Mesela, mýrov dýbêje “Merqeda Ehmedê Xaniyê nemýr lý Bazidê
ye” yani ciyê merqeda wi Bazid e, ciyê wi týþti Bazid e.
Minakek ji weha: “Melayê Cýziriyê nemýr lý Cýzirê wefat kýriye”
yani ciyê qewýmina bûyera wefata wi Cýzir e, bûyera wefata
wi lý Cýzirê qewýmiye.
Vê pêþbendýkê dý edebiyata Kurdi ya klasik û folklora Kurdi
da ji weha tenê, bý serê xwe ci gýrtiye; yani bê paþbendýka
“da”yê bý kar hatiye anin. Mesela, Melayê Bateyi dý “Mewlûd”ê
da daye zanin ku Pêxember dý dema zarûkiya xwe da bý dayeya
xwe Helima Sadiye ra peyýviye û weha gotiye:
“Goti qet insaf e dayê, ez lý mal
ew lý germê,
ez vexum ava zelal!”
Wek ku diyar e, hozên gotiye “lý mal”, negotiye “lý mal
da”.
Ehmedê Xani ji dý beþê 51’ê yê “Mem û Zin”ê da dema qala
wesyeta Zinê jý Mir ra kýriye, daye zanin ku jê ra weha gotiye:
“Zinhar-ý, me her du bûk û zavan
bêqedr-ý
neki lý pêþê çavan”.
Mexseda wê jý bûk û zavan, ew û Mem ýn; yani Zinê xwe û
Memê, pýþtê mýrýnê bûk û zava hesýbandýne. Lý výr týþtê ku
jý me ra pêwist e ev e ku gotiye “lý pêþê çavan”, negotiye
“lý pêþê çavan da”.
Feqiyê Teyran dý helbesta xwe ya bý navê “Dýlo, rabe” da
deng lý dýlê xwe kýriye û weha ci daye vê “lý”yê:
“Lý býn te agýr û pêtê
Lý ser sêlê xewa kê tê!”
Wek ku dýxuye, Feqi ji gotiye “lý býn te” û “lý ser sêlê”,
negotiye “lý býn te da” û “lý ser sêlê da”.
_êx Evdýrehmanê Axtepeyi ji dý “Rewdunneim”ê da dema semedê
nývisina pýrtûka xwe daye zanin, “lý” weha bý kar aniye:
“Jý van qesdê mýn nine erzê huner
Welê da lý dýnya býminýt eser”.
Wek ku diyar e, wi ji gotiye “lý dýnya”, negotiye “lý dýnya
da”.
Salýh Begê Hêneyi dý helbesteka xwe da weha gotiye:
“Eger çêki jýbo cehþê kerê ra
jý zêr afýr lý nêv eywanê Kesra”.
Wek ku dýxuye, wi ji gotiye “lý nêv eywanê Kesra”, negotiye
“lý nêv eywanê Kesra da”.
Hozaneki nenas lý ser týtûnê helbestek nývisiye û tê da
pesnê týtûnê daye. Wi ji ev “lý” weha bý kar aniye:
“Rabûm jý xew weqtê seher
Qelûn dý dest, agýr lý ser
Her nefesek pên sed keder
defý’ dýket wê
saetê”.
“Defý’ dýket” yani davêje, dûr dýxe. Lý výr týþtê pêwist
ev e ku wi ji gotiye “agýr lý ser”, negotiye “lý ser da”.
Vê “lý”yê dý despêka strana “Mala Nasýr” da ji weha ci gýrtiye:
“Lý Býþêriya Jêrin, lý Býþêriya Jorin, mý bala xwe da peyayên
mala Qutoyê Reþkoti, ew û beran û xweþmêrên mala Nasýr
lý Rýzda Qirê, lý Qûça Hemo, vê sýbekê ketýn ber hev,
Xwedê zane, þer xweþ kýrýn lý pýþta dêra Manoriya”.
Wek ku eþkera ye, lý výr ji çend car “lý” tenê û bý serê
xwe, bê paþbendýka “da”yê bý kar hatiye anin; mesela, hatiye
gotýn “lý Býþêriya Jêrin, lý Býþêriya Jorin”, nehatiye gotýn
“lý Býþêriya Jêrin da, lý Býþêriya Jorin da” û wd.
Vê “lý”yê dý hýn peyvên pêþiyan ên Kurdi da ji bý serê xwe,
bê paþbendýka “da”yê ci gýrtiye. Mesela, dý peyveka pêþiyan
da weha tê gotýn: “Lý Bexdayê xurme pýrr ýn; jý me ra çý!”
Dý peyveka pêþiyan da ji weha: “Dýzane dawet e, nýzane lý
mala kê ye”.
Peyveka pêþiyan a di ji ev e: “Diya kuran, dýmýre lý kadinan
û axuran”. Ev peyva pêþiyan lý ser bêwefatiya kuran a dý
heqê dê û bavên wan da tê gotýn. Yani jý ber ku kur lý dê
û bavên xwe yên pir û kal xwediti nakýn û jý wan ra nabýn
alikar, diyên wan bêkes dýminýn û jý bêkesi dýkevýn kadin
û axuran, lý kadin û axuran dýmýrýn ji.
|