Xwendevanên hêja, em dý “Kuncê Zýmên” da disa hatýn gihiþtýn
babeteki nazýk. Ew babet, awayê gotýn û nývisina peyvýka
“lewra”yê ye. Çýma em jê ra dýbêjýn “babeteki nazýk”? Semedê
vê gotýna me ev e ku hýn nýviskarên Kurd vê peyvýkê bý awayê
“lewre” bý kar tinýn. Mýxabýn ku Celadet Bedýrxan ji wýsa
bý kar aniye. Belki jý ber ku wi wýsa bý kar aniye, hýn nýviskarên
di ji peyvýkê bý wi awayi bý kar tinýn.
Lê belê awayê rast ê karanina vê peyvýkê “lewra” ye, ne
“lewre” ye. Wek ku me bý dýleki fýre dý beþê “amanc”ê da
gotýbû xwezi ku Celadet Bedýrxan ev peyvýk neguharta û nekýra
“armanc”, wek ku me dý beþê “da” û “ra”yê da ji gotýbû xwezi
ku Celadet Bedýrxan ev her du peyvýk neguhartýna û nekýrýna
“de” û “re”, lý výr ji disa bý dýleki fýre em dýbêjýn xwezi
ku wi “lewra” neguharta û nekýra “lewre”.
Her weha, Celadet Bedrrxan peyvýka ”jý”yê ji beri ”lewra”yê
bý kar aniye û her du peyvýk pêkve, dýgel hev, bý awayê “jý
lewre” bý kar anine. Lê belê “jý” ji dýgel “lewra”yê qet
bý kar nayê anin. Çu hozaneki me yê klasik “jý” dýgel “lewra”yê
bý kar naniye. Lewra çu kareki “jý”yê, çu fonqsiyoneka wê
lý wýr tune; ihtiyaca “lewra”yê ji qet bý “jý”yê tune.
*
Dý vi beþê “Kuncê Zýmên” da me dývê em peyvýka “lewra”yê
hem bý maneya wê, hem ji bý kar û fonqsiyona wê bý awayeki
fýre býdýn naskýrýn û dý heqê wê da jý edebiyata Kurdi ya
klasik hýn minakên pêwist jý xwendevanên berrêz ra pêþkêþ
býkýn.
Du peyvýkên me yên di ji hene ku dýþýbýn “lewra”yê, lê bý
kar û maneyên xwe jý “lewra”yê cuda ne. Ew her du peyvýk
ji “lew” û “loma” ne. Em’ê lý výr berê “lewra”yê býdýn nasin;
paþê ji em’ê qala “lew”ê û “loma”yê býkýn û wan býdýn naskýrýn.
Weha:
“Lewra”, bendýka bendkýrýna tevokan (cumle) û þaxtevokan
e. Wek bendýkek dý navbera du tevokan da yan du þaxtevokan
da ci dýgýre û wan bý hev ve bend dýke, gýrêdýde û mana “jý
ber ku, jý ber semedê ku” dýde tevoka pey xwe yan þaxtevoka
pey xwe. Bý peyveka di, tevoka pey xwe yan þaxtevoka pey
xwe, jý ya beri xwe ra dýke semed.
Ev peyvýk, tam hevmana “çûnki”ya Farýsi ye.
Em bala xwe býdýn van her du tevokên lý pey hev:
“Mýn nekari ez jý malê derkevým. Lewra baran dýbariya”.
Wek ku diyar e, lý výr “barina baranê”, bûye semedê “nekarina
derketýna jý malê”. Ev kar û fonqsiyon ji bý peyvýka “lewra”yê
hatiye pêkanin. Yani “lewra”yê tevoka pey xwe, ku “baran
dýbariya” ye, jý tevoka beri xwe ra, ku “mýn nekari ez jý
malê derkevým” e, kýriye semed. Yani çýma nekariye jý malê
derkeve? Çûnki baran bariye; semedê nekarina derketýnê, barina
baranê bûye. Wek ku bê gotýn “Semedê ku mýn nekari ez jý
malê derkevým, barina baranê bû”.
Wek ku lý jor ji me da zanin, vê peyvýkê dý edebiyata Kurdi
ya klasik da ji bý awayê “lewra” ci gýrtiye. Çu hozaneki
me yê klasik, peyvýk bý awayê “lewre” yan ”jý lewre” bý kar
naniye.
Mesela, Ehmedê Xani dý beþê 10’an ê “Mem û Zin”ê da dema
salýxê mêrxasiya bavê Tacdin daye, weha ci daye “lewra”yê:
“Babê wi, dýgotýn’ê Skender
Lêkin Ereban dýgo Xezenfer
Lewra ku bý mêri, þubhê þêr bû
Roja þeri ew hezar-ý mêr bû”.
“Xezenfer” yani þêr; “þubh” yani wek, mina; her du peyvýk
ji Erebi ne. Yani semedê ku Ereban jê ra gotiye Xezenfer
ew bûye ku bý mêraniya xwe wek þêr bûye. Ev mane ji bý “lewra”yê
hatiye diyarkýrýn.
Xani dý beþê 14’an da ji dema qal kýriye ku Mem û Tacdin
dý cejna Newrozê da rastê Zinê û Sýtiyê hatýne û bý evina
wan bêhýþ ketýne, daye zanin ku her du xuþk çûne ser wan;
hýngê dý heqê wan da weha gotiye:
“Wan vê ku býzanýn ew çý esl ýn
Lewra ku nezanin ew çý nesl ýn”.
“Wan vê” yani wan viya, wan xwest.
Xani dý dûwayiya beþê 17’an da dema qal kýriye ku dayeya
Sýtiyê û Zinê gustil jý wan xwestýne, da ku býbe nýk falavêj
û bý riya falê xwediyên wan nas býke, jý devê Zinê “lewra”
weha bý kar aniye:
“Zinhar-ý eger dýbi nýginê
zû bine ve bo
me dýlhezinê
Lewra bý wê ye me sebr û saman
Ew bo mýn e xatema Sýlêman”.
Ev her çar malýk bý Kurdiya xwerû weha ne:
“Zinhar, eger tu dýbi vê gustila niþana
evinê
wê zû vegerine û bine jýbo mýn dýlhezinê
Lewra bý wê ye sebra mýn û tebata mýn
Ew gustila Sýlêman Pêxember e jýbo mýn”.
|