Çend meh berê niha, min di bin vê serderê da maeqaleyek
nivîsi. Min behsa kêmasiya rojnameya me kir, hinek rexne
lê girt û min got, ku “Ez di hêjmarên wê bê da behsa þaþî
û kêmasiyên me yên din bikim. Daku beþa Kurdî ya rojnama
me baþtir û têkuztir be. Û bi têkuztirbûna Dema Nû jî pirtir
xizmeta çand û zimanê Kurdî bîkîn.”
Rexneyê vê carê ne ji min e. Ji xwendevanê rojnamê Kak Mehdî
Bêdawî ye. Kak Mehdî karmendê Wezereta Roþenbîrî ya Hikumeta
Herêma Kurdistan e.
Kak Mehdî Bêdawî, hêjmara 151ê ya Dema Nû xwendiye û yek-
yek xeletî û þaþiyên rastnivîsin û rêzimanê destnîþan kiriye.
Kak Mehdî, berê her tiþtê pêþniyar dike, ku navê rojname
bibe Serdema Nû.
Hinek ji þaþî û xeletiyên, ku Kak Mehdî destnîþan kiriye,
rast in. Lê, li ser hinekan jî minaqeþe û gengeþî heye. Yek
ji wan ev e: Qasê, ku ez dizanim, li gor Celadet Bedirxan
her “î”yek, ku li pêþ “y” tê, dibite “i”. Bo nimune: Barzanî
dibite Barzaniyê nemir, yekîtî jî dibite yekîtiya gelan û
hwd..
Herwekî min got, li ser vê babetê gengeþî heye, hinek li
gor prensiba Celadet Bedîrxan dinivîsin, hinek jî na. Meqale
û nivîsên, ku bi herdu þîve têne nivîsandinê, di rojnameya
me da ci digrin. Usa xuya ye, heta zimannasên me, enstituyên
me biryareka dawî li ser vê babetê nedin, wê bi herdu þive
bê nivisandin.
Yek ji þaþiyan, ku Kak Mehdî destnîþan kiriye, “tiyatro”
ye. Bi baweriya Kak Mehdî divê “teatir” bê nivisandin, ji
ber ku bêjeyeka Îngîlîzî ye û “teatir” tê xwendinê.
Bêjeya Îngîlîzî wekî “tiyatro” ketiye zimanê Tirkî û ji
vir jî ketiye zimanê me, bi taybetî zimanê Kurdên Bakur.
Bi baweriya min, divê zimannas û enstituyên me lêkolîneka
zanistî, li ser vê babatê jî bikin û biryara dawî bidin.
Gelo bêjeyek, ku ji zimanê din têvlê zimanê me dibe, bi çi
þiklê bê nivîsin? Bi þiklê, ku tê xwendinê an bi þiklê dinê?
Ku, em jî li gor vê binivîsin.
(Bi ya min þuna tiyatro bêjeyeka Kurdî heye: Þano û þanogerî.
Dibe, ku Kurdên me yên Bakur, di destpêkê da bêjeya þanoyê
nepejirînin, lê bi baweriya min eger her tim bê bi kar anînê,
gel jî hêdi hêdi hînê bêjeyê hanê dibin.)
Kemasî û þaþîyên dinê, ku Kak Mehdî destniþan kirine, bi
baweriya min hemu jî rast in. Bo nimune:
-Nûçeyek li jêrnavê “Li Gewerê nexweþiyeke þewb ya ne dîyar”
heye. Ez jî wekî Kak Mehdî nizanim “þewb” yanê çi? Dibûya
di nava kevanê da vateya vê bêje bihata nivîsin.
– “Mesud Tek sorokkomarê Irakê Celal Talabanî pîroz kir”.
Ne “sorokkomar”, serokkomar, ne Irak, Iraq an jî Êraq..
- “Peyama pirozbahiyê ya HAK-PARê bo brêz Celal Talabani”.
Eþkere ye “Brêz” na, birêz, “Talabani” na, Talabanî.
- “Bîjî 1-Gulanê” dirust nîne, rastiya wî “Bijî 1 Gulanê”
ye.
- “Welidin” ne rast e. Ji ber ku bêjeya welidin ji bona
heywan tê bi kar anîn. Ji dayik bûn rasttir û dirustir e.
Û hinekên dinê...
Ji þaþî û xeletîyên, ku hêja Mehdî Bêdawî destnîþan kirine,
xuya dibe, ku hevalên ku tashîh (rast kirin) dikin, qasê
pêwist bala xwe nadine karê xwe. Paþ mizanpajê ango cî be
cîkirinê, divê berpirsê beþa Kurdî carekî din hemu nivîs,
meqale û nûçeyan, qontrol bike, bi baþî û hurgîlî bixwîne.
Ez piþtrast im, kargerên Dema Nû, eger pirrtir bala xwe
bidinê, þaþî û xeletîyên hanê wê dubare nebin û Dema Nû jî
rêk û pêktir bibe.
Hiþyariya xwendevanên rojnameya me û rêxneyên wan yên wekî
Kak Mehdî Bêdawî, ku þayanê rêz û sipasî ye, alîkarî û piþtgiriyeka
gelek mezin e ji bona rêk û pêktir bûna rojnameya me.
|