Me divê em li vir awayê Kurdiya jorin bi hin minakan bidin
zanin û binin ber çavan. Em berê jimara despêkê bigirin destê
xwe:
Wek ku tê zanin, di zimanê Kurdi da jimara despêkê ”yek”
e. Ev jimar bi du awayan dikeve rêzê û dibe jimara rêzê.
Awayek ev e ku tipa ”ê”yê tê dûwayiya wê û jimar bi awayê
”yekê” tê karanin. Mesela, kesek dibêje ”Ez di gera xwe da
roja yekê çûm Cizirê û sê roj li wir mam”. Minakek ji weha:
”Cara yekê ku ez çûm Amedê, min pirr li sûra wê temaþe kir”.
Li vir tiþteki pirr giring ev e ku, eger ev jimar di nivisinê
da bi jimarniþanek (reqem) bê nivisin, divê ku di navbera
wê jimarniþanê û tipa ”ê”yê da qetinekek (apostrof) bê danin;
wek ”roja 1’ê”. Vêca em her du minakên jorin bi vi awayi
niþan bidin: ”Ez di gera xwe da roja 1’ê çûm Cizirê û sê
roj li wir mam”, ”Cara 1’ê ku ez çûm Amedê, min pirr li sûra
wê temaþe kir”.
Awayê di yê jimara despêkê ji di rêzkirinê da, ”pêþin” e.
Ev awa ji awayê ”yekê” pirrtir tê karanin. Lê belê di vi
awayi da jimar, di nivisinê da bi jimarniþanek nayê numandin,
nayê niþandan; hem di gotinê da, hem ji di nivisinê da peyvika
”pêþin”ê tê karanin û eynê maneyê dide. Vêca ji em her du
wekokên jorin bi vi awayi, bi peyvika ”pêþin”ê binuminin:
”Ez di gera xwe da roja pêþin çûm Cizirê û sê roj li wir
mam”, ”Cara pêþin ku ez çûm Amedê, min pirr li sûra wê temaþe
kir”.
Mirov diþê vê ”pêþin”a Kurdi bide ber ”ewwel”a Erebi, ”ilk”a
Tirki û ”first”a Ýnglizi û bi wan ra qiyas bike. Kar û fonqsiyona
wê ji wek kar û fonqsiyona wan peyvikan e.
Vi awayê karanina peyvika ”pêþin”ê, di folklora Kurdi da
ji ci girtiye. Mesela, straneka geli ya civatan heye, navê
wê ”Xêlya Heci” ye. Di wê stranê da vi awayi weha ci girtiye:
“Wele mi go rêka Safiyan, de lo, xwar û mar e,
xwar û mar e
Rebi, mi di sê siwar derketin, hespên xwe ajotin,
de lo,
bi lez û xare, bi lez û xare
Siwarê pêþin bavê Mihemed Tewfiq bikefi û biegal e
Wele, siwarê navin bavê Behcet çepildirêjê kolosxwar e
Xwedê zane, siwarê paþin ew kûçikê Recoyê tehsildar e”.
Vi awayi di çivanokeka Kurdi da ji, ku navê wê ”Karwanê
Mûþê” ye, weha ci girtiye:
“Ha derbû, derbû derbû
Karwanê Mûþê derbû
Hêstira pêþin b’semer bû
Serbarê wê þeker bû”.
”Þeker” awayê Farisi ye; awayê Kurdi yê vê peyvikê ”þekir”
e; lê li vir, jibo ku qafiya vê malika çivanokê li qafiya
malikên di bê, peyvik bi awayê Farisi hatiye karanin.
Awayê ”pêþin”ê yê jimara despêkê di rêzkirinê da, di peyveka
pêþiyan a Kurdi da ji ci girtiye. Ew peyva pêþiyan li ser
aqil e û weha ye: ”Heta aqilê paþin tê, yê pêþin diçe”.
*
Vêca ji em bala xwe bidin jimarên piþtê jimara despêkê û
binêrin ku ew çawa dibin jimarên rêzê. Ew jimar dema dikevin
awayên jimarên rêzê, pêveka ”an”ê tê dûwayiya wan. Jimarên
ku tipên wan ên paþin bêdeng in, ew ”an” yekser tê dûwayiya
wan; wek ”çar+an=çaran”, “pênc+an=pêncan”, “þeþ+an=þeþan”
û wd. Mesela, kesek dibêje ”Ez sê roj li Amedê mam, roja
çaran ez ji wir çûm Ruhayê”. Wekokek ji weha ”Ez’ê di gera
xwe da sê roj li Agiriyê biminim, roja çaran ez’ê ji wir
biçim Qersê” û wd.
Siyahpoþ di pirtûka xwe ya bi navê ”Seyfulmulûk” da jimara
rêzê ya ”çaran” weha bi kar aniye:
“Sedayê aþiqan çû çerxê çaran
Dibari ab û xûn ez çeþmê yaran”.
”Seda” Erebi ye, yani deng. Mexsed ji ”çerxê çaran” asimanê
çaran e. ”Ab” Farisi ye, yani av. ”Ez çeþmê yaran” yani ji
çavê yaran. ”Ez” û ”çeþm” her du ji Farisi ne, yani ji çav.
Siyahpoþ di ciyeki di da ji weha ci daye jimara rêzê ya
”nehan”:
“Diger qaziyê wan Meyteterûn e
Çû ser textê nehan ew rehnumûne”.
”Diger” yani yê di; ”rehnumûn” yani rênumin, kesê ku rê
niþan dide, rêbir; her du peyvik ji Farisi ne.
|