Yekîtîya Komelên Kurdistan-KOMKAR, di 21. 10.2001'ê da merasîmek pêkanî xelateke spasdarîyê bona kar û bar û xizmeta Mamosta M. Emîn Bozarslan di warê ziman, edebîyat û kurdolojîyê da daye wi. Þairê bi nav û deng Eskerê Boyîk jî beþdarê vê merasîmê bû û paþ axaftineke kurt lê belê bi naverok, xelata spasdarîyê pêþkeþî M. Emîn Bozarslan kir. Em axaftina Eskerê Boyîk pêþkeþî xwendevanên xwe dikin. DENG

"Em bi emekê te, keda te li ber dîrokê serfiraz in kekê meyî hêja M. Emîn Bozarslan!"

Eskerê BOYÎK

Pismamên hêja,

KOMKAR'a meyê delal spartineke pir xweþ û bi hurmet daye min, ku xelata wêye taybetî, ya "Nivîskarê salê" tesmîlî pismamê xweyî hêja, nivîskar, ulmdar, werger, rewþenbîrekî Kurdî dema me, yê herî bi nav û deng û ji alyê me teva va hizkirî Memed Emîn Bozarslan bikim.

Pismamno,

Mirov hene, ku temamîya jîyana xwe, bextê xwe, çûyîn-hatin, karkirin, heta evîn û xweþîya xwe ji bextê gelê xwe va girêdidin, dibin xulam, xizmetkar, xemkêþ û usan jî rêber û ronakbîrê wî gelî.

Mirovekî usan e maqûlê meyî îro, kek M. Emîn Bozarslan.

Bi vî rewþenbîr, nivîskar û xemkêþê gelê Kurd, yê rastî pir zemet e, gotî her astengîya, çetinaya, çi kul û derdê dinê da hene hildî li ber çavê xwe.
Gava mirov li rîya wî nivîskarê meyî derbazbûyî dinhêre, dibîne, ku rastî jî ew jîyanê ra ketîye þer, çetînayî, astengî, carna jî kelemên nebûyî alt kiriye, lê tu wexta ji rîya xweye pîroz, ya welatparêzîyê, milethiziyê derneketîye, ji nêt û meremên xwe paþda venekiþiyaye. Di nav bager û firtonên jîyanêye aloz ra derbaz bûye, zêryaye, lê dengê wî nehatiye kêmkirin, dijmin ra nebûye hêsîr, bedel û qurbanên mezin daye, neketiye lîstika tu kesî, îro jî bi îsafa paqij, bi emekê mezin, enîya serfîraz û zanebûnên ansîqlopedîk li ber gelê xwe sekinîye; ji pêra jî bi dil û ced, bi hereketa gêncîyatîyê karê xweyî pîroz didomîne.

Nivîskarê meyî hizkirî li dilê Kurdistanê, wîlayeta Dîyarbekirê, li gundekî qeza Licê da hatiye dinê. Bi zargotina gelê xwe, eyd-erefat, rabûn-rûniþtinên gelê xwe hatiye perwerde kirin. Tama xweþîya ziman, bedewîya kilam, raqasên me, zarokîyê da ketine li nava ruhê wî. Ew hemû dilê wî da tevî þîrê dê bûn, bûne hizkirin, kijanê ra dibêjîn hizkirina welat.

Lê telebextra li dora welatê wî xezeva qederê bû. Nav, ziman, nasname kurdayatîyê ji alîyê dewleta dagîrker va hukumeta mîletçîyê xezev va qeytkirî û hebskirî bû. Çi kurdî bû bi berkî dihat înkar kirin, nuxsan kirin, qedexe kirin. Kurdistanê da kurdîtî dihate kuþtin.

Bozarslanê gênc wan neheqiyê qebûl nake. Salên 60'î pirtûkên xwe ewlîn "Þeyhlik-Aðalýk" (Þêxtî-Axatî, 1964) û "Doðunun Sorunlarý" (Þolên Rojhilatê, 1966) bi zimanê tirkî diweþîne û derdikeve dijî wê neheqiyê. Dewê dike, ku astengiyên dijî gelê wî bêne hildan, bi zimanê wî jî rojname, kovar, pirtûk derkevin, bernamê radyoyê bêne dayîn û dibistanên gundên kurda da zarok bi zimanê dayka xwe perwerde bin.

Alîkî da dagîrkerîyê dewrana ya ruhî, perçiqandin û bêrûmetkirina zimanê kurdî alyê zimanê xerîb va, gelê kurd jî xwendin û nivîsarê kitêb-defteran neban kirine. Alîyê din va dewlet û hukumatên dagîrkerê zalim, ku gelê kurd bihelînin, tunekin, nehîþtine Kurd bi zimanê xwe bixwînin-binivîsin, hata biaxivin, gelê kurd jî ji hindava xwe da zimanê wan qebul nekiriye û civak nexwendî, cahil maye.

