û zahmetên erdkolojiya xwe dike. Lêkolînvanên Alman di sala 1898'an de li Kela Þîn ya ku di nava Uþnu (Þîno) û Rewandizê de lewheyeke bi nivîsandin dibînin. Ev lewhe bi zimanê Kaldî û Asurî hatiye nivîsandin. Ev destana bahsa diyaloga di nava kiralê Kalda Iþpunî û Xwedê de bûyî dike." (22; 58)

10. "Wexta dewleta Osmanî di sala 1877-1878'an de bi dewleta Rus re þerdikir, hingê kurdên Êzîdî ne dibirine leþkeriyê. Lê di dewsa nekirina leþkeriyê de gelek pere û baceke zêde ji kurdên Êzîdî distandin (8;99) "Êzîdiyan di vê sala 1878'an de alîkarî bi serhildana Huseyîn Bedirxan re jî dikirin." (8; 122)

11. "Di pey vaqas salan de, dîsa dema dewleta Osmanî di sala 1892'an de Mîrê Êzîdîxanê Elî Begê II dîl digrin û wî tînine Sêwasê, ew pê derdixin ku Êzîdiyên li bakurê Kurdîstanê hejî tev û bi taybetî jî, Êzîdiyên Xaltiyan hêjî bi tifaq li piþta Mîrê xwe ne û eger qezeyek bê serê Mîrê Êzîdîxanê Elî Begê II, wê ew bawermendên ola Êzîdî tevê ji dewletê re bibin dijmin. Ji bo wê tirsê jî berpirsyarên dewletê nikarin tiþtekî bi Mîrê Êzîdiyan bikin, ew mecbûr dibin di sala 1899'an de Mîrê Êzîdîxanê Elî Begê II a cardin tînin teslîmî Êzîdiyên Xaltiyan dikin. Wî çaxî de, Êzîdiyên Xaltiyan ji bo xatirê Mîrê hêja; Mîr Elî Begê II a gelek stran gotine. Di stranekê de weha tê gotin:

"Êlî Begê yeke yeke
Ew beranê qer beleke
Ji Êzîdiyên Xaltiyan re geleke"

Paþê ku Êzîdiyên di bakurê Kurdîstanê de qedrekî hêja bi Mîrê Êzîdîxanê Elî Begê II ya re dikin, wî li nava hemû êl û eþîrên xwe digerînin, Êzîdiyên Xaltiyan bi þayiyên mezin û bi serekên mezin Mîrê xwe dibine welatê Þêx li Laliþa nûranî cem malbeta wî." (19)

Xweya ye ku di van salan de jî gelek rojname, kovar, erdkolojî û lêkolînvanên Ewrûpî û çend biyaniyên dinê jî li ser rewþa Êzîdîtiyê nivîsandine. Çend navnîþan û nimûnên wan jî weha ne:

Dr.Z.E.Browski -Das AUSLAND Wochenschrift für Länder und Völkerkunder Nr: 39 -Die Jeziden und ihre Religion-.Stuttgart 28.9.1886.

Ed. Sachau -Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft - Band.34. s.:564-567 Reisebericht. 1888. Leibzig.

Grafen Helmut von Moltke.-Vermischte Schriften des General Feldmarschalls- 2. Band. Seite:288 (Das Land und Volk der Kurden). Berlin 1892

Hugo Makas -Kurdische Studien (Jezidengebete)- Heidelberg 1900

Ji vê demê û þûnde, êdî Êzîdiyan hew karîbûne heremên di bin bandora xwe de, weke demên berê bi serê xwe tenê biparêzin. Ewan êdî alîkariya xwe daye begên Mesîhî û Musilmanan, yên ku dixwastin tevgera Cantirkan bixên tengasiyê. Nimûneyek; gelek kes dizanin ku Êzîdiyên Xaltiyan di sala 1908'ê de tevî quwetên Biþarê Çeto li dijî Cantirkan þerkirine.

