SAL / YIL          : 8
HEJMAR / SAYI : 260
TARÎX / TARiH  : 26.06.2008
 

TÊMÛRÊ XELÎL
Dersdarê zimanê Kurdî, şayîr û nivîskar; Rizalîyê Reşîd


Şayîr û nivîskarê kurd, mamosta Rizalîyê Reşîd di roja 19ê hezîranê da li Ermenîstanê çû ser heqîya xwe. Rizalîyê Reşîd 69 salî bû. Mirina şayîrê hezkirî di nav dost û hevalên wî û hemû dorhêlên welatparêz da xemgînîyeke mezin peyda kir.
Rizalîyê Reşîd, sala 1929a 16ê Kanûnê li paytextê Gurcistanê Tibîlîsîyê hatîye dinê. Dema çar salî bû bi dîya xwe ra tevayî hatine Ermenîstanê, gundê Kurekendê (niha Fêrîk) cem apê xwe Ahmê û pîrka xwe Xezalê.
Rizalîyê biçûk li gundê xwe yê teze dest bi dibistanê dike. Du salên pêşin xwendin bi zimanê kurdî bû. Dû ra di sala 1938/39an xwendina kurdî ji mekteban tê hildan. Di dibistanên gundên kurdan da xwendin dibe bi zimanê ermenî. Loma careke din ji koma yekê dest pê dike. Piştî xwendina pêşin û navîn dest bi xwendina di kolêca mamostetîyê ya Êçmîadzînê dike. Piştî xwendina kolêcê dikeve înstîtûta pêdagojîyê beşê dîrokê dixwîne û dibe mamoste. Di navbera salên 1956-93 her li gundê xwe mamostatîya zimanê kurdî dike. Ji sala 1962a heta 1993 serwêrê mektebê bûye.


Pêdagog, dersdar Rizalîyê Reşîd di eynî wextê da şayîr û nivîskarekî berhemdar bû. Kitêba wî ya yekemîn “Berbi Tavê” di sala 1964-an da li Rewanê çap bû. Du berhemên wî yên din jî – “Xem û Xeyal” (1982) û “Heyr û Guman” (1989) wek pirtûk ronahî dîtine. Bilî van kitêban gelek berhemên wî wek şiêr û çîrok di gelek rojname û kovaran da ronahî dîtine. Herweha ji sala 1955-an heta vê dema dawî bi sedan gotar û helbestên wî di rojnameya “Rya Teze” da çap bûne. Niha gelek helbest û kurteçîrokên wî yên neçapkirî ji bo çapê amade ne. Em hêvîdar in ew rojekê zûtir bên çapkirin û tevî edebîyata me bibin.

Rizalîyê Reşîd

Kurdistan

Hezar, hezar sal û zeman
Hat dabirîn, çîyayên me man
Hezar, hezar av û tofan
Kişîyan û çûn, kanîyên me man.
 
Hezar, hezar qebîl û ber
Ser axa me saz kirin şer,
Weke berfa sîngê Sîpan
Helîyan, dîsa çîyayên me man.
 
Hezar, hezar car par kirin,
Hezar, hezar nav lê kirin,
Tofanê şûşt, dîsa birin,
Dîsa navêd qedîm ser man.
 
Hezar, hezar sedsal herin,
Merd û nemerd ser bigerin,
Te bernadin em ji destan,
Welatê me xweş Kurdistan.

Çend çarîn

Evê dinê hela binê, çiqas xas û xavan e,
Çiya û banî, mêrg û kanî qey bê bûk û zava ne,
Reş, gewr, qîçik em bibin yek, wek keskesor, binhêrin:
Keskesor bi rengê tev hev çiqas bedew xuya ne.
* * *
Berî gişka te em dinê dane nas,
Û me danî hîmê ziyaret, bircêd xas,
Felek çi bû, îsafa te winda bû?
Mala xwe da ketim bin barê qesas.
* * *
Diya min digot – şîrê min li te helal be,
Rênga te rast, esmanê te zelal be,
Min bîr dikî, lê ji bîr meke – diya û min te
Kurdistan e, ber bibe mûm, şemal be.
* * *
Bextê heqîyê ketîye kêvir, Êzdîyo1 kuyî, dîyar be,
Rehmeke xêr bavê dinê, belkî îsaf hişyar be,
Qelpî, qûlpî bêne hildan, dev ji cegera hev berdin,
Dinya sar bûye, bê îtbar bûye: Êzdîyo, gidî, dîyar be.
* * *
Qe nizanim kîjan kalkê kalkê minî xêrnedî
Ez dûr xistim ji welatê binga vê dinya qedîm.
Vaye îdî bûm sirsirkê çirê çira, lê belê,
Hê ax, keser dil didine der, çar, ziyareta nedî.
* * *
Bese, lo-lo, bese lê-lê, pir şerm e,
Gazinê zar û zêça her ro bêne ser me.
Bidirînin van çeperêd nav welêt,
Çar hemêz bin, ku bîna me bê ber me.

1 Êzdî – yazîdî – navê xwedayê rehmê ye.

Têbinî; Ev nivîsar, ji aliyê kovara Roja Nû ve hatiye amdekirin.

 
    Yönetim Yeri ve Yazışma Adresi : Kurt İsmail Paşa 5. Sok. Fırat 5 Apt Kat:1 No: 2 Ofis/DİYARBAKIR   Tel: 0.412 223 89 23
    Yurtdışı Temsilciliği : Postfach: 131931, 42045 - Wuppertal/Almanya  Tel: 00 49 202 283 23 39 - Fax: 00 49 202 758 34 79