Çend roj berê Komisyona Yêkitiya Ewropa (YE) rapora xwe
ya derbareyê Tirkiyê de ragihand.
Berê ragihandinê, derheqa Raporê de gelek tiþt dihatin gotin.
Nijadperest û nasyonalîstên Tirk û hinek hêzên “çep” digotin,
ku di roporê da derbareyê Girava Qibrisê daxwazên weha dê
cî bigrin, ku li Tirkiyê tu hikumet newêre qebul bike.
Û hêzên hanê, ango hêzên dij-YE bi dil û can dixwastin Rapora
Komîsyonê gelek tund be, daku proseya guftugoyê bikeve tengasiyê.
Raporeka tund û tuj her usa daxwaza hezên nijadperest û
kevneperestên Ewropî ye jî..
Ji ber ku ew jî bi sedemên cuda cuda nexwazin Tirkiye bibe
endamê YE.
Bi gotineka din, helwesta nijadperest û faþîstên Ewropî
û Tirk derbareyê mijareke yek e, herdu teref li ser xalekê
digijine hevdu..
Lê, Rapora ragihandî ya Komisyona YE, roporeka nerm e, ne
li gor daxwaza hezên dij-YE ye.
Ango Rapor, þabaþek e bo Tirkiyê, bi taybetî jî bo hikumeta
Erdoxan.
Bi baweriya min Komîsyon nexwestiye hikumeta Partiya Dad
û Pêþveçûnê (PDP) li hember hêzên dij-YE bikeve tengasiyê.
Herwekî tê zanin, di sala 2007’an da, li Tirkiyê du hilbijartinên
giring wê çêbin.
Yek ji wan hilbijartina Serokkomar e, evê din jî hilbijartina
giþtî ye.
Bê guman bandoreka bihêz ya herdu hilbijartin li ser proseya
siyasî ya Tirkiyê dê hebe.
Û ji bona ku PDP di wan hilbijartinan da nekeve tengasiyê,
Komîsyonê raporeka nerm amade kir û ragihand.
Ji ber ku YE naxwaze Tirkiyê ji proseya YE dûrkeve.
YE dixwaze guftogoya endametiya Tirkiyê wê berdewam be.
Û di rewþa îroyî da, li Tirkiyê ji bona YE, ji PDP çêtir
û maqultir partî nîne.
Ev yêka rastiyeka tehl a Tirkiyê ye.
Bingeha îslamiya PDK û bername û rêbaza wê ya tengbîrî jî
vê rastiyê nagore.
Bi kurtî YE þabaþeka din pêþkeþê PDP û hikumeta Erdoðan
kir.
Divê hikumeta Erdoxan û PDP qedrê vê þabaþê bizanin.
Bona cî be cî kirina daxwazên YE, ku di Rapora Komîsyonê
da cî girtine, kar û xebatê bikin.
Guhê xwe bidine daxwaza gelê Kurd û ci be ci kirina wan
hewl bidin.
Berê her tiþtê jî dev jê siyaseta xwe ya êrîþker berdin,
rêz li hebûna Hikumeta Herêma Kurdistanê bigrin.
Tedaxulê kar û barên Iraqê nekin, destê xwe ji Kerkukê bikêþin.
Eger na, þabaþa YE nagije armanca xwe, berhem nade.
Û rewþa navçeya Rojhilta Navîn aloztir dibe.
Ku, ev yeka jî bona berjewendiya tû hêz û gel nîne.
|