12. Balkêþ e û meriv dibîne piraniyan serhildanên Kurda heta van salên dawî jî, li heremên ku piraniya wan Êzîdî lê diman destpêkirine. Nimûne, "di 31 ê Tîrmeha sala 1912'an de Konsolosê Rusa yê Bitlîsê Çîrkov, wiha nivîsiye: "Kurd dixwazin di Bitlîsê û bajarên din de xwe ji bin desthilatdaran xelas bikin. Ji bo wê jî dixwazin di navçên; bajarê Sêrtê; Xerzan, Botan, bajarê Bitlîsê; Hîzan, Motkî, bajarê Diyarbekrê; Mêrdîn, Niseybîn, Midyat, Cizîrê, Sîlwan, bajarê Musilê; Zaxo û piþtre ji Silêmanî û Kerkuk, di dawiyê de ji, bajarê Wanê; Baþqale, Dicbilin û Gurcan de serî hildin û dest deynin ser dezge,.." (16; 154)

13. "Dema dewleta Osmanî zilma xwe li ser tevaya Êzîdiyan û bi taybetî jî li ser Êzîdiyên li bakurê Kurdîstanê; yên di herema Qersê de diman zêdekirine, hingê Êzîdî ji hev belabûne. Qismekî Êzîdiyan xwe daye nava dewletê û geleka jî koçî nava dewleta Rus, Ereb û Fariziyan bûne." (20; LXXXXV)

Êzîdiyên li derûdora Mîrgehan Hekkarî, di heremên xwe de, di nava Dewleta Osmaniyan de, çiqas ji aliyên leþkerê Osmaniyan û paþverûyên Qomendanên Alayên Hemidiya ve hatine perçiqandin, çiqas cûdatî ketiye navbêna malbent û ola wan jî, ewan serxwebûna çand û olê xwe heta 1914'e, salên berî fermanê Xaçparêzan, bi hêzeke mezin û gelekî zêde zexim parastine.

Gava Cantirka jý sala di 1914 heta 1918, li derûdora Mîrgehan Hekkarî de gelê Ermenî qetil û fermalû kirine, hingê ewan Êzîdî û Ermanî ji hev cûde nekirine. Di vê demê de Êzîdî û Êrmenî direvine Rusya yê.

Em dizanin, di qewl û duayên me de hêjî xweya ye ku Mîrgeha Hekariya, ji berê ve ciyê sed û hedên Êzîdiyan e û bi taybetî jî zêde ciyê Êzîdiyên ku heribîne çûne Soviyetê (Êrmenîstan û Gurcîstan) ye.

Nimûne:

Di du sebeqên "Qewlê Þêx Adî û Mêra" de weha tê gotin:

Þêx Adî xudanê keremê
dahir bû li erebe li ecemê
dahir bû li beyit fare
qesid kir hate hekare (Çavk.:28; 101-102)

Di Zargotinên Êzîdiyan de tê gotin:
Hekarî Þêx Adî hate harî
Çî bi þîrî û çî bi mertalî

* * *

Em dizanin ku gelek kesên ji van eþîrên li jorê hatine birêzkirin, ji ber zilma siltanên dewleta Osmanî, paþverûyên Kurd û dewleta Tirkan reviyane çûne nava dewletên Soviyetê ( Ermenîstan, Gurcîstan û. w.d.) û ew eþîran heta îro hêjî tev Êzîdî ne. Min li ser vî babetî çend nimûnên dinê jî di pirtûka xwe "Hebûn û tûnebûna Êzîdiyan tev romanên zindîne" de diyar kiriye. Eþkere ye ku "Piraniya Kurdên Soviyetê ji Tirkyê; Beyazîd, Bitlîs, Mûþ, Diyarbekir, Erzurom, Qers, Îxdîr, Mardîn, Wanê û gundên dorberê wan hatine. Piraniya Kurdên li Ermenîstan û Gurcîstanê Kurdên Êzîdî ne. (16:34)"

Eger diroknas bikaribin rastiyê bibêjin, dê xweya be ku berî Êzîdî ji welatê xwe derkevin, ewan di welatê xwe de gelekî bi mêranî û bi tenê li dijî "Roma reþ" berxwedane.

Birêne li gazî û hêviyên di "Kilama Bavê Usiv, Kilama Cangir Axa I û II, Kilama Evdil Mecîd û Kilama Bereka Girî Daxê de" (19: 90-101 û.w.d.)

Êzîdiyên ku di wê demê de nikarîbûne ji ber zilm û zora leþkerên Romê û Musilmaniyê birevin ew qulibîne. Ji vê demê þûnde, êdî Êzîdî li derûdora Mîrgehan Hekkarî, li ser ol û axa bav û kalan nemane. Kesên ji Êzîdiyên bakurê Kurdîstanê ku bikaribe îro agahdariyan li ser Êzîdiyên Mîrgehan Hekkarî raste rast bide nemane. Kesên dixwazin li ser Êzîdiyên Mîrgehan Hekkarî agahdar bive, bila ji kerema xwe re çavkanî 21 û 17 bixwîne.

14. Gazî û hêviyên Êzîdiyên herema Basa:

Di zargotinê Êzîdiyên herema Basa de tê gotin, ku Êzîdiyên mirîdên Pîr Xetîp (çavk.:23) heta berî fermanê 14.5.1916 jî li gelek gundên Bota diman. Di wexta vî fermanî de 350 heta 400 evdên Êzîdiyên Basa hatine kuþtin, gelek jî reviyane çûne nav Mîrgehan Þêxan (Ýraqê) û heta îro jî çend malên wan li gundê Kelebedrê dimînin.

15. Gava Kemal û hevalên xwe (1916-1918) hatine Kurdîstanê, ka ewan hingê çawa Kurd bere hevûdinê dane? Werin em birênin, Evdekî ji Kurdên Musilman ku hingê di nesîhat namên xwe de weha gotiye:

"Ez di sala 1916-17'an de, di herema xwe de Þêxekî gelek bi nav û dengbûm. Di vê demê de Dewleta Osmanî ji welatên Ereban direviya derdiket. Siltan Reþat ji min re name þand û ji min dixwast ku ez biçime cem eþîrên Kurd û Ereban, ji Þêxên wan re bibêjim, bila ew dev ji þerê xweyî li dijî Osmaniyan berdin. Li ser vê daxwaziya wî, min lêda ez çûme Nisêbînê welatê xwe. Ji wirê jî çûme cem þêxên li Sincarê û yên li çiyayê Abdulazîzê. Min ji wan re weziyet got. Ewan jî gote min: "Me bi van cinayetan nizanî bû. Belê, emê êdî ji van tiþtan re bibine manîh." Min rabû 12 þêxên bi nav û deng bi xwere anîn, em çûne cem komandarê Nisêybînê bûne mêvan.Wexta ez sibê zû rabûm, min dît ew her 12 evd jî îdam kirine. Ez bi dilekî gelek þikestî vegeriyame Bitlîsê." (24;20-21)

Di van salan û piþtî van salan de jî gelek rojname, kovar, erdkolojî û lêkolînvanên Ewrûpî û çend biyaniyên dinê jî li ser rewþa Êzîdîtiyê nivîsandine. Çend navnîþanên wan jî evin:

Hugo Makas -Kurdische Texte -Kurmanjî Dialekte, aus der Gegend von Mardin. Petersburg- Leningrad 1897-1918-1924-.

Mark Lidzbarski -Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft Band.51 ._Ein Exposè der Jesiden- Leipzig 1897

C. Brockelmann -Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft Band.55. s.:388-390 -Das Neujahsfest der Jezidis- 1901. Leibzig.

Fischer, Miszellen -Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft Band.58. s.:876-567 -Ein Gesetz der Jeziditen_ 1904. Leibzig.

Dr.Georg Jacob (von Dr. Rudolf Frank)-Türkische Bibliothek (Scheich Adî, der grosse Heilige der Jezidîs)- Berlin. 1911

Maximilian Bittner -Denkschriften der Kaiserlichen Akademie der Wiessenschaft in Wien Band:55 _Die Heiligen Bücher der Eziden oder Te.....anbeter- Wien. 1913

Dr.Theodor Menzel (Odessa) -Ein Beitrag zur Kenntnis der Jeziden. Die Teu.anbeter von Mustafa Nuri Paþa.( Aus Türkisch Übersetzt)- Leipzig 1930

Carl Brockelmann -Geschichte der Arabischen Litteratur- Erste Band. Leiden 1943

16. Di derheqê çend serpêhatî û gaziyên Êzîdiyên li derûdora Mêrdîn û Cizîrê de, weha tê gotin: "Mîrê Botan (di sala 1845 K.T.) li dijî daxwaziya Baciniyan bi darê zorê di navenda gund de, li ser tahtên raserî Bêndera Þêx-Ehmed û di neqeba herdu tarên gunde mizgeftek da ava kirin. Wî her wiha ji bo misilmankirina gundiyan mellayek jî tayînî Bacinê kir û xwest baweriya Baciniyan ya bi ola Tawis-î-Melek biþkîne. Tê gotin, nû malbatên Qasê Heyno bi vê bêhuzuriya Mîrê Botan anîbû gund rû bi rû man, wan xwe neçar dîtin û çûn xwe avêtin bextê nas û dostên xwe yên Omerî. Gundiyên din jî di heman demê de bi leþker û bi mellê Mîrê Botan re di nav þerekî mezin de bûn. Wan di wî wextî de zordestiya Îslamê li ser ol û bîr û baweriya xwe qebûl nekir. Eger çiqas leþkeran gundî bi darê zorê biribûna mizgeftê jî, ti kesî berê xwe nedida mellê û bi ya wî nedikirin. Tê gotin, yekî dîn di wê demê de di gund de hebû. Ev kes radorî mellê û kurê mellê ketibû. Wî ya xwe bi mellê û kurê mellê kir û wî ew rezîl kirin, heta êdî ew ji gund reviyan. Lê, carek din Mîrê Botan bela xwe ji Êzidiyên Bacinê venekir. Vê carê, mellayekî nas ji Êstillê hat gund. Wî û Baciniyan qewlê xwe wiha bi hev kir: Hunê li ser ol û diyaneta xwe ya Êzidî bin û ez jî nahêlim kesek bela xwe li we êxe. Bi vî rengî serhildana Baciniyan ya li dijî Îslamê serkeftî bû. Dûvre, mellê Êstillî jî ji gund derket û di mizgefta Mîrê Botan de wexta danê nîvro ker, hesp û dewarê gavanên Baciniyan lê mexeldibûn. Belê, ji wê demê heta îroj mizgeft ne mizgeftbû, ew bes kox bû. Binê wê bi rêxa terþ û dewêr hatiye rayêxistin. Çawa mellê Êstillî ji gund derket, malbatên Qasê jî piþtî heft salan li surgunê vegeriyan nav xwedî û gundiyên xwe. Ji wê dema heta îroj ne hedê ti mêrê misilman bû zilm û zorê li Êzdiyên Bacinê bike." (25)

Wekî dinê jî gava em li bûyerên di strana Hesinê Hewêrî û strana Mîrzayê Hacî-1845 (çavk.19; 86-89) birênin, em dibînin ku gelek hêvî û serpêhatiyên Êzîdiyên vê heremê di wan de xwanê dikin. Ji xeynî van dîsa xweya ye, ku di salên 1924 /25 an de þerekî dijwar û giran di navbera Êzîdî (bi taybetî ji êla Hevêrka), Mesîhî, Musilman û leþkerên Osmaniyan de dest pê kiriye. Birêne (çavk.19; 86-86) li strana þerê Bagokê û þerê Bawerdê.

17. Ji xeynî vanan jî, dîsa bi sedan serpêhatî û hêviyên Êzîdiya yê van salên dawiyê, di gelek malperên Înternet, pirtûk, rojname, kovar, nêrînen erdkolojî û lêkolînvanên Ewrûpî, Kurd, Tirk û biyaniyan de hatine nivîsandin û ez ji xwe nikarim navnîþanên wan tevan di vir de diyar bikim. Navnîþanên hineka jê weha ne:

Günther Deschner,-Saladins Söhne: Die Kurden-des betrogene Volk/1983 München-

J.C.B.Mohr ( Paul Siebeck)- In Geschichte und gegenwart Handwörterbuch für Theologie und Religionswissenschaft.(Jeziden) -1959 Tübingen

Johannes Düchting / Nuh Ateþ "Stirb der Engel Pfau ?" Edition KOMKAR

Kraus Reptin - Nendeln- Geschichte der Philosophie in einzeldarstellungen Band 4.1924 (L.Das Jezidentum) Liechtenstein 1973

Mîr Celadet Bedirxan - Ronahî, hejmar 1-28 . (1942-1945). Jina nû .1985

Prof.Dr.Carl Brockelmann - Geschichte der Arabischen Litteratur.- Zweite S.band. Leiden 1938

D.Hans Haas -Bilderatlas zu Religionsgeschichte- Leipzig 1930

"Celawa Þêx Derweþ"-Duha û Drozê Êzdîya -1992 Bonn

B. Murat Öztemir -Yezidiler ve Süryaniler, Röportaj-inceleme Mayis 1988. Ekin Yayýnlarý

Bingeha Êzîdiya li Derveyî Welat. Hannover Kovara Roj hemû hêjmarê derketî.

Burhan Oðuz -Türkiye halkýnýn kültürKökenleri -Teknikleri, Müessesleri, inaç ve Adetleri-Cilt .I: Giriþ, Beslenme ve Teknikleri. Istanbul 1976. Istanbul Matbasý

Burhan Oðuz -Türkiye halkýnýn kültürKökenleri -Teknikleri, Müessesleri, inaç ve Adetleri - Cilt .II :Tarým, Hayvancýlýk, Meteoroloji- Istanbul 1976 Istanbul Matbasý

Cemþid Bender -Kürt Mitolojisi - 1 Berfin Yayinevi.

Cîgerxîn -Tarîxa Kurdîstan Cîld.:1 Stockholm 1985

Yekîtiya Êzdiyan Almanya-Kovara Laliþ hemû hêjmarê derketî

Dr.Cemþid Bender -Kürt Tarihi ve Uygarliði çap.1. 1991 Kaynak yayinlari

Ekrem Cemîl Paþa -Dîroka Kurdistan bi kurtebirî. -Çile 1995 Bruksel.

Ethem Xemgîn -Kürdistan Tarihi cilt-3. 1991- Kürdistan Tarihi cilt-1 1982. Agri Verlag

Hayri Baþbuð -Yezidilik inancý, Türk Dünyasý Araþtýrmalarý Vakfý Yayýný : 39. Istanbul 1987. Baysan Basým ve yayýn sanayý A.Þ.

Komela Çande û Dînê Êzîdî ya Oldenburgê -Dengê Êzîdiyan hemû hêjmarê derketî

Torî -Yezidilik ve Yezidiler- Istanbul. Berfin Yayýnlarý Mart.2000

Xidir Pîr Silêman -Êzîdiyatî ( Wane bo qutabîyêt êzidya) 1996 Dihok

Pîr Xidir Silêman -Laliþ Kovera rewþenbîrî Demdemiye Bingehî. Dihok hemû hêjmarê derketî .

Ereb Þemo -Þivanê Kurd -Tebax 1990. Köln

Bazil Nikitin -Kürtler - Deng Yayýnlarý . 1991 Istanbul u.w.d.

18. Çend bûyerên ku di van salên dawî de bûne û min di çavkanî:19 de nivîsandine jî ev in: Kilama Hesinê Mihemed, 1956, Kilama Gundiyên Çinêriya, 1963, Strana Birahîmê Rizgo, 1964 û wekî dinê hêjî bi sedan hêvî, gazî û bûyerên Êzîdiya ye ku ne hatine nivîsandin hene.