Rewþenbîrê kurd ji her alya va hatine zêrandin, perçiqandin. Civaka kurd jî heta îro Rewþenbîrên, ku xwedî nirx, ner û nasnama gelê xwe dirdikevin, þûrê dagîrkerê zulmê timê li ser serê xen da bûye. Civaka kurd jî heta îro jî çawa lazim e xweyî rewþenbîrê xwe denakeve, qîmatê wan nizane.

Bozarslan ji wan rewþenbîra bû, ku wextê da tê derxistin, wekî xwestin û gotin hindikin, bi zimanê dagîrkera mirov binivîse, bixûne, biaxive û dewa mafê ziman û nasnama gelê xwe bike tiþtê pûç û derew e. Rewþenbîrê gelê xweyî rastî, gotî bive mînak, bive pêþîkar. Ew gerekê seva ziman, nasname û pêþxistina medenîyetê gelê xwe bixebite, têkoþînê bide, cîyê þer jî be, þerke. Û wî bi mêranî berê xwe da wê dewê, tilya xwe danî li ser birînê, li ser pirsgirêkê. Ewî Elfeba zimanê kurdî (Kurmancî) amade kir û sala 1968'a Stembolê da weþand.

Elfeba ji alye rêjîma tirkê nijadperest va bi þura hat peþwezîkirin, hat qedexekirin, nivîskarê wê jî ji bo gîva "perçe kirina Komara Tirkyayê û sazkirina dewleteke kurda" hat girtin. Dozkarê dewletê Elfeba ça dînamît nav kir, ku Bozarslan xwastiye bike bin sîyaseta Komara Tirkyayê.

Ev Elfeba ya kurdîyê pêþin bû, ku li Kurdistana jorîn derdiket. Ew bi lewzekî pir xweþ, sade û delal hatîye nivîsar. Heta niha çar cara hatiye çapkirin. Ewqas sal li ser weþandina wê ra derbaz bûne lê qimetê wêyî bedewtîyê wunda nebûye.

Xebata wî tenê li ser Elfeba nî bû. Nivîskar, ulmdarê hêja karekî pir berfire dabû ber xwe. Mem û Zîna nemir, destana Ehmedê Xanîyê mezin ji tîpên erebî werdigerîne tîpên latînî, tev wergera tirkî wê salê diweþîne.

Ji pey çapkirina Mem û Zîn ra ew destê xwe davêje sertaceke medenyeta gelê kurd, ya here bi nav û deng Þerefnama navdar. Çawa eyan e, ew çavkanîya dîrokê yê pir bi qimet 400 sal berê ji alyê hukumdar û dîroknivîsê kurdî gewre Þerefxanê Betlîsî da hatye nivîsar. Nivîskarê me wê werdigerîne zimanê tirkî û sala 1971'ê çap dike.

Dewleta tirkê þovenîst tê derdixe, ku dijî wê rewþenbîrekî esil sekinye, bi mêranî mafê gelê xwe xweyî dike, gelê xwe hiþyar dike û niþanî gelê Tirk jî dide, ku çi hukumata nijadperest dibêje usa nîne, Kurd ne Tirkê çîya ne, Kurd miletekî kevn e, xweyî edebyet û medenyeta dewlemend e. Êdî rehetîyê nadine nivîskar. Ew dibe suturyê çavê wê rêjîma kurdxwar. Salên 1971-1974'an da ew hebsa leþkerîyê ye zulm ya Amadê da derbaz dike.

Lê tu astengî, tu hebs-zindan, tu îþkence û zêrandin nikarin dengê nivîskar bibire, qelema wîye adan bidine kerkirin.

Ew pirtûka dîrokî, ya dîroknivîsê Kurdî sedsala 12'an, Kurd Ýbnul-Ezreq El-Ferîqî "Tarîxu Meyyafarqîn we Amed", Dîroka Farqinê û Amedê, ku bi zimanê erebî hatiye nivîsar, cilda wêyê ewlîn werdîgerîne tirkî û sala 1975'a bi navê "Mervani Kürdleri Tarihi" Dîroka Merwanîyên Kurd çap dike.

Salek peyra bi wergera wî pirtûka dîplomatê Emerîkî Wîlîam Aeglaton ya li ser Komara kurda Mehabadê bi zimanê tirkî çap dike: "Mehabad Kürd Cumhuriyeti."

Ferhanga Kurdî-Erebî ya ku sala 1894'a, alyê Yusuf Zîyaeddîn Paþa va hatibû amadekirin, Bozarslan kurdîya wî ji tîpê erebî werdigerîne tîpên latînî, erebîya wê jî tîrkî û sala 1978'a bi navê Ferhenga Kurdî-Tirkî diweþîne.

Rêjîma tirkê nijadperest dijî wî û neferê wî dest bi rêprêsya dike. Mecbûr dibe sala 1979'a dest ji welatê xwe bikþîne bê welatê Swêdê. Wura êdî ew xwe bi temamî pêþkêþî edebyet û medenyeta gelê dike, li ser kovara Jîn rojname Kurdistan kovara Kürd Terakki Gazetesi-Nuçemane Hevkarî û Pêþketina Kurdan, destana Mem û Zîn û gelek tiþtên din dixebite, ruh û rewþeke nû dide wan, wan dike malê xwendevanê kurd û kurdzanîyê.

Çawa am zanin, sala 1898'a rojnama kurda yê ewlîn Kurdistan ji alyê Mîqdad Mîdhat Bedîrxan va li Misrê hatye weþandin, paþê birayê wî Evdîlrehman weþandina wê li Ewropayê domandîye. Sê sal pêþda gelê kurd bi serê vê rojnamê 100 salîya rojnamegerîya xwe da kivþê.

Salên 1908-1909'an ji alyê komela "Hevkarî û Pêþketîna Kurdan" va li Stembolê bi zimanê kurdî û tirkî kovara Nûçeyên Hevkarî û Pêþketina Kurdan derdikeve. 9 hejmarê wê gîhîþtine me.

Salên 1918-1919'an komela "Pêþketina Kurdan" li Stembolê bi zimanê kurdî, tîpên erebî kovara Jîn weþandîye. 25 hejmarê wê derketine.

Bozarslan van nimûnên rojnamegerîya kurdî, vê hebûna gel ê dîrokî ji tîpên erebî werdigerîne latînî, kurdîya wan dike tirkî, tevî orîjînalê, bi binnot û pêþkeþîyên dirêj (tirkî û kurdî) diweþîne. Evan lêkolînên hêja û xebatnê ulmî yê giranbiha ne derheqa ziman, edebyet, rojnamegerî û tevgera rizgarîxwazîya gelê kurd da.

Kovara Jîn bi 5 cîlda salên 1985-1988'an, Kurdistan bi 2 cîlda sala 1991'ê, kovara Nûçeyên Hevkarî û Pêþketina Kurdan sala 1998'a weþand.

Xebateke hêja, ku hurmeteke mezin Bozarslan ra anî û dîyarîke mezin bû ji bo xwendavanên Kurd, xebata wîye nû bû li ser Mem û Zînê. Sala 1995'a gele me bi þaynetî 300 salîya vê destana ronakbîr û fîlîsofê mezin Ehmedê Xanî da kivþê.. Ku ez vira bêjim rêvabir, berdevkekî vê eyda pîroz hobelyarê meyî îro M. Emîn Bozarslan bû, xwendevanê tev jî ji min ra qayîlbîn.

Nivîskar 5 çapê Mem û Zînê yê berê derketî, dane li ber hev, ew him bi nûva ji orjînalê jî tîpên erebî kirye tîpên latînî, hîm kurdîya wê ya orjînal kirye kurdîya xwerû. Cara ewlîn bi saya xebata wî xwendevanên kurd karibûn vê destana netewî, wê sertaca edebyata hemdinyayê bixwînin û naveroka wê fem bikin.

Pêþkêþîya, ku hatye nivîsar, lekolîneke giranbiha ye, têda him destan, him nivîskarê wê, him jî halê Kurdistane yê dîrokî di dema nivîsara destanê hemû alya va hatiye nasandin.

Van salên dawîyê rojname da nivîsînên wîye hewaskar li ser Ansiqlopêdîya tirkan ya pêþîn hatine xanê. Ev ansîqlopêdîya 6 cîld in û navbera salên 1889-1898'a li Stembolê hatiye çapkirin. Cîlda wêye 5'an da gelek melûmet derheqa gelê kurd û welatê wan Kurdistanê da hene.

Bozarslan ew wergerandîye tirkyayê xwerû, pêþkeþîke layiq jî derheqa rewþa Kurdistanê dewra Osmanîyê û ji pey Osmanîyê ra nivîsî. Li wur da tê nîþandayîn, ku çiqas ji rewþa kurda Împeratorya Osmanîyê da ne pak bû lê dîsa ji dema vê komarê çêtir bûye. Pirtûk îsal li Stembolê derket, lê hate qedexe kirin.

Kek Bozarslan karekî mezin kirye di alyê berevkirin, lêkolînkirin, çapkirin û ji undabûnê xilazkirina nimûnên zargotina meye dewlemend da... Bi hesavekî mezin meselok, pêkenok û çirokên gelerî ji gel berev kirye û bi rêzên "Meselokên Lawiran", bi 5 pirtûkan, "Meselok" bi 5, "Çirokên Gelerî" jî bi 6 pirtûkan weþandîye. Hewaskar in pêþkêþî û ferhengokan seva wan rêzan nivîsî...

Pismamê hêja kek Bozarslan nivîskarekî xweyî emek û alyê xwendevana va hizkirî ye. Hela 27 sal berê, sala 1974'a berevoka kurteçîrokên wî, bi navê "Ýçerdekiler ve Dýþardakiler" -Yên li hundir û yên li der- bi zimanê tirkî çap bû. Sala 1979'a berevoka wîye kurteçîroka ya duda: Meyro êdî bi zimanê dê neþîr bû. Ev berevok, pirtûka kurteçirokaye ewlîn bû, ku li Kurdistana Bakur Kurmancî derdiket. Çimku zimanê kurdî Tirkyayê da qedexe bû, ev berevoka jî hate qedexekirin û topkirin. Berevoka kurteçiroka ya sisya Þerefa Ristem Keya di sala 1992'a hat çapkirin. Kurteçirokên wî bi gelek zimanan hatine wergerandin û çapkirin.

Min tim bi hewaskarîke mezin kurteçirokên kek Bozarslanê delal xwendine.

Çi ye qîmete wan? Li nava çap û xetên kurte, sixe, tima da nivîskar karibûye naverokeke kûretiragîk bide û halê gelê kurd ê aborî, olî, sîyasî bîne ber çavan. Mirovên çîyaye sade, karker, dilpaqij, ewledê suruþta rengîn li bin nîrê þundamayîn, terya olî, zordestîya karbidestên dewletê û dagirkerîya xezev da barê qedera neheq dikþînin.

Pirtûkeke nivîskarê hewaskar e: Kemal Paþa Waledê Kî ye? Bi menya pêkenokên sîyasî nivîskar karibûye þexsîyeta diktatorekî sedsala 20'an Kemal Ataturk, xiravî û xezeva wî li ser gelê Kurd bîne li ber çavên xwendevana, bide kivþê ku kurd çi difikirin derheqa wî evdê nijadperest da.

Gelek berhemên wê pirtûkê kurteçirokne delal in.

Hevalno,

Min bi kurtayî nav-nîþanên xebatên nivîskar anî bîra we. Lê çiqas gotarê wî rojname, kovar û pirtûkên cuda cuda da çap bûne? Lê sêmînarên wî? Lê karên wîye sîyasî? Hema tiþtek na rojnema me da rêza gotarên wîye Kuncê Zimên, ku eva demeke dirêj e berdewam e. Ev xebata giranbiha kare peþîrojê da bive çavkanîke dewlemend ji bo danîna hîmê zimanzanîya meye ulmî.

Eger tiþt min bîr kir nivîskar û xwendevanên hazir min biborînin. Wî ewqas karê mezin kirye, ku li nava vê axaftina silavkirinê kurt da mirov nikare her tiþti bîne ziman.

Em bi emekê te, keda te li ber dîrokê serfiraz in kekê meyî hêja M. Emîn Bozarslan! Emekê hêja nayê bîr kirin, kî rojê jî hebe tê bîranîn, tê þêkirandin. Hinek li dema jîyana xwe da berê wê þêkirandinê tam dikin, ya hineka jî pêy jîyana wî ra...

Bextê gelê me naniye. Qederê baxtekî giran kirye para me.

Halekî usan li me da çêbûye, ku ji bo gelê xwe karkirin, emek dayîn jî alyê hukumdarên dagîrker va hesab dibe ne ku rewa lê sûcê giran. Û ji seva wî emekî, wî karî ne ku xelata didin, lê pirtûkên wan diþewitînin, wan îþkence dikin, berê wan didin hebs-zindana.. Ya here baþ mecbûr dikin xerîbiyê da roj û salê xwe bimeþînin.

Çi bikin? Usa ye! Ez bawer im rojekê bê Kurdistanê çêbe, dawî kul û derdê me jî bên. Û îro rast e dewlet û hukumata gelê me tune, lê gel bi xwe emek û keda ewledê xweyî hêja diþêkirîne.

Ev xelata biçûk dilê me da xelat, ritb, nav-nîþanên dewletên zor û mezin bi hurmedtir û giranbihatir e.

Ez ser navê hazira, ser navê temamya endamê KOMKAR'a meye delal, ser navê gelê Kurd ji bo vê xelata hêja te pîroz dikim û silametîyê, sehet-qewatê tera dixwezim.

Em, xwendevan hêvya berhemên teye giranbihaye mezin in...


Geri Dön
Baþa Dön
Yazýcýya Ver