SAL: 6
HEJMAR: 146
27 Adar 2006
ANASAYFA
YORUMLAR
KÜLTÜR
YAZARLAR
DENG YAYINLARI
DENG DERGÝSÝ
Dema Nû Arþiv
Roja Teze Arþiv

Ji bo nivîsên M. Emin BOZARSLAN bitikinin

“Ý”, NE “E” - II

“Ý”, NE “E” - III

“ÝRO”, NE “ÝROJ” - I

“ÝRO”, NE “ÝROJ” II

”JAR”, NE ”HEJAR”-I

”JAR”, NE ”HEJAR”-II

“JAR”, NE “HEJAR”-III
“JI” Û “LI”-I

“JI” Û “LI”-II

“JI” Û “LI”-III

“JI” Û “LI”-IV

“JI” Û “LI” -V

M. EMÝN BOZARSLAN .......................................... / Kuncê Zýmên
 

“JI” Û “LI” -VI

“Goti qet insaf e dayê, ez li mal
ew li germê, ez vexum ava zelal!”.

Feqiyê Teyran di ciyeki helbesta xwe ya bi navê “Dilo, rabe” da deng li dilë xwe kiriye û weha ci daye “li”ya bi vê maneyê:

“Li bin te agir û pêtê

Li ser sêlê xewa kê tê!”

Wek ku tê zanin, her du hozanên me yên gewre Feqiyê Teyran û Melayê Ciziri hevdemên hev bûne. Di navbera wan da diyalogeka helbeski ji çêbûye. Di wê diyalogê da Feqi çend malik nivisine û ji Melê ra þandine, Melê ji çend malik nivisine û wek bersivek ji wi ra þandine; bi wi awayi helbesteka wan a muþterek a dirêj hatiye meydanê. Di despêkê da Feqi ji Melê ra weha nivisiye:

“Selama min heqiri, sedefek divê têkin
iro li Cizirê heq e li Melê kin”.

“Heqir” Erebi ye, yani bêqedir, rûmetketi. Hozanê mezin nefsbiçûki kiriye û di heqê xwe da weha nivisiye. Ew awa berê adet bûye, gelek hozanan di heqê xwe da wisa nivisiye.

Ehmedê Xani di beþê 23’yan ê “Mem û Zin”ê da qala daweta Sitiyê û Tacdin kiriye û daye zanin ku Memê ji Tacdin ra bûye birazava; hingê weha ci daye pêþbendika “li”yê:

“Tacdin bi xwe bûye padiþahek
Mem ji li teniþt’ê þubhê mahek”.

“Þubhê mahek” yani wek hivek.

Hozaneki nenas helbestek li ser titûnê nivisiye û tê da pesnê titûnê daye; hingê ev ”li” weha bi kar aniye:

“Rabûm ji xew weqtê seher
Qelûn di dest, agir li ser
Her nefesek pênsed keder
defi’ diket wê saetê”.

Em minakek ji ji strana “Mala Nasir” binuminin. Di serê wê stranê da weha hatiye gotin:

“Eminayê bi sê dengan bang kiri goti lê lê gulizera mi, lê Husnayê, sibe bû dema dilê mi giriya

Wele bile sibe bû dema dilê mi giriya

Ez’a nizanim vê sibekê çi bû, çi ciriya

Xwina box û beranan li ber derê mala bavê mi porkura

Xwedê wa rijiya”.

Li vir pêþbendika “li”yê, ber derê mala bavê wê ji rijina xwinê ra kiriye ci. “Ez’a” bi eslê xwe “ez” e; jibo xweþbûna ahenga stranê “a” hatiye paþiya “ez”ê û ew kiriye “ez’a”. Di hin stranên me yên geli da rewþên weha tên ditin.

Vê pêþbendikê bi vê maneyê di peyveka pêþiyan a Kurdi da ji weha ci girtiye: “Li Bexdayê xurme pirr in; ji me ra çi!” Di peyveka pêþiyan a di da ji weha: ”Dizane dawet e, nizane li mala kê ye”.

*

Yek ji karên sreke yên vê pêþbendikê ji numandina amanc yan bergehê bûyerek, karek, tevgerek û wd ye. Ehmedê Xani di beþê 49’an ê “Mem û Zin”ê da daye zanin ku Bekir di heqê Memê da ji Mir ra weha gotiye:

“Gava ku nezer biket li Zinê
tehqiq e ku naketin çu jinê”.

”nezer bike” yan binêre. ”Tehqiq e” yani hemin, mutleqa. Wek ku dixuye, li vir ”li”yê Zin ji nihêrtina Memê ra kirite bergeh.

Feqiyê Teyran ji weha gotiye:

”Li me bayê kire gazi
Xezam pêçan ber evrazi”.

”Xezam” Kurdi ye, yani pelên daran ên zer. Li vir ji ”li”yê, þunnava ”me”yê ji gazikirinê ra kiriye bergeh, daye zanin ku gazikirin ber bi ”me” ye.

Melayê Bateyi ji di helbesteka xwe da pêþbendik bi vê maneyê di heqê xwe da weha bi kar aniye:

”Li min da tireka dijwar
Serê tirê di dil çû xwar”.

Bateyi ji li vir bi karanina pêþbendika ”li”yê daye zanin ku amanc û bergehê lêdana tirê ew bûye.

Di peyveka pêþiyan a Kurdi da ji weha tê gotin: ”Li nalê ji dide, li bizmarê ji dide”. Li vir ji ”li”yê nal û bizmar ji kirdara(fi’l) ”dayin”a bi mana ”xistin”ê ra kirine amanc, kirine bergeh.

 
Geri Dön Baþa Dön Yazýcýya Ver