Ew Êzîdiyên ku koçberî welatên Qafqasiyan û Erebîstanê bûne, ewan di wan welatan de Êzîdiyatî û çanda xwe bi zahmetê giran parastine. Lê Êzîdiyên ku di nava sînorên Cumhuriyeta Tirkan de mabûn; Êzîdiyên Xaltiyan, Amedê, Hekkarî-Serhedê, Botan (Basa), Çêlka (Tur-Abidin), Meletê û Ruha yê Wêranþehîrê ev bi piranî hatine qirkirin û helandin. Di wan herêman de, îro çend malên Êzîdiyan bi tenê li devera Xaltiyan û li herêma Wêranþehrê de mane. Belê eger meriv îro wanê mayî tevan bîne li ser hev, dev de weke gundekî piçûk jî tûne ne. Þovenîstên Tirkan bi alîkariya olperestên Kurd, welatên cînar û menfêatçiyên Ewrûpayiyan gelê Kurdîstanê yê herî kevn di nava xwe de helandin. Ji bo ew bikaribin cî û warên Kurdan, ne xasim yên kurdên Êzîdî li hev pare bikin û þopa hebûna Êzîdiyan tam wenda bikin, ewan êdî di sala 1934'an de qanûnên guhartina navên gund û paþnavên evdên Kurd derxistiye. Wana bi vê siyaseta xwe ye þovenîst û ne demokratik, çiqas mulkê Êzîdiya yê heta wan salan hebû, tev ji destên Êzîdiyan derxistin, tapû û qoçanên wan yê heyî jî çirandin û bi sedan gundên Êzîdiyan pareve kirin. Vêga jî, di destên gelek Ezîdiyan de tapû (qoçanên) yên erd û gundan hene û herkes jî dizane ku ev gund û êrd yên Êzîdiyan e, lê ji ber ku xwînxwaran navên di qeydiyan de guhastine, êdî Êzîdî nikarin daxwaz û bahsa van milk û talanên xwe bikin. Jixwe ji ber vê zilm û zora ku dewletê û olperestên Musilmanên Kurd, li Êzîdiyan kiriye, tu evdek ji Êzîdî û ji ecnebiyan nikare di derheqê hêjmara Êzîdiyan de agahdariyeke rast bide. Agahdariyên di derheqê hejmara Êzîdiyan de hatî û tê gotin, tenê gumanên evda ne.

Bila tu kes çewt fahm neke, ez nabêjim van nivîskar û gerokên ku min bahsa lêkolin û berhemên wan kiriye tenê rastiya rewþa gelên Kurdîstanê diyarkirine. Eþkere ye ku geleka ji wan, ji bo armanc û berjewendiyên xwe û dewletên xwe, bi zanistî çewtîtî û neyartî xistine nava gelek netew û olên (Musilman, Xirîstiyan, Êzîdî, Elevî û.w.d.) ku li Mezopotamiyayê hene.

Her weha hêvîdar im ku hinek ji dîroknas û lêkolînerên dîrokê, dê karibin zêde li ser van babetan rawestin, ewê wan zaniyarên ku destê min ne gehîþtiyê kombikin û ji me re pêþkêþbikin. Dîsa ezê gelekî dilxweþbim gava ku em ji vaqas bûyerên bûyî, wekî çewa V.O.Klyûçewskî gotiye: "Em gereke demên derbazbûyî fêr bibin, ne ji bo wê ku ew îdî derbaz bûne, lê herwaha bona wê, ku ew dema derbazbûyî nikaribûye paþmayînên xwe bide paqijkirinê." (9) fahm bikin.
Dema em birastî berhev bikevin, emê hingê jî bi serbikevin.

ÇAVKANÎ:

1- Þerefxanê Bedlêsê-ÞEREFNAME -Tarîxa Kurdîstanê ya kevn 1579-, Wergera kurmanci: ya ji aliyê Zîya Avci ve di sala 1998 de çapa yekem a Kurmanci ji Weþanxaneya Apecê, weþan Nr.: 129 hatiye weþandin.

2- Garo Sasunî-Kürt Ulusal Hareketleri ve Ermeni-Kürt iliþkileri, Stockholm-1986.

3- Alfert Dapper,-Reich des Großen Mogols, Persien, Georgien und Mengrelien- 1682.

4- Johan Heinrich Zedler- Grosses Unjversal Lexicon Band.XIV (Jezides) Leipzig 1735.

5- Karsten Niebuhr,- Reisebeschreibung nach Arabien und anderen umliegenden Ländern 1774 bis 1778 in Kopenhagen-Zürich 1766

6- Bergk, Johann Adam -Natolien, Georgien, Armenien, Kurdistan, Irak und Al Dschesira (in historische, geographische ..) Heinsius in Gera, 1799. Mit zwei Karten.

7- James Claudius Rich,- Narrrative of a Residence in Koordistanya -Duncan, 1836. S.:66-130.-

8- Avyarov, Osmanli-Rus ve Iran savaþlarinda Kürtler 1801-1900. Ankara 1995 . Osmanlýcadan Tercüme eden : Muhammed (Hoko) Varli(Xanî)

9- M.S.Lazarev -Pirsa Kurdan (1891-1917)- Weþanên Roja Nû:49. Stockholm 1999. Wegera ji rûsî: Têmûrê Xelîl.

10- Helmut v. Moltke-Unter dem Halbmond 1835-1839. Seite:258-265.

11- Dr.P.Müller Simonis, Durch Armenien, Kurdistan und Mesopotmien.Meinz 1897.

12- Austin Henry Layard, -Nineveh und Babylon (Nebst Beschreibung seiner Reisen in Armenien, Kurdistan und der Wüste.- Leipzig 1855

13- Karl May, Durchs wilde Kurdîstan 1885

14- Nolde Baron Eduard -Reise nach Inner Arabien, Kurdîstan und Armenien 1892 - Braunschweig 1895, Vieweg 1895.

15- Robert Koldewey, - Heitere und ernste Briefe- Berlin 1925 rûpel.:166-

16- Dr. Celîlê Celîl, Jiyana Rewþenbîrî û siyasi ya Kurdan (Di Dawiya Sedsala 19'a û Destpêka sedsala 20 ´a de)- Çapxana Jîna Nû . Çirya Dawî 1985 Uppsala.

17- Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl- Zargotina Kurda Para I û II. Moskva 1978.

18- Günther Deschner, Saladins Söhne: Die Kurden- des betrogene Volk/ 1983 München-

19- Kemal Tolan, Hebûn û tûnebuna Êzîdiyan tav romanên zindîne. Oldenburg 2000. Weþanên Mala Êzîdiyên Oldenburgê.

20- Dr.Theodor Menzel(Odessa). Ein Beitrag zur Kenntnis der Jeziden. Leipzig 1930. Rûp.:CXVI. de .

21- Haciyê Cindî- Hewarî-, Weþanên Roja Nû. Çileyê Paþin,1999.

22- Etem Xemgin - Kürdistan da Dini inançlar ve etkiler. Köln 1996. Rûpel:58.

23- Pîr Xetîp, Ev Miþêwra di sala 1270 de bi destnîþana gelek Xasên Êzîdiyan hatiye tomarkirin . Mamoste Pîr Xidir Suleyman ev ji min re xwand û jê derek jê da min.

24- Osman Aytar-Hamidiye Alaylarýndan Köy Koruculuðuna-Agustos. 1992.

25- Malpera; Îzedîn Bacini http://home.dencity.com/bacin/,

26- Malpera; http://www.milli yet.com.tr/1998/01/10/ykemal.html,

27- Malpera; http://members.nbci.com/avrasya/depo1/yazma.htm,: Yazma Van Tarihi'nden Notlar: VAN'DA YEZÝDÝLERLE KANLI SAVAÞLAR

28- Pîr Xidirê Silêman & Xelil ê Cindî-Êzîdiyatî ( li ber ronaya hindek tekstên ol Êzîdiyan). 1995. Ararat.

29- Major Frederick Millingen, Kürtler arasýnda doðal yaþam- Çevîren: Nuray Mestci

30- http://www.folklorkurumu.org/folklora/yoreler/van/asiretler.htm,

31- Yaþar Kemal, Fýrat Suyu Kan Akýyor Baksana - Bir Ada Hikayesi I- Ocak 1998 Îstanbul.


Geri Dön
Baþa Dön
Yazýcýya Ver