SAL: 6
HEJMAR: 184
28 Aralýk 2006
ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv

Ji bo nivisên CASÝM RÊNAS bitikinin!

 

Gelo Tenê Bo Kurdan Sûc e?

Rexne Li Xwe Kirin-2

Gelo Tevgera Kurd Li Surî Divê Bibe Sergovend?

Rustemê Zal Kurd e, Lê Gelo Kurd Rustemê Zal e?

Dîsa Li Ser Kerkukê

Jêborin..

Faik Bucak (*)

Osman Baydemir

Zarokên Kuçe

Durûyî

Neviyên Selahadînê Mezin

Enfala Barzaniyan û bêdengî

Gelo rêxistin, çep û sosyalîst asteng in?

Qendîl, Kerkuk û hwd!...

Dîsa li ser yekîtiyê

Ocalan û KKK Çi Dibêjin?

Wexta aramî û serwextiyê ye

Destûra Kurdistanê

Dijminahiya bêperde..

Agirbes

“Þer ji betaliyê çêtir e”?

Paþayên Sivîl

Gef Xwarin

Xeta Sora Kurdan: Kerkuk

Þabaþa Yêkitiya Ewropa

Careke Din Li Ser Yêkîtiyê

Badilhewa..

Erkên Pîroz

 
CASÝM RÊNAS................................................ / Kurdayetî
 
Derewên Mezin!...

Bi gor nuçeyek, ku di rojnama Hurriyeta Tirkî da hatiye belav kirinê, Kovara Newsweekê Amerîkî, derewên herê mezin ya rêveberiya Bush, ku di sala 2006’an da kirine, berhev kiriye.

Bi gor kovara Newsweek, mezintirin derewa Bush ev e, ku gotiye “em li Ýraqê, di þerê da serdikevin”...

Hûn çi dibêjin?

Gelo, eger em bixwazin derewên karbidestên Tirkiyê û hikumeta Erdoxanê yên sala 2006’ê berhev kin, çend rûpel kaxiz têra me bike?

Belê, ez baþ dizanim, karbidestên dewleta Tirkiyê her roj hênde derewan dikin, ku bi rastî zexmet e meriv bikare hêjmara derewên wan tesbît bike.

Her usa gelek dijwar e, ku meriv derewekî destniþan bike û bêje “derewa hanê, mezintirin derewa hikumeta Erdoxan e.”

Bi gor min, nûtirin derewa Serokwezirê Tirkiyê, þayanê hênde ye, ku meriv dikare bêje “derewa herî mezin ya sala 2006’an e.”

Herwekî tê zanin, çend roj berê Erdoxan li dewleta Yekbûyî ya Emerîka gotibû, ku “li Tirkiyê, tiþtek bi navê ‘mafên Kurdan’ nîne. Li Tirkiyê, mafên Kurd û Tirk wekyek e” û hwd...

Kurd, gava derewên usa mezin dibihizin, dibêjin “hey li vê derewê”..

Hay malneketo Erdoxan!..

Derew dibe, lê usa mezin û bê endaze?

Li hinek navçeyên Kurdistanê, di þevên dirêjên zivistanê da, gundî li hev kom dibin û leca gotina derewên mezin digrin.

Ez piþt rast im, eger Erdoxan beþdarê lecên hanê bibe, wê hertim serkeve û bibe þampiyon!..

Dibêjin, “siyaset hunerê mimkun e.”

Gotina hanê kurtirin û bi naveroktirin wateya siyasetê e.

Lê belê, li Tirkiyê ne usa ye.

Li Tirkiyê, di nava gel da dibêjin siyaset, ango derew.”

Di zirufa hêyî ya Tirkiyê da, gotina hanê rast e.

Ji ber ku siyasetmedar, karbidest û rêvabirên dewleta Tirkiyê heya niha derew kirine; îro jî dikin...

Gelê Tirkiyê jî carna seba xatirê dîn û îman, carna seba xatirê abur, welat û netew, baweriya xwe pê derewên karbidestên dewleta Tirk aniye.

Û ev yeka bi sedan sal berdewam e.

Karbidestên dewletê, (çi piçûk çi mezin) bi hezaran derewan dikin.

Gelê zahmetkeþ û bindest jî, bi sedemên cure-cure bawer dikin.

Neheqî li dewleta Tirk nekin.

Divê bêjin, ku di hemû welatan da rewþ bi vî awayî ye.

Karbidest û rêvabirên hemu welatan bi taybetî jî welatên paþdamayî, kêm an zêde derew dikin û bi gotinên xweþ lê pûç û bê naverok, gelê xwe dixapinin.

Lê belê herwekî derewa dawî ya Erdoxan jî niþan dide, derewên karbidestên dewleta Tirk tiþtekê din in, cuda ne..

Ji ber vê yekê jî, ne xelet e, ku eger bêjîn “li Tirkiyê siyaset, hunera derew gotinê ye”...

Herwekî jiyan destniþan kiriye, çiqas mezin bin bila bin, emrê derewan kurt in.

Û dibe ku derew kêþa û pirsgirêka civakî, siyasî û aboriyê veþêre, lê belê nikare çareser bike!..

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver