Wek ku berê ji me dý “Kuncê Zýmên” da bý hýn munasebetan
dabû zanin, hýn peyvýkên me hene ku dý dema me da, xasma
lý Kurdýstana Bakur, dý peyvina gel da û dý medya Kurdi da
bý kar nayên anin. Ew peyvýk dý demên berê da bý kar hatýne
anin û ketýne edebiyata me ya klasik. Lê paþê çawa bûye bûye,
jý peyvinê derketýne û jý bir bûne.
Yek jý wan peyvýkên me yên hêja, “kovan” e. Vê peyvýkê dý
edebiyata Kurdi ya klasik da ci gýrtiye; lê belê dý peyvina
gel da ji, dý medya Kurdi da ji bý kar nayê anin.
Me dývê em bý awayeki gýþti lý rewþenbirên Kurd, bý taybeti
ji lý nýviskar û rojnamevanên Kurd pêþniyaz býkýn ku vê peyvýkê
dý xeber û nývisarên xwe da bý kar binýn, da ku bere bere
dý nava gel da belav býbe û bý wi awayi dý peyvina gel da
ji bý kar bê anin û careka di têkeve jiyanê, disa dý zýmên
da ciyê xwe býgýre.
Ev peyvýk du maneyan dýdêre, du maneyên wê hene. Ew her
du mane ev ýn:
1– Pêjna (hýs) daxwaza pýrr zêde û kûr a dý heqê ditýna
kesek yan ciyek da, careka di; pêjna daxwaza pýrr zêde û
kûr a ku dý dýlê kesek da peyda dýbe û ew kes bý wê pêjnê,
dýxwaze kesek yan ciyek disa býbine, careka di ji býbine.
Ev peyvýk bý vê maneyê, hevmana “hesret”a Erebi ye. Mesela,
mýrov dýþê weha bêje: “Kovana Kurdýstanê dý dýlê her Kurdeki
penaber da heye” yani pêjna daxwaza ditýna Kurdýstanê disa,
careka di, jý nû ve. Minakek ji weha: “Mýn carek Gola Wanê
ditiye, kovana wê ketiye dýlê mýn” yani hesreta wê, pêjna
daxwaza ditýna wê jý nû ve, careka di.
Melayê Cýziri dý helbesteka xwe da deng lý yara xwe kýriye
û “kovan” bý vê maneyê weha bý kar aniye:
“Jý kovana te þirinê
dýnalým þubhê goyinê
dýrêjým hýstýrên xwinê
weki taviyêd-ý baranê”.
“Þubhê goyinê” yani mina goyinê. “Goyin” Kurdi ye, navê
teyrek e, ku bý þev tým dýqire; dengê qirina wê dýþýbe dengê
nalina mýrovan.
Melê dý helbesteka xwe ya din da ji bý vê maneyê weha ci
daye vê peyvýkê:
“Mý navêt ez bý feryad kým
lý zulma dilberê
dad kým
Sehi dê þubhê Ferhad kým
býdým rûhi jý kovanê”.
Ev her çar malýk bý Kurdiya xwerû weha ne:
“Mý navê ez býqirým û feryad býkým
lý zulma
dilberê hewar û dad býkým
Bý rasti ez’ê mina Ferhad býkým
û giyan býdým,
jý ber kovanê”.
Pertewê Hekari ji dý helbesteka xwe da deng lý dýlê xwe
kýriye û bý vê maneyê weha ci daye vê peyvýkê:
“Jý mýn ehwalê kovanan mepýrse
Ku halatek dýrêj e, ey dýl, ey dýl”.
“Ehwalên kovanan” yani rewþên kovabab; “halatek dýrêj” yani
rewþeka dýrêj.
2– Mana 2’yan a peyvýka “kovan”ê ji maneyeka têwkýri (mecazi)
ye, ew mane ji “êþ û azar” e.
Feqiyê Teyran dý helbesteka xwe da deng lý dýlê xwe kýriye
û peyvýk bý vê maneyê weha bý kar aniye:
“Dax û kovan bêhisab ýn
mihnet û êþ û ezab
ýn
Xem jý qelbê mýn venabýn
Ay dýlê mýn, ay dýlo”.
“Mihnet” Erebi ye, yani derd û kul.
Melayê Bateyi ji dý helbesteka xwe da dema pesnê yara xwe
daye, bý vê maneyê weha ci daye vê peyvýkê:
“Hati býrca þaneþinê, sed melaik çûn sýlav
Dax û kovana evinê soti canê mýn tevav”.
“Býrca þaneþin”ê yani kela koþka þaneþinê, koþka þaneþinê
ya ku wek keleyek e.
Siyahpoþ ji dý helbesteka xwe da peyvýk bý vê maneyê weha
bý kar aniye:
“Ah, jý dest narê firaqê dýl weki býryan ým ez
Her lý ber wê iþtiyaqê pýrrkul û kovan ým ez”.
“Narê firaqê” yani agýrê cudayiyê; mexsed cudayiya jý yarê
ye. “iþtiyaq” yani daxwaza zêde.
Pertewê Hekari ji dý helbesteka xwe da bý vê maneyê weha
ci daye vê peyvýkê:
“Dýlê mýn kaseya serpoþdar e
týji derd û
xem û kovan e disa”.
“Serpoþdar” yani ser gýrti, sernuxafti; týþtê ku ser wi
bý týþtek tê poþan, tê nuxaftýn, tê gýrtýn.
|