SAL: 6
HEJMAR: 180
30 Kasým 2006
ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv

Ji bo nivisên CASÝM RÊNAS bitikinin!

 

Gelo Tenê Bo Kurdan Sûc e?

Rexne Li Xwe Kirin-2

Gelo Tevgera Kurd Li Surî Divê Bibe Sergovend?

Rustemê Zal Kurd e, Lê Gelo Kurd Rustemê Zal e?

Dîsa Li Ser Kerkukê

Jêborin..

Faik Bucak (*)

Osman Baydemir

Zarokên Kuçe

Durûyî

Neviyên Selahadînê Mezin

Enfala Barzaniyan û bêdengî

Gelo rêxistin, çep û sosyalîst asteng in?

Qendîl, Kerkuk û hwd!...

Dîsa li ser yekîtiyê

Ocalan û KKK Çi Dibêjin?

Wexta aramî û serwextiyê ye

Destûra Kurdistanê

Dijminahiya bêperde..

Agirbes

“Þer ji betaliyê çêtir e”?

Paþayên Sivîl

Gef Xwarin

Xeta Sora Kurdan: Kerkuk

Þabaþa Yêkitiya Ewropa

 
CASÝM RÊNAS................................................ / Kurdayetî
 
Careke Din Li Ser Yêkîtiyê

Her wekî tê zanin, di vê guncîkê da gelek maqale li ser yêkitî û hevkariyê hatine belav kirinê.

Babeta vê nivîsa min jî dîsa yekîtî ye.

Gotina bav û kalên me heye, ku dibêje “hirç 9 kilam dibêje, hemu jî li ser berû ne.”

Kilamên hêzên welatparêz jî li ser yekitî û hevxebatî ne.

Derbilmeselek heye.

Melayek û Bektaþiyek destên xwe dirêjê esman kirine û li ber Xwedê digerin.

Mela dibêje, “Xwedê, îman bide min, îmanê min zêde ke!.”

Bektaþî jî dibêje, “Xwedê, ji min ra hinek dirav biþeyne, þerav bikirim.”

Mela, ku gotina Bektaþî dibîhise, lê vedigere û usa dibêje:

“Mal ava, çima ji Xwedê ji bona þeravê dirav dixwazi?”

Bektaþî lê vedigere û “Xwedê jê razî, tu hewcedarî îmanê, îman dixwazi, ez hewcedarî þeravê me, þerav dixwazim.”

Ji ber ku gelê me li Kurdistana Bakur hewcedar e, hêzên welatparêz û demokratîk jî, her tim yekitî dixwazin.

Di wan rojên dawiyê de jî gelek behsa yekitiyê tê kirinê.

Li ser yekitî û yekhelwesta Kurdan, civîn û konferans hatine çêkirin û wê bêne çêkirinê.

Bê guman civîn û konferansên hanê baþ in.

Û rê li ber yekitiya hêzên welatparêzên Kurd vedikin.

Ji bona ku civin û konferansên hanê bigihine armancên xwe, berhema xwe bidin, divê hinek xal li ber çavên me bin.

Yek ji wan rastbînî ye.

Ango, yekitî û hevxebata hêzên Kurd, li ser rastiyên welatê me were ava kirinê.

Divê li ser bingeha mafê çarenûsê, bernameyeka rêk û pêk û kurt were amade kirinê û têda daxwazên gelê me yên sereke û lezgîn cî bigrin.

Divê hêz û aliyên welatparêz, li ser daxwazên xwe yên taybetî pêgir nebin, xalên hevbeþ derxine pêþ.

Divê deriyê yekîtî û hevkariyê, ji bona hemu hêz û aliyên welatparêz vekirî be, tû hêz li derva nemîne.

Û ji hemu giringtir, divê yêkitî û hevkarî li ser kaxizê nemine, dakeve meydana tekoþînê, kar û xebat bike.

Herwekî dersên hevkariya hêzên Kurdistana Bakur jî niþan didin, pêkanîn û berdewamiya hevkarî û yekitî hêsan nîne.

Bê guman gelek asteng, pirs û pirsgirêk hene li ser rêya yekitiya hêzên welatparêz.

Bona vê yekê jî divê hêzên welatparêz gav bi gav, qonax bi qonax biçine pêþ.

Lê, berê her tiþtê divê di nava hêzên welatparêz da, diyalog û dan û standin hebe.

Dan û standina hêzên welatparêz, kar û xebat ji bona daxwazeka diyar û eþkere, pêkanina yekitiyê hêsantir dikin.

Divê ji bîra me neçe, ku mercê serekî ya rizgariya Kurdistanê, yekitiya hêzên welatparêzên Kurd e, di hemu warên jiyan û xebatê da.